|
Êdî
diranên wan kobûne
EHMED C.ÇAMLIBEL
19 Adar, 2007
Dewrek hebû Emerîka û dewletên
Ewrûpayê diranên dîktatoran tûj dikirin. Tûj dikirin ku him hember gelên xwe
xurt bibin û him jî bo dijayetîya welatên sosyalîstan bo wana pal û piþt
bibin. A îro êdî ewna ne ku bibin alîkar beravêjî di nav dest û lepên wana
da digerin û nahêlin ewana ber bi plana xwe ve, bi hêsanî bimeþin. Ji alîkî
din ve, êdî diranên wana kit bi kit dikevin, yên mayîn jî ew dewletên papê
wana bûn, diranên mayî hêdî hêdî ko dikin. Ji ber ku ewana wek keftaran bûne
kerî tu tiþtekî nayên. Çend diranên mayî jî bi yekitî û tevxebata me Kurdan
va wê were kiþandinê. Ji ber ku dewran dewrana me wê bibe.
Çawa gotî; ‘Dor bi dor e, ne bi zor e.’
Ew dewletên ku ji firsendên þeran li ser bingehek bêdad avabûne divê ji ortê
rabin. Li ser heq û mafên netewî û hevdem yên bindest û yên layîq dewsa wana
bigrin. Ango emê tapûya Kurdistanê îro be an sibê be emê ji destê wana
derxin. Bi wî awayî heq û dada Xwedê jî yên qûlan jî wê were cîh.
Ew dewletên ne tu dewlet êdî nikarin xwe ser pîyan ragrin, ew piþtmêrên wan
yên navnetewî her diçe kemtir dibin. Ew hidud û sînorên ku qaþo giravî ji
xwe ra pîroz dihesibandin, hêdî hedî þelû dibe û di dawîyê da wê ji ortê
rabe.
Li Tirkîyê nuha bi çendek nîvîskar û rewþenbîr jî bibin rastîya Kurd û
Kurdistanê radixine ber çavan, her usa bo sermîyadarên Tirkan yên pêþedemê
baþ dinirxînin jî bi nîvdevî qala heq û mafên Kurdan tînine ser ziman. Lê
Partîya ser bi apoçîyan jî çend sal in hin jî ‘Zîn li bizinê dikin’.....
Guh nedin zirte pirta wana, bi taybetî ya dewleta Tirkan. Nuha em lê mêze
bikin.
Ji bo Emerîka û hevpeymanên wî. Ewqas xwîn tê rijîn ku piranî ereb hevdu
dikujin, ewqas xerc û mesref hatine kirinê, ewqas plan û projeyên wanê bi
sedan nebêjin bi dehan salan heye, dikarin wana di carekî da pûç bikin? Usa
be çima di Kurdistana baþûr da, mekteb û medrese, cîyên karan ava dikin? Usa
be bo çêkirina rê û avadanî alîkarîya Kurdan dikin? Wekî gotî, sibê dusibe
wê biçin çima firokxaneyên modern, cîyên leþkerên xwe têda bêtirs bisitirin
amadedikin?
Ji bo Tirkan bêjin: Heke ewana ne wekî hercar herin bi balafirên cengê û
çend leþker û cehþan va der û dorên gir û çîyayên Kurdistana Baþûr bidin ber
bomban na, bi rastî bo ruxandina Kurdistana Federal xwe amade bikin, çima
dikin qîre-qýr. Gotine me kurdan heye ‘ Seyê gez bike naewte ‘
Usa be çima bi mîlyonan xerc dikin û fîrmayên ser bi dewletê diþînine
Kurdistana Baþûr ku petrolê derxînin? Bi sedan fîrmayên ji dewletê îzin
girtî nizanim çendîn xanî û mal ava dikin? Em lula petrole ku ji Kurdistanê
tê dighîje behra sipî danin alîkî, ewqas mîlyon pere ji wana ra ji
Kurdistanê tê, çima yekcar xwe jê qûtbikin? Çima sermîyadarên mezin yên
pêwendîyên wana bi Kurdistanê ra henin yên tunne jî dijî helwesta dewleta
xwe radiwestin?
Em berxwedana Kurdan yên sedan sala, yekitîya wanê qehîm, çek û sîlahên wanê
van dawîyan ku di dest da ne û perwerdeyên pêþmergan jî bidin ber çavan, ewê
çawa dirûþ bikin ku êrîþê Kurdistan Federal bikin?
Provakasyonê bi destê pkk jî êdî kêrî tu tiþtek nayê. Serda jî meriv
daxuyanîyên hin di nav wan da dibihîzin di nav wana da jî êdî gelek kes têne
ser rîya heq.
Di wan þertên ne di cî da wê çawa alîkî bi Kurdistana Baþûr, alîkî bi
Dewleta endamê Yekitîya Evrûpayê bi Qibris û Yûnanan va pevbiçin?
Sibê dusibe li Îranê tiþtek biqewime wê pirsa Azerîyan bînine holê ku gelek
sixûr û dezgeh ji berê va li wira avakirine. Bi wî halî wê çawa þerê Îran û
Kurdistana Rojhilat bikin?
Na bavo! Na!
‘Bihêlin bila ewana biçêrin’
Werin em refên xwe biþidînin. Mil bikutine milên hev, xewn û xeyalên xwe
bînin cîh, yên wana jî betal bikin...
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên Ehmed C.ÇAMLIBEL
|