|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Pêwîstê Kurdistan TV Bibe Televîzyona Kurdistanê yê Netewî
Kemal
TOLAN / HAWARDENGÛBAS
28 Tebax,
2006
Weke ez dizanim, dema KURDISTAN TV
ê dest bi weþana xwe kir, hingê gelek sansur (weke ya: dijberîtiya di nava
Kurdan de, dewleta Seddam(iraqê), tirkiyê, îran, suriyê û gelek dewletên ereban
e dinê û heta hingê ya gelek dewletê endamên neteweyên yekbûyî jî) û zahmetiyên
mezin li ser wê hebûn. Ji xwe di vî wextî de KURDISTAN TV ya Partiya Demokrat a
Kurdistana Îraqê bû û ewê jî li goriya rêbaz û polîtîkaya PDK-Iraq`ê programên
xwe diweþand.
Lê bi dîtina min, ji dema rejîma Baasê di despêka sala 2003 de hilweþiya,
Seddam Huseyînê xwînxwar teslim hate girtin û Iraq bû dewleteke federal,
demokrat û parlamenter þûnde, êdî baþurê Kurdistanê jî azad bû, birêz Celal
Telebanî bû serokkomarê Iraqa federal, birêz Mesûd Berzanî bû serokkomarê
hukumeta Kurdistana Federe, birêz Nêçîrvan Barzanî bû serokê hukumeta
Kurdistana Federe ye azad û pêve, êdî ambargoyên xerîban jî li ser bernamên
KURDISTAN TV î an jî yên KURD-SAD ê nemane.
Piþtî gelek destkeftiyên Kurdayetiyê ye weha hêja, pêvîste êdî berpirsyarên
saziyên medyaya Kurdistanî û bi taybetî jî yên televîziyona KURDISTAN TV`ê(yên
li nav û derveyî welat xebatê dikin), li goriya berpirsiyariya netewî bernamên
hunerî, siyasî, rewþenbîrî, olî, aþîtî û berjewendiyên civakî ye hevpar ji nava
me niþtimanperwerên Kurdên li nav û derveyî welat de dijîn berhev biken.
Her weha rêvebir û xebatkarin
KURDISTAN TV`ê jî wan sînorên berjewendiyên partiyetî, mal û komeletî derbas
bikin û ji hunera bernamê xwe û bi kurmanciya standart (dema pêwîst be bi
têbiniyên bi alfabeya kurdî tîpên latînî û carnan jî bi tîpên erebî) tu evdekî,
civak, ol û netewên li Kurdîstanê dijîn bêpar nehêlin. Gelek girînge ku hîna
gelek programên taybetî ji bona prosesa pêþvebirin, nasandin, diyalog,
veguhertin û zanîna gel-civakên li Kurdîstanê û hemû xêrxwazên Kurdan zêde
bibin, biweþînin.
Wisa bikin ku bi xêra dîtin û
hunera di bernamên pêþkêþdikin de ev pira demokratîk, nîþtimanî û netewî ye di
navbêna hemwelatî û rizgarîxwazên Kurdîstanê de heyî, hêjî gelekî mezintir û
zeximtir bibe.
Hêvîdarim KURDISTAN TV`ê bi bernamên xwe hîna dewlemendtir bive televîziyona
Kurdîstanê ye NETEWÎ !.
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya
HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|