|
Baþûrê
Kurdistan û Rewþa Navdewletî
ÎSMAÎL GIRIKÎ
26 Kewçer
, 2007
17.10.2007 de Parlamentuya Tirkî
bi amadebuna 526 kesan kombu. Teskereya ku hukumeta R.T.Erdoðan bo demê yek
salê artêþ sinurê Baþûrê Kurdistan derbazbibe bi hêceta çekdarên Kck. 507
gotin erê. 19 kes parlamentera bo teskerê gotin nexê. Ango biryara çûna
leþker kêþanê hukumeta Erdogan girte destên xwe. Sebebê biryar girtina
Teskerê jî Baþûrê Kurdistan destnîþankin û ji „sebebê baregahên Pkk ku buye
cihê bêhuzuriya xelkê û yekîtiya milliya axa dewletê û emnî ragihandin“
Tiþtê ecêb ev biryara standin bi hukukê navdewletîve girêdan, ango
beyannameya Netewên Yekgirtî weko delîl nîþandan!
Dewleta Tirkê talanker jiber ku ew rezîliya ketî têde berteref bike dîsa ji
kck(pkk) daxwaza þerî rawestînin kiriye. Mesele, dewletê ji Komîta Imralî
dawxaz kiriye ku eve em weko berê nikarin derbazê Baþûrê Kurdistan bibin.
Dewletên cîhanê vê carê dizanin em dema derbazbun ne jibona kck ye, herçend
berê jî nejibona lêdana wan bo, belku bo jinavbirin û nehêlana hukumeta
Baþûrê Kurdistanê buye. Vêca mejî zirtên xwe dan û lotikên serxweþiyê
avêtin, me got emê di Zaxore dakevin nav Kurdistan li Xaneqwînêre derbikevin
û Mesûd Barzanî jî ji wê rêya neteweya Kurd berterefbikin. Ew xewna bapîrên
wan vê carê çênebu. Rêxistina ku Kurdên Kurd, wê wek Kurd dizanin! Hon divê
vê xizmeta berdewam dîsa li xwebigrin û barên me sivikbikin. Jixwe ji duhîve
bo xizmetkariya biryarên tarî û netarî amadeye.
Ev bêguman baweriya mine ez dibêjim.
Hukumeta Kurdistan û serokatiya siyasî divê vê dîplomasiya nêvdewletî ku bi
yek dengî dijê êrîþa Tirkiye baþ jibona gelê Kurd û dahatiya kêse û doza
netewî bi karbîne. Herçende gelê meyê Kurd li Baþûrê Kurdistan kêmasî di
hewl û bergiriya bersingên dijminande danpaþî nekirine û amadene bo her
destdigêjiyekê. Lê kunjuktura siyasî di astê îdarî û rêvebirina berqirarde
li ber çavan herdem divê bigirin.
Serok wezîr Nêçîrvan Barzanî: „Ewa em niha dibînîn pkk ê berheviya xwe ji bo
çareseriya siyasî niþan daye“. lew ma pêdiviye em û Turkiye û hemû alî
bizava çareserkirina vê pirsê bidein û çareseriyeka siyasî ji bo vebînîn. Bi
dîtina ma ev pirse bi þêwazê serbazî çareser nabît“. Divê siyasetvanên Tir
çareseriyekê bo ariþeya pkk bibinin“…PJAK beþeke ji Partiya Karkerên
Kurdistanê, rastiyeke vê PJAK ê heye, ew jî ewe ku di destpêkê de îraniyan
bi xwe alîkariya vê partiyê dikir. Problem ne emin, lê di nav Îranê de ye.
Di berê de Îranê gelek alîkarî û piþtervaniya vê partiyê kir, lê îro ev pati
ji Îranê re problem e“.(15.10 07 Serok Wezîr Nêçivan Barzanî bo El CezîreTv)
Gelo Birastî jî Kck(Pkk) berheviya xwe jibona çareseriya siyasî kiriye? Bi
gotinekî din, gelo Serok Wezîrên Kurdistan Nêçîrvan Barzanî bi zanabun vê
siyasetê bikartîne, yanjî dixwaze bêje Kurdên Bakûr bizanin em amadene bo
piþtgiriyê, lê honjî dibinin Kck helwesta xweya siyasî nîne bo çareseriya
doza Kurd?
Jiberku Kck bixwe vê buçûn û baweriya N.Barzanî reddike. Çimko di siyaseta
wande çareseriya doza Kurd û Kurdistan nîne. Ango ev kiryarên ku bi îrada
dewletê tênekirin û dikin ne jibona çareseriya otonumî, xwedi mixtari,
federasyon yanjî dewletbuna Kurdistane, belku rêlêgirtina dewletbuna
Kurdistane û xwirtkirina kemalistane.
Dinyajî dizanit dewleta Talanker ya Tirkiye di mejiyên xwede tehemula
îdarekî Kurdistan weko cîran hezim nake û dixwaze vê ji holê rake. Ev jî
divê bi hêcetên kiryrên kck pêk bîne. Ev sebe ji xwe komîta îmralî bêku
kêmasiyan bike daye destên dewletê. Lê astenga herî mezin vê carê dewletên
xwedî gotin, ango Emerî, Rusya, Fransa Welatên Ewropa Sekreterê Netewên
Yekbuyî bi cidî û bi zimanekî nerm û dîplomasî xeta Sor danîn pêþiya
Tirkiye. Bi baweriya min van dewletan baþ zanîne ku vê carê Tirk bo
nehiþtina hukumeta Baþûrê Kurdistan diçe (ewjî eger bikare).
Yanjî mirov vê pirsê ji Serok wezîr Nêçîrvan Barzanî bike: Gelo birastîjî
hon weku desthilata siyasî ma ew çekdarên ku liser daxwaza dewleta Tirkiye
hatine liwê cihbune( çiya) nizanin, bê agahdarin? Ahengiya ku dinava Kck û
dewletêde heyî, magelo agahdariyên we qet nîne? Yanji, jiber demê derbazbuyî
hon naxwazin serên xwe bi Bakûrê Kurdistan ve bêþînin, mesele eveyegelo?
Hinek jî eveye. Çimko Kurdên Bakûr hêjî di warê siyasîde baþ nepijahîne.
Lêkolînên siyasî nakin û tinê tiþtên serû fikirdin.
Kurdên Bakûr birastî jî serên xwe xistine binê erdê û beþekê mezin dibinê
nîrê Imralîde, çi daxwaza wan ya pirsa çareserkirina gelê Kurd nîne. Ev jî
rastiyeke û divê mirov vê rastiyê bizanê û jibîrneke. Bi gorî vê, divê her
Kurdekê bi rastî jî dinava dilên wande dewletbûna Kurdistan heye bi gorî vê
tevbigere û xwe bo doza siyasiya gelê Kurd re amadebike.
Encumena wezîrên Tirkiye(15.10) teskereya ku desturê bide ku leþkerên
Dagirker derbazê Baþûrê Kurditanê bibe, biryar standin û ew teskere bo ku
biryara Parlamenteran bête girtin rêkirn Meclisa Tirk.
Rojnamevanekê ji Serokkomar Abdula Gül pirsî; Barzanî daxwiyanîda û got eger
êrîþek bête ser me emê bersivê dine wan, hon çidibêjin? Erdogan, pirsên bi
wive(Barzanîve) girêdayî ji îro û pêde ji min nekin. Ew ne muhatabê mine, ez
wî muhatap nabînim“.got. (tv8 21.10.07)
Ev helwesta ehlaqê dewleta Tirk ya Sed salaye dide nîþandan. Birastî tu
caran Kurd û Tirk bi biratî bi hevre nejiyane. Çimko bi sedan Salin Kurd
doza mafê xweyên siyasî û dewletbûnê dike. Dewleta Tirk ne bêçave ku vê
nebîne. Jixwe di serîde wan çûna xwa bo Baþûrê Kurdistan nimoneya
Kibris(1974) kirbun xiyal û ew xiyala kelî û bêrêzî hêjî ji destên xwe
bernedane. Bêrêziya Tirkiye liser doza gelê Kurd bi van kiryaran, bi
koordînelî têne encamdan. Her kiryarekê ji xwere meþru dibînîn û vêjî „
dispêrin Mefê hukukê navdewletî“ ji xwere argumet qebuldikin? Tirkiye kengê
îtîfaqên nêvdewletî yên mafên Mirovan parastiye gelo? Hîç, her imzeya tavêje
binî têbiniyekê jiber doza Gelê Kurd danpaþiya xwe bicihdikin!
Dirastiyêde Dewletên cîhanê Emerîka, Rusya, Ewropa, Fransa, Netewên Yekgirtî
vê buçûna dewleta Tirkiye reddikin û jiwan „ derbazê sinurê Baþûrê Kurdistan
nebin“ diyarkirin bi cidî.
Em vegerin despêkê. Serokkomarê iraqa Federal Celal Talabanî duhî(22.10.07)
pêþî berê xwe bide Bexda li balefirxana Silêmanî bo pirêsê got:“ Îro Pkk dê
þerî rawestîne, zoz dane me ku rawestînin“. KcK nivîsek weko bersiva Barzanî
û Talabanî da. Lê dinivîsa wande xwe weko terefekî didin diyarkirin bo kêþa
Kurd. Halbukî di rastiyêde Kck di rojhilata navînde tu caran daxwaza mafê
çareseriya doza gelê Kurd û Kurdistan nekiriye û di teoriyêde jî nîne. Hebe
yanjî nebe çend gotinên xaponek ku Kurdên bê çav û bê durbîn“ bêjin aha eve
ewjî çareseriyê dixweazin bibêjin!
Piþtî ku ji cîhanê bi cîdî tehdît hatin ser Tirkiye û Tirkiye jî neçar ma ku
rêyekî din bi rêya Istîxbaterê bistîne û stand. Ew jî hêsaniye, û ew Kck ku
wan gotiyê þerî despêbikin , herdîsan wan gote Karayilan eger ji Baþûrê
Kurdistan ev gaziya þerî arwsetînin hat bo we, bêjin belê emê rawestînin.
Yanî hem Dewlet dinava rêde niv îtîbara xwe li dest xwe hiþt û hemjî Kck
Imralî hêza xweya ku dewletê dayiyê muhafazekir. Mesele eveye.
Lê ew xiyalên xav û rijî yên di mesela Kibrisêde hêjî li bîra Tirkiyene û
rêlêgirtina referanduma Kerkuk û hatina bajarên din yên Kurdistan û bi
hêzbûna desthilata Kurdistan(baþûr) têlên mejî û rihên canên dewleta
talanker nerehet dikin.
Halbukî dewletbuna Gelê Kurd mafekî xwezayî û raste. Bi gorî ew belgeyên ku
Tirk bi direwan ji xwere argumentên çûna nav axa Basr dide pêþ, ne jibona
Tirkên hov di rewþeka weka îrode îstîqrara wê herêmê têkbide, belkû ew mafê
di belgeyên Netewên Yekbuyîde hatîn diyarkirin mafê gelê Kurd jî mafê
dewleteka serbixwe heye dibêje.
Beþar Esed ji bo pêkanîna operasyonê di nav axa Kurdistanê de piþtgîrî da
Tirkiyê
Piþtî civîna wî ya bi Ebdula Gul serokkomarê Tirkiyê re, di piress
konfiransekê de „Beþar Esed serokê Sûriyê tekez kir ew piþtigîrî ya pêkanîna
operasyona leþkerî ya hêzên Tirkî dinava axa Kurdistanê de jibo lêxistina
(Pkk)-ê dike. Esed ragehand jî pêkanîna operasyoneke weha mafekê normal yê
Tirkiyê ye û piþtigîrî ya xwe jî jibo her biryareke Tirkî diyar kir“.
Birastî Beþar Esed heqê wiye bêje. Jiberku ew pkk ya 15 salan dibinê
kontrula karmendên muxabaratide dijê Kurd û Kurdistan bir anî, îroji liser
wê boçûnê siyaseta Suriye tête ajotin diyar bike ev jî delîlekî berçace.
Piþtî erêkirina tezkereya hikûmeta Tirkiyê ji meclîsa Tirkiye, li dor
encamdana operasyona leþkerî di nav axa Baþûrê Kurdistanê de, dîwana
serokatiya Kurdistanê daxuyaniya bo raya cîhanê û gelê Kurdistanê bilav kir.
Didema dengdanêde Serokê Emerika Bush hiþarî da Tikiye ku sinurî derz nebin.
Gelo çi xwebêja biryara standina Meclisâ Tirkiye heye? Birastî dewletekî
weka Tirkiye seyr û ecêp bila kes nemîne benda demokratsiyê. Jixwe leskerên
dagirker û zurdar hemî didestên wandeye. Bixwazin yanjî nexwazin îrada
meclisê binpêdikin û weka xwe herreket dikin. Ango biryar leþkerên
dewletêne.
(Tezkerenin gerekçesinde, Türkiye'nin, Irak'ýn kuzey bölgesinde
yuvalanmýþ bulunan PKK terör unsurlarýndan kaynaklanan ve halkýnýn huzur ve
güvenliðiyle ülkesinin milli birliðine, güvenliðine ve toprak bütünlüðüne
yöneltilmiþ ciddi bir terörist saldýrý ve açýk bir tehditle karþý karþýya
bulunduðu ifade edilerek, þöyle denildi: "Dost ve kardeþ Irak'ýn toprak
bütünlüðünün, milli birliðinin ve istikrarýnýn korunmasýna büyük önem
atfeden Türkiye, PKK teröristlerinin Irak'ýn kuzeyindeki mevcudiyetine ve
faaliyetlerine son verilmesini saðlamak amacýyla uzunca bir süredir yoðun
siyasi ve diplomatik giriþimlerde ve uyarýlarda bulunmuþtur. Bu
çabalarýmýzdan istenilen sonuçlarýn alýnmasý bugüne kadar mümkün
olmamýþtýr.Türkiye'ye yönelik terörist saldýrýlar ve tehdide karþý,
terörizmle mücadelenin bir parçasý olarak uluslararasý hukuk çerçevesinde
gerekli tedbirleri almak üzere, hudut, þümul, miktar ve zamaný hükümetçe
belirlenecek þekilde, Türk Silahlý Kuvvetleri unsurlarýnýn; Irak'ýn
kuzeyinden ülkemize yönelik terör tehdidinin ve saldýrýlarýn bertaraf
edilmesi amacýyla, sýnýr ötesi harekat ve müdahalede bulunmak üzere, Irak'ýn
PKK teröristlerinin yuvalandýklarý kuzey bölgesi ile mücavir alanlara
gönderilmesine ve görevlendirilmesine Anayasa’nýn 92’nci maddesi uyarýnca
TBMM'den bir yýl süreyle izin istenilmesi Bakanlar Kurulu’nca
kararlaþtýrýlmýþtýr."(cnnturk)
Serokatiya Kurdistanê di daxuyaniyeke fermî de bersiva tehdîdên Tirkiyê da:
"Ev aloziya hin rojên derbasbûyî û helwîstê tund yê Tirkiyê û gefên wê yên
derkirin sînorê Kurdistanê bi behaneya lêxistina þervanên PKK-ê cihê ecêbîya
me ye , çimkî Kurdistan berpirsiyar niye ji þerê navbera Tirkiyê û PKK-ê û
em bi tu awakî piþtgîriya þer û tundûtîjî û xûn riþtinê nakîn û razî jî
nabîn me rakêþin nav þerê han.Em li gel vê yêkê nîne tehdîdên emnî yên
Tirkiyê yan tu welatekî din ê cîranê Îraqê li axa Îraqê bihê kirin , her
girftariyeke derkeve holê jî baþtrîn û serkeftîtrîn çareser jê re rê yên
giftugo û hevdufêm kirine , nek bikaranîna zimanê tehdîd û îbtîzazê. Em rewþ
û pestoya han ya ku hikûmeta Tirkiyê pêre derbas dibe fêm dikîn , lê di
heman demê de dîtina me ewe ku hikûmeta Tirkiyê her çendî ku perlementoya
Tirkiyê muhleta ( tezkere ) derbaskirina sînorî ji arteþa Tirk re garantî
kirbe , berjewendiya Tirkiyê û devrê di ber çavan re bigre û bê guman pirr
baþ teqdîra encamên vê sînor derbaskirinê dike heger ku ev yêk
çêbû.Kurdistan bi tundî van tuhmetan ret dike ku alîkariya PKK-ê bike , em
li gel þer û tundûtîjî yê nîne û heger ku herdu alî çareseriyên aþitiyane
bigrin ber xwe , em ji bo her alîkariyekê amadene , heger ku dakokî yê li
ser þer jî bikin em teref nîne û razî jî nabîn me têxin nav þerê han.Em
bawer in tecrebeya salên derbasbûyî wê yêkê xuya dike ku ev mesele bi þer
çareser nabe , lê di heman demê de bi serahet ji her alî re dibêjîn , di bin
her behaneyekê de destdirêjî ser Kurdistan û tecrîbeya wê bihê kirin ,
amadeyîya me ya temam heye berevaniyê ji tecrîbeya demokratîk û kerameta
miletê xwe û qudsiyeta welatê xwe bikîn.Di dawiyê de careke din daxwaza
diyalogê dikîn , em amadene li gel hikûmeta federal hewlên cidî pêkbînîn bo
çareser kirina girftariyan , bi rengekê ku berjewendiya emnî û asayîþa
deverê bi giþtî garantî bike.Loma daxwazê li Emerîkayê , hêzên
hevpeyman,Yêketiya Europayê û Netewên Yêkbûyî dikîn rola xwe ya temam
bibînin bo rê li ber girtina li peresendina tundûtîjiyê û vegeriyan bo
diyalog û çaresera aîitiyane ya pirsgirêkan".
Daxwiyaniya Hukumeta Kurdistanê li ser biryara Parlamentoya Tirkiyeyê:
„Hukumeta Herêma Kurdistana Iraqê (HHK) bi endîþe ye ji ber biryara
Parlamentoya Tirkiyeyê ya ku desthilata midetê salekê dide hukumeta
Tirkiyeyê da karibe operasyonên leþkerî li dijî PKK-ê li nav herêma
Kurdistana Iraqê birêve bibe.Em ji bo Tirkiyeya heval û cîranê xwe eþkere
dikin ku xwe ji hereketeka eskerî ya li nav Iraqê ragire. Hukumeta Herêma
Kurdistanê li hember Tirkiyeyê ne li pey pirsgirêkan e. Em nahêlin û
naxwazin jî rê bidin ku herêma me ji bo êrîþekê an zerardaneka Tirkiyeyê,
yan cîraneka din bê bikaranîn. Em midaxeleyî nav karên hundurîn ên Tirkiyeyê
nakin, û em bi xwe jî li benda eynî tiþtî ne.HHK kuþtina însanên bêguneh ên
li Tirkiyeyê þermezar dike û bawer nake ku þiddet ê tu problemê çareser
bike. HHK piþtgiriya proseseka siyasî dike ji bo çareserkirineka giþtî ya
siyasî ya pirsgirêkên PKK ku ev 28 sal in serî hildane. Pirsgirêk ê
nikaribin bi riyên þiddetê bên çareserkirin. Di her halukarî de êrîþeka
eskerî ya Tirkiyeyê li ser herêma Kurdistana Iraqê ê rewþê xerabtir, rê û
dirbên çareseriyên siyasî yên Tirkiyeyê aloztir bike û pêþveçûnên hesas ên
ku li Iraqê destpêbûne biazirîne.
HHK daxwaza peywendiyên baþ ên li gel Tirkiyeyê bi ewlewiyeteka mezin dike.
Gelê tirk heval û cîranê me ye ku me pê re gelek miþterekî hene. Bazirganî û
sermiyangêrriya tirk wasitayek e ji bo pêþkevtina aborî ya devera me. Her
awe nelihevkirin an pirsgirêkên navbera HHK û Tirkiyeyê divê bi riyên
dîplomasî û diyalogê bên çareserkirin. HHK bi kêfxeþî pêþwaziya
çareserkirina her awe pirsgirêkên miþterek yan ên azirî bi riya diyaloga
raserast a li gel Anqerê dike, pirsgirêka PKK-ê jî tê de. Midaxelekirinekê
texrîbkar be ji bo hemû Iraqê, ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî“.
Gelê Kurd bi hemî beþên civakê ve rabûn ser lingan li Hewlêr, Dihuk, Akrê,
Zaxo, Amêdiyê,berdereþ, Silêmaniyê,Keler, Soran, Barzan-Mêrgesor û Kerkûkê
biryara parlamentuya Tirkiye û hewildana cûna nav axa Kurdistan mehkum û
riswakirin. Peymana xwyên Kurdewarî xistin piþt biryara Hukumet û serokatiya
siyasiya Kurdistan.
Li Bakûrê Kurdistan jiber ku Kurdên Îmralî serên wan dinava erdêde narabin,
jiber soz û peymanên qiyadiya Kck ku birêya Imralî dayine dewletê;
Kurayetîya wan nayêt bîra wan û demê modern û pêþketina telekomonikasyonê
hêjî negiheþtiye endam, layengir û qiyadiya kck-dtp. Ji xwe ev 25 salin xeta
xwe resmen iþkerekirine bo raya Kurd. Lê Hêjî beþekî mezin naxwazin vê
bawerbikin. Ev kêmasiyek mezin û siyasiye di warên têgeheþtina milli û
netewîde dibe asteg boserxwebuna Kurdistan. Ez bixwe jiber ku helwesta vê
þebeka dewltê baþ tê geheþtîme, bo min ecêp nayêt û ez ne tinê
normaldibînim, belku vê helwestê weko helwestekî sadiqên dewleta kemalîst
dizamin.
Jiderveyê vî programî terefên din yên xwedî partî û rêxistin jî, jiberku kes
û karên wan bone divelankê Imralî dinav wande heþir û neþir bune, ewjî
diwarên têkoþînêde qelsbune. Rewþa me eveye. Kî dê dewletekê bo me dane ser
masê û bêjit; kermbikin eve dewleta Kurdistan ji were rêvebirên we kîne?
Þebeka Îmralî ye(beþê dewletê)? Yanji Partî û Rêstinên din yên kesukarên wan
dinava Imralîde ne, dê rêberiya vê dewletê bikin( ji bona beþê Bakûr)?
Dewleta zalim û xwînxwar Tirkiye di mesela doza Kurd û Kurdistanêde
serokatiya herçar dewletên kurdistan talankir dike. Ew mafê dewletê jixwere
baþ dizane, lê bo gelê Kurd Kurdistanekî serbixwe îdama xwe dizanit. Em Kurd
divê vê jibîra nekin û welê tev bigerên.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên Îsmaîl GIRÎKÎ
|