|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Kurd û Emerîka
Ehmed C.ÇAMLIBEL / HAWARDENGÛBAS
27
Sermawez, 2006
Dinya bûye
bajarek mezin. Di vê dinyaya piçûk de hilbijartina gundê Emerîkaya Bakûr jî
bibe nebe bala me Kurdan jî kiþand. Serda jî em bûne cînarê hevdu, ev yek jî
me hin nêziktirê hevdu dike. Ne tenê me Kurdan, her usa hemu cîhan berê
hilbijartinê tu qey bêjî ew bûyer wê di welatê wana da biqewime her usa
hilibijartinê þopandin.
Be guman pey hilweþîna Sîstema Sosoyalîst, rewþek ku reh û rîçalê xwe, ji
dema berê va hebû hêdî hêdî rûda. Plan û projeya demokratîzm, maf û azadîyên
însan û gelên çewisandî ber bi pêþ çû. Bibe nebe serkêþîyê jî welatên xurt
yên cîhanê kirin, dû êrîþa ser emerîkayê ya Elqayde ew plana guhûrînê xwe
lezand û nuha jî ew plan bi rêva diçe.
Ango ew bername û plan gor daxwaza yek dewletê, yek partî û yek kesî va
girêdayî nîne. Êdî dewra zor zordarîya bêsînor, dewrana dîktator û rejimên
wextên berê diqede. Yan bi xwe gûhûrîn û pêþva çûyînê va an jî bi zora
aborî, dîplomatîk û tivingan va wê dawî bê.
Zirt û pirtên dewletên neheq û dagîrker heta dawîyê vê çûyînê ra nikarin
bibin asteng. Di wê babetê da helwestên dewletên Tirk, Ecem û Ereban gelek
balkêþ e. Xasima dewleta Tirkan kê di cî da radibe dibêjin: ‘ Emerîka wê
dîsa we di nîvê rê da bihêle! Li Îraqê da ketîye tengasîyê wê paþekêþî bike.
Dîsa em û hûn tenê bimînin. Wî çaxî way li serê we hatî!!! ‘ û me Kurdan
tehdît dikin.
Pey hilbijartina Emerîkayê jî guhê xwe fît kirine ku, Emerîka rojek berê
biryara eskerên xwe ji Îraqê para bikþîne bide ku ew jî bi aqilê xwe êrîþê
Kurdistana Baþûr bikin. Wek xeyalê Mehemed Agarê Yozgat û Musûlê ta Kerkûkê
bikin yek! Lê tirsa wana tenê dimîne, ew jî nêzikîya Partîya Demokratan ya
Emerîkayê û Ermenîyan. Bo wê jî ji nuha va ji xwe ra çareyek digerin!
Gelê Kurd bi sedan salane ye ku ji bo mafên xwe yên netewî, demokratîk û
mîrovî bi her awayî kar û xebat kirîye û nuha ji her her tekoþîne dide. Tu
caran serê xwe li ber zaliman xar nekirîye. Lê çi bikin þert û þirûtên
cîhanê rê nedaye ku dewleta xwe li ser erdê bav û kalan ava bike. Di van deh
pazdeh salên dawî da bi gûhûrîna rewþ û rûçikên dinyayê rê li ber me vebû.
Himber dagîrkerên zulumkar, dijî xebatên cehþ û korfehman kozik û sengerên
netewî bi dest xist.
Hêz û dewletên ku dixwazin ji nû va parça cîhanê yên ne tu sazûmanên gor
planê wanê îroyînê bigûhûrînin. Ewana li ezmana hevpayman digerîyan lê li
Kurdistana birîndar da li se erdê Kurdan ji xwe ra hevpayman dîtin. Ji ber
ku berjewendîyên me Kurdan û yên wana nêzikê hevdu bûn.
Be guman di qada navnetewî da her tim berjewendîya gel û dewletan pêþta tê.
Ji ber wê yekê ye ku Emerîka dostatîya Kurdan, Kurd jî bi wan ra dostatî
dikin.
Em li ser gîrava petrol, av û madenên cur bi cur da dijîn. Em gor gel û
desthilatdarên navçe hin demokratîk û pêþketîxwaz in, bo vê yekê jî tiþtek
pir normal e ku em hevkar û dostên cîhana demokratîk û peþketî bibin.
Dîsa çawa gelek kes dizane, ji zûva ye ku plana Emerîka û hevpeymanan heye
ku li Îraq û Kurdistana Baþûr leþkerên xwe di sê cîyan da komî serhev bikin.
Yek Kurdistana Baþûr e, yek li Bexdayê yek jî alîyê Besrayê ye. Ji xwe
Federasyon roja hevkarîya dijberên Hukam Bees ya Îraqe ta îro her hatîye
pejirandinê. Pirsa wek Kerkûk bajar, bajarok û gundên hin ne li ser hukma
Kurdistanê jî ta dawîya sala bê bi referandûmek va wê safî bibe.
Ango pêvajoya cîhan têda derbas dibe him berjewendîyên me him jî yên wan
plan û bernameyê dixwazin pêkbînin, me di vê konaxê da dike hevkar. Di wan
welatan da desthilatdarî bighûre jî plana ketîye nav jîyana me tu caran bi
giþtî naguhûre. Dibe ku rê û rêbaz an bi karanîna dan û satandinan an jî bi
zorek qebûl kirî va wê reva here. Ew jî bandorek mezin nake ser hevkarîya
dem dirêj.
Bi gotinek din bila dewletên dagîrker û zordar pir þa nebin. Ji alîyê din
êdî pirsa Kurdan di nav hîdût û merzen wanê derewîn ji zuva ye derketîye,
bûya pirsgirekek cîhanê. Dîsa Kurd wek Kurdên çend sal berê bê ser û ber jî
nînin. Hizr û rûhûyeta netewî ji wan sînoran ji mêj va ye derketîye ne tenê
li Kurdistanê, her usa Kurdên ku seranserê cîhanê da dijîn jî di heman hizrê
kar dikin. Dîsa ji alîyê eskerîyê da jî em ne wek pêþmergên tenê serê çîyan
in her usa her awayî di meydana jîyanê da partîznên bi çek û sîlahên
hevdemin jî.
Bi kurtî pey hilbijartina qismî ya Emerîkayê tu tiþtek ecêb naqewime. Senger
û cîyê me Kurdan her li meydana azadî, serfirazî, demokrasîye da disekine.
Ewana jî bi bernama xwe va her di cîyê xwe dane. Bi wan gotinan va, em ne bê
þert û merc hevkarê hevpeymanan in, ne jî dibin xulamên wana. Tenê em
muhtacê hevdu ne, rîya berjewendîyên me bûye yek. Ew jî bo xêra me û tev
gelên navçê ye.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|