|
Ji
Kurdan re rêya aqil yekbûn e!
AWÊ BALÎ
weþandina di HD: 01 Tîrmeh, 2007
Pêþeroja wê bê de newiyên (torin) kurdan yê di pirtûkên dersên mejûyê kurdî
de bixwînin “þerê sî salî zêdetir kiþandî de gelek karesetên mezin li ser
erda kurdistan li neteweya kurd bû!..“ Ew tesbîta dîrokî yê bi zanist jî
bête pejirandin. Cîhan ji sedsala bîstan derbasî sedsala bîst yekan bû. Li
Kurdistanê di vê navbeynê de hîn tu caran þer ne hatiye rawestandin. Li
Kurdistana Bakur ji serhildana Koçgîrî (1919) pê de Pîran, Dersim û ji 1970
yî vir de þerê destpêkirî her berdewam e!
Ew þerê dawî sî sal zêdetir e, ku di navbeynê hêzên tirk û kurd yên çekdar û
rêzanî (siyasî) de dibe. Di vî þerî de tu aliyên qezençkirî nîn in. Di hemî
þeran de karesetên mezin dibin. Lê li ser erda Kurdistanê yên mezintir bûn.
Di nîviyê sedsala dawî de çar hezar gund li baþurê Kurdistanê û çar hezar jî
li bakurê Kurdistanê hatin þewitandin, bi milyonan kurdistaniyan ciyê bav û
kalên xwe li þuna xwe hîþtin koçber bûn û çûn welatên bêgane! Di vê nivîsê
de ez dixwazim li ser bakurê welat rawestim. Kurdên li bakurê welat koçî
metrepolên tirkiyê bûyîn ji wana piraniya xwe zarokên kurd di nav piþaftinek
lez û bez de herkî diçin wenda dibin. Li tirkiyê û li kurdistanê bûyera
sereke ya herî girîng mirovatî hatiye binpêkirin û bi deh hezaran mirovên
kurd yên kal û pîr û zarokên hîn di derguþê de hatine qetlkirin. Ew rewþa
qambax bêtir tesîra xwe li ser civata kurd kirye!..
Li Kurdistanê mirov li alîkî bimên, îro li çiya û baniyên welatê me ajalên
kovî hêdî ji dest top û tifengên neyarên hov ciyê xwe terk dikin. Daristan
tên þewitandin. Bi topên jahrê jiyan li çiya û baniyan kurdistanê têt
vemirandin. Xweza (tabîet) di bin tehlûkek mezin de ye! Lê dîsa jî
berxwedana kurdan di ew mercên dijwar de ranawestê û her berdewam dike!
Þervanên azadiyê li serê çiyan e û dengê xwe li hemî cîhan e... Lê dîsa jî
xwesteka dilê kurdan hîn bi cih nebûye. Kurdên Kurdistana Bakur di dema ew
þerê dirêj didomînê de hîn nebûne yek! Hêzên kurd yên heyî hemî
berpirsiyarên ew sedema dîrokî ya neyînî ne. Pir serokên rêxistinên kurdan
hîn silavên nadin hev û du!. Ma kurdên welatparêz yê ew rewþa ne baþ çawa pê
þabin? Mînak li hin bajarên kurdistana bakur, kurd nikarine yek vekîlê xwe
hilbijêrin. Li herêmên ûsa li ciyê yekî du, sê, çar bi hevra tevî
hilbijartinan dibin. Dengên bigirin dema bêne bilav kirin, qet yek jî naye
hilbijartin! Gelo çima ew rewþ ûsa ye? Hemî bi hevra xwe intîhar dikin? Kî
di xizmetê kê de ye?
Armanca min kesekî, an jî keseka kurd tewanbarkirin nîn e! Lê rewþa li pêþ
çavan neynika wan e! Di aliyê din de, ew dîmena ya me hemî kurdan e. Ji bo
ku berpirsariya vê pirsgirekê em hemî kurd in! Ez ji xwe dipirsim û bê
bersiv dimînim: Gelo, çima ji bo azadiya kurdan, kurd nikarine hevkariyek
azadîxwaz bilê pêk bînin?.. Ma ne pêwist e, ku her kurd vê pirsê ji xwe re
bike û bersivê wê jî bi erênî pêde. Bersiva wê ya erênî yê kurdan nêzîkî hev
û du bike. Dema kurd bi yek deng xwe temsîl bikin, tevgera azadîxwaz jî bi
navê terorîstî naye bi nav kirin. Alîgirên tevgera azadîxwaz yê li hemî
cîhanê pir bibin û tevgera azadîxwaz yê ji wana yarmetiyek mezin jî bibîne û
bigire. Rewþa îro kurd tê de dijîn de, merc hene ku kurd bibin yek û eniyek
demokratîk pêk bînin. Ew yeketiya yê tesîrê xwe li seranserî welatê me bike.
Ji vê pê ve tu rêyên din jî li pêþ me kurdan nîn in!..
Gelê Kurdistanî û hemî mirovên mafperest û demokrat li Tirkiyê re! Di
hilbijartinê de dengê xwe bikin yek! Bi yek dengî newengerên (mebusên) xwe
yên rasteqîn hilbijêrin, ku ew wê bê tirs di perlamêna Tirkiyê de temsîl
bikin. Vê carê lîstika nijadperestan di qursaxa wan de bihêlin! Yekbin û
serkevin!..
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|