|
Aysel
Tuxluk temsîla kê dike?
CEMALÎ
10
Hezîran (Pûþper), 2007
Çend roj berê di malpera me da li
ser gotinên Ocalan yên dawî nivîsek derketibû. Di wê nivîsê da hatibû gotin
ku, ”gotinên wî wek ferman in ji bo rêxistina wî, her usa jî þîret in ji bo
hemû Kurdan..” Her usa jî, gotinên Ocalan wek yê berpirsîyarên dewleta Tirk
bûn, heya wek yê ”dewleta kûr” bûn. Te digot Ocalan ji devê wan girtîye
dibêje..
Heftek ji nav ne borî, tesîra van ferman û þîretan xwe nîþan da. Yek ji wan
nivîsa Aysel Tuxluk e. Wekî eyan e, Tuxluk hevseroka partîya DTP ye. Ev
nivîs di rojnameya Tirk Radîkala II, hejmar 27 Gulan, 2007 da derketîye.
Tuxluk usa dibêje:
”Bi dagirtina Iraqê bi alîyê hêzên împeryalî, xetera Peymana Sewrê cardin
teze bû. Xelkê Tirk ji vê yekê gelek ditirse û heqê wan heye ku bitirsin.
Divê Kurd di vî warî da dirist û vekirî bin. Divê berî hertiþtî em qebûl
bikin ku pirsa Kurd di nav sînorê Mîsaqî Mîllî da çareser dibe. Divê em
bawerî bi împeryalîstan neynin û bi dû çareserîyên xeyalî nekevin…”
Tuxluk ji bo Kurdistana Baþûr dibêje: ”Ji xwe ewder jî di nav sînorê Mîsakî
Mîllî da ye. Eva ne dagirtana baþûr e, wek hembêzkirina hev û du ye…
”Kurd hevpeymanê (muttefîkê) Tirkan in; Tirk jî hevpeymanê Kurdan in; ev
herdu hevpeymanê stratejîk in…
”Divê Kurd Tirkan wek dagirker û zordest nebînin û nebêjin ew kolonyalîst
in; Tirk jî nebêjin ku Kurd barbar û dabeþker in. Ev sifetên hanê hemû yê
împeryalîstên Rojava ne... Ev welat tucar wek Tirk û Kurd parçe nabe…”
Tuxluk ji bo Atatirk jî dibêje: ”Ew xilaskarekî mezîn e, mûcîze ye û tucar
namire. Ew ji bo milletê Tirk stûna ortê ye…”
Gelo hewcedarîya van gotinan bi þirove heye?
Tuxluk jî wek ”serokê” xwe, Kurdîstanê di nav ”Mîsakî Mîllî” da, ango wek
parçek ji Tirkîyê nîþan dide. Heya ne tenê Kurdistana Bakûr, ya Baþûr jî…
Ango piþtgirîya êrîþgerîya Tirkan dike, dibêje heqê wan e ku Kurdistana
Baþûr dagrin, ev ne êriþgeri ye, û Baþûr jî di nav sînorê ”Mîsaqî Mîllî” da
ye… Ew jî wek ”Serokê” xwe dijî Peymana Sewrê derdikeve û Mistefa Kemal wek
xilaskar nîþan dide.
Gelo vana çi gotin in, ji bo kê ne û xizmeta kê dikin? Gelo Aysel Tuxluk
temsîla kê dike, ya Kurdan, yan ya Tirkan, heya Tirkperestan?..
Aysel Tuxluk, wek Ehmed Tirk, yek ji serokê (seroka) DTP ye û di vê
hilbijartinê da jî berendam e.
DTP’yî ji van gotinan ra çi dibêjîn?
Heyy, gundîno, der û ciranino, keremkin werin, hûn ji van gotinan ra çi
dibêjin?!.
Gelo, partîyeke han ku karê xwe bi destê yekî/yeke han bi rêva biçe, eva
xizmeta kê dike? Ku sîyaseta xwe usa be, ferqê vê partîyê yê û CHP û MHP çi
ye?
Xuya ye hin Kurdan rêberîya xwe teslîmî guran kirine û bi dû diçin… Ecêba
giran!
Gotineke bav û kalan heye: ”Xwedê merivan þaþ neke, ku þaþ kir, bi erdê ra
kaþ neke, ku kaþ kir faþ neke!..”
Þaþî û kaþîya vana li ber çavan e; lê faþ bûn?.. Ew jî girêdayi xelkê Kurd
e; çýqas rastiyê dibîne, çiqas pê hesîyaye?..
Gelo, xelkê me zane ku berxa xwe teslîmî guran kirîye?.
Hin kes jî van rojana, ji ber hilbijartina teze behsa yekitîya Kurdan dikin,
dibêjin bila Kurd yek bin û bes!
Baþ e, Kurd li ser çi yek bin? Li ser gotinên Apo û yên Aysel Tuxluk?..
Armanc çi daynin li pêþ xwe; yekitîya Tirkîyê, Mîsakî Mîllî, Kemalîzm; yan
azadîya Kurdistanê bi þiklekî federalî û serbixwe?..
Em bi yên wek Aysel Tuxlukê ra yek bin, gelo çi bikin, bi hevra Kurdistana
baþûr biparêzin, yan tevî Tirkan êrîþî wir bikin û ”hevdu himbêz bikin!..” û
Bakûr û Baþûr, hemû bi hevra, tevî Tirkan, Beesîyan û El Qaîde þerê
Amêrikaniyan bikin?..
Ger Kurdên welatparêz dengê xwe bidin û çend kesên wek Tuxluk biþînin
parlamena Tirk jê çi derdikeve? Ji xwe li wir bi dehan, bi sedan Kurd hene,
di nav refên AKP da, CHP da û yên din da ku xulam û xizmekarê vê dewleta
dagirker in…
Kurdê ku mafê Kurdan neparêze û wek dijminê me qise dike em çi bikin?..
Em bên ser pirsa serî: ”Gelo, Aysel Tuxlûk temsîla kê dike?.”
Aysel Tuxluk ne temsîla Kurdan, ne jî temsîla Tirkên demokrat û xwedî vîcdan
dike. Ew temsîla Apoyê xwe û dewleta kûr dýke…
Bona vê ye ku rojnama Hurrîyetê di eynî rojê da ji nivîsa Tuxlukê ra xwedi
derket, wekî madenekî zêrîn doz kirîye... Her usa ji yên wek Taha Akyol jê
ra çepik kutan…
--------------------------------------
Têbinî: Heya nuha hayê me ji nivîskarîya vê xatûnê (Aysel Tuxluk) tunebû. Lê
ew nivîsa gor dilê Kemalîstan û dewleta Kûr, her usa jî bi zimanekî giran û
bi hosteyî hatîye nivîsandin. Xuya ye, hinekan nivîsandine û dane dest...(D.
Kurdistan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|