|
Çapemeniya
Kurd û Helwesta Serok Barzanî
ÎSMAÎL GIRIKÎ
25 Sermawez,
2007
Çapemeniya dijminên Gelê Kurd
berdewam dijatiya xwe didomînin. Mixabin hindekên din jî weko xolam û
xizmetkaran nûçeyên dijminkariya Kurd tevdigerin!.
Serokê dîwana serokatiya Kurdistan Dr. Fuat Hüsên, “ Rêzdar Serok Mesûd
Barzanî pêþiya heyîv û nîvê biryara vê seredana xwe ya derveyê welat dayibu.
Lêbelê jiber mesala kriza dinava Tirkiye û Irak û Tirkiye û Kurditanê de ev
seredana xwe paþxistibu. Ev ziyaret temamen bi teybetî ya þexsê wîve
girêdayîye û piþtî seredana xwe timamkir vedigerê Kurdistan“ Fuat , dijminên
gelê Kurde van cûre nûçeyên bê esil bilavdkin ku daku bê huzuriyê bêxin nav
gelê Kurdistan“ got
***
Belê cengê azadiyê hêjî dawî nebuye. Îro li rojhilatanavîn de du hêzên
berçav hene. Yek Emerikaye. Duyem jî bi rêberî û Serokatiya Serok Mesud
Barzaniye.
Serok Barzanî di jiyana xwe ya 15-16 saliyê de ketiye îmtihana þerê azadiya
Kurdistan û diploma xwejî ji Deneral û Rêberê mezinê Gelê Kurd, efsaneyê
sedsalên 20an Mistefa Barzanî standiye.
Jibona rêberekê çi pêwîstî divêt, ew di nava destên Serok Mesûd Barzanî de
mewcudin. Ew diroja tariyêde li ber çeperên/sengerên cengê azadiya Kurdistan
de, bi þarezayî, mêranî û bi serketî berxwedan domandiye û xebata liser
milên xwe pêkaniye. Di warên rêzanî-siyasî û diplomasiyêde jî bê qisure û di
peywendiyande jî bi þarezayî, û lêhatî doza gelê Kurd û Kurdistan bê tavîz
diparêzit.
Serok Mesûd Barzanî siyasetekî pir rast û dirust dide meþandin liser
pirsgirêka Gelê Kurdistan bi giþtî. 16 Salin Gelê me li Baþûrê Kurdistan bi
azadî û serbixwe, xwe bi xwe îdaredike. Piþtî hilbijartinên Azad yên 1992de
Parlamentuya Kurdistan bo cara pêþî xwe dinava rupelên dîroka cîhanêde daye
bicihkirin û kete jiyanê. Hukumeta Kurdistan jî hate ragihandin bo gelê
Kurdistan û cîhanê.
Nindek Malperên bi navên Kurd derketîne di roja mede xizmeta tevgera gelê
Kurdistan nakin tinê bo xatirê KCK û Imralî neku „rexne“ ye mirov bêje
rexnene, belku rexneyên „bêxetî û dijminkarî beramberê Baþûrê Kurdistan“
didin meþandin û berdewamkirin...
Pênûsfiroþên Öp yanjî rojnama Imralî, weko demên 92,95,97 pênûsên xwe
difiroþin bi çend qirûþên kêm ku ewjî xwarinek yanjî odeyekî Otêlê kirê
bikin, Beramberê wêjî weko nivîskarên Dema Adof Hitler efendiyên wan bêjin
çi bininivîsin ewjî mecborin beramberên xwarina xwe, wî dininisîn.. Ahmet
Kahraman yek ji wan kesane ku îstîqameta xwe zûde hindakiriye û bê ku þûurê
netewî û kunjoktura siyasiya herêmê liber çavan bigirin xwe saþ kirîne.
Hindek ji xwere dibêjin „ajans“ yanî dibêjin Nivîskar, heta layangirên
partiyên dinin, dijê Baþûrê Kurdistan bêrêzî û bê edebiyekî ji xwe zêdetir
didin meþandin .
Çi buye? KCK ji Qndil divê dernekeve! Hukumeta Kurdistan jî xwe teslîmê
Qendila Imralî bike û hwd. Ev helwesta layan û kesanên bê durbîne, Ji
neteweperestiya xwe û hestê netewetiya Kurd bê parin. Yaho coxrafî nenaso
matu nizanî li Bakûrê Kurditan cihên ji Qendîlê jî asêtir hene? Çima
KCK(PKK) ku dibin destên îrada Turkiyede xebatê dijê dewleta Kurdistan dide,
eger rastdibêje, çima li çiyayên Madenê , çiyayê KATO, Agirî û çiyayên dinên
Bakûrê Kurdistan binecih nabe û xebata xwe nameþîne?
Pîþtî 1999de serokê KCk ji wê rojê heta îro dibêit ,“ komployek liser
dewleta Türki ye tê meþandin em rênadin û emê weko Pkk vê komployê vale
derbêxin“ weko siyaseta stratejî vekiri didin ajotin.
Yani Kck- serokê wan dibêjin dewletên cîhanê hindekan ji me dixwest em dijê
dewleta Tirkiye þerî bikin da ku bêcare bimîne û mecburê qebulkirina Mafê
Kurda bibe. Lê jiberku daxwaz û doza KCk ne xebata azadiya Kurd û Kurdistan,
belku rêlêgirtina her destketên netewiyên Gelê Kurdistan buye, wan ew komplo
valederxisti dibêjin.
Serok Barzanî peyman liser xwe daniye ku Gelê Kurd rizgarbike. Lê Imralî û
KCK çi peyman daye dewleta talankera Türk?
Ev siyaseta ku Kck dide meþandin ya Serokê xwe û pêre jî daxwazên dewletê,
Serokê KCK kemalistan :
« Kurdên sextekar Ii pê neteweperestiyê bezîn qasî zirnîxé jî rê nestandin.
Xwarin, vexwarin, Þêxatî û melatî kirin hêjî liser vê boçûnên xwe
berdewamin. Ligel Ingilîz Emerika pêkhatin. Jibo sexsiyeta xwe bixwe, bo
malbata xwe li Jijiyanê bihêlin. Lêbelê maf û zagoniya Kurd û demokrasiya
wîjî heye. Ewan ev tune hesapkirin.” “Sextekatiya Kurdên Kurdîniyê dikin
belayê peydadikin, ma Kurdiniya wan gelik bi rumete, ewan bixwe jiderve
serbestin, 40 salin dixebitin çima ev Kurdayetî ne êxistin jiyanê?” “Mim
Kurdiniya erzan nekiriye. Ez dijiyana xwede lipêþiya daxwazên xwe jî
nabezim. Lêbelê tiþtên rast yên ez dizanim ezê herdem biparêzim. Min 20
salin zehmet bo vê daye, ez divê hurmneta vê bigirin ».( Öcalan-Imrali Pkk
Av. 2001)
Partiya ku hurmetkar û xizmetkarê zalim û talankerên Dewleta Tirk ev çend
vekirî dibinkontrolêde kiryaran dikin dijê Kurd, çima ev beþên serên xwe
xistîn binê erdê naxwazin rakin û bizanîn? Ev KCK ku îrojî Öcalan serokê
wêye û dide ajotin, her dîsa xwediyê siyaseta dijê gelê Kurde. Çima hon
nabînin? Kine, kê didin Kuþtin ? Pkk þerî bi Kurdanre dike evçend iþkereye.
Þerê ku pkk dijê gelê Kurdi û avakirina dewletekî Kurdistan dike, siyaseta
xwe ji bingehê parastina kemalistiyê û talnkariya dewletê digire.
Yanî Öcalanê serokê KCk dibêjit me soz daye dewleta Tirkiye ku hindî ji
destê me bêt emê bibin asteg bo dewletekî Kurd neêt avakirin û emê nehêlin
ew tucarî avabibe dibêjit. Kurdên duvikên vê siyasetê jiberku ji hesten
netewayî û doza Kurd bê hesabin naxwazin vê siyaseta þebeka xwe bibînin û
ezbere dijê Baþûrê Kurdistan propaganda bê esil û di xizmeta dijminde
kardikin dimeþînin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û helwest û dîtina rewþa siyasiya herêmê bi
hajêheyî û bi hemaset tevdigerê û hassasiyeta milli û netewa Kurd û
Kurdistan herdem li berçavan digire.
Kesanên dixwazin rexnan li Baþûr bigirin kesê rêya wan negirtiye. Lê Rexnên
bêbextî û dijminkarî jî divê bê hesap nemîne. Gelê Kurd li hersê beþên dinên
Kurdistan bi baweriyekî pir mezin û neteweperwerane divê palpiþtên Baþûrê
Kurdistan û Serok Barzanî bin, bê þert û merc.
Di Têkoþîna Tevgera rizagariya Kurdistande Barzanî kesê yekeme ku deewletekî
Kurdistan bo gelê Kurd daxwazkiriye û di serê wîdejî dewleta Kurdistan heye.
Dijê vê hizra milli dewletên dagirkerên Kurdistan li milekê û duvelankên
weka Kck û nivîskarên xwe firoþ astengan çêdikin bo piþtevaniya dewleta Tirk
yan bizanabun yanjî kapasîtêta mejiyên wan vê dixwazin dikin.
Di siyasetêde xatir girtin tuneye . bêkêmasî di zanyariyasiyasetêde ev nîne.
Bo vê çendê jî reklamên sar û hîç û puç bila nebin rêgirên doza serxwebuna
Kurdisatan. Bakûrê Kurdistan û civaka Kurd divê hiþar be. Hiþrabin ku destên
xwe û harîkariya xwe û manewiyeta xwe bo rastiya dewletbûna Kurdistan
terxanbikin. Neko bo xatirê komîta Imralî KCK, Bihemî awaya liberçavên meye
ku ewan dijê Kurd kardikin û Gelê Kurd jî laîqê dewletbiunê
qebulnakin.Dahatiya gelê Kurd û Kurdistan serok Barzaniye. Istîkrara Gelê
Kurd tinê bitinê ew dê bidegarantîkirin.
Serokê KCK- PKK) Ji Imralî:« Esasê Ataturk dive bête naskirin Bingehiya
Ataturk komarxwaziye. Ger em komarxwaziyê biparêzin, divê em bingehiya
komarê biparêzin, rastiya dema avakirina komara Tirkiye em divê biparêzin.
Esasê Ataturk divê bête naskirin. “Dema ez ji derve jî bum, bo naskirin û
têgeheþtina Ataturk min xebat dikir. Divê em bi rengekî rastî wî têbigihên.
Ataturk di dema cengê duyem de Jî ne dogmatîk bu. Ataturk xwidan pêþbîn bu
avakirina komarê û parastina wê bi rengekî serketî bicih anî”. Tevgera
Ataturk divê em welé þilove nekin ku dijminatiya Kurda kiriye ».( 2001
Imrali Pkk Av.)
Dawiyê çi karên KCk Kemalîst li Qendilê heye ? Eger ew ji xwere dibêjin Kurd
çima li Çiyayê Madenê, ciyayê Kato cihnabin û dijê dewleta Tirk têkoþînê
nadin ? Jiberku mexseda KCK dijatiya Kurd û rêlêgitrina her destketiyekî
mafê gelê Kurde ew naxwazin. 20-30 salin ev siyaseta qirêj û gemartî beþekî
Kurd bi dil û Can xizmetkariya siyaseta dijminê Kurd kemalistan dikin.
Têbêjî tiþtek nebuye û ji wan weye wên Kurdîniyê dikin!
Bêguman ew Kurdên têne Kuþtin li Bakûr belaþ têne Kurþtin. Çimko siyasetêde
netîce girinde, eger berhemê wê siyasetê netîcan bi xweve negire ew siyaset
þaþe û di xizmeta dijmindeye. Pkk tucaran bi ciddî bernamê doza
çareserkirina Kurd ne pêþkêþkiriye û nejî xwestiye. Çimko cidiyeta parastina
doza gelê Kurd nekirine. Kesên weka S.Bilgin jî hêjî ezbere dijatiya Basûr
bike jî, dîsa ewjî wekî wezîfa Imralî ye ku jêre gotine « sen ordakî
muhalefetî kontrol et » gotinê.
Bi parastina siyaseta kemalistiyê û xizmeta wan incex yên weka S.Bilgin
bibin xizmetkarên Imralî, jiderveyê wê rêya wan teng û tarîbuye. Yanjî ew
îdiayên Huseyin Deniz rêzdike bê eslin û tu rastiya wan jî tuneye. Ew
dinivîsa xwede gazî dike gelê Baþûr ku dijê Hukumeta Kurdistan xwe
amadebike. Ev nivîsan dijminatiyê pêve tu qezenca wan tuneye û divê ev kese
jî bizane û serê xwe ji nava heyezana Imralî û Kemalîsta derxe û temaþeyê
rastiyê bike.
Weko hevalê Nivîskar Kutbettin Özer tesbitkirî û gotî : « Kuzeyli Kürdler
Ulusal iradeye deðil, Kemalizm iradeye kenetlemiþ » Belê tesbîta wî sedê sed
raste û ev jî direkt dibe dijminatiya Kurd.. Belê Kurdên Bakûr berên
xwebidin doza netewî û rastiya Baþûrê Kurdistan û rewþa siyasiya navdewletî.
Rêya rast jî eveye.
Qedera Kurdistan yeke, lê kesên bisalane dinava siyasetêde hêjî tiþtek ji
esasê meselê bi zanabun naxazin fêhmbikin, rezaleta herî mezine bo wan. Weko
serok Mesûd Barzanî gotî : Berê bi silehan dijminatiya Kurd dikirn, îrojî bi
qelemên xwe dikin ». Nivîskar yanjî kesên ji xwe re wî wesfî dizanin divê
pênûsên xwe bo qezenca dijminên gelê Kurd nefiroþin, berovajî bo baþî û
pêþdebirin û ajotina doza serxwebûna Kurdistan terxanbikin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên Îsmaîl GIRÎKÎ
|