Bike Malpera Destpêkê | Têkîlî | Reklam

 

                                            HAWAR-DENGÛBAS

     

Dengûbas/Agahî        

Mal

 

Kurdistan

 

Cîhan

f

Çand û Huner

k

Kurdistana Azad

 

Medyaya Kurdî

k

Zanist/Teknolojî

  

Jiyan/Civak/Aktuel

  

Aborî/Fînans

 

Nivîs/Lêkolîn  

 

Dosyayên Taybet

 

Arþîw/Lêgerîn

þ

Kunye/Rêvebirî

young team

  HAWARDENGÛBAS | Nivîs/Gotar | Kemal TOLAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Beþa Nivîs/Gotar/Lêkolîn

 

Giringiya dîrok û þûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê

 
 Kemal TOLAN / HAWARDENGÛBAS

 

04 Rezber(Îlon), 2006 weþandin:11:21 (GDK)

 

 

Weke ku ji aliyê raya giþtî ve jî tê zanîn, di van çend salên dawî de gelek daxwiyanî û agehdariyên balkêþ û giring di derheqê bajar, bajarvanî û hukumdariya li Hesenkêfê û avakirina projeya bendava Ilisuyê, ya ku li dewsa bajarê me yî antîk û pir qedîm de bêye lêkirin, hatine weþandin.

Ez jî dengê xwe tevî wan nerazîbûn, nêrîn, bang û çalakiyên li ser vî babetî dikim û dibêjim, jixwe ji ber ku dagirker û nijadperestên serdest timî dîrok li goriya berjivendiyên xwe dane nivîsandin, gelek „pirtûkên dîrokê“ jî ne rast hatine û têne nivîsandin.

 

Gelek xeleqên þopa dîroka jiyan û baweriya bav-kalên me Kurd(Êzdî)an ya demên berê jî ji aliyê biyaniyên ku hatine cîh-warên me bi darê zorê dagirkirine, nijadperest û serdestan ve hatine tûnekirin.

Lewma niha fersenda min jî zahf(pir) tûne ku ez bikarîbim gelekî ji dîroka me ya berê-kevn bînime ber çavan. Lê, ez dixwazim niha bi alîkariya zargotina me(elbet evjî ne bê kêmasî ne)ya ku vêga hêjî di singên gelek bav-kalên me ye zîndî dijîn de, li goriya çend dokument(bi dîtina min ev jî ne pir kevnin) li ber çavan hene û zanîna xwe hinekî bahsa nav û dîroka Hesenkêfê ya ku gelek þûnwarên me Êzdiyan jî li derdora herêma wê hebûn û hêjî hene rawestim.

Pêþîn em birênen yek ji dîroknivîsê me Kurdayî navdar, mîr Þerefxanê hukumdarê Bedlîsê (yê sala 1597 an), di pirtûka xwe ye „Þerefname“ yê de bahsa hinek eþîrên li derdora Heskîfê-Hesenkêfê dike û dibêje: "Sêzde eþiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aþtî, Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Þeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlî Piçuk, Reþan, Kiþkî, Çilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan (1:191).

Bi dîtina min, ji xwe baþ xwanê ye ku, hingê di wî wextî de jî gelek ji wan sêzde eþîrên hatine binavkirin(Îsturkî, Reþan, Cilkî, Xendeqî û Suhanî) yên Êzdiyan bûn e û hinek ji wan vêga hêjî hene.

Nimûne:


1 - EM BIRÊNIN LI REWÞA ÊÞÎRA ÎSTÛRKÎ YAN .


Vêga jibergirtin(kopi)eke Miþêwra(ev di wextê xwe de weke kitêbeke Êzdiya ye dînî û pîroz dihat dîtin) me Êzdiyan, ya ku di sala 1278 de bi destnîþana gelek Xasên Êzdiyan hatiye tomarkirin li cem min heye.
Xudanê vê Miþêwrê hêja Pîr Xetîp dibêje; "eþîra Stûrkiya jî mirîdê me ne….“ (2)
Wekî dinê jî li goriya agehdariyên min, gelek merivên ji vê êþîrê niha hêjî li li Ermenîstan û Gurcîsatanê dijîn hene. Xemgînim, di derheqê cîh û warên wan yên ku vêga lê dimînin de tu malumatên min tûnene. Her weha li virê bang û pir lave ji nivîskarên me yên li herêma wan dijîn dikim, ku ew van agehdariyên pêwîst ji me re tomarbikin û bi weþînin.
Bêguman, ew li deverne dinê de jî hene…..


2 - EM BIRÊNIN LI REWÞA ÊÞÎRA XENDEQÎ YAN:

Di nav zargotina me Êzdiyan de ciyê nav û warên Êzdiyên ji federasiyona êþîrên Xendeqiyan hêjî gelekî xwanê ye

Navê Xendeqî

Di bin vî navê Xendeqî de gelek êl û êþîrên Êzdiyan hebûne û hene(3). Ev federasiyona êþîrên Xendeqiyan îro hêjî di nav herêma „Êzdiyên Xaltiyan(4)“ de pir bi nav û denge.

Cîh û warên vê federasiyona êþîra Xendeqiyan jî, ji ber çiyayê Bûzêrî yên ku li kêleka ava Heskîfê (Hesenkêfê) dest pêdikin, têne heta ber pira Batmanê û ji vir jî diçine ber ava çemê Delan(li milê rastê), gundê Ridwanê, Kêl û Midêwr ê ye.

Di zargotina me Êzdiyan de hêjî tê gotin, heta dema petrol di sala 1934'a de li çiyayê Remanê derneketibû, tevaya Kurd û Êzîdiyan ji van war û çiyayên di nav herêma Heskîf û Batmanê re digotine "Çiyayê Xendeqiyan."



Belê, dema meriv bala xwe bide ser vî wênê Hesenkêfê, meriv dibîne ku çiyayê Xendeqiyan li hemberî bajêrê Heskîfê dest pêdiken.

Ji xwe di vî çiyayî de vêga hêjî Kela Virreyten(birênen li ser wêne jî xwanê dibe ku ev ne gelekî ji bajarê Hesenkêfê dûre)heye.

Li goriya ku zargotina me Xendeqiyan didinê xwanê û dibêjin, raste ku di wextekî de gelek þunwarên me Êzdiyan li derdora vê Kela Virreyten de jî hebûne.

Vêca, Xwedê bi tenê dizane ka ev kesê bi navê Virreyten(yê ku pêþiyê me çiqas eþîrên Xendeqiyan e), kengî di vê newal û geliyê çiyayê Xendeqiyan de hukumdarî kiriye ?
 


Tê bîramin, me Xendeqiyên li gundê Þimzê diman heta wan salên ku hêja pirra nû(ya vêga) temam nekiribun, timî di dawiya demsala havînê de zad-dexilê( ceh, nok, genim, nîsk û hwd.) li ser piþta ker û hespan dikir û dibir li Heskîfê difirot. Ji xwe tenê di vê demsalê de carnan hiza ava çemê Hesenkêfê kêm dibû û meriv karîbû hingê peya ajnî li ser piþta hesp-keran derbasî nava bajarê Heskîfê bive. Hinga hêza avê gelek buna, kelekvanan bi kelekan meriv derbasî wiyalî avê dikirin……..


Navên hinek gundên ku di wextekî de Êzdiyên Xendeqî lê diman ev in:
Baherziq ,,, Dêrikê,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,, Memika Pêþîm.,,,, Sîxura
Barisil,,,,,,, Feqîran (Pîrê Zeynîka),,, Mezirka ,,,,,,,,,,,,,,,, Þahsim
Basorkê ,,,, Gêdûk (Kaþaxî) ,,,,,,,,,,,,,,, Mirdêsî ,,,,,,,,,,,,,,,, Þihhê
Bazbût ,,,,,, Girê Reþ ,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,Mizareþê ,,,,,,,,,,,,,, Þêkestekê
Bazîwan ,,,, Keverzo (Êz. Fil.) ,,,,,,,,,,,, Qulibdor,,,,,,,,,,,,,,,, Þimzê
Bêdalê ,,,,,, Korik (Êz. Fil.) ,,,,,,,,,,,,,,,,, Sîlexer,,,,,,,,,,,,,,,,,,,Zercil (Êz. Fil.)
Çinêriyan ,, Malê Biniyê ,,,,,,,,,,,,,,,,,,, Sinê(Bakuftê),,,,,,,,, Zêwa Mîran (Ziyaretbû û Feqîr tê de bûn)


Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne kufþkirin û wenda nebin, min lewma navên gundan yên bi Tirkî ne nivîsandiye.(3)
Em dizanin, niha jî di destên Ezîdiyan de Tapo (qoçan) yên gelek gundan hene û herkes jî dizane ev êrdan erdên kê bûne. Lê ji ber ku hemû navên wan di kûtukan de hatine guhastin, êdî Êzîdi hew karin di rêya qanunan de dawa milk û talanên xwe bikin.
Evê berdewam bike

Çavkanî
1. Þerefxanê Bedlîsî , ÞEREFNAME (berî çarsed salan di 14.8.1597 de temam kiriye k.t.)-Tarixa Kurdistanê ya kevn- Zîya Avci, Apec çapa yekema kormancî 1998 Swêd
2. Xudanê vê Miþêwrê hêja Pîr Xetib e û ev di sala 1270 de bi destnîþana gelek Xasên Êzdiyan hatiye tomarkirin. Orginalê vê niha li cem mamostê thologiya Êzdiyatiyê, hêja Pîr Xidir Sileyman serokê Centerê Bingehê LALIÞ Dihokê heye.
3. Kemal Tolan, Kitêba “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne”- Sala 2000, ji Weþanên DENGÊ Êzdiyan.Rûpel:36-68

 

 

 

Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS hatiyê danîn ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.

 

 

Organên Sereke ya HKMG

Malpera Dezgehî-Sereke a HKMG:

hkmg.net

 

Medyaya Kurdî:

medyayakurdi.com   

 

AborîyaKurdistan:

aboriyakurdistan.com

 

PirtûkûWêje:

pirtukuweje.com

 

MûzîkKurd:

muzikkurd.com  

 

ZanistûTeknolojî:

zanistuteknoloji.com

g

SînemaKurd:

sinemakurd.com

 

Kurdistan World:

kurdistan-world.com

 

Dîrok û Dewletên

Kurdî:

dirokudewletenkurdi.com

 

Kurdistan Malper:

Hemû Malperên înterneta Kurdî :

kurdistanmalper.com

 

I Reklam;

interactivereklam.net

 

Bo Navnîþanên 40  Malperên Din ya HKMG: hkmg.net

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

           

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

irêdan  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hemû Mafên vê malperê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved  | Pêywendî | Derbarê HD | About U

©Ev Weþana Hawar Kurdistan Media Group e.| Web Development by HKMG. Hawar Kurdistan Soft | agahi@hawardengubas.com

hawardengubas.com | Kunye-Navdank | Arþîw-Lêgerîn | bike malpera destpêkê           

 

Ev Weþanekî    

 e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

1