|
Gelo
Dewleta Tirkan ber bi rûxandinê diçe ?
EHMED C.ÇAMLIBEL
11
Hezîran, 2007
Pey serokerkan bûyina
leþkerênTirkan ya Y. Büyükanit dike, tu rê û aronekî aqilane nîne ku meriv
wan kirin û gotinan þirove bike. Tu qey bêjî dixwazin xwe bavêjine nav agir,
serê gelên nav wê erdî dijîn tev yên cînar va bixine nav teþqelekî bêdawî.
Berê desthilatdarîya AKP yê , Sazîya ewlekarîya wanê bilind ango hukumeta
rasteqîn û nîv veþartî bi giþtî di nav lepên leþkeran da bû. Lê du ra bi
zora Yekitîya Evrûpayê hin guhartinên gelek piçûk pêkhat. Berê sekreterîya
wê sazîya dewletê, wek serokê hukumetê kardikir û piranî ew li pêþîya perdê
xuya dikir. Ku bo wê postê dewra AKP ye da yekî disa ji zulamê dewletê lê ne
ewqas xwedî erk yekî sivîl anîn.
Vê carê raste rast qaþo giravî xwediyê Dewleta Tirkan Y.Büyükanit eþkere
mîna dîktatorek derdikeve pêþîya xelkê.
Guhûrîna duwem jî him bi çek û sîlah him jî xwedê negiravî bi rexistinên
sivîl ra daketine nav deþt, çîya û kolanan.
Ya sêwemîn jî êdî ne piþt perdan ne jî tenê yek name va, bi rîya înternetê
va him rê nîþanê xelkê xwe him jî tirs û xof belavdikin.
Dîyar e bi her alî va ketine nav tengasîyek mezin. Bo wê yekê her ku ji
destê wana tê tu teqsir nakin. Çawa Kurd dibêjin “ Rûto! Ha wî alî avê, ha
vî alî avê, çi çokê çi navê “. Ewana jî dibêjin çawa hebe “ Ava serê me germ
dibe” em vê jî bi vî þiklî biceribînin, dibe ku mirina xwe piçek derengî
bixinin an jî dibe ku nemirin…
Wekî dinê tu ordîyek tu hukumeteke li ser ruyê erdê nine ku rêyeke uha bo
xwe û bo gelê xwe uha xeternak ji xwe ra hilbijere.
Em hemi dizanin, ewana desthilatdarîya xwe yên malî, eskerî, dîplomasî,
çandî û weki din di bin xeteriyek mezin da dibînin. Lê tirsa wanê mezin bê
guman dewletbûna Kurdan û parçe bûna “erdên“ wan e. Lema dibe ku berê plana
guhûrandina, dewlet û hukumetên diktator yên cîhanê, ewana di nav xwîn û
wêrankirinê da xwe xwe parçe parçe bikin.
Û bi wî awayî her gel jî bighîje heqên xwe…
Ji alîyê me Kurdan da jî xiretkêþ û xwediþeref her diçe zêde dibe. Lê ewên
ser bi apocî her ji poçika dewleta xwînavî venaqetin.
…………………………..
Çawa em giþk dizanin rapora bo rewþa hewayê ku ji alîyê makînên elektronîk
va tê nîþan kirinê û ji alîyê pisporan tê þirovekirin û piþt ra jî ji alîyê
medyayê tê belav kirinê.
Nuha plan û proxram ji alîyê Dewleta Tirkan wek rapora hewayê tê hazir
kirinê, didine medyayê xwe, ji alîyê din jî didine Îmranlîyê, avukat jî her
hefte diçin an neçin jî dibe tê dighîje destê wana. Ew jî bo Kurdan belav
dikin. Ferq ew e ku rapora hewayê her roj yên Dewlet û Îmranlîye jî heftê
carek belav dibe. Tu guhdarî dikî ne tenê rewþa hewaye tirkîye carna rewþa
ser bajarên Kerkûkê, Silêmanî, Hewler ta Kirmanþanê jî tê belavkirinê.
Helbet ew rapor cara duwem jî ji alîye Qendîlê ser û gûhê wê tê pêçanê bi
teherekî nû carek din jî tê belav kirinê…….
………………………………………
Hin destpêka vê salê da ew pisporên dewletê digotin havîna vê salê wê ewrawî
be, gurme gurma ji erþ û ezmana wê bê. Serokkomara wana tev zanayên partîyan
jî her mohr li bin wan raporan didan.
Nuha jî em dengê wan çîrûsk û birûskan hin nêzik dibihîzin…Pey taqîna Enqerê
dîsa serfermandarê leþkerên Tirkan rapora pêþedemê eþkere kir. “ Wê di
bajêrên mezinan da teqînên bi vî rengî rûbidin…” Pir neborî çi hikmet e!
eskerên wana çûn mayînên ku bi xwe daîbûn an jî qismek ji wana pkk danîbû pê
danîn ser û mirin….Paþê qêrîn û hewarên wana destpêkir. Ji xwe leþkerên wana
di sê sînor da der û doran topbaran dikin.
AKP ji tirs û xofa leþker û Kurdan her xwe daye ser taye neteweperestan.
Dixwaze bi ve rengî carek din jî piranîya parlementeran bi dest bixine. Lê
wek ewana ûmîd dikin nabe. Heke bi rastî himber eskeran helwestên xwe eþkere
bikin, heq û hiqûqên gelê Kurd biparêzin, bi hêz û kesên demokrasi va
hevpeyman bibin, dikarin bi rehetî bighîjine meremên xwe. Yan na! mirazên
wana wê di gewrîya wana da bimîne.
Di vê herc û mercên xeter da DTP`lîyan tev hestîkoj û sofî jî bi def û zurne
xwe bo parlementoyê amade dikin!
Ew çi ecêb e !
Yan ev seneryoya dest xistina hukm û postê ye?
Yan jî bi vê rêya tenê mayî va mirina xwe nêzik dikin?
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên Ehmed C.ÇAMLIBEL
|