|
Rêya
Serxwebûna Gelê Kurd di netewperestiyê re derbas dibe
ÎSMAÎL GIRIKÎ
03.01.
2008
Dewletên dagirker jiber
hilweþandina Rejîma Faþîsta Iraqê acizin û nerihetiyên xwejî weko Serokê
Kurdistan Mesûd Barzanî destnîþankirî tînin ziman. Jixwe liserîde Dewleta
Talanker û Xwînrij Tirkiye dijê têkçûna Rejîma despotbu. Lê ji hêza wê nehat
vê xizmeta xwe ya weko herdem bo wê rejîmê bide domkirin û 2003de serejêrbu.
Kurd jiber ku hêjî nikarin wezîfa neteweperestiyê pêk bînin, nikarin bibin
xwedî setdhilata Erdê jî. Axa gelê Kurd hêjî dibinê nîrê talanker û
mêtigehiya dewletên xwînrijde dinale û Kurd jî weko pêwîst xodantiyê lê
nakin, yên dikin re jî ji terefên xwe firoþanve têne suçbarkirin. Jiber ku
Kurd ji neteweperestiyê pir û pir durin hest û ramana qewmiyeta xwe naynin
bîra xwe.
Dewletên dagirker û talanker, bi rêya çapemeniya xwe liser gelê Kurd bi
metudên bê ehlaqî û rizî didin ajotin. Dema ev bi vî rengî dimeþê, li Imrali
û Qendîla nokerê wê jî, ji vê rewþa harîkar îstîfade dike û bi tevî vêjî,
rewþa heyî weko ew dikin, didin bilav kirin dinava civaka Kurdde. Gotin û
beyanên nava wan vale, ji xapandin û dirêjkirina demî pêve tu xebata wan ya
doza gelê Kurd liber çavan tuye.
PKK-Ocalan: Em rola Kemalizmê dijê Kurdan dilehîzin
Ev þebeka dijminê Kurdan bêku bi veþartî siyasetê bajon misyona dijminkariya
dîroka siyasseta Tirkiye liberçan datîne û bê vebir dewleta xwinmij,
talanker, dagirker tinê rêya dewletbuna Kurdistan pkk-imrali dikarin bibin
astek û : ..”PKK'nin bitmesi Türkiye'nin çýkarýna da deðildir. Çünkü
PKK'nin tasfiye edilmesi durumunda ABD-Ýngiltere çizgisinin desteklediði
ulus-devletçilik devreye girecek ki Güneyde geliþtirilen budur. Bunu Kuzeye
ihraç etmek istiyorlar.
Ýki çizgi var: Biri Güneydeki ABD'nin desteklediði ulus-devlet anlayýþý;
bunu Güneyde olgunlaþtýrýp tüm Kürtlere ihraç edecekler. Ýkinci çizgi de
bizim geliþtirdiðimiz demokratik konfederalizmdir. Türk Devleti PKK'yi
bitirdiðinde neyle karþýlaþacaðýný bilmiyor. Bu siyasetle hem Türk Devletini
hem PKK'yi kontrol altýna almak istiyorlar. 1920'lerde de benzer bir siyaset
güdüldü. O zaman M. Kemal Kürtler ile eþit iliþki geliþtirerek bunu aþtý."
…“Nasýl 1920'lerde Musul meselesini yarattýlarsa þimdi de aynýsýný
yapýyorlar. Þeyh Sait meselesi üzerinde de klasik ayný siyaseti uyguladýlar.
…“Þimdi de yine 1920'ler benzeri bir siyaset devrededir. Benim buraya gelmem
de bu yüzdendir. 1920'lerde de benzer bir siyaset güdüldü. O zaman M. Kemal
Kürtler ile eþit iliþki geliþtirerek bunu aþtý." . Þimdi yeniden Kürt-Türk
iliþkilerini bu bakýþ açýsýyla deðerlendirmek gerekiyor."
( Roj tv,Öp 28.12.07Av.gör.)
Ev siyaseta li jor, siyaseta merkezi ya pkk -Imralî yaku generalên Dijminên
gelê Kurd bi koordîne liser destên Kurdên Imralî weko biryar tête meþindin,
ez tercûme nakim.
Siyaseta ku dewlet bi destên pkk emir dike, divê asteng li pêþiya daxwazên
Kurdan herdem were girtin û nehêlin dewletekî Kurdistan ava bibe. „Siyaseta
PKK emir dike, didemê M.Kemal Atatürk de bi çi metudê wî Kurd xapandin û
serket, îrojî divê dewleta Tirkiye wê siyasetê bi rêya pkk karbîne“. Eger
Pkk nebe dewleta Tirkiye dê were parçekirin û rêya neparçebuna dewletê jî,
di siyaseta wanre derbazdibe dizanin. Siyaseta li Þamê dijê doza Kurdistan
didan ajotin, îrojî bê vebir wê siyasetê liber singê Kurdan bi dijminkarî
didin meþandin bêku biveþêrin. Jiberku Kurdên vê siyaseta Imralî ji xwere
îstîqamet dizanin, ji derveyê netewbunê tevdigerin û naxwazin tehloka dîrokî
bibînin. hêjî parastin û piþtgiriya vê siyaseta dijminkar dikin. Di kombuna
vêde; ew Rêxistinekî dijminên Kurda ye û dijê Gelê Kurd þerî dike.
Dewleta Talanke û xwînmij, ji dînamîkên nava xwe ditirse jiber vê çendê
liser Baþûrê Kurdistan destdirêjiyan dike û dixwaze tevliheviyan pêkbîne. Ev
dînamîkên dinava Dewleta Tirkiye de çine? Eger Mirov berê xwe bide rewþa
rastiyê Gelê Kurd liser warên xweye û talankeran ew axa wan dagirkirine.
Vêca eger em doza mafê xwe û doza dewletbuna xwe dixwazin/bikin, çi xêr û
mineta Tirkiye nebe.
Dewleta Tirkiye jiber ku dewletekî Polisî û desthiþke, tucaran nebuye xwedî
dewletekî hukûkê. Jiber vê çendê bi îsrar dixwaze mudaxaleya nava Baþûrê
Kurdistan bikin. Ya ku mirov dizane desthilatdare, tinê cêþa talankere.
Kê gotiye destdirêjî û têkvedana nava Kurdistan parastina mafên Mirovane,
bigori hukuka navdewletî û demokrasiyêye gelo? Îdîayên ku aqilmendên?
dewleta faþîsta Tirk berçavdikin, ji derveyê mantiq,ehlaqî û kenê mirovan pê
têt.
Vê destdirêjiya xwe bi parastina Îraqê û neparçekirna wê dizane? Kengê
Tirkiye dinava xwede þert û mercên demokratiyê, mafê mirovan û hukuka
navdewletî bikar aniye, ku îro vê direwê dike sebebê destdirêjiya nava
Baþûrê Kurdistan? Tirkiye kengê þanaziya þertên demokratiyê fêmkiriye? Em
Kurd miletekî kevnarin û xwediyê zêdeyî 7hezar salanên dîrokêne. Gelê Kurd
esilzadeyên Rojhilata navînin.
Gelê Kurd Alfabeya Kurdî hebuye hêjî cumhuryeta Tirkiye nehatî avakirin.
Piþtî 1923 Alfabeya xwe ji Alfabeya Elmanya kopi û wergirtiye.
Dewleta Tirk liser gelê Kurd jenusîdê pêk tine, Kurdistanê dixwaze çûlbike,
Civaka Kurd jê vale bike/dike û mihaciarn lê bicihdike. Ev zordariya dewletê
domdare û Kurdên ji xwere dibêjin Kurd! ders ji dîrokê hêjî ne
standine/yanjî naxwazin bistînin.
Eger Profesurên sodxwriyên dijminên Kurdan behsa hukukê bikin, dive jibîr
nekin ku Kerkuk bi gorî yasaya bingehiya Iraqa Federal Xala: 140 dê were
bicih anîn. Çima ev dewlet vê tiþtê nabîne û rûyê xweyên dijê kurd didin pêþ
bo nemana destketiyên gelê Kurd? Bi sedan Salin dijminên gelê Kurd vê rêya
xapandin bikar tînin û jixwere hindek Kurdan dikin mûçikê destên xwe.
Halbukî Hukumeta Kurdistan heqê wê yê daxwaza dewleteka Kurdistan ya
Serbixwe heye. Miletê Kurd ji 40 Milyonan zêdetire. Liser rûyê dinyayê 300
hezar kes mafê dewletbunê heye, lê çima gelê Kurd 40 milyone nebe?
Serok Barzanî bêguman dê destên xwe bavêje Kerkukê, jiber ku Kerkuk hem bi
dirikî û coxrafî û hemjî mirovên wêve herêma Kurdistanê ye. Dewletên behsa
hukukê dikin , bixwe kukukê binpêdikin, serde jî xwedikin landika
demorasiyê!
Tirkiye hinê Kibris buye. Çawa Kibris dagirkir1974, dixwaze wê kiryara
destbixwîn û dagirkeriya xwe li Baþûrê Kurdistabn jî bikar bîne. Bi sedan
Salin dijminên gelê Kurd dewlemendiya Kurdistan ya ser erdê û bin erdê
dixwin. Birahim Xelîl jî dikin weak mineta xwe!
Sifîlên Tirkiye jî ji generalan zêdetir bune general, bi gotinekî din,
Zankoyên Tirkan buye hêlîna generalan û bi yek carê dest ji medeniyetê û
demokrasiyê û hukukê navdewletî berdane. Herçende berê jî tu tikiliyên wan û
nasbuna wan biryarên bi her rengên mafên Mirovan ve heyîn tunebuye. Dema
doza Gelê Kurd diçe guhên dewletê bi yek carê destên xwe ji biryar û
peymanên navdewletiyên bi mafên Mirovan ve, heyin tavêjin binê sergo.
Tehemula hebuna miletê Kurd nakin. Jiber vê çendê Em gelê Kurd û Tirkên
nijadperest ji hevdu durin û bi hevre jiyan ne mumkune.
Di dema avakirina dewleta Tirkiyede Ingilter piþtgiriya Tirkiye kir. Lê dema
dewletek piþtgiriya Kurdan bike rayedarên wan weka wehþiyan lêtên. Tirkiye
zûde dest bi kiryarên nefsî dijê Kurdistan kiriye. Li vêderê Barê giran û
dîrokî liser milên Serok Barzanî ye. Ew , bi baweriyekî pir mezin û lêhatî,
çarçûva ajotina xebata muqedes û bê tenezûldayin, bi piþtevaniya gelê Kurd
dê bigehê wan dawaz û armancên doza Kurdistane.
Mafê Ku hukûka navdewletî dide Tirka, Dide Kurdan jî
Eger dilsotiyên doza Kurd, ango rewþenbîr û Nivîskar û Rojnamevanên Kurd
bizanîban, ka ev dewlet çawa planên wehþane dijê Kurd û ava bûna Kurdistan
didin meþandin, da madî û manewî parastina dewleta Kurdistan bikiran û
Imralî jî piþguhxistana. Dema Barzanî daxwaza mafê rewayê gelê Kurd û axa
Kurdistan bike/dike, çima ev bibe mineta dewletên dijminan? Ez naxwazim
dibinê zulm û zordariya talanker û zordarande bijîm, ez dixwazim liser erdê
xwe, axa Kurdistan serbest û azad bijim. Ma ev dijê beyannameya UN ye, yanjî
dijê meyannameya Ewropaye ? Nexê.
Dewleta xwinrij bo zihiyeta xweya pîs û neheq encam bide, dijê meþruîyeta
doza mafê gelê Kurdistan, þev û rojê, bo ku xiyalên xweyên pîs û gen û
gemartî pêkbînin, rêveberên Kurdên Imralî bikartînin. Heta kengê ev bêbextî
û nezanîna vî beþê ser nizim dê rabe jor gelo? Fekin dîrokê ji 1514 heta îro
kêmasiyek mezine bo wan Kurdên cumhuryeta faþîstên Tirkan diparêzên û rêya
serxwebûna kurdistande dibin kinoþkê/milkizê destên çopçiyan Tirkiye..
Hukuknasên Kurd çima karnakin ?
Ev destdirêjî, xwînrijiya bi salaha salin artêþa Tirkiye dijê gelê Kurdistan
dike, bi gurî hukukê navdewletî sûçek mezine. Hukuknasên Kurd li kuderêne,
çima vê bi yek dengî biryara xwe nadin û vî sûçê dijê hukukê navdewletî,
dozê nabin liber dadgehê mafên mirovan ya navdewletî. Divê dijê dewletên
dijminên gelê Kurdistan dozê vekin?
Sextekar û direwker Profesorên Tirkiye mirov nizane ka birastijî wan li
Zanistgehan xwediye, ku ew zanistgehên ku em dizanin cihên zanistiyêne? Eger
dewletbuyin mafê Tirka ye, dewletbuyîn Mafê Kurdaye jî. Gelê Kurd ax, milet
û îrada siyasî heye û ev jî bigorî pîvana þêwirmendên dinyayê heqe. Tirkên
talanker di saedsalên 12 de hatin Rojhilata navîn bi xwînxwarî û talankarî
kirin û bun bela serên Kurdan.
Pêþneyarek bo Partî û rêxistinên Kurdan
Serok Mesûd Barzanî weko Serokê her çar hêlên Kurdistan bo raya cîhanê bi
biryarekî neteweperest bidin bidin iþlerekirin/ragihandin. Eger gelê Kurd
nexwaze dîroka pêþî 80-100 salan dubare bibe û ev miletê Kurd rastî
karesatên derbazbuyî nebe, divê bi dilekî evîndar û aqilane Serokatiya Serok
Mesûd Barzanî bo rêberê gelê Kurdistan ji cîhanê re diyarbikin. Nameyekê bo
UN,Ewropa, Rosya, Cînê rêbikin.
Bila dîrok dubare nebe, « Ez di vê nivîsa xwede pêþneyarê partî û rêxistinên
Kurdan dikim ku Serok Mesûd Barzanî niwênerê Gelê Kurd li seranserê cîhanê
bidin diyarkirin. Ez baþ dibînim ku didemekî ev çend hasas û dîrokîde, Partî
û Rêxistinên siyasiyên Kurd biryarekî dîrokî werbigirin û bo raya dinyayê û
dijminên gelê Kurd iþkere bikin ». Eger ev biryare bo cîhanê bête
ragihandin, hem bigorî destura mafê Mirova ya navnetewiya UN, hemjî bigorî
beyannameya îtifdaka mafên mirovan ya Ewropaye.
Dubare çapemeniya dijminan armanca gelê Kurd berovajî dide nasandin, jiberku
Kurdên Imralî zêdetir bi Pkk ve girêbidin rojane çapemeniya Zalim bi zanabun
vê dikin. Çend Pirsgirêkên Kurdan nine. Tinê Gelê Kurd yek daxwaz û armanc
heye: « ew jî serxwebuna Kurdistan bi xweye. Fikret Bila sedê sed dizane ku
Pkk ne partiyekî Kurd parêze, berovajî Kurd parçekere, Kemalistparêze û
bekçiyên dewleta Talankere. Lê Fikret Bila dizane Kurdên duvikên Imralî bi
van propagandayên çapemeniya wan, xizmeta pêvegirêdanê pitir têne xapandin û
giridan. Ev pesindayina Pkk ji bingehê çavsoriya dewletê talanker têt. Belê
Rêya serxwebûna gelê Kurd di neteweperestiyêre derbezdibe.
***
Hindek Malper bi baweriya min xizmeta çapemeniya Dewleta dijminên Kurdan
dikin bi wê weþana ew dikin. Eger we bo xizmeta Kurdistan tiþtekî nîne liser
liser binivîsin, ji kerema xwe nivîsên wan nedanin malperên xwede (istisna
netêde). Jiberku dema malperek bête vekirin miriv bizane ew ya Kurdaye û di
xizmeta Kurdistanêdeye.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên Îsmaîl GIRÎKÎ
|