|
Hilbijartinên
Giþtî û Helwest
ROJHAT BADIKÎ
weþandina di HD: 02 Tîrmeh, 2007
Pêþtî nakokîyên nav baskên dewleta dagirker u biryara hilbijartên giþtî hat
girtin. Gelek layen li ser biryara helbijartýnên giþtî, helwestên xwe ji bo
raya giþtî zelal kir. Li gorî bîr u bawerîya min, pêwîste mirov,
hilbijartinên giþtî an hilbijartinan bike du beþ; beþa yek hilbijartin li
devleta dagir u helwestame u hilbijartin li Kurdistan u helwesta me!
Pêwîste, hilbijartinên ku li dewleta ( li Tirkîye-Tirkîstan ) dagirker tê
encamdan, mirov ji hilbijartên ku li Kurdistan tê encamdan biqetîne. Mafekî
rewaye-siruþtîye ji bo dewleta dagirker ku li welatê xwe biryarê
hilbijartinan bigre u hilbijartinan encam bide. Kurdên li Tirkîstanê dijîn,
wek kêmnetewe beþdarîya hilbijartinan bibin. Ev maf jî, mafekî xelkê Kurd ên
li Tirkîstanê dijî mafên wanê rewa ye ( siruþtîye).
Ez bawerim ku li Tirkîstanê Kurd netewa duyemîne. Gerçi li gor rapirsa
ragihandinê Tirkîstanê, hejmarê netewa Tirk an ên xwe Tirk dibînên pir
kêmin. Ger Kurdên ku li Tirkîstanên bi cîh bune tewgerek wan rêk u pêk hebe
dikarin encamên baþ bidest bixin.
Kurdên li Tirkistanê bi cîh bune, li Tirkîstanê dijîn u Kurdên li Kurdistanê
dijîn taybetmedîyên wanê cuda hene. Her çika piranîya Kurdên li Tirkistanê
dijîn, bi zor u zordarîya dewlet Tirk koçî Tirkîstanê kiribin jî, disa
wegera wan a Kurdistanê usa asan nîne. Li pêþîya wan du rê hene; yek, niha
wegerin Kurdistanê an demê serxwebuna Kurdistanê, wegerin Kurdistanê. Rêya
duduyan jî çarenusa xwe bi gelanê Tirkîstanê giridên u ji bo mafê xwe ên
netewî sazîyên xwe avakin u xebat bikin.
Hilbijartinên ku ji alîyê dewleta dagirker li Kurdistanê tê encamdan ji bo
me u ji bo dewleta dagirker a Tirkistanê pir girînge. Hilbijartin ji bo çi
egeran, were encamdan bila bê encamdan, tiþtek pir girînge! Ew tiþt jî
‘’meþruîyete’’. Dewleta dagirker ji bo ku Hilbijartin li Kurdistan were
kirin hemu derfetên xwe bi kartîne. Dewleta Tirk bi riya hilbijartina,
bihist bi bihist Kurdistan dagir dike u sazî u rêkxistênên xwe li hemu
kuncikên Kurdîstan awadike.
Armanca dewleta Tirk a herî girîng meþruîyeta xwe a dagirkerî bi riya
hilbijartina li qada nawnetevî bide pejirandin. Ji ber vî sedemî,
hilbijartinên giþtî ji bona Kurd u Kurdistan jî pir girînge.
Hilbijartinên li Kurdistan mirov kare bike du beþ; beþa yek hilbijartinên
giþtî, beþa didu ya hilbijartinên herêmi an hilbijartinên bajarvanî (
Þaredarî )
Li Kurdistan hilbijartinên giþtî:
Wek ku min li jor jî nivisand, hilbijartinên giþtî ji bo me u dewleta Tirk a
dagirker pir girînge. Li nav raya giþtî a Kurdistan ser hilbijartinan
helwestên pir cuda hene. Her çîn u tabaka li gor bîr u bawerîya xwe u li
gorî berjewendîyên taybetî an li gor berjewendîyên civak helwestên xwe ji bo
raya giþtî zelal dikin. Lê li ba me li Kurdistan tiþtek pir xerîbe. Piranîya
partî, rêkxistin u rewþenbîr, çarenusa Kurd u Kurdistan bi Tirkîstanê
girêdidin u riya çareserîya pirsgirikên Kurdistan Enqere u parlamentoya (
TBMM ) nîþan didin. U ji al alîyek din jî berjewendîyên taybeti, malbatî wek
berjewendîyên civaka Kurd didin nîþandan.
Ez naxwazim bi dur u dirêj li ser wan partî, rêkxistin u kesên rewþenbîr
bisekinim, ji ber ku raya giþtî a Kurdistan wan nas dikin.
Em disa werin li ser hilbijartinên: gelo hilbijartinên giþtî di berjwendîya
xelkê Kurd’ da ye. an derfet heye mirov di riya Hilbijartinên giþtî, mafê
Kurdistanîyan bidest bixînên!?
Gawa mirov li zagona bingehî u destura navxo a parlamana devlata dairker
dinhêre ku ti rê u derfet tune. Bingeha damezrandina dagirker a Tirk dikole
tiþtek pir zelal dibe ku li Tirkîstanê zagon u destur li ser yek Millet yek
ala yek welat hatîye nivisandin u pejirandin. Ji bo xelk u kêmnetevê din an
koletî an tirk bun...ti rêyek din tune. Armanca Hilbijartinên giþtî jî
pesindkirina sistema dagirkerîye ji bo netewe u kêmnetewey din.
Armanca dewleta Tirkistan a dagirker di hilbijartinên giþtî li Kurdistan,
meþruiyet stendina dagirkirina Kurdistan’ e li qada navnetewîye. Dewleta
dagirker bi vê rê, mesaj dide navnetewi ku Kurdistan beþeke ji axa
Tirkistanê, Kurd ji welatîyê derece yeke u hemu mafên wan hene, beþdarîyê
hemu cure çelakÝyan jî dibin.
Pêwîste Kurd, propaganda u planên dewleta Tirkan puç bike, ji hemu dinyay ra
niþan bide ku hilbijartên giþtî hemu leyîstok u xapandine. Kurd bi hîç
þîveyek wek netewa Kurd nikarên beþdarîyên hilbijartinên giþtî bibin u
asteng pirin, zagon u destura parlamento u hilbijartinan mecal nade
Kurda.....Pêwîste Kurd bêþdarîya hilbijartinên giþtî neben heta zagonên
bingehî, destura navxa a parlamento u mercên hilbijatinan were guhertin, bi
kêmayî mafên netewa Kurd bi naskirin.
Hilbijartinên herêmî an hilbijartinên bajarvanî ( Þaredarî )
Her çika merc u þertên hilbijartinên giþtî u Þaredarî pir ji hev ne cuda
bin, disa jî ne wek hevin. Jilbijartinên parlamento meþruîyeta dgirkirina
Kurdistan’ e, Hilbijartinên bajarvanî gaveke ji bo durbun ji bin
deshilatdariya Tirkîstanê. Pêwîste raya giþtî a Kurdistanê, partî,
rêkxistin, rewþenbîr li ser vê mijarê bi firehî bisekinên u lekolînên baþ
bikin u gengeþe bikin.
Hilbijartinên Parlamentoya Tirkîstanê ( TBMM ) hilbijartinên bajarvanî çi
tesîr kare li ser doza Kurd u Kurdistanê bike! Çawa, mirov kare ji van
hilbijatinan ji bo xelkê xwe sud bigre u li gorî berjewendiyê têkoþîna xwe
bikar bîne! Bir rastî heta niha bernamê me a stratejîk tune u hemu kar u
xebatên me rojaneye. Bi piranî jî rojev ji alîyê dagirkeran tê
destnîþankirin.
Pêwiste bernameyek me hawbeþ u stratejîk hebe! Daku em ji hilbijartinan u bi
taybetî ji hilbijartinên bajarvanî, ji bo doza xwe bikar bînên.
Li gorî bir u bawerîya min hilbijartinên bajarvanî diyarkirina deshlatdarîye
me ye li Kurdistanên. Ger em bi bernameyek hawbeþ beþdarîya hilbijartinên
bajarvanî bibin li piranîya bajarên Kurdistan karin serkeftî bibin
deshilatdarîya bajaran bidest bixin. Bi deshialtdarîya bajaran em karin pir
kar u xebatên baþ encam bidin.
Raste ewê asteng u zahmetîyên me pir hebin u dewleta dagirker a Tirkîstanê
astenga derxe. Lê her astengên dewleta Tirk doz u xebata me li nav qada
navnetewi pêþda bibe u pira nabeyna Kurdistan u Tirkîstanê xera bike. U ji
alîyê jî, arenaya politik u xelkê Kurdistanê bi hev girêde.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|