|
Serhildana
Þêx Seîdê Pîranê
03 Tîrmeh, 2007
Li gundê Pîran a beldeya Egîl ya navçeya Genc Erxaniyê, di sala 13 sibata
sala 1925'an de dengên çekan, xebera yek ji serhildanên girîng ên dîroka
Kurd dida. Ev Serhildana ku weke Serhildana Þêx Saîd derbasî dîrokê bûye,
wiha destpê kir:
Jendirmeyên Tirkan hatin gundê Pîranê û navê 10 kesan dan. Jendirmeyên Tirk,
ji gundiyan xwestin ku 10 kesên li wan digerin werin teslîmkirin. Lê belê
gundiyan 10 kesên ku jendirmeyan dixwest teslîm nekirin û þer derket.
Piraniya lêkolîneran hem fikir in kuserhildan, jiber vê bûyerê berî wextê
xwe destpêkiriye. Piþtî vê çurûska yekem, Serhildana li herêmeke berfireh
belavbû û di dirêjahiya 3 heftiyên destpêkê de, hêzên Þêx Saîd li hemberî
hêzên hukumetê serweriya xwe sazkirin.
Hêzên Þêx Saîd, di 17 Sibatê de avêtin ser beldeya Darahênê ya navenda
bajarê Gencê û walî û rayedarên din girtin. Þêx Saîd di demeke nêz de Genc,
Maden, Sêwereg û Erxaniyê bi destxist û ber bi Amedê ve meþiya. Komeke din
jî Wartoyê bi destxist û berê xwe da Mûþê. Hukumetê di 21 Sibatê de li
bajarên Kurdan rêvebiriya leþkerî îlan kir. Lê belê yekîneyên artêþê di 23
sibatê de li hemberî serhildêran paþ ve kiþiya Amedê.
Dotira rojê jî Elezîz kete destê berxwedanvanên Kurd. Enqere tevlî hev bibû:
Mustafa Kemal, di destpêka meha adarê de (îstîfaya) dest-ji-kar-kiþandina
Serokwezîr Fethî Okyar xwest. Piþtî ku hukumetê îstîfa kir, di 3 adarê de
erka serokwezîriyê dan Îsmet Paþa (Înonû). Di 4 adarê de hukumetê ji
parlemenê dengê ewlebûnê wergirt û û di heman rojê de Qanûna Teqrîrî Sukûn
derxist. Ev qanûna ku sala destpêkê di pratîkê ma, destura rewþa awarte dida
hukumetê.
Hêzên Þêx Saîd, di 7 adarê de dor li Amedê girtin. Lê belê bêyî ku bajêr bi
destbixin, naçar man ku paþ ve bikiþin. Piþtî ku li herêma Serhildanê tijî
leþker kirin, yekîneyên artêþa Tirk di 26 adarê de ji hewayê û ji erdê ve
êrîþ da destpêkirin. Êdî serweriya þer diket destê hêzên hukumetê. Di
naverasta meha Nîsanê de Þêx Saîd li nêzî Vartoyê û yek ji pêþengên din ên
Serhildanê Þêx Þerîf jî li Palûyê teslîm bûn. Li ser biryara Dadgeha Þerqil
Îstîklalê Þêx Saîd di 29 Hezîrana 1925an de hate dardekirin. Þêx Saîd ku li
Palûyê ji dayikbibû, neviyê Þêx Septî û kurê Þêx Mehmud bû

Ji çepê
bebi rast:Þêx Said,Þêx Þerîf,Þêx Abdullah û Kasimê Xiyanetkar
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|