|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Ji her tiþtî berê Kurdayetî
Ehmed C.ÇAMLIBEL/HAWARDENGÛBAS
Pey
bûyerên Þemzînanê bi alîkarîya parlementer û hin wazîrên hukumetê va dewlet
zextê li ser AKP yê zêde kir. Ji xwe AKPê jî xwe amade kirîbû ku xwe bide
ser tayê dewletê. Lê hin bûyerên ne li rê û hazir kirina raya giþtî bo
dewletê divîyabû. Dîsa ew jî ji alîyê dewletê bi destê hestîkojên xwe va
hate pêkanîn.
Nuha ew
erîþên wana çi alîyê çapemenîya tirkan çi alîyê dar û destên wana her
berdewam e. Ewana dixwazin tîr û gurzên xwe dîsa li ser gelê me da
bihejînin. Lê em çi dikin?
Bûyerên
Amed û hin bajarên din serhildaneke sivîl e an na? Yên hene wek berxwedanên
xewnên xwe wana þirovedikin. Yên henin mîna pêxwasên Xançepekê ‚ Mêrên hun
herin di nav da cîh bigrin, rê nîþan bikin ‚ Qey bêjî xên ji wana kes li
meydanê nîne.
Binketin
an jî serketina me Kurdan wek gelek kes dibêjin di helwest û karên me da
ne. Ji ber ku þert û mecalên dervayî me, rê li ber me vedike ku em
bighîjine konaxek pêþ. Ev yek bo her çar parçê Kurdistanê jî her uha ye.
Para dimîne ji alîyê Kurdan bi karanîna van zirûfên kêrhatî.
Ji alîyê
din rewþa rojhilatê bi taybetî navça Kurdistan têda ne gelek aloz e. Usa
dîyar e ku êrîþên ser rejimên diktator xasima ser Îran û Sûrîyê jî li dorê
ye. Ew rewþa ku bo me xêrê bîne ji hin alîyan va wê navçê bêtir aloztir
bike.
Ji xwe
dewleta Tirkan xwe di wê guhurandinan da wê çawa pêþîya me bigre hesabê wê
yeke dike û xwe bi lez amade dike. Kuþtin û kuþtarên di van dawîyan da
dikin bo vê yekê ye. Him zagon û yasayên tund û dewra þerê para tînin him
jî hejmarên çek û sîlah û leþkerên xwe di Kurdistanê da zêde dikin.
Bona em
Kurd bi giþtî jê guhûrîn û pêþketinan da kelk bigrin, bo ku pêþîya van
planan xew ragrin divê gelhev karbikin. Cara yekemîn hidûd û sînorên ku
dagîrker danîne nav me divê ji dil û karên xwe da em rakin.
Ev jî,
bê guman piþtgirîyek lapî baþ û bi tevxebatê va dibe.
Cara
pêþîn pewist e, di Kurdistan parçê mezin da yekitî û biratîyek ji nû va di
nav Kurdistanîyan da bê avakirinê. Dema ev pirs tê ortê, gelek kes çehþên
sîyasî jî di nav da dihesibînin. Gor min xên ji kes, girûb an rêxistinên ku
hevsarê wana di destên dijkurdan in, dikarin bêne ba hev. Rêxistinek ava
nekin jî bi hevkarîyek va gav bi gav dikarin bighîjine menzîlê. Ji xwe di
vî warî da him di nav welat û him jî dervayî welat kar tê meþandinê. Lê hin
jî têrê nake, divê em hin dest sivik bin.
Çawa
dîyar e di vê çaxê me da, ev jî kêm e. Divê temamîya Kurdistanê da rûhîyeta
Kurdîyetîyê bê geþ kirinê. Êdî ev Makû, ev Kobanî, ev Þengal, ev Erdîþ ev
jî dervayî welat e nebêjin. Lazim e ev yek hêdî hêdî ji holê rabe. Helbet
bi gotin û nivîsandinê ew sê çar tîretîya sedan salan ji niþkêva di nav me
da ranabe. Lê divê ev yeka jî bo Kurdan bibe hedefek girîng. Di vî warî da
barê giran dikeve ser milê xwedî erk, ango Hukumeta Federal. Erê rewþ bo
wana jî gelek nazik e. Ewana jî nikarin rast e rast û eþkere temamîya erkên
niþtimanî bi cîh bînin. Lê gor bawerîya min pêwist e êdî tirs, xof û
tatêlên xwe yên neyarên nav xwe û cînaran bi sîyasetek kurdewarî meþandinê
va bavêjine alîkî. Ew hizra netewî, ew piþtgirtina serdanpê dikare bibe sûr
û çeperek gewre ku Hukumet û parça azadkirî biparêze, me jî gelek gav bibe
pêþ.
Qet dûr
nine ku pey pevçûneke li Îran û Sûrîyê biqewime. Di serî da dewleta Tirkan
û yên cînar raste rast bajone ser Kurdan. Ango wî çaxî çeper û sengerê me
wê bibe seranserê Kurdistanê. Bo vê yekê lazim e em ser gelek bifikirin û
tedbîrên xwe ji nuha va bistînin. Bê guman di serî da ruhûyetek netewî
divê. Di çapemenîya xwe da taybetî parka azadkbûyî da pêwiste bi þêweyek
maqûl cîh bidine deng û behan, agahdarîyan wek weþanên serbixwe ne wek
partîyan biweþînin. Bi wê awayî li kê derê dibe bila bibe, ew Kurd xwe tenê
nahesibîne ew kar jî alîkarîya pêkanina hizra netewî dike.
Her usa
hevkarî û piþtgirtina di nav Kurdên seranserê cîhanê jî bo me pir girîng e.
Berê ku bi Kurdhez û demokratên gelên cînar divê em Kurd xwedî hev
derkevin. Di nav xwe da ew hîsa netewî û biratîyê pêkbînin.
Bê hizb
û partî nabe em neghîjine cîyekî. Lê îro berê hizbayetîyê bo me kurdayetî
divê. Kurdayetîyek rêk û pêk. Kurayetîyek hevgirtî. Kurdayetîyeke wek xwîþk
û bira. Kureyetîyek hevdem…
26 Avrêl 2006
Mafên Vê Nivîsê ya Dema Nû
e.
|