|
Îtîfaqa
kurdan
ROJGIRAV AMED
weþandina di HD: 05 Tîrmeh, 2007
Li ser vê axa pîroz ku bi sedan salaye bûye dergûþa þaristaniyê, her bihosta
wê, her gavên wê ji þeran re þahidî kiriye û bûye fena goristanê. Bihostek
ax nemaye ku ji berxwedanî, bêbextî û mêrxasiyan re þahidî nekiribe. Êdî
qetilkirina mirovan bi destê mirovan, pêkanîneke ji rêzê tê hesibandin. Li
hember vê dîmenê, hûn bawer bikin wê ajalên herî dirinde jî ji xwe fedî
bikin.
Di sedsala bihûrî de li ser mirina milyonan gelek nirx hatin afirandin. Bes
peyrewên van nirxan parastina wan nekirin û di bin lingên Levîathanan de
eciqîn, gevizîn û hatin lewitandin…
Li hemberî vê pergala kambax, di vê sedsalê de ji hêla zarokên agir ve
têkoþîneke bê navber hate dayîn. Lê dîsa jî, ev rêveçûn ji hêla rojhilatiyan
ve ji rewþa çarenûsiyê derneket. Her çiqas hêz an þexs ji bona veguhurandinê
têkoþînên gelek hêja dan jî, bes bi serkeftin bi encam nebû û hê jî
liberxwedayîn didome. Ji lew ra jî, vî þerê ku di nava dubendiya baþî û
nebaþî de lidardikeve de; zarokên agir, zarokên ku bi hest û nêrîna civaka
xwezayî hê jî dilê wan lê dide, niha vê rewþa heyî li ser kokên xwe ji nû ve
bidin vejandin, li her aliyên vê axê têkoþîn didin…
Bifikirin li ser vê axê, dema ku darek dihate birîn an ajalek dihate kuþtin,
lêborîn ji wan dihat xwestin û her heyber giyanerwer dihatin hesibandin û li
gorî vê nêzîkahî bi pêþ diket. Hemû bermahiyên ku îro ji pêþketina
mirovantiyê re bûne çavkan, wê demê hatin afirandin. Bes hingî dîrok hatiye
berovajîkirin, kêm kes tîne hiþê xwe ku li ser vê axê mirovantî zîl daye û
ew civaka xwezayî ku em xweziya xwe pê tînin û bi salane têkoþîna wê dikin
hatiye jiyankirinê. Bes zarokên ku ji hemêza vê axa qedîm derketin, îro jî
li ser navê þaristaniyê, koletiyê û bêrûmetiyê li ser dayîka xwe ferz dikin
û vê axê kirine gola xwînê.
Digel her tiþtî ji hûriyan bigirin heta mîtanî û medan û peyrewên wan kurd,
çiyayên Kurdistanê digel her tiþtî ji zarokên agir û ji zarokên
Mezopotamyayî ve vala nehate hiþtin. Bi inyadeke dewrêþane jiyaneke nû
sazkirin û bi vê yekê jî derewên sîstema ku bi hezaran salane mirovantiyê
xapandiye re bûn bersiv û beravajî vê yekê, bêyî vê sîstemê jî, birêvebirina
jiyanê selmandin..
Lê ev wisa bi hêsanî jî nedibû. Tîrên ehrîmanan li ser wan kêm nebûn. Êdî ji
bona wan “mal þûr, talde cercûr, milk þikeft û gor þikart” bû li dolan, li
zozanan, li lûtkeyan…
Ji van qewman herî zêde tirk divê li ser wan bê sekinandin. Em her dem
dibêjin ku di salên 1071’ê de tirk hatin ser vê axa pîroz, me bi hev re
têkoþîneke hevbeþ da, piþtre di wextê Siltan Selîm de me hevkarî kir û herî
dawîn di þerê rizgariya welêt de em bi hev re di çeperekê de mirin; bes îro
ev jî hate ji bîr kirin û ev sed sal in kurd ji hêla wan, bi awayên herî dij
mirovî ji qirkirinan derbas dibin.
Bila ev baþ bê zanîn ku, her çiqas em bi van hevkariyên bi tirkan re
serîbilindbûn jî -bes ev ji bona gelên tirk derbasdar e- bes ji pratîka
dehan salên dawîn derketiye holê ku, ev baþiya kurdan di avê de çûye. Îro
hestiyên kalikên kurdan ên ku bi deshilatdarên tirk re hevkarî kirine,
çizînî dike û hezar poþmaniyên xwe diyar dikin.
Ev qewmê macêr, ji çandeke hov tê û ev çanda ku bi kevneþopiya dewletbûyînê
re bûye yek, hê jî wekî Levîathan an cenawirekî bûye bela serê vê axa pîroz.
Mixabin a herî xeter jî ev e ku, li ser navê gelê tirk, gelek kesên dewþêrme
û xwe firotî vê yekê dikin.
Em jî vê diyar dikin ku, bajarê Kerkûkê bajarê kurdan e. Ji bona wê xwîna
hezaran rijiyaye. Wê kurd dîsa jî ji bedeldayînan bi paþ ve nemînin. Lê vê
carê wê rewþ cuda be. Em ji dewleta tirkan û ji artêþa wê re dibêjin;
“keremkin werin, hûn gelek caran hatin, wê demê li pey we gelek hêzên din
hebûn, bes digel vê jî hûn bi ser neketin, gerîla her hal li serê van
çiyayan pîvazan naçinin, em amade ne û li benda we ne…”
Ger ku hatineke artêþa dewleta tirkiyê ya baþûrê Kurdistanê hebe, divê
destpêkê baþ hesabên xwe yên derketinê jî bikin. Nexwe kurd ne kurdên berê
ne û hemû rêxistin û hizbên kurdan bi hev re roja mahþerê bi çi rengî ye, wê
nîþanî dijminê kurdan bidin. Bila gelê me yê baþûr vê yekê baþ fêm bike ku,
yê ku bi we re dijminahî bike û êrîþ bîne ser we, wê gerîla li hemberî xwe
bibîne. Bila dilê gelê me aram be. Ev hêza me heye û em li benda roja xwe ne
da ku ji dijminê kurdan re roja mahmþerê bidin tamijandinê…
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|