|
Hilbijartina
22 Tîrmeha 2007
OSMAN SILIVANÎ
weþandina di HD: 10 Tîrmeh, 2007
Bi a min ev hilbijartin, hilbijartinek awarte ye. Di vê hilbijartina awarte
de pêwîst e ku Kurdên Bakur bi helwest bin. Dil dixwest an dil dibe ku hemî
Kurdên Bakur ba awakî blok tevbigerîyana. Lê wekî ku hertiþt li gorî dilê
meriv pêk nayê. Di Bakur de ji bo ku blokek Kurdî pêk neyê DTP bi endamên
serbixwe beþdarî hilbijartinê bû. Xeynî ji xwe paxaw bi ti partî û gurubên
Kurd nekir. Bi a min ev helwesta DTP, li gor sîstem û pirensîben DTP,
helwestek Rast e. Her çiqas Hak-Par û KADEP dixwestin bi DTP re tifaka
hilbijartine pêk bînin jî. DTP wan nedît. Heta paxaw bi fikrî pêþnîyaren wan
nekir. Ez wekî kes li hemberî tifaka, bi DTP rê bûm. Û ev roj jî li hember
im.
Ji ber ku, bi a min DTP ne partîyek Kurdî ye. Bi gotinek din DTP ne partîkî
Kurd e. Ger DTP ji sedî sed ji Kurda hatibe damezrandinjî partîkî Kurd nîne.
Wekî her partî, DTP jî bi program û prensîben xwe , çareserkirina pirsa Kurd
bo xwe nekirîye armancek sereke. Çareserkirina pirsa Kurd, di nav
çareserkirina demokrasîye di Tirkîye de dibîne. Wek DP, CHP, AKP,....hwd.
Partîyek Tirkîyeyê Di bername û xebatên van partîyan de jî li gor xwe
çareserkirina pirsa Kurd di Tirkîye de heye.
DTP ê betir nêzê CHP ê ye. Bi a min di Bakur de nunêrê Kemalîya ye. Têkoþîna
entegrebunê bo xwe kirîye armanc. Û di vî warî de xebat dike. Serokê hevbeþ
ê DTP ê Aysel Tuðluk Xan bi vê nivîsara xwe ya dawî ku di rojname Radikal ê
de weþandîye bi eþkere dibe, dive ku Kurd bi Tirka re entegre bibin. Bi
gotinek din, Kurd wek hem welatî bi Tirkara wek kes bijîn.
Ez ji ber van mebesta û hwd, DTP partîyek Kurd nabînim û di bloka Kurd de jî
cîh nadimê. Di cîvînen Hak-Par ê de ez, li hemberê tifaka bi DTP re
derketim. Tevî ku Hak-Par û KADEP ê xwe amade kiribûn ku bi DTP ê re tifaka
hilbijartinê pêk bînin jî, lê DTP ê bi wan paxaw nekir... Bi a min helwesta
DTP ê helwestek rast e. Ji ber ku li gor program û prensîben xwe tevgerîya.
Helwesta Hak-Par ê û KADEP ê ne rast bû. Ji ber ku ew li gor program û
prensîben xwe tevnegerîyan.
Divabû ku Hak-Par û KADEP, ji derveî DTP ê li blokeka Kurd bi gerîyana. Ev
herdû partî bi taybetî Hak-Par ê dikaribu pêþengîya ev ê blokê bike. Jý ber
ku di Heremî Bakur de gelek gurub û gelek kesayetîyên
kurdperwer hene. Ne tene KADEP û Hak-Par gurubên din jî ji bo damezrandina
blokek nexabitîn û ev roj blokek Kurd tuneye. Kurden Bakur, di Tirkîye de,
di warê helbijartinede bê helwestin .
Divê, ku Demokratên Þoriþger bi helwestbin! Bi a min Demokratên Þoriþger,
dive ku bi pragmatî tevbigerin. Ji bo xebata neteweî di Heremî Bakur de
pêþkeve û berge lê fire bibe.Yanî bo menfîeten xwe ê netwêî tevbigerin.Û
helwesta xwe bigirin. Bi a min ev roj ev helwest, bi rayên xwe piþtgirîya
AKP ê ye.
Ji berçi piþtgirîya AKP ê rast e, duruste:
1- Ji ber ku AKP yekem care ku ji 1923 an vir de li hember Kemalîên sîvîl û
leþker derdikeve. Ev helwest di cîh de û durust e. Dê bibe mebesta, qelsbuna
nêrîn û prensîbên Kemalî di Tirkîyê de. Ger nêrîna Kemalî û nûnêrên Kemalî
bi awayê sîyasî bin nekevin, Kurd di Tirkîyê de, di ware sîyasî û di mafen
netewî û demokratîyetî de pêþnakevin. Ji ber ku li hemberê nêrîna kemalîya û
nûnêrê kemalîya derdikeve menfîeta Kurd di rayedarîya AKP ê de heye. Divê ku
Kurd di vê hilbijartina awartede piþtgirîya AKP ê bikin ku AKP e bi serê xwe
bibe rayêdar, desthilatdar...
2- AKP bi biryar e, ku Tirkiye bibe endamê YE ê. Ev jî, bi cîhbuna prensîbên
demokratîyetîye ye û avabuna demokratîyetîye di Tirkîye deye . Di Tirkîyê de
her gel û etnîsite hewceye demokratîyetîyê... Kurd ji herkesî bêtir hewceyê
demoratîyetîyne...
Ev roj, ku em dikanin têgehên milete Kurd û Kurdistanê bi karbînin, bi saya
rakirina yasaên faþîst û xalên der û doravan in. Ev yasa jî AKP ê guhartîye
an ji holê rakirîye . Ger AKP cardin bibe rayedar dê muzakere bi YE re
bidomin. Ev ji Kurda re “bi þîr kelandîye” Ger Tirkîye bikeve YE ê, hewceye
ku di warê xwendinê, di warê dîrok, çand û leþkerî de ji nûve pewerde û ava
bibe...
Ew Partîên ku tê gotin dê di hilbijartinêde dê bendê bikelêbin, di belavokê
xwe ê hilbijartinê de qala pêvajoya YE yê nakin... Xeyn ji AKP e.
3- Bi endamên serbixwe beþdarbûna DTP e ji bo hilbijartinê, ne jibo mafê
miletê Kurdî di parlemenê de parastin e. Bi a min, ji bo ku AKP bi serê xwe
nebe rayedar, îktîdar, DTP bi endamên serbixwe beþdarê hilbijartinê bûye.
Ez ji ber van egera divê ku em bi rayen xwe piþtgirîya AKP yê bikin.
Têbinî:
Min eve axaftina xwe di 23/6/2007 an de di civîna Meclîsa Demokratên
Þoriþgerda kir. Nedifikirîm ku ji malpera re rêkim. Lê birez Ali Buran di
nivîsara xwe a ku ji Kurdinfo ra þandîye dibê hevalek xwest ku em di
helbijartine de piþtgirîya AKP bikin.
Ez bi maxseda ku her hevale an ji herkese ku bixwaze bixweyne bizane ku Ew
kes Osman Silivani ye. Yani ez im. Ev nerîna mina li ser helbijartine 22
Temuze 2007 e. Bi a min wekî ku min li jor jî gotîye ev hilbijartin,
hilbijartinek avarte ye. Min evê nerina xwe di meclisa Hakp-Par e de jî
dubare kirîye. (Kurd
info)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|