|
Pêþmegeyên
Kurdistan û Parastina axa Pîroz
ÎSMAÎL GIRIKÎ
20 Kewçer
, 2007
Silav ji were Pêsmerge
Eger rejîma Tirkê xwînrij çêþ hebe, Hukumeta demokrat ya Kurdistanê jî
Artêþa heyî. Eger wan tank û top hebin Pêþmergeyên qehreman jî tank û topên
heyîn. Eger wan zurdarî û destxwînî hebe, Pêþmergeyên Kurdistan medeniyet û
însaniyet heye. Eger wan Balefir hebin Pêþmergeyên Kurdistan jî arpîçî û
îrada însanyetê heye. Eger wan dewletek heye, Pêþmergeyên Kurdistan jî divê
dewleta xwe hebe û têde bijîn. Eger wan rêya þerkirinê jixwere bijartin bi
hêceta Kck-Imralî, Bi hemî muqedesata xweve pêþmerge dê berxwedanekî dîroko
bide dewleta Tirk ku cîhan jî ecêpmayî bimîne.
Rola gelê Kurd li Bakûrê Kurdistan dê çibe? Ez merek dikim. Þebeka navê Kurd
bi xweve danî dê çi helwest hebe ? Hêji niha û pêde helwesta Þebekeya Imralî
diyare û rêxweþkerên Artêþa Dewleta Tirkê dagirkerin.
Tirkiye û desthilata wê zulum, kuþtin û talankariyê pêve, ne ji medeniyetê û
nejî ji Insaniyetê fêhm nakin. Ev dewleta ku bi gelkuþtinê û zilmê hatî ava
kirin û naskirin, 80 Sal serde derbazbun hêjî ew aqilê paþmayê xile û
çavsoriya osmaniyan bernedane.
Dinya jî dizanit ev qêra dewleta xwînrij û ne guhdar ne jiber KCK dixwaze
derbazê Kurdsistanê bibe, belku daxwaza ji holê rakirina desthilata
Kurdistan e. Boçi dewlet rêya qakil û medeneiyetê qebulnake ? Jiber ku
dewleta xwinrij û talanker ji xwînê hizdike.
Miletwekilên wan, serokwezîrên wan û serleþkerên wan ji derveyê ehlqî
zimandirêjiyekî pîs dijê Baþûrê Kurdistan dikin. Þer þere. Dest û lingên
Pêþmergeyên qehreman ne girêdayîne ku hon biçin avê vexwin yanjî pîknikê
bikin. Belku divê MGK turbên weka buyera Silêmaniyê jî bi xwere bibin.
Serokwezîrê Laz R.T Erdoðan dibêjit : « Jibona derbazbunê kes bila akilî
nede me. Emerîka wexta ketî Iraqê ma jime pirs kirîbu gelo ?»
Emerika, Rusya û ÊE,Iraqa federal, Hukumeta Kurdistan huþarî dane rejîma
Tirk ku þaþîtiyekê neke û hewildana çûna nav Kurdistan neke (Beþê Baþûr). Lê
neviyên dîroka destbixwîn û qatilên insanyetê xewna Kibrisê dixwazin liser
Axa rizgarbuyî biceribînin.
Meclîsa Niwêneran ya Emerika Komîta derve10.10.2007 biryar liser qetlîama
Ermeniyan da. dijê 21 bi 27 dengan Gelkuþtina Ermeniyan ku di Sala 1915 de
liser destên Osmaliayan pêk hatibu qebulkirin.Serokkomarê nu yê, ha îro
yanjî sube bi lêdana darekê ji deshilatê bête rakirin got : « Ev biryara
heye jibo miletê Tirk bê hukme ».
Tirkiye General Kunsulê Emerika gazî kire wezareta derve û bi navê dewletê
Misteþar Ertuðrul Apakan nerazîbuna nîþada.
Tirkiye General kunsulê xweyê Washington Nabi Þansoy weko protestuyê gazî
kire Enqere. Lê balefir desneketiye bi fire biçe Enqere. (çapemeniya
Tirknivîsand).
Rayedarên Tirk bi yek koruyê nav û gotina terorê ji devên xwe kêm nakin. Lê
Terora ku vê Dewleta Tirk liser Kurdstan bikar aniye, ne însaniyet û nejî
huquk qebulnake. Axa Kurdistan dê bibe mezarê cêþa Tirk. Pêþmergeyên
Kurdistan qehreman generalên Hêza Pêþmerge weka berê dê dersekî aqildayînê
bidin Tirkiye.
Pêþmergeyên Kurdistan çawa ku berê jî xwîna xwe ya pîroz bo axa Kurdistan
kirin diyarî, îrojî amadeye wê xwîna xweya muqedes û pîroz bike diyarî. Zor
caran dîrok îmkan û destketiyên lêhatî pêþkêþê demî dike, lê pêþwazîkirina
vê dîrokê, giringe bo dahatiya gelê Kurdistan. Gelê Kurd bi tevî beþên
civaka xwe, divê bi serxwegirtinekî mezin û netewî, vê dîrokê bibîne û
bizane û pêþwazî bike.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên Îsmaîl GIRÎKÎ
|