|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Gelê Kurd Kurdistanê Dixwaze
Îsmaîl GIRIKÎ | / HAWARDENGÛBAS
27
Sermawez, 2006
Rejîmên
diktatûr yên Osmanliyan û Iraniyan Kurdistan dinava xwede bi rengekî
wehþiyane û nemirovatî bi zordariya xirab, liser gelê Kurde çespandin û
Parçekirin. Kurdistan bo du parçe . Lê evjî têra wan wehþiyan nekir, „Kurdek
kirin çar parçe“. Hêjî liser operasyomên xwe domdarin ku kesayetiya Kurd bê
organ bihêlen û liser vê cîhana xweþ û nûjen nemînin.
Tirkên xwe „xiþîm dizanin“ û zorbeyên siyasetmedarên Ewropiyan zor caran
dipirsin: Kurd çidixwazin. Halbukî Daxwaza Gelê Kurd vekirî û iþkereye, Hon
dizanin axa Kurdistan kê û jilayên kêve hatiye talankirin, û liserjî zordarî
û zilma xwe didumin, çawa hon nizanin Kurd çidixwazin? Gelê Kurd Dewleta
Kurdistanê dixwaze. Kurt û Kirmancî.
Gelê Kurd doza mafê xweyê rêzanî, civakî û demokratîk dike. Ev mafê xwezayî,
hîç dewleteka talanker û dagirker vê weka minet û sedeqe divê nebinin.
Dîdîrokêde herdem ev dewletên demokratnenas talankarî, barkirin, û siyaseta
þawitandinê û kuþtinê, înkarkirinê liser gelê meyê Kurd de dayîne ajotin bi
rengekî bê wijdanî û dijminkarî.
Ev zordarî û zilma dîrokî û çarparçekirina kesê Kurd, bêguman bêyî îrade û
daxwazên wî hatîne pêkhatin. Tevgera rizgarixwaziya Kurdistan vê xebatê
dikin ne jibuna sietek yanjî 15 deqikan bi kontrulî dibinê çavtirsandinêde
jiyana xwe bidomîne, belkû vê têkoþînê û qorbaniyê didit bo serxwebûna axa
Kurdistan. Her çi daxwazên siyasî û netewî û civakî gelê Kurd daxwaz kiriye
dijminên Kurdan vê xwesteka me, meþrû nabînin nedîtinejî. Herdem dixwazin
Kurd dibinê, yek ala û yek dewlet û yek zimanidê talanbikin û zordariya xwe
liser bidomînin. Bêguman em vê zordariya dîrokî û talankarî qebûl nakin.
Yasaya bingehî ya Tirkiye Xala: 2de dewlet bi „Neteperestiya Atatirk ve
girêdayiye“, dibêjit. Gelo yasaya bi nijatperestiya Babêtirka ve girêdayîbe,
çawa dikare hûrmet û rêzlêgirtina çand û honera gelên din bike? Yasaya
bingehî ya komara talanker û zordar tinê bo rêlêgirtina Gelê Kurd hatiye
amadekirin. Her xal û bendên wê dijê derbareyê; rêveçûn, rûniþtin, axaftin,
cotyarî û honer û kar û barên civakî yên Miletê Kurd hatîne nivîsandin.
Malmîratan her rêzeka heyî du rêzên din-hevokên din bo astenkdanîna bi
mesela Kurd ve girêdayî bicihkirîne. Malxirabên yasanayên Tirka, kew û
zerzîlkên çiyayên Kurdan jî, bo wan yasaya nexwirîn û yarîkirinê qedexe
danîne!
Gelê Kurd û rêberiya siyasî û pêþmeryeyî, îrada hebûna doza siyasiya
Kurdistan bê þert û mercan dê biparêzin, eger ku em xwîna xwejî liser
daynin. Artêþa hevdemî û nûjen bi serokartiya rêzdar serok Mesûd Barzaî ne
karên meclîsa bêbexta Tirk û mebûsên wane. Karê danîna Hêza Pêþmeregeyên
nûjen, bêguman bo parastina berjewendiyên dîrokîyên gelê Kurd û parastina
coxrafiya Kurdistan hatiye avakirin. Di cîhanêde jî hêzeka Meþrûye.
Bêgûman hêza pêþmergeyên Kurdistan ûmîdekî mezin daye rewþa parastin û
xwemxwariya berevaniya hevwelatiyan. Serokê Marlamentuya iraqa Federal
Mahmud El Meþedanî pêþneyarkiriye ku hêzên Pêþmergeyên Kurdistan parastina
parlamentuya Iraqêjî bigrin ser milên xwe. Evejî ûmîda gelê Kurd û
Kurdistanêye ku artêþa Kurdistan hêdî –hêdî berbi parastina gelên din yên
cîhanêjî hetta eger ku UN wezîfedarbike bo asayîþ û tenahiyê dikare erkên
xebatên xweyên Mirovatiyê bicihbîne.
Tirkiye welê dizane, dê di înkar û tunekirina Kurdande berdewambe û pirsa
siyasiya doza Kurdistan jî tikes jê nepirsin? Ev xewnên osmanliyan hêdî
paþketiye û xave jî.
Belê dewleta Netewiya Kurd dê bête avakirin. Gelê Kurd jî bi tevî alaya xwe
li Rêxistina Netewên Êkgirtî de, hem dê amadebibe û hemjî bi navê Kurd û
Kurdistan cihbigre. Dewletên dijminatiya Kurd jî kirîn dê, dibinê sîbera
hejandina alaya Kurdistanre derbazbibin. Evjî mafê gelê Kurd yê xwezayîye.
Ez hêvîdarim ku Rewþenbîrên (?) Kurd bi xebatekî hestiyar û jêhatî û bi
zanabûn milên xwe bêxin bin vî barê doza siyasî û dewletbûna netewî. Hêdî
bese Xwe ji „erzaniyên kevin“ bidin paþ û rêya meþrû û rewa, rêya dewletbûna
Kurdistanê ye.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|