|
Barajên
avê û stratejiya dewleta Tirk
ROJAN HAZIM
weþandina di HD: 03 Tîrmeh, 2007
Kurdistan bi cografya û zengînîyên xwe yên sererd û binerd ve îro baþtir
kivþ dibe ku boçi kamên dagîrkeran radike. Îro li cîhanê du ”madde” gelek
stratejîk in; petrol û av. Herdu jî li Kurdistanê miþe ne. Kurdistan bi çem
û robarên xwe ve, bi kanên petrola xwe ve yêk ji zengîntirîn cografya ye li
cîhanê. Av û petrol du maddeyên enerjîyê ne û stratejîk in. Giringîya
petrolê û þerên li ser petrolê têne zanîn. Belêm îro av jî di saheya
enerjîyê da gelek bihadar e.
Mezopotamyaya ku navê xwe ji erdê navbeyna du çeman, Firat û Dicle,
wergirtî, navçeya herî bi xêr û bêr ya Kurdistanê ye ji alîyê avê ve.
Serkanîya van çeman bakura Kurdistanê ye ku kolonîya dewleta Tirk e. Dicle
ji bakur ber bi baþûra Kurdistanê, Firat jî ji bakur ber bi baþûrarojava û
paþê jî baþûra Kurdistanê ve aqarekî fireh yê Kurdistanê av didin û li
baþûra Iraqê digihin hev û dirijin Deryaya Besrayê. Ji nav dewletên
dagîrker, dewleta Tirk zêdetir kontrola çeman dike û jê pirtir îstifade
dike. Projeya baraja hîdroelektrîkê ya herî mezin, Keban-Elezîz e, dîsa
baraja ”Karakaya” [Berê Reþ] ya di nav tixûbên Çunguþa Amedê da, baraja
”Ataturk” jî, di nav tixûbên Urfa û Semsûrê [Adiyeman] da li ser Firat
hatine çêkirin.
Firat di nav baþûrarojavaya Kurdistanê da jî digihe Sûrîyeyê û ber bi Iraqê
ve diherike. Sûrîyeyê jî baraja Reqqayê li ser Firat çêkirîye û hem ji bo
enerjîya elektrîkê, hem jî ji bo çandinê qazanceke mezin ji Firat dike.
Dewleta Tirk nihe jî dixwaze li ser Dicle, li dora Hesenkeyfê barajekê çêke
ku dijberîyeke mezin heye beramberî vê projeyê. Dîsa dewleta Tirk plan dike
ku li ser Ava Zê [Zap] jî baraja avê çêbike. Dewlet helbet ji alîyê
xweþkirina jîyana xelkên xwe ve dikarin ji av û deravan îstifade bikin, bi
armanca enerjîya elektrîkê û çandinê dikarin bi kar bînin û barajan çêbikin.
Lê belê, dewleta Tirk van barajan bi armanca ekonomîk bi kar naîne, bi
armanca leþkerî bi kar tîne.
Dewleta Tirk çu cara dest ji
xirabkirina demografîya Kurdistanê bernedaye. Her bi çi rengî be ev polîtîka
xwe ya dijmirovî bi kar înaye. Car hatîye bi darê zorê Kurd ji cihê bab û
bapîrên xwe dane rakirin ber bi rojavaya Tirkîyeyê ve koçer kirine. Car
hatîye jîyana ekonomîk hind xirab kirîye, feqîrî kûr kirîye ku xelk ji bo
parîyek nanî mecbûr maye ku erdê xwe bihêle û biçe bajêrên rojavaya
Tirkîyeyê ku zikê xwe têr bike. Car jî hatîye bi hemû metodên leþkerî gund
dane vala kirin û xelkê xwecih bi zora leþkerî ji erdê xwe daye rakirin. Vê
gavê jî dixwaze biçûk mezin bi çêkirina barajên avê demografîya Kurdistanê
têk bide, gundan di bin avê da bihêle û xelkê dîsa ve derbeder bike. Nîyeta
dewleta Tirk ji çêkirina van barajên avê ne ekonomîk e, bi timamî polîtîk û
leþkerî ye û bi van projeyan dixwaze nifûsa Kurdistanê û reþahîya Kurdistanê
bi ger û golên barajan ve kêm bike. Dewleta Tirk bi çêkirina barajên avê yên
ne di cih da, polîtîkeke jenosîdal li ser ekosîstemê Kurdistanê bi kar tîne.
Li milekê xwezaya Kurdistanê tête tehrîb kirin, þîngeh û dar û daristan têne
rakirin, li milekê dîroka antîk tête binav kirin. Digel vê serûbinkirina
Kurdistanê, bi armanceke polîtîk û leþkerî jî gund û mezra ji xwecihên xwe
têne vala kirin.
Piþtî bilindbûna bizava neteweyî ya xelkê Kurd, dewleta Tirk polîtîkên xwe
yên di vî warî da lezandin û êdî li ber her çemekê bendekê çêdike. Dewleta
Tirk bi çêkirina barajan dixwaze qabilîyeta manewraya hêza çekdarî ya
Kurdistanê, anku hêza gerîlla teng bike û cihên stratejîk, dol û nihalên
kûr, þkevtên mezin û gund û wargehên ku rol û fonksîyona lojîstîk ya gerîlla
dileyizin û tînin cih, di binê avê da bihêlin. Çêkirina baraja Hesenkeyfê ji
alîyekê ve bi vê armancê ve girêdayî ye. Hem dê dîrok û kulturek bête binav
kirin, hem jî meydana herî fireh ya stratejîk ya hêza gerîlla dê bête asteng
kirin. Dîsa yêk ji navçeyên herî stratejîk yên bizava neteweyî ya leþkerî,
Gelîyê Zê [Zap] ye û dewlet dixwaze li vî gelîyê kûr û asê jî barajê çêke ku
hem cihê stara gerîlla binav bike, hem jî ”tixûbê” bakur û baþûra Kurdistanê
bike av ku kontroleke leþkerî li ser bike.
Dewleta Tirk, di vî midehê dirêj yê þer da nêzîkî çar hizar gund û mezra
dane vala kirin, daristan sotin, xelk ji erdê xwe rakirin û nêzîkî pênc
milyon Kurd derbeder kirin û bi vî rengî serûbinîyeke mezin pêkîna di nifûsa
Kurd da. Nihe jî bi çêkirina barajên avê dixwaze çar hizar gundên dî jî bide
vala kirin û dîsa ve bi milyonan xelkê Kurd ji ser axa xwe bide koç kirin û
demografîya Kurdistanê xirabtir bike.
Dewleta Tirk bi van polîtîkên xwe yên ekofaþîst û jenosîda kulturî û dîrokî
û serûbinkirina demografîya Kurdistanê esasen ”ramalîna etnîkî” dike. Divêt
ev reftar û pozisyona jeopolîtik û jeostratejîk ya dewleta Tirk ya li ser
Kurdistanê sist neête girtin û beramberî vê polîtîka qirêj û dijî mirovî
xebateke xurt ya înformatîv bête kirin û her bi çi rengî be rê lê bête
girtin. (YOP)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|