|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn

Dê Çawa Kurd Harikariya Demokrasiya Tirkiye Bikin!
Îsmaîl GIRIKÎ
01
Rêbendan, 2007
Timam, Lê
divê rejîmên yek lipê yekê hatîn baþbizanin Kurd, Kurdin û welatê mejî
Kurdistane.Di sedsalên 12de Tirkên talanker hatin bune belayê serên Kurdan.
Tirk naxwzin ji þaristaniyê û demoktasiyê têbigehên. Lê hejî Tirkiye nizane
demokrasi çiye. Lê hêjî Tirkiye liser fikra Kuþtin û talankariyê siyasetê
dideajotin. Jixwe honera Tirkiye honerekî xwînrijandin û dijê medeniyetêye.
Eger Kurd Kurdayetiyê bikin divê weko sûç neyêt dîtin,berovajî meþrû bête
dîtin û naskirin.
Heçku desthilatî didestên Kurdan deye, asayiþa Bajarên Kurdistan didestên
Kurdandeye, jiber vê çendê divê Kurd bibin motora demoktasiyê bo Tirkiye?.
Temam, baþe Kurd dê çawa civaka ku ji medeniyetê fêhm nake bike demokrat
gelo? Bigotinekî din dê çawa Kurd rejîmên bêdemokratî û ji þaristanî û
civaknasiyê bê par, bike motora demokrasiyê gelo? Bêguman ev ne mumkune.
Pêþî hertiþtî sîstema mejiyên dagirkerên Tirk liser xapandin, zilm, zordarî
û talaankarî û bêbextiya dijê Kurd û Kurdistan divê bête rakirin û liserîde
Kurd û Dewleta Kurdistan nasbike.Duvre bila Kurd hesabên xweyên demokratsiyê
bi pîvan danin meydanê.
Baþe Tirkiye, çi tiþta baþ bo Kurdan heta niho kiriye? Hindek nivîskar û
borîzanên erzan dibêjin di evan 5 Salên dawiyêde bo çareseriya Kurda gavên
mezin hatine avêtin! Pêþî hertiþtî çareserkirina doza Kurd çiye û bi çi
metûdê divê bête axaftin, evan nabêjin, tinê gotinekî jixwere kirine benîþt
ji devên xwe kêmnakin. Halbukî divê bête gotin ku Pirsa Kurd pirsa rêzanî,
xwezayî û netewiye. Çareserkrina doza Kurdî, çareseriya doza mafê wîyê
rêzanî û netewî û deweletbunê ye. Coxrafiya Kurdistan ji kuderê heta bi
kudrêye diyare, Gelê Kurd bi hezaran Salin liser axa xwe dijîn û ne
mihacirin.Talankerên dijê Mirovatiyê Tirk, Ereb û Farisan ji bêbextî û
xwinxwariya xwe, erdê Kurdistan dagirkirine, bigorî dîrokê ev nayêt
qebûlkirin û divê dest ji xwinrijiya xwe berdin û axa Kurdan bo wan bihêlin.
Gotinên aþîtiya bê naverok û vale, erzan û bê netîce gelê Kurd naxwaze hîdî
guhdar bike û bibîhîse. Aþîtî dema bête gotin rasterast divê bi doza siyasî
û netewî û xwerêvebirina Kurd ve girêdayîbe. Bi gotinekî vekirî, Mafê gelê
Kurd mafekî siyasiye bi gorî literatura cîhana em têde. Herweha bi hukûkî û
felsefî jî ev rastiya hebûna axa Kurdistan divê neyêt paþguhxistin.
Mirov dema liser rastiyande biçe dibînit ku rejîmên Tirk 59 hukûmet hatine
avakirin. Her yek ji yadin bêxettir û zalimtirbûye. Xebatên wan bo
bingerkirina Kurd herdem bune mercên jiyanê. Ev rejîmên Tirk yên ku
medeniyet çiye hêjî nezanîn û naxwazin bizanin,we baberdikin dinya dê bo wan
bimîne û doza gelê Kurd ya rêzanî(siyasî)jî herdem perde dê liserbimîne!
Nexê Gelê Kurd ticaran serî bo dijmin û dagirkeran nedanîne û nadanin jî.
Mixabin Çar dewletên bêbext û xwinxwar sinûrên wan bi yekduve girêdayîye û
rêçûna xebata siyasî liber têkoþina xebata azdiya Kurdistan hemîdeman bone
astengên serekî. Di dema mede ev astengên serekî heta pêlekê(derece) rengên
pozîtîf leketine û berbi Navnetewayîve diçe. Evjî dewla serê Baþûrê
Kurdistanê û encama rêzaniya wêye bi têkoþîna xebata Pêþmergeyên
dilovanbuye.
Civaka Tirk Hêjî tehemûla Kurd û nav û karên wan nakin. Çimko hêjî, ji
demokratiyê fêrnebûne. Hêjî di cîhana tarî û zilmêde dijîn, perdeyên dij
însanyetê û wijdaniyetê liser çavên xwe nerakirine, beruvajî dibin perdeyên
zilm û zordariyêde, fedikin mesela Kurd, yanjî nabînin. Madê çawa rakin? Ew
gazindan ji Ereban dikin lê birastî Tirk neji wan dûrin.
Çimko çareserkirina Pirsa siyasiya gelê Kurd tehemûl nakin. Em vê dikarin li
ewropa welatên ku Kurd û bi kêmî Tirk lêdijîn, rojane ev kêþeya bêserober
dikevit berçavên mirov. Dema dipirse, tu Tirkî? Kesê li pêþberê wî, çidema
got nexê „ez Kurdim“, reng û ruyên hem zelam û hemjî jinên wan di qwirmiçin
ji halekedin derbazê halekedin dibin. Eve çiye, Kurd! Nexê.Yaho tirkên bê
medeniyet hon dilxwede li Ewropa dijîn evbun 60 Sal ma we tiþtek ji
medeniyetê û demokratiya wan negirtiye? Em hemî dibin Alayekêde dijîn! Ev
gotina „ezbere ya 59 rejîmên înkarvanên dijê doza siyasiya Gelê Kurdin.
Kurdistan ne mineta babên dijminên Kurdane, bi xwezayî mafê wiye.
Çi paketên Reforma li Tirkiye hatine guhartin ku bêjin, Gelê Kurd jî mafê
wiyê siyasî û hukûkî û coxrafi heye ku bibe xwedî desthilatdar gelo? Tirk ev
bon 80 Sal bi hîle û zordariya xwe li ser gelê Kurd de, di meþînin, ma gelo
dixwazin vê hîle û xapandinê, ya bê ehlaqî liser Ewropiyan dejî bimeþînin?
Min ne bawere.
Lihevhatina Kurd û Tirkan bi du mafên wekhevî û bi du dewletan Kurdistan û
Tirkiye divê pêkbên. Ji bilî vê, gotinên din xiyalin û aþîtîjî li Herêma
Rojhilata Navîn bicihnabe, heta ku doza siyasiya Kurd çaresernebe. Gelê Kurd
liser axa xweye, refaha ne bi çarewserkirina mafê wiyê siyasîbe ew ne refahe
û nejî rihetiye. Tirkiye hûrmeta mafê Mirovan bigire yanjî negire, bi gorî
min nagire çimko hûrmetgirtina mafê mirovan tirkiye dîrekt bi doza gelê Kurd
ve girêdayîye, jiber hindê di sîstema dewletêde û bitevî vêjî, dewleta
iþkere, hemîdema vê weka astengên jiyanê dijê Kurd dizanin.
Tirkên serên wan bi xîlan hatîn dagirtin û Kurdên jixwanre dikin dîvelank bo
emniyeta sinûrên Tirkiye, ya ku bikeve nav Ewropa de? serê Profesorên Tirkan
çend kardike kabibînin carê. Prof.Dr.Ihsan D. Daði: „Tabiidir ki
AB-Türkiye entegrasyonu derinleþtikçe Türkiye’nin barýþ ve istikrarý ve de
bütünlüðü AB’nin de bir ‘iç’ meselesi haline gelecek, bu yöndeki talepler ve
giriþimler sindirilecektir“.(31.3.2006 zaman *)
Yanî Kurd bila destên xwe ji Kurdistanê bidin þûþtin. Jixwe yasaya Bingehî
ya Ewropa ku dema hate kebûlkirin û kete resmiyetê, vê dixwazit. Bi
baweriyamin Tirk xewnan bibîninjî dîsa ev daxwaza wan bicih nayêt. Lê Kurdên
xwe entelzan! didin diyarkirin, hêjî sistema neteweperestiyê di serên xwede
ne çandine, dixwazin Tirkiye bibe endamê Civaka Ewropa? Bo vêjî bi dehan
nîvîs bo wan nivîsandin.
Gelê Kurd(herêmê) xwe amade nekiriye ku tevlî yekitiya Tirkiye bibe, belkû
îrada siyasiya Kurd û bitevî armancên kêþa Kurdistan dixwaze xwe ji belaya
Tirkiye azad bike. Gelê Kurd ne jiber kesatî û îfada þexsan têkoþînê didin,
lêbelê vê ramana ku reklamên Êkîtiya Ewropa ku bêjin; ê eve Ewropa çêdibe û
jixwe Netewa Kurd jî xwe dinav vê pêvajokêde dê îfadebike, xapndinekî
kelîye, xiyalekî liser bingehên dîwarên berfêye, xîle û direwkariyekî
mezine. Êkîtiya Ewropa divê jibîra neke ku gelê Kurd daxwaza muxtarî û fikra
azad nake, belkû daxwaza mafê gelê Kurdyê xwezayî û rêzanî di carçûveya
serxwebûna Kurdistanêde dike.
Jiberku em gelê Kurd dijê pilanên dijminan diserîde partî rêxistinên
neteweparêzên Kurd xwe baþ amadebikin bi teybeti liser buçûnên Tirkiye. Divê
Kurdên sondxwariyên Imralî û kes û karên wan bi rêya çapeneniyê rêxistin û
Partiyên neteweperwerên Kurdistan bi rast û dirûst xebatekî bi berhem
pêkbînin û bêxin jiyanê, ku wana liser vê dijberiyê baþ hiþarbikin. Jixwe
aqilsivikên Tirk kesayetiyên weka Profesoran jî dibêjin eger ku Tirkiye
nekeve nav Ewropade ev mafê bo Kurdan dayîn ji dest diçe! Hayoo! Evan çend
akilên xwe xwarine. Ma tirkiye çidaye gelê Kurd? Hêjî dayka min nikare Kurdî
bi azadî baxife , ku hon behsa maf û rêlêgirtinan dikin? Reformên sixtekarî
û xapandinî û siyaseta osmanliyan hêjî dixwazin di dema sedsalên 21 dejî
bikarbinin.
Profên Tirk:
*(‘Diyarbakýr’ Türkiye’nin demokrasi ve AB yoluna geçit vermezse, aksine
bu süreci sabote ederse ne olur? AB’den kopan bir Türkiye’nin ne olacaðýný,
nasýl yönetileceðini, reformlarýn ne hale geleceðini, Kürt kimliðine yeniden
nasýl muamele edileceðini bilmiyorlar mý?) Du rexên vê hene. Yek ev tehdîdên
Osmaliyan hêjî dixwazin liser Kurdan bidin domandin. Dê çi bi serê reforma
bên gelo? Heçî nezane dêbêjit qay Tirkiye hemû mafên siyasiyên Kurd û
Kurdistan pêþkêþkiriye, lê eger Diyarbekir misade nede ew dê dîsan wan mafê
siyasiyên dayîn Kurdan dîsan paþde bistînin tehdîdekî bêesil û direkariyekî
mezin!
Birastî Diyarbekir eger Diyarbekirbaya da dijê siyaseta Imralî rolekî erênî
û bibingeh dite pêþ. Mixabin ev siyasete bi zanabûn liser daxwaz û îrada
Komîta Imralî tête meþandin dijê berjewendiyên gelê Kurd û bingehdanîna
Kurdistane. Siyaseta serok belediyên Imralî iþkere dijê siyaseta Kurde.
Bierzanî û bi kesperestiyêve mijolin. Diyarbekir rêya Ewropa veke yanjî
neveke, ev hinde ne giringe. Yagiring Ewropa naxwaze Tirkiye dinav xwede
bibînin û ez jî dibêjim tiþta raste jî ew dikin.
*(Kürtlerin yapmasý gereken bir tercih var: Ya Türkiye’de demokrasi, insan
haklarý ve hukuk devletinin yerleþmesine katkýda bulunurlar ya da bütün
bunlarýn olmadýðý bir cinnet ülkesinde kaderlerini yaþarlar... Tercihlerinin
sonuçlarýna katlanmak zorundalar)
Tirk hêjî bo rêzgirtina medeniyetê paþketîntirîn civake li Cîhanêde.Tehdît
liser tehdîda, evjî, ji sistema mejiyên bêmedeniyetê têt. 25 Milliyon Kurd
li Bakûrê Kurdistan de dijîn, di evan 15 salên (Pkk/Kkk) hem dewletê û hemjî
vê þebekeya îþkere-veþartî jî, boye sebeba koçbarkirina civaka Kurd ji
Kurdistanê, berbi Bajarên Tirkiye yên nediyar ve. Dewletê eger deh Gundên
Kurdan wêran kirîbe pkk jî 5 wêrankirîne. Xebata ku vê þebekeya Dewletê kiri
bo siyaseta çaksaziya wan, di dinyayêde nimuneyek weka wê tuneye.
Siyaseta ku bi biryar û erêniya dewletê - daxwazên Öcalan dikin, Dewlet
baþdizane ku bi çi metûd û kar û planan Kurdan bêhelwest bihêle dikin. Gelê
Kurd li Bakûrê Kurdistan bi rastî dibin zilma Tirkên bêmedeniyet û
þaristanîde dinalin. Ev li rexekê metûdên Fasîzmê ye ku rejîmên Tirk îlhama
xwe jê digirin. Maceraperstiya Tirk dijê gelê Kurd ji înkara ehmeqî û
hilweþandinê û dîroka wê têt. Kurd weko li jor jî hatî diyarkirin, azadî û
serxwebûna xwe heta bidestê xwe îdare û rêve nebe ew ne azadiye û nejî kesek
dikare bêje,“ li mala xwe runun û guhdariya muzîka xwe bikin eve azadî bêje
jî!“ Tirkên bêxet didîrokêde bi sedahan car Kurd xapandin, ma gelo hêjî Kurd
bi aqil nebûne ku liser vê pêvajoka deweletbûna Kurdistan dîsa bêne
xwapandin? Tirkiye hesabekî cahêl dike. Kurd ji cîhanê agahdarin û siyaseta
rojhilata navîn û dan û standinên ligel Emerika jî heta pêlekê dizane.
Emerîka liser proja xwe ya ku dixwazin li Rojhilatanavîn berdewamiyê pêbidin
dê domdarbin. Kurd û Emerîkî halê hazir hevpeymanên hevdûne Barzanî bi
dahatiya þexsê xweve ne girêdayîye, belku ew bi dahatiya gelê Kurdistanê ve
girêdayiye û proja avakirina Kurdistana mezin ji, ji daxwaz û armancên wiyên
pîrozin.
Divê Tirkiye baþ bizane kû tinê rêyekî wan heye; ewjî eveye, artêþa xweya
dagirker ji nav axa Kurdistan pâþde bêkêþe û dawiyê ji dagirkeriya xwebînin
û mafê Kurd û Kiúrdistan nasbike. Eger Tirk bixwazin ji mirovatiya dinyayê
fêhm bikin, divê hurmetdarê mafên xwezayî Kurd qebûkbikin, þertên
demokrasiyê bîne bicih. Þertên dadweri û zaguna mafên mirovanre
hurmetdarbin. Tirk bila baþ bizanin gelê Kurd xwidan dîroka kevnare û dest
ji axa xwe û kanî û Kurdistana xwe bernadin. Divê mejiyên xwe bo þaristaniyê
bixebitinin ku bizanin ew kar û zulma wan dijê þaristanî û demê nûjene.
Dawîde divê rejîma Tirk bizane ku Kurdistan dê bibe dewlet û dema lêdan û
zordariyê nemaye, Kkk û Öcalan jî jêre nikare bibe heta heta asteng.
Ji Sala 2006 berbi Sala 2007, Dardekirina Rejîmek ji rejîmên Dagirker
Karbidesta Kurdistan herdû îdareyên xwe kirin yek û îlankirina Hukumeta
Kurdistan ragihandin bo cîhanê. Biserok wezîriya Nêçîrvan Barzanî Hukûmeta
Kurdistan destbikarê xwekir. Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî ji terefê
Parlamentuya Kurdistan yaku gelê Kurdistan hilbijarrtî ve, hate hilbijartin
bo Serokê yekemîn yê dewleta Kurdistan. Celal Talabanî weko Kurdek bo cara
yekemîn buye serokê Iraqa federal. General Babekir Zêbarî wek nasnama Kurdî
buye serok erkanê artêþa Îraqa Federal. Rejîma xwînrija Iraqa hilwesahî
21.8.2006 de yekemîn rûniþtina dadgeha dijê Enfala þehîdkirina Kurdan
despêkir. 33 dadgeh hatine kirin. 182.000 Kurdên Enfalê û 8000 Barzaniyan
dihat dadgehkirin. Dadgehkirina endamên rejîma hilweþahî berdewame.
Belgeyên resmî îþaret dane dewleta Tirkiye bo ji navbirina gelê Kurd ligel
îraqê harîkarbikin. Dadgeha teybet ya li Bexda sizayê Dîktatûr Seddam û 2
havalên wî Awwd Hammad Bender û Berzan Tikrît liser kuþtina 148 xelkên
Erebên Duceylê de di 5.11.2006de hate dayîn. Liser îhtirazê ku Tawanbaran
ihriza xwe bo Dadgeha temyîzê hingê diyarkirbûn, îro 26.12.2006 de dadgeha
temyizê daxwaza Sedamê xwînrij redkir û biryara bo dardekirina Seddam û 2
kesên dinên Xwinrijê rejîma ruxayî dan. Di prês konferansekêde hate
ragihandin, Dinava 30 Rojande divê ewan bêne dardekirin.
Didîroka Kurdistanêde yekem Zalim û xwirijê bê sinûr didadheha welatê wîde
bi dardekirinê hate îdamkirin. Seddam 35 Salan wîjî weka gelekan bawerdikir
ku zordariyê liser Kurd û têkbirina gelê Kurd liser milên wiye. Tevgera
azadiya Kurd bo bi destveînandina doza rêzaniya axa Kurdistan didemekî zor
dirêje dijê simkarî, zordariyê, talankariyê, gelkuþtinê, înkarkirinê û
nenaskirina hebûna xwe dicengdê þaristaniyêde dijê çar welatên Kurdistan
mêtingehkirînde liber xwedidi. Têkoþîn hêjî berdewame. Lê ji serokên
rejîmekî ku dijê gelêKur liber dadgehêde stû xwarbûye.
30.12.2006 bigorî dema Bexda siet 5:30 destbixwîn û wêrankarê Kurdistan
Sedam Hisên, Dadwerê dadgeha Þoreþa Seddam Awwad Hemmed el Bender û Berzan
el Tikrîtî jiber tawana Duceyl ku 148 Erebên þîî qetilkirîbun hatin
dardekirin. Tv ya Iraqê weþand. Liser tawanên Duceylê Cigerê Seddam Taha
Yasîm Ramazan cizayê heta heta. Karbidestê Basiyên rûxayî Abdûlla Kadem
Rudayî, Abdûllah Rawed Mizher û Alî Daîm alî jî her yek 15 ciza stand.
Reaksiyaonek ecêp ji Þebekaya Imralî DTP Aysel Tuðluk, daxwiyanî da malpera
Kkk ku ew vê dardekirinê rast nabînin. Bila Seddam saxbimaya. Duvre kkk-pkk
jî daxwiyanî dan, „em vê îdamkirinê tasvip naki“(anf)
Dr. Dîndar Zêbarî bi aweyekî resmî beþdarê civîna Netewên Yekgirtî(UN) li
New York bu. Dicivîna berfireh yaku bu Setreterê Nû yê wê rêxistinê hatîbu
dest nîþankirin, bi navê Kurdistan axaftinek pêþkêþî civîna Netewên Yekgirtî
kir.
Bêker – Hamîlton raporekî bê serûber û dijê siyaseta Kurdistan pêþkêþên
Karbidesta Serok Buþ kir. Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî bi hiþkî ew rapûra
Bêker-Hamîlton redkir û daxwaza erkên cîdî ji Emerîka xwast. Serokkomarê
Iraqa Federal Celal Talabanî Piþtgiriya helwesta redkirina serok Barzanî
dijê rapûra Bêker-Hamîlton kir. Parlamentuya Kurdista û Encûmena Kerkûk jî
destek dan helwesta serok Barzanî. Dij û qebûlnekirina rapûrê Kurdan
protesto lidarxistin. Kurdan li Kurdistanê dest bi kampanya îmze komkirinê
bo hukûmeta serok bûs despêkirin.
Duvre gelê Kurd li bajarên Kurdistan rabûn ser kolanan û dengên xwe xistin
piþt dengê Serok Barzanî. Li Ewropa zûrbeyên wan welatan civaka Kurde ew
rapûra Bêker- Hamilton mehkûmkir û dengên xwe dane piþt dengê Serok Barzanî.
Serok Bûþ wezîrê xweyê Bergiriyê yê nû Robert Gates rêkire Iraqê û Ligel
Serokê Îraqa Federal Talabanî û serokê Kurdistan Mesûd Barzanî civiya.Piþtî
vegera ew vegeriya Emerîka, Gates Rapûra xwe ya liser seredana Iraqê û
dîtinên Kurdistan nivîsand û pêþkêsê Bûþ kir.
Serokwezîrên Tirk R.T.Erdogan li Diyarbekirê got, Pirsgirêka Kurda heye û
þatiyên dewletê jî hene. Lê hêza iþkereya dewletê lingên wî girêdan. Li New
York ê jî got Kurdan meseleya mafxwaztinê li Tirkiye nîne û hemî jî wek
hevin. Ev jî bi girêdana Partiya þebekeya dewletê angu ya Imralîve mirov
dikare girêbide.
Parlamentuya Ewropa danûstandinên xwe ligel Tirkiye hilawîstin. Jiberku
Tirkiye ji medeniyetê û demokrasiyê naxwaze fêhm bike. Dibêjit, lê napêjit.
Di rapora Karû barên xwarinêde liser Tirkiyeyaku parlamentuya Ewropa
weþandîde du caran Navê Kurdistan nivîsandin. Tirkiye jiberku hînê
þatistanyetê nebûye û nabe, dijê Navê Kurdistan birojan diçapemeniya xwede
cihê dijatiyê xemilandin.
Netewên Êkgirtî (UN) ambargû danîn ser Îranê. Jiber ku Îran bi
tawanbarkirina çêkirina çekên atomî tête tawanbarkirin 23.12.2006 de,bi
amadebûna 15 endamên konseya ewlekariyê biryara ambarguyê danîn ser îranê.
Îranê jî heman demîde ev biryara Konseya Ewlekariyê redkirin û biryarekî ji
hukûkê dur dane diyarkirin. Herweha Sekreterê Asayiþa Netewiya Iranê Elî
Larîcanî, „em programên xwe betalnakin û liser jî emê berdewam karbikin“ bo
dinyayê da iþkerekirin. De em bibînin ka ev Sala xêr û xweþî dê bo gelên
Rojhilata navîn çi baþiyê û êþê pêkbîne didemên pêþde dê diyarbibin.
Serok Barzanî liser 27 Rojên ku li Bexda ligel serkomar, serokwezîr û
layanên din rûniþtinên, bi konsûlên dervere û ligel wezîrê berevaniyê
Emerîka Gates, liser rewþa îraqê û biteybetî Kurdistan û Xala 140 û bûtçeya
Sala 2007 beþê Kurdistan agahdarî daye parlamentûya Kurdistan. Serok Barzanî
hiþyarîda bi teybetî Tirkiye ku destdirêjiyê nava Kurdistan nekin. Tiþtekî
seyre ku dibêjin referamduma Kurkûk bila neyêt kirin û statûyekî teybet
hebe! Ev birastîjî nayêt erêkirin û di destûra Iraqa Federalde çawa hatiye
nivîsandin, dê bigorî wêjî mesela Kerkûk bête çareserkirin û Kerkûk dê
vegerê ser Coxrafiya Kurdistan. Mafê gelê
Kurd dewletejî Kurdistan ya serbixweye.
Sala 2007ê li gelê Kurd û Kurdistan pîrozdikim,
Kerkûk li Gelê Kurd û Kurdisan pîrozbe
Silavekî germ bu Rêberê doza gelê Kurdistan Mistefa Barzanî
Cejna qorbanê li Gelê Kurdistan Pîrozbe.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|