|
Dijminkariya
Ocalan li ser Kurdistan berdewame! Rejima Dagirker jî keyfê dike!
ÎSMAÎL GIRIKÎ
11 Kewçer
, 2007
Gelo Kongra-Gel wezîfa wê çiye?
Dîroka têkoþîna gelên jêrdestest de, rêxitin yanjî partiyekî weka vê þebeka
dewleta talanker „bi gotin ew milet nexapandiye“. Eger nimineyekî weka vê li
Efrîqa jî hebe kerembikin mejî agahdarbikin.
Min bi xwe çendan car got hêdî mirov nizane ka çend rêxistin û komelên
Imralî û Komita dewletê dijê Kurd û Kurdistan hene. Her serê malekê komelek
daniye û xwediyê malê jî nebuye serokê wê , belko biyaniyek buye serokê
komela mala xwe.
Kesên dibin berpirsên van komel, rojname û tv yan, ku bi biryara Imralî
hatîne avakirin û ajotin sedê sed bê helwestên ehlaqî û siyasîne. Îrada wan
ne didestên wandeye, belko didestê komîta Imralideye. Bi gotinekî din
mengene didestên hêzên dewletêdeye.
Ha livêderê divê ez bala vêjî bidin kiþandin ku wan kesanên xolam û
xizmetkarên komita Imralî dikin helwesta xweya siyasî bo parastina dewleta
talanker diyarkirîne. Jibona ko ez bi xwe vê disa dubarebikim û herdem
dibêjim. Pkk-Kadek-Kongra-gel-Kck-Knk- Hep-Dep-Knk-Hadep-Dtp nizamin çendên
din. Evan hemî bo „DÝJMÝNKARÝYA GELÊ KURD U NE AVAKÝRÝNA KURDISTAN HATÝNE
AVAKÝRÝN.“
Þebeka dewletê yanî Dema biryargeha wan li Þam bu dîtina wan ya siyasî çibû
û îro çibu? Sondxwariyê Kemalîst Ocalan li wê digot Mesûd Barzî dewleta
Kurdistan Avadike. Ev dewlet dê bibe xincerek liser piþta Tirkiye, Iran û
Suriye ey geneneralên Tirk ma hon nabînin û nizanin dikir qêr di çapenmeniya
xwede. Lê pîþtî çend Roj berê Orgeneral Ilker Baþbuð: „Eger dewleta
Kurdistan avabibe wê bibe felaket“digot.Hem Kck û hemjî Artêþa dewleta Türk
talanker sedêsed weka yek difikirin û neyartî û dijminatiya dewleta
Kurdistan hindî hêza wan heye bi ahengî dimeþînin.
Ocalan û siyaseta wan çi guhartin lê nebuye, berovajî bo parastina dewleta
Tirkiye tiþtên ji destên wan tên danpaþiyê nakin û berdewam xortên Kurd
belaþ û elaþ dikin korban bo rêlêgirtina doz û kêþa gelê Kurd û Kurdistan.
Kurdên Li duv wanjî diçin piþikdarên vê xiyanetêne. Îrojî siyaseta bi rengê
koruyê Ocalan: „Güney'de Kürt devleti kurulacak. Peki, daha sonra ne olacak?
Bu çözüm Türkiye için çok tehlikeli olur. Türkiye'de bunu isteyenler,
tehlikeyi göremiyorlar. Oysa bu planýn sonucunda neler olabileceði büyük
güçler tarafýndan hesaplanýyor. Böyle olursa Türkiye'nin bir tarafýnda
Ermenistan, bir tarafýnda Kürdistan bir tarafýnda Yunanistan olacak. Bunu
göremiyorlar“28.9.07(26.9.07çarþembAv.Gör).
Gelo birastî jî Pkk partiyekî Kurde?. Dibeku Ji terefên gelik kesan ve, ev
bo wan ecêpmayî têt. Heywan dema heywanbe ew wesfên nijadiya xwe pêktinit û
erkên parastin û temînkirina jiyana xwe binecihdike.
Pkk tucaran bihêz nebuye ev dîtina min neya îroye belko hêjî komita Imrali
Li Þamê buye. Eger birastîjî pkk partiyekî kurdba û mexseda wan azadiya
Kurdistan baya,di wê îdiayêde dixebatê dikin dibêjin, „Gelo çima bostek ji
axa Bakûrê Kurdistan heta îro rizgar nekirîne?“ Jiderveyê vê Kurdên xolamên
Imralî bila bizanin ew ne jibona daxwazên mafê siyasiyên gelê Kurdistan
têkoþînê didin , belku bona kemalistparstin û dijatiya Kurdistan xebatê
dikin divê holê bizanin.
Bi dehhezaran kesan bo xatirê parastina dewleta Tirk komdikin û enerjiya wan
belaþ tavêjin berlingên zalimên dewletê, Imrali bo vê keyfxweþdibe bêguman.
Hindî Kurdên duvikên Imralî hizra Kurdistan nekin ew baþin. Kurdên bi
zanabun vê xiyanetê bidumînin di dezgehên pkkde (tv,rojname û kovar ûhw)
bila bizanin ku ewan ji di nava xiyanetêdene û dîrok vê pêvajokê tomardike.
Kck(Pkkê) programê azadiya netewa Kurd nîne. Wan ev di sratejiya xwede jî tu
cara cihnedayê. Hebe yanjî nebe. Koleyê dewletê Ocalan e. Meþ be bo wiye,
axftin be bo wiye, xwarin be bo wiye, hersal bicaran dest bi kampanyakî bê
mane û rureþ u direw ji Ocalan re didin ajotin! Qalibê danina mejiyên
çêkirina siyasetê kesên tajon jî dîsa hebe nebe Imraliye û xaînên doza
Kurdistanin. Di serkaniya van hemiyande dewlet û siyaseta dijminatiya
Kurdistan tête ajotin.
Gelên jêrdest têkoþîna çekdarî ne tinê ji bona Mafê demokratîk didin, belku
bo serxwebuna welatê ku dinav mêtingehî û dagirkeriyêdeye didin. Bo mafên
destveînandina rêzanî, civakî û dewletbunê didin.
Doza me gelê Kurd jî ne doza tinê mafekî demokratîk û „çend gotin Kurdî
axaftine“, belku doza siyasî, axa welatê me Kurdistanê rizgarbike ye.
Dema ev holê be, bo rejîma dagirker rêxweþkirinjî, welê dixweyêt bi Salaye
ketiye ser milên Kck-pkkê. Doza Kurd, doza dewletbunêye, yan jî berfireh
kirna parastina Kemalista ne gelo? Ev bo wî beþê bi zanabun û bê zanabun bi
salaye pistgiriya Imralî Kck dikin bi rastî þûûrê Kurdayetiyêde divê hûr û
kûr bifikirin…
Kesên destekê didin vê þebeka Ocalan gelo ma bê çavin nabînin, yanjî nizanin
stirhanên Imralî gazî çidikin? Pêþeroja Kurdên Bakûr bi vê rewþê xirabe û
þebeka dewletê jî liser karên xweyên qirêj û dijê doza mafê netewiya Kurd
hingî diçe nebaþtirdibe. Partiyên meyên Birastî jî xwedî helwestên netewî û
doza Kurdin bêdengin û çi hewildanên wan jî diyar nîne. Nimone li pêþiya her
partiyekê divê PDK-Bakûr serên xwe bêþîne û „bêje bese êdî“ derkeve pêþberê
Civaka xwe û vê pêvajokê bide rawestandin û berteref bike. Kengê ew Roj dê
bêt, kengê dê misyona xweya dîrokî ku partiya „Mak buye desthilat“ wê teqîp
bike? Ez merek dikim bi rastî.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên Îsmaîl GIRÎKÎ
|