|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Giringiya dîrok û þûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê-II
Kemal TOLAN / HAWARDENGÛBAS
16
Rezber(Îlon), 2006
Xwandevanên
hêja !
Ez timî dibêjim, ez van gotar-lêkolînan bitenê û li goriya zanîna xwe
dinivisînim. Hêvîdarim ev neyê wê mahnê ku ez dixwazim xwe ji wan hêjayan
yên ku li ser van babetan nivîsandine û ji we birêzan zanetir bidime xwanê.
Lê ez li goriya zanîna xwe dibêjim, min ne beradayî navê kitêba xwe ya
yekemîn daniye „Hebûn Tûnabûna Êzdiyan tev Romanên Zindîne“(1) û hêjî di
lêkolînên xwe de dibêjim „Êzdiyatî haveynê mirovatiya mezopotamiya ye û bi
taybetî ji xizna nasnama gelê Kurd e(2) û Êm kurd tev mina sêvên ji darekê
ne (3)“.
Keremkin werin em birênen li berdewama -Giringiya dîrok û þûnwarên Êzdiyan
yên li herêma Hesenkêfê II-
3- EM BIRÊNÊN LI REWÞA ÊÞÎRA „ÇILKÎ (çêlkî-k.t.)Û BECNEWΓ.
Min di gotara xwe yekê de jî gotiye ku dîroknivîsê me Kurdayî navdar, mîr
Þerefxanê hukumdarê Bedlîsê (yê sala 1597 an), di pirtûka xwe ye „Þerefname“
yê de bahsa hinek eþîrên li derdora Heskîfê-Hesenkêfê dike û dibêje: "Sêzde
eþiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aþtî, Mihalbî, Mihranî,
Becnewî, Þeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlî Piçuk, Reþan, Kiþkî, Çilkî,
Xendeqî, Suhanî û Bidyan (4:191).
Seydayê Cîgerxwîn jî li ser nasandina Bacinê weha dibêje:
„Di çaxê Mîr Þerefê Cizîrî de dijminahî kete navbera Mîr Huseynê Bacinî û
Mîr Þeref û Melik Xelîl, bavê mîr Huseyn, mîr Mihemed û diwazde kurên wî
kuþtin.….. Çawa Qizilbaþ ketin Kurdistanê, Becnewî bûne hevalbendên wan û di
keleha Heskîfê de asê bûn. Çawa ji vir tê xuyakirin, hindama Torê di destê
Bacinî(Becnewî)yan de bû…. Ewên, ko bi serpêhatiyên Becnewîyan agadarin
dibêjin: Bext û Becin û bacin birayên hev bûn û di Cizîra Bota de bûn(Raste
ev gotinên Þerefxan en.Birênen li çavk.4 rûpel:196 k.t.). Lê li hev nekirin
û Becin ji Cizîrê derket û hate Heskîfê. Eyûbîyan Heskîfe kele ij Becnewîyan
sitandine.“(Berdewam di çavk.5 rûpel:198-199 de ye).
Seydayê Cîgerxwîn berdewam dike û dibêje: „Becin(Bacin), êþîreke Kurde, li
Torê hetta îro jî rûnîþtîne û meriv ji wan re dibêjin Êzîdiyên Bacinê. Bacin
bi xwe þikeftin û wêran bajarek hîna heye, ko jêre dibêjin Becnexwêr, di nav
êþîra Hevrika de ye û bê gumane, ku Becnewêr, bajarê Becna, Becnewiya ye û
Mihemed Emîn Zekî Beg, wezîrê navdar dibêje, Becnewî, Becnawe, Basinawe. Lê,
bi rastî BACINE. Ji ber ku gundên bi „ba“ gelek di hindama Heskîfê de peyda
dibin. Bagas, Balan, Batûþ, Basyat, Bacin.“(5:rûpel:198-199)
Kekê Ebdullah Varlî jî dibêje, „Pur dîrokzanan gotine; eva navê Becinan di
para da li bal dîrokzanên Ereban bûye Beþina-Beþnewîyan, îro li bal kurdne
dumilî, peyva c-ç ya li bal Kurdne Behdînî, þ-j, di þûna hev da têne xebatê.
Wekî, Çûn=Þûn tê gotine….“(berdewam di 6:74-76).
“ Qirîna misilmanan di van gavan (sala 631 k.t) da xurî di Welatê kurdne
Cunukî da buye. Di wê gavê da Ereban ji wan ra Bacinan di gotin. Paþê eva
nava bi hinek guhurandinan bûye (Bejnewî-Beþnewî- Becnewî)...” (6:88-89).
“Beþnewîyan di sala 983 da fermanrewanîya bajarê bi navê
Finîk-Finik-Fafa-Îlfafan bûne. Evan Beþnewîyan di jîna Kurdne bi nav Buxtî
da þûneke mezin hildane… “(6:337)
“Gava Emîr Ebûnasir Hesen di sala 1131 de buye serokê Finîkê, îdî di binê
ala xwe de xebatê dike, destên hemîþk kesen ji fermana Welat bide birîne û
lingên wan pêpeskirina welat bide berdan. Evî serokî di cara yekem da hemî
Beþnewî dibinê ala xwe da daye civandin , Xeldî(birêne li çav.:3-4 k.t) û
Boxtîyan jî tivêk(tifaq k.t) bi vî ra danîne…”(6:339)
“ Di sala 1401 da Têmûr ferman dike ku duza Finîkê hilþîne. Dema eva duza
hatîye kavil kirinê, îdî binamala mezin jî ji Finîkê hatine Cizîr ê
…”(6:342)
Þerefxan jî dibêje,“ Nahiya Finikê aîdê van herçar eþîretên kudan e:
Becnewî, Þeqaqî, Mîran û Goyî.” (5 :188)
Kesên li ser vî babetî hêjî ku þik didil û mêjuyên wan de hene, hêvîdarim
hûn karibin li kitêba seydayê Cîgerxwîn(rûpel:193-200)û li tevaya kitêba
kekê Ebdullah Varlî(rûp.:60-102 û bi taybetî jî li wan çavkanîyên ku di
rûpel:73 an de hatine kifþkirin) birênin. Û dema nêrîneke we ye dinê hebe,
ji kerema xwe re me jî agehdarbikin.
Bi dîtina min, ev gotin û nêrîna di kitêba seydayê Cîgerxwîn û ya rêzdar
Ebdullah Varlî de gelekî balkêþin. Ez dixwazim li virê li bibêjime, rêzdar
kekê Ebdullah Varlî gelek spas ji bo we û van lêkolînên we yen balkêþ. Bila
rahma Xwedê li seydayê Cîgerxwîn be û ez wî bi hurmet bibîrtînim.
Vêca ez li virê cardinê bangî çiqas pispor û dîrokzanên me Kurdan dikim û
lavedikim ku hûn jî dîrok û giringiya van gotinên navên þûnwar, êl û êþîrên
me ye kevn, ji me xwandevanan re þîrove bikin.
DI VÊ NAVÊ RE WERIN EM BIRÊNEN, KA EW NETEW ANJÎ KESÊN KU GOTINE Û HÊJÎ
DIBÊJIN „KURD JI CINANE„ KÎNE?
Ji xwe seydayê Cîgerxwîn bersiva vê pirsê daye û egotiye, “Ewê, ko dibêjin
Kurd ji cinane agehdariyên xwe bi çewtî guhaztine.“(5:198-199) .
Her weha dibînim, rêzdar Ebdullah Varlî jî li ser vî babetî lêkolîn kiriye û
dibêje,“Ewan komalne Samîne ku ji wan re Ereb dibêjin; Kurd komelekî ji
cinanin…. Evan Kurdê ku Ereban ji wan ra cin gotine ji Nînova yê heya zerya
sipî di quntara çîyan da dijîtin…“(6:73)
„ Cuhûyan ji bona Kurdan re çê kirine ne ji bona rastiyê ye, ji hêrsa bi nav
û nûçikan li pey Kurdan ketine. Cuhûyan navê Kurdan di wan gavan da
Mad,Gûdî,Sirtî,Xeldî, Gûrattîtî û Cingatî zanî bûne û di purtûkê xweyê pîroz
da jî nivîsîne. Þixa Cuhûyan eva doza hanê heya denekî pêþva birine û paþê
Ereban ji wan sitandine, îdî ji xwe ra xemilandine…….….“( berdewam di
6:74-76).
Ez jî weke ku di lêkolînan de xwanê dibe û dibêjim, me Kurd/Êzdî an tûcarî
ne gotiye,“em ji cinikan e“
Ez jî timî dibêjim û gelek ji we xwandevan jî dizanin ku di Kurdîstanê de
jiyana me Êzdiyan, ji jiyana gel û olên dinê pir cûda bû. Piraniya
dîroknasên di nava desthilhildariya dagirkerên welatê me de rewþ û dîroka me
bi hemda xwe nerast û ne objektiv dane xwanê. Neheqî û bêbextiya gelek
dîroknasan ewe ku ewan di berhem, dokument û þîrovên xwe de li goriya
berjivendî û nêrînên hukumdaran bahsa dîrok û kevneþopên me Êzdiyan kirine.
Ji xwe ji ber van çewtîtiyên dîrokê ye hêjî „qanûnên“ dewlatên dagirker û
baweriyên nijadperestan bi hevre nahêlin þopa netew û çande(kevneþopên) me
Kurden resen bêne xwedîkirin.
Bi dîtina min lewma seydayê Cîgerxwîn jî gotiye,“ Ewê, ko dibêjin Kurd ji
cinane agehdariyên xwe bi çewtî guhaztine.“(5:198-199)
Em Êzdî înkar nakin û em vêga hêjî weke bapîrên xwe dibêjin, cinik li gelek
deveran hene û em ji keremet û surrên cinikan bawerdikin.
Keremkin ezê niha çend nêrînan ji nava zargotina me Êzdiyan yen hêjî li ser
vî babetî zindî têne gotin, pêþkêþî we hêjayan bikim.
Kesên ku di vê dema me de bi nasandina Êzdiyatî ve elaqe bûne, ew jî
xizmetkarên li ber Mala Þêx Adî yên di rêza bilind dene nasdikin. Bê guman
yek ji wan ruhaniyan jê jî Feqîr Hecî Þemo ye.
Feqîr Hecî Þemo, eva çil û þeþ salî li LALIÞÊ li ber mala Þêx Adî xizmetê
dike. Ewî jî li ser vî babetê ku cin vêga hêjî li Laliþê hene weha dibêje:
“Bila baweriya we bê, carekê ez bi bavê xwe re li nav mala Þêx Adî de bûm û
min bi guhê xwe bihîst ku cin dihatin li mala Þêx Adî ziyaret dibun.
Hinga ez û bavê xwe çune ciyê ku cin lê disekinin, bavê min bi dengê xwe
bankire cina û got:
“Ya serî cin,
Ya kewkebî cin,
Ya cinî cin,
Ya cin talî cin,
Ya hûrî cin,
Ya turî cin,
Ya tûmarî cin…… “ û bi Xwedê min bihîst li derdora me bu çîw çîwa wan. Bavê
min gote min:” Deng wan tê te Hecî?”
- Min go, erê welle bavo, va dengê wan xweþ tê min jî.“(7)
Li gorî urf û edatên di nava civaka me Êzdiyan de, cinikên ku meriv þiklê
wan nabîne hêjî li gelek deveran hene.
Lewma jî zargotina me dibêje, ji bo ku jin di ber çêbûna zarokê de bi tirsa
wan cinikan nekeve anjî cinik neyên rihê zaroka wê ji xwe re nebin ne
guhêzin, surra cinika negîje dê û zarokê, pîrikê werîsek li der dora
ciyê(livîna) jina ku zarok jê re çêdbû dipêça, devgur û dasek(kêrek whd.) jî
heta sê rojan li ber serê wê datanî. Carnan gava astengî di ber çêbûna
zarokê de derdiketin, pîrikê digot:“sîleh(çek-tiving)ekê berdin, bila cin ji
vê derê herin“.
Dîsa ji ber tirsa cinikan, diya zarokê heta ku çilroja zarokê ne diqediya,
gava avek jî vexwara gereke ewê derzî anjî þujinek bixista nav tasa ava xwe.
Wexta ku di çilêxanê zarokê de, dayîkeke dinê bi welidiya, gereke dayikên
zarokan derziyên xwe yên durûnê bi hevûdinê biguhastina.
Li gorî baweriya civakê, gava zarokeke kêm aqilbu, dereng xeberbida û birêve
biçuya digotin:“Cinikan ev zarok guhastiye“
• Lewma jî zarok dibirin li ser rê datanî ne pêþiya garana dewara.
• Zarok dibirin li serê heft riya dixistine nava sîtilekê.
• Zarok dixistine nava kurtanê karê de radizandin.
• hwd.
Dûre zarokê xeberdida anjî birêve diçu.
Di zargotina gundiyên Bacinê de jî xwanê dibe ku di nava gundê Bacinê de
gelek ciyê cinikan hebûn û hêjî li van deveran hene :
1. Xirbê Hûrîka
2. Baxîtan
3. Çahla Þehîn
4. Çahla Kund
5. Þikefta Nahûsa
6. Þêkefta Mala Þêxo
7. û whd.
Hemû jin û mêrên Bacinî vêga hêjî dibêjin, bav û bapîrên me timî ji mere
qaldikirin û digotin, me gelek caran cin li nava wan xirbê xirabe(kavilin)
ku li raserî Bacinê de dîtine. Ji xwe dema em jî li der û dora van ciyên me
bahskiriye bigeriyana û ku tiþtekî ji hesin/demir çêkirî anjî yê agir jê
diçû-ronayî bida bi me re tûnebûna, cinik derdiketin ser ruyê erdê xwe þanî
me didan. Ji ber vê tirsa cinikan wexta em diçûne nava van deverên em
binavdikin, me eþiyayê ku cinik ji wan ditirsiyan bixwere dibirin û me ne
dihîþt zarokên me bitenê herine van deveran. Cinik gelekî ji hesin,
kuçik(se)an û agir ditirsin.
Ji xeynî van ciyê cinikan jî gelek Zîyaretên pîroz li derdora Bacinê hene
1. Ziyareta Mîravê,
2. Ziyareta Þêra Laliþ
3. Ziyareta Tayêk
4. Ziyareta Þêx Ahmed
5. û hwd.
Weke ez dibînim, di nava zargotina gundiyên Bacinê û tevaya Êzdiyan de gelek
serpêkhatî û buyer li ser hebûna cîh û bayê/surra cinikan hene û ez nikarim
tevan li virê de bidime xwanê.
Bi dîtina min, ji ber ku Êzdiyan û bi taybetî jî Ezdiyên li devera Torê timî
di nav zargotina xwe ye berê de jî weha biserbilindî bahsa hebûna gelek
ciyên cinikan yên di nav û herêma Bacinê de hebûne kirine û gelek
serpêkhatiyên li ber bayê Cinikan jiyane û belakirine, lewma dujminê dînê
Kurdan yê resen ku Êzdiyatiye û dagirkerên welatê me gotinê „Kurd ji cinane„
Wekî dinê jî, dema ez li goriya zimanzanîna xwe vê gotina Bacin`ê þîrove
bikim, ezê bêjim Bacin : Devera cin û bayê(surra-tirsa) cina lê heyî re tê
gotin.
Li virê jî dîsa ji pispor û zimanzanên Kurdan lavedikim ku hûn giringiya van
gelek gotinên weha xwurî Kurdî yên ku hêjî di nava zargotina me Êzdiyan de
têne bikaranîn, ji me xwandevanan re þîrove bikin !
CIH U WAREN « ÇILKÎ » (ÇÊLKI-K.T.)Û « BECNEWÎ »YAN.
Li goriya zargotina me, ÇILKÎ (anjî çêlkî-k.t.) ji du heremên Êzîdiyên Torê
re tê gotin:
1- Êzîdiyên Torê/Çêlkî.
2 - Êzîdiyên Çolî (Deþta Qûlika- anjî Êzîdiyên Qelaçê Dasika).
ÊZÎDIYÊN LI TORÊ:
Êzîdiyên vê heremê li derûdora Mêrdînê, li Midyadê û Kercewsê diman.
Warên Êzîdiyên li Torê:
Êzîdiyên li Torê, di navbera van gundan de dijiyan: Gava ku mirov ji gundê
Bacinê derkeve ber bi rojhilat ve biçe gundê Quzrê, Xêrbê Pêbinêrê, Bizê,
Badibê, Kîwexê û ji vir jî cardinê were Bacinê.
Cîh û warê Bacinê
Di zargotina gundiyên Bacinê de tê gotin ku „Bacin gundek ji gundên Torê ye
û li basþûrrojhilatê bajarê Midyadê dikeve. Ev herdo cih 6-7 km ji hev dûr
in.”(8)
“Vêga hêjî li raserî gundê Bacinê kavil û xirbeyên Kelekê hene û seydayê
Cîgerxwîn ji van kavila re gotiye:“ Becnexwêr”. Me didît gelek caran kesên
ku li zêr û tiþtên kevnar geriyan, dihatin binê van kavilên Kelê dikolan.
Lê, kes ji me Baciniyan nizanen bê ew diz kîbûne?. Xwedê tenê pêdizane, bê
ka kî di van kavilan û Keleyê de hukumdarî kiriye?”(8)
Gundên cîranê Bacinê ev in:
“Nihil (rojava - 3 km), Barmus (baþûr - 3 km), Koçan (rojhilat- 5km),
Mizîzex (bakurrojhilat - 6 km) û Kerþaf (bakurrojava -7 km)”(8).
Navên hinek bavikên Êzdiyan yên ku li gundê Bacinê diman û niha jî hene ev
in:
Di zargotina Baciniyan de tê gotin, kes nizane ka rûnniþtvanên Bacinê yên
kevn ku bavikê Dermoka, Ozmanan û Zêdê yan e kengî ketine gundê Bacinê
avakirine. Lê, xweya ye ku sê birayê binavê Heyno, Botu û Musur ji ber
kuþtina mêrekî neçar mane ji herêma Serhedê derkevin û hatine xwe avîtine
ber bextê mîrê Mihelmiya yê ku hingê li hêrêma Torê bi nav û dengbûye. Bi
destûra Mîr ev her sê biran jî di gundê Bacinê de bicîhbûne.
Ji xeynî van jî Nasirkî, Bahcolî, Mala Teyêr, Dekþorî, Zeynikî (Zeyna),
Þeroka, Çomerka (wêga kesên Êzîdi ne mane), Þivqetî, Simoka, Salîhkan,
Hewêrkî (eþîreke Kurdi ye ne tenê Êzîdi ne her wisa Xaçparêz û Musilman jî
hene), Botî û w.d.
Hinek navên gundên Êzdiyan ku li Torê hebûn evin:
Bacin,,,,,,,,, Kefnas,,,,,,,,, Taqa ,,,,,,,,, ,,,,,,,,,,,,, Sifelî
Baqîk,,,,,,,,, Kîwex,,,,,,,,,,,, Xeraba ,,,,,,,,, ,,,,,,,,, Badib
Bizê,,,,,,,,,,,, Koçan,,,,,,,,,,, Xirbê Bênêrê,,,,,,,,, Bizênka
Cefan,,,,,,,,, Mizîzexê,,,,,,,, Xirbê Hûrîka,,,,,,,,, Bizêziyê
Cixsan,,,,,,,,Nemîrdan,,,,,,, Xirbê Reþ,,,,,,,,,,,,,, Qûbanê
Dêrwan,,,,,, Qûbika,,,,,,,,,,, Xirbê Xelo,,,,,,,,,,,, Hevindeka
Kasiya,,,,,,, Qudbê,,,,,,,,,,,,, Yucan,,,,,,,,,,,,,,,,,, Gozikê
Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne
kufþkirin û wenda nebin, min navên gundan yên bi Tirkî ne nivîsandiye.
ÊZDIYEN ÇOLÎ (Deþta Qulika- anji Êzdiyen li qelaçê Dasika).
Ev Êzdiyên Çolî li derûdora Cizîrê, Silopî û heta van demên dawî jî li
derûdora Nûsaybînê diman.
Warên Êzdiyên li Çolê
Gava mirov li ser sînorê Tirk û Suriyê; ji gundê Hacîlo derkeve here Þamaxê,
ji vir here Geliyê Pîra (Mezrê), ji vir here Rebena Bagilþ (Kîwexê), ji vir
here Bahminê, ji vir here Ewþê hete Badîbê, ji vir jî here Bîrgurya û
Bagokê, here Qesra Belek û cardin vegere were Hacîlo. Ev hereman warên
Êzdiyên Qulika bûn.
Navên hinek êþîrên Êzdiyên Qûlikan ku hêjî hene wehan e:
Þêxê Berhokê, Bahcolî, Kelikan (Behminmî, Êvþî, Mihokî, Kîwexî), Dasikan
(Berê li bîstûþeþ gundan hebûn û pîrê wan ji binemala Pîr Eli ye), Hewêrî
(eþîreke Kurdi ye, ne tenê Êzîdi her wisa Xaçparêz û Musilman jî hene),
Seydokî û.w.d.
Navên hinek gundên Êzîdiyên ku li herêma Çoliyan hebûn evin:
Ahcîlo,,,,,,,,,,,,,,,Geliyê Kelê ,,,,,,,,,,,,,,,Mitwana Jor ,,,,,,, Þahrata
Bamil,,,,,,,,,,,,,,,,Geliyê Pîra,,,,,,,,,,,,,,,,Mitwana Xwar,,,,, Þekrîn
Baqurdan,,,,,,,,,,,Geliyê Sora,,,,,,,,,,,,,,Pelaþû,,,,,,,,,,,,,,,,,Þemqî
Bazar,,,,,,,,,,,,,,,,Hebnat,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,
Pûlme,,,,,,,,,,,,,,,,,Þûþaniya (Ewta) jorîn
Berhok,,,,,,,,,,,,,,,Kemîna,,,,,,,,,,,,,,,,,, Qesira Belek ,,,,,,,,Þûþaniya
(Ewta) xarîn
Bêzdana,,,,,,,,,,,, Kengelok,,,,,,,,,,,,,,, Qubika,,,,,,,,,,,,,,,,Tilê
(Ziwing)
Birguriya,,,,,,,,,,, Kirþê,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,
Qulika,,,,,,,,,,,,,,,,,Xanika Þêxan
Dîrpû,,,,,,,,,,,,,,,,,Kunar,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,, Sêlwan,,,,,,,,,,,,,,,Xastû
Efsê,,,,,,,,,,,,,,,,,,, Mezrê,,,,,,,,,,,,,,,,,,,
Sêwilîtik,,,,,,,,,,,,,,Xirbê Cinatê
Êlîn,,,,,,,,,,,,,,,,,,, Mezrêya Rebena,,,,,, Spîwaniya Gelî,,,,, Xirbê Remê
Evþê (Avþîn),,,, Miþawil,,,,,,,,,,,,,,,,,,,Tellê,,,,,,,,,,,,,,,,,,, Xirbik
Fisqîn,,,,,,,,,,,,,,,, Temeling,,,,,,,,,,,,,,,,,Zirîqa
4 – EM BIRÊNÊN LI REWÞA ÊZDIYÊN JI ÊÞÎRA „REÞAN“ (REÞÎ)
Weke ku min di kitêba xwe yekemîn(1:37) de daye xwanê û em di gelek kitêbên
dîrokî da jî dibînin, ev navê „Reþan“(reþî) li gelek heremên Kurdîstanê û li
nava gelek welatên cînarên Kurdan de xwanê dike.
Li goriya agehdariyên min binemalên ji Reþan(Reþî, Reþa, Riþan, Risî,
Reþiya, Reþikî, Riþvan,Reþu û hwd.) li nav herêma êþîra Xendeqiyan,
Anqosiyan, Dawûdiyan(li der dora çemê Reþa), Mastekiyan, Deniyan, Serhedê,
Êzdîyên li nav herêma Kurdîstana azad û Kurdên Anatoliyan Navîn de jiyane.
Gelek jê wan vêga hêjî di nava van herêm û êþîrên min binavkirene de li
Ermenîstan, Gurcîstan, Îraqa Federal (li gorî gotina Feqîr Hecî Þemo,
„piraniya binemalên feqîrên Êzdiyan yen li herêma Kurdîstanê de dijîn ji
êþîra reþa ne“-7)û li Almaniya yê de weke Êzdi dimînin.
Gelek kesên ji herêma Heskîfê jî dizanin, navê gundek/bajarekî li raserî
bajarê Hesenkêfê jê Reþî ye û ev gunda vêga hêjî heye. Tê bîra min, çewa me
Þimziya hingê zadê xwe dibir li Heskîfê difirot, wusa jî van gundiyên
Reþiyan berhemên xwe yên ji nava rezan(tirrî, mewîj, hejîr, guvîj û hwd.)
dianîn linava gundên me diforotin anjî bi zad diguhastin.
Ji xeynî nivîskarên http://www.xelkedondurma.com ê(10) yen birêz, kekê Þoreþ
Reþî jî dibêje, „Murat ê III în ferman ji bo Kurdên hîro li Anadolê di sala
1578’an de derxist û ev 1691 û 1705’an þandin Raqqa yê. Reþî di sala 1697
an, Canbeg di sala 1715 an de vegerîn Anatoliya Navîn. Hîro li Ankara,
Qonya, Kirþehîr, Aksaray, Kayserî, Sivasê nêzikî du mîlyon Kurd hene.”(11)
Bi dîtina min, her çiqas Þerefxanê Bedlîsî di Þerefname de bahsa eþîra
„Reþan(4:191)“, „Reþikî(4:158)“ kiriye û Pîr Xetîp dibêje: "eþîra Reþkan jî
mirîdê me ne. (9)"jî, hîna ne zelale ka dîroka „Reþan“(Reþî, Reþa, Riþan,
Risî, Reþiya, Reþikî, Riþvan û hwd.) çewa û ji kurê dest pêkiriye?
Her weha gelek xeman dixum û dibêjim, gelo di bin vî navê Reþan(Reþî, Reþa,
Riþan, Risî, Reþiya, Reþikî, Riþvan û hwd.) de tenê êþîrek hebuye an evjî
weke navê „Xaltî(3)“ konfederasyoneke Kurdî ye?
5 - EM BIRÊNÊN LI REWÞA ÊZDIYÊN JI ÊÞÎRA SUHANÎ
Dema ez di sala 1975 de di çume perwerda dibistana serrete, hingê jî di nava
zargotina Êzdiyên Wêranþehîrê de dihate gitin, malbatên ji êþîra Suhanî yan
di wextekî de li der dora çemê Reþan yê ku di herêma qeza Çinar/Amedê de ye
bitevî êþîrên dawidî, anqosî û reþiyan dijiyan. Ji virê jî hatine herêma
qeza Wêranþehîrê û livirê gundekî bi navê suhaniya avakirine. Ji Wêranþehîrê
jî barkirne çûne nava Kurdên syriyê û vêga hêjî li nava Êzdiyên Syrîyê de
suhanî gelek hene.
Ji xwe ancax Xwedê tenê pê dizane, bê ka kengî dagirkerker hatine ketine
nava welatê me, bav-kalên me çendcaran qerkirine, bi darê zorê ji hevûdinê
qetandine, çend hezar Kurdên ku bac û alîkarî nedane wan kuþtine, mecbûrî
koça kirine û ew birine li herêmên cûde ku ji êl û êþîrên wan gelekî dûr de
ji bona berjivendiyên xwe bicîh kirine.
Weke min li jorê jî got, raste bi dehan nivîskar, rewþenbîr, dîrokzanên
xerîb û me Kurdan jî li ser dagerkirina welatê me, belabûn û asîmlebûna
miltê me nivîsandine. Û nabêjim, di gotar û lêkolînên min de jî kêmasî tûne
ne.
Ez bawerim çi roja ku fersenda pispor, zane, ulimdar, lêkolînvan û
ramanvanên me Kurdan hebe û ew bikaribên li nav dezgeh, sazî û rêxistinên
Kurdîsatnî de azad lêkolînan bikin, evê tê bigihêjin ka Kurd/Êzdî kîne.
Çavkanî
1 - Kemal Tolan, Kitêba “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne”-
Sala 2000, ji Weþanên DENGÊ Êzdiyan.Rûpel:36-68.
2 û 3 - Birênen li http://www.pen-kurd.org/gotarê endaman û gelek malperên
me Kurda ye dinê de hatine weþandin.
4 - Þerefxanê Bedlîsî, ÞEREFNAME (berî çarsed salan di 14.8.1597 de temam
kiriye k.t.)-Tarixa Kurdistanê ya kevn- Zîya Avci, Apec çapa yekema kormancî
1998 Swêd.
5 – Cîgerxwîn, Tarîxa Kurdîstan-1,Stockholm 1985. Weþanên Roja Nû.
6 – Ebdullah Memê Mehmed(Hoko) Xanî Varlî, Dîroka Dugelên Kurdan 600-1500.
1997/Îstanbul. Hoþka weþan û lêkolîna Sîpan- Spas ji bona birayê Aydîn Akay,
ewî ev kitêba pêþkêþî min kir.
7 - Feqîr Hecî Þemo ( eva çil û þeþ sala Xizmetkarê ber mala Þêx Adiye)
Birêne li Kassetê ku min û kek Sedik Düzgün di 25.3.2000 pê re hevpeyvîn
kiriye. Bila Xwedê bi saxiya wî re be, þikir ew hêjî vê xizmetê
berdewamdike.
8 – Îzzedîn Bacinî
http://ibacini.tripod.com/nishtecih.htm#_Section_1_Heading
9 - Miþêwra hêja Pîr Xetib e û ev di sala 1278 de bi destnîþana gelek Xasên
Êzdiyan hatiye tomarkirin. Orginalê vê niha li cem mamostê thologiya
Êzdiyatiyê, hêja Pîr Xidir Sileyman serokê Centerê Bingehê LALIÞ Dihokê
heye.
10- www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_a_html/akbal/em_ji_ku_hatin_2.htm
11 - ÞoreþReþî:
http://www.instituyakurdi.com/kurdi/avasin/avasin2005-/nivis/Sores%20Resi/KocberiyaKurdan.htm
12 - http://www.rizgari.org/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=656
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn. |