|
Dîn
û civak
FORUMA HEVBEÞ
weþandin: 15 Îlon, 2007
* Armanc û hedefa Qur’anê ya mezin ev e ku mirovê bas û bikêrhatî, civaka
rind û pêsveçûnxwaz perwerde bike û wê derîne rastê.. Lewra dîn ronahî û
rêber e.. Xêr û meslehet e.. Mifteya dilsadî û bextewariyê ye.. Rêbaza
jiyaneke bas, xwes û birûmet e.. Dîn ne tenê bîr û bawerî ye ku di dilan de
bicih dike û ne tenê îbadet û xwenizmi ye ku ji Xwedê Teala re berdest dike
û ne jî Xwedê pak û pîroz didêre û hew; Belkî digel van tevan, Islam;
peywendiyên civatî jî dirêse û jê re rêz û rêç û çarçoveya ku mirovan ji
xirabî û zêdegavîyê biparêze datîne û wan li ser metoda heq û rastiyê
dideyne û rê biber wan dixe.. Îslam, ji bo rêstin û bi rêkûpêkkirina hersê
peywendiyên însên; Peywendiya wî ya bi Xwedayê wî re, peywendiya wî ya bi
nefsa wî re û peywendiya wî ya bi civaka wî re pêwîst û sert e.
* Îslam, koka bîr û baweriyê ye ango baweriya bi Xwedê Teala û bi ferîsteyên
wî, baweriya bi kitêb peyxamberên wî û baweriya bi roja Qiyametê ye, digel
kirina îbadetê bes ji bona Allah Teala tenê re di dilê însên de xurt û bi
cih dike, insên pak û çaksaz dike, pêhisa wî bi pêsve dibe û bilind dike, li
ser metoda herî bas û bingeha herî xurt û rêya herî rast civakê
dadimezirîne.. Asoyê civakê bilind dike.. Berê xelkê dide karê bas û wan ji
karên nerewa û bi zirar dûr dike.. Di vê mijarê de Allah Teala di kitêba xwe
ya pîroz de wiha dibêje: “Bêguman ev Qur’an, (mirovan) tîne rêya herî rast û
mizgînê dide wan bawermendên ku karên qenc bikin ku ji wan re xelateke mezin
heye.
Her çî ew kes in ku ji axiretê bawer nakin, me, ji wan re ezabeke cansoj
amade kiriye. ” Isra:9,10..
* Di Îslamê de ferd endamekî civakê ye.. Ferd û civak ji hev cuda nabin.. Di
navbera arzûya ferdî û arzûya civakî de beramberî û dengeyek heye.. Di
navbera berjewendiya ferdî û berjewendiya civakî de jî dengeyek heye..
Îslam, tenê oleke bîr û bawerî û rûhanî nîne.. Belkî Islam; dîn û dewlet e..
Rewîst û rêbaz e.. Edalet û destûr e.. Gava maneya bîr û baweriyê di dil de
tam bi cih bibe û nefs bi nûra Xwedê rohnî bibe; ew dibe jêdera her xêrê,
qencî û selametiyê.. Gava îbadet bes ji Allah Teala tenê re bi awayeki rast
û tekûz çêbibe; pêhis û hest bilind, tebî’et û dilbij pak dibin. Hingê însan
ber bi jiyaneke civakî ya rast ve gav tavêje.. Jixwe, ji îbadetî armanc,
perwerdekirina nefsê ye û xwerastkirin û xwepakkirin e.. Lewra tu pêdiviya
Xwedê Teala bi alemê nîne..
* Jixwe, banghildêrîna herdu sehadetan jî “ Eshedu ella LaîlaheillAllah û
eshedu enne Muhemmeden Resûlûllah” “ Ez dîdevanî dikim ku ji Allah Teala pê
ve tu îlah tune ne û dîsa ez dîdevanî dikim ku;Muhemmed jî peyxamberê Wî ye”
û hemû îbadetên ku îslamê li ser însên ferz kirine, di rastiya xwe de ji
însên re izzet, îftîxar û qedrgirtin e.. Lewra insan xwe ji mirovekî mîna
xwe re natewîne.. Belkî tenê ew serê xwe ji Rebbê xwe re datîne..
Nimêj; jiber ku di navbera însên û Xwedayê wî de peywendî ye, nehêle ku
însan tistên erjeng û mekroh bike û di nava civakê de izzet, þeref û rûmeta
wî diparêze û wî ji hetîketî û riswatiyan dûr digre..
Rojî; dibe sebeb ji bo fêdeyên þexsî û civakî.
Fêda sehsî; ku mirov xwe ji ezabê Rebbê xwe diparêze, bi eskere û nehanî hay
ji ferman û qedexeyên Xwedayê xwe dimîne û bi vê munasebetê dibe xwediyê
xêra ku her Xwedê pê dizanê.
Fêda civakî; ew e ku dema mirovê dewlemend ê têr roji bigre û birçîbûnê di
xwe de his bike; hingî feqîr û hejara di bîra xwe tîne û fêm dike ku ew
endamekî vê civakê ye, lazime ew bi dewlemendiya xwe li wan çavsorî neke û
divê li civaka xwe bê rehmê.
Hecc; ji feydeyên wê yên olî, mîna; ku Xwedê lê dibuhûre û nefsê wî ji
gunehan paqij dibe û ji berjewendiyên wê yên dunyayî, wekî; li ser bûyerên
rojevî û pêserojî axeftina mislimanan û bicihanîna çereseriya pirsgirêka
mislimanan û besdarbûna mislimanên rojhilat û rojava di jan û hêviyên hev de
û naskirina kesf û jêderên zengînî û qenciyên ku li cem wan hene, dinav hev
de parmendî bike. Ûda ku bi navgîna îbadetê heccê bazirganî hêsan bibe û
tuccar bikarin malên xwe pev biguherînin û sûdgirtina ji hev ferehtir
bibe,..
Zekat, bi xwe jî ferzeke civakî ye, da ku karesata xizaniyê çareser bike û
pêdiviya feqîran bicih bîne û bi destê hewcedaran bigre, dewlemendî, jiyana
xwes û destferehiyê bi hemû endamên civakê re parve bike û ferqa abûriya ku
di navbera dewlemend û xizanan de heyî nêzî hev bike û hin bi hin civakê ber
bi zengînî, refah û destferehiyê ve bibe..
* Hukmê îslamê yê herî giring di damezirandina civaka gistî ya însanî de ev
e ku; heqiyê bi cih bîne, batilî pûç bike, zulm û sitemkariyê rake, jar û
bindestan biparêze û ji bo mafê mirovan û dadmendiyê, bilindiya peyva
tewhîdê û azadîyê di rêya Xwedê Teala de cîhad bike. Di navbera hemû mirovan
de, di wezîfe û hiqûqan de wekheviyê eskere bike. Ji dil û can hewl bide û
bixebite da ku li cîhanê di navbera millet, gel, çand, raman û olên cur be
cur de bingehên astî û asayîsê, hevjiyan û hevkariyê xurt bike..
* Rewîstên îslamî yên ku bingeha wan hejêkirina xêr, selametî, qencî,
dilovanî, merhemet, sefqet û feydeya ji bo her kesî ye û disa xwegirtina ji
neqencî, êrîskarî, zsitemkarî, qutkirina têkiliyên lêziman, xwgirtina ji
pevçûnê û xurtkirina hest û pêhisa civakperwerî, dîsa xurtkirin û zêdekirina
ezma karê civakî ye.. Ev tev jî xwedan armanceke civakî ne; ku nîsanên wê
eskere ne.. Eger em bi kurt û kurdmancî bibêjin: ji bo her sîret û
navtêdanê, hisyarî û çavtirsandinê, ferman û qedexeyên Îslamî re armanceke
civakî heye.. Ew tev ji bo aramî û selametiya civakê hatine kirin..
* Rêz û rêçên danûstandinên saxlem û peymanên medenî yên ku li ser bingeha
dadwarî û li ser serê li hember keyslêanîn û xapandinê, qumar û sextekarîyê,
nezanî û cehaletê pêk tên, ew tev ji bo serrastkirina rêveçûna civakê ye û
dûrkirina wê ji ser û pevçûn û dijminiyê ye û bicihanîna istiqrar û aramî û
damezirandina civakeke numûne û bêhnpak e.. Jixwe xuya ye ku ji bo wan hemû
rêz û rêçan jî armanceke civakî heye û tev jî ji bo rehetî û selametiya
civaka mirovatiyê hatine danîn..
* Birastî Qur’ana Pîroz berê mirovan -nexasim jî bawermendan - dide vê yekê
ku ferd ji bona civakê ye û civak jî ji bo ferdî ye. Divê herdu jî
berpirsiya xwe bizanin û li gorî wê tevbigerin û gavên munasib bavêjin.. Hîç
nabe ku aliyek neheqiyê li aliyê din bike û ji bo meslehet û berjewendiya
aliyekî aliyê dîtir bête îhmalkirin.. Naxwe divê ferd ji bo kar û ji bo
bipêsvebirina civakê û parastina wê li hemberî xeteran bixebite. Civak jî li
endamên xwe xwedî derkeve û ji bo rehetî û aramiya ferdan kar û xebatê bike
û ewleyiya wan temîn bike.. Feyde û berjewendiya wan bi hev re ye û ya yekî
ji wan jî ne li pêsiya ya dîtir e..
Di vê mijarê de Xwedê Teala di
kitêba xwe ya ezîz de wiha dibêje: “Ellah Teala, ji we peyman daye wan kesan
ku bawerî anîne û karên qenciyê kirine ku wekî wan kesên beriya wan jî
kiribû sûngir, dê wan jî bike sûngir, ji wan re dê wî dînê wan (Îslamê) yê
ku ji wan re pê razî bûye bike desthilat û dê rewsa wan a pistî tirsa wan
(ya ji kafiran) bi ewleyiyê (asayîsê) biguherîne. Ew dê îbadetî min bikin û
dê tistekî ji min re nekin hevpar. Êdî pistî vê kî kafir bibe, (inkara van
nîmetên min bike), Ha ew, yê jirêderketî (fasiq) bi xwe ne .” Nûr: 55
Di ayeteke dîtir de jî wiha dibêje: “Bêguman ew kesên ku gotine: "Xwedayê me
Allah Teala ye." Pistre xwe rast û durust kirine. Ji wan re çi tirs tune ye
û ew dê xemgîn jî nebin. Ha ew xelkê bihistê ne, (xelata kirinên wan) ew dê
her û her li bihistê bimînin. .” Ehqaf: 13,14
* Gava Qur’ana Pîroz, gazî li mirovan dike da ku malê xwe di rêya Xwedê
Teala de li belengaz û xizanan belav bikin û ji bo heman armancê jî bi
awayekî ku pêdiviya yê feqîr temîn bike û berjewendiya civakî biparêze nav
di yê zengîn dide, ev bixwe jî nîsan dide ku ew civakekî dadimezirîne û kar
û barên wê li ber çavan digre û peywendiyên civakî li ser dengeyeke hessas
xurt dike ku tê de ne li yê zengîn zulim bibe, ne jî mafê yê xizan were
xwarin û binpêkirin.. Ji dewlemendan tê xwestin ku nemerdî û bexîltiyê nekin
û malê xwe li ser hev kom nekin..Belkî; hinek ji serweta xwe di rêya Xwedê
Teala de li ser xizan û jar û belengazan xerc bikin..
* Nêrîna mislimanan li qanûnên civakî nêrîna pistgirî û berevanî û parastin
û rêzgirtin û mezindîtin û qîmetdayinê ye.. Xapandin û hîlebazî û reva ji
desthilatiya qanûnê nîne.. Lewra bandora bîr û baweriyê û tirsa ji Xwedê
Teala û çavdêriya wî ya li ser bendeyên wî çi di rewsa li berçav de be û çi
jî di rewsa nehanî de be jî di dilê mirovê bawermend de dikeve cihê hukm û
desthilatiyê û ew nahêlin ku ew sûc û gunehan bike.. Ew çax dijberiya qanûnê
kêm dibe û civak jî bi pêsve diçe û bilind dibe û di navbera endamên civakê
de hêman û faktora pev bawerbûn û li hev ewlebûnê serwer û hakim dibe,
peywendiya wan bi hev re xwes û bas dibe û çavdêriya derûn û wijdanê civakan
tîne rê û wan ji hevketin û berdîberdanê diparêze û hingê, rêveçûna ber bi
pêsveçûn û bextiyarî û pêsketin û jiyana aram û dewlemendî û eqildarî ve
garantî dibe. Di vê mijarê de Allah Teala dibêje: “Ew kesên ku xwe bi
Qur’anê bigrin (misliman bibin) û berdewamî nimêjê bikin, birastî em xêra
qencîkaran winda nakin. ..” E’raf: 170..
* Li virê niqteyeke giring heye pêwiste em li ser rawestin; hin kes guman
dikin ku dîn li ser stoyê civakê barekî giran e û azadî û serbestî û
pêsveçûna civakê girê dide û nahêle civak bi hev re di nava astî û biratî û
hevheziyê de xwes bijî, ev ramanekî sas e û yên ku vê gumanê dikin sas in..
Wan dîn bi rastiya wî fehm nekirine. Islam û kitêba wê ku Qur’an e
nexwendine.
Li hiqûq û alemgistiya peyama wê
nekolane.. Eger wan Qurana piroz û Suneta pak bixwendana dê ew gumana pûç û
bê delîl nekiribana.. Jixwe îdîaya wan pûç û derew e.. Lêbelê heqîqet ev e
ku; dîn ji bo rêzgirtina ji qanûn û sîstemê re û bi karanîn û tetbîqkirina
qanûnê re û serwer û hakimkirina wê re navgîna herî bas û bi kêrhatî ye.. Ev
heqîqet jî bi awayekî zelal û vekirî hatiye dîtin ku mirovên dîndar bi
durustî ji bo bilindkirina gotina heqiyê û bi cihkirina sîstemê û li
berçavgirtina berjewendiyên gistî û têkosîna li dijî her awayên xirabî
hevkariyê dikin. Ji bo ku sîstema danûstandinan li ser bingeha dadmendî û
musamehekarî û exlaqê çak dabimezire ji dil û can xebat dikin. Em dikarin bê
mubalexe bibêjin: di vê mijarê de mirovên dînperwer pêsvetirin di nav civakê
de.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|