|
Di
qewlen Ezdiyatiye de naven mehan
KEMAL TOLAN
30 Adar, 2007
Weke ku gelek xwandevanên birêz
dizanin û ez jî dibînim, her çiqas heta vêga gelek nêrînên cûde li ser navên
mehan hatine weþandin jî, hîna tu lihevhatinek di navbera zimanzan, çapemenî
û mediya Kurdî (Êzdiyatiyê ) de xwanê nake.
Min jî li ser vî babetê navên mehan li wî „qewlê meha“n yê ku min ji ber
malpera (http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=45 )
girtibû û di pirtûka xwe ya bi navê Nasandina Kevneþopên Êzdiyatiyê
(rûpel:32-37) de weþandiye, cardinê li ser daxwaziya mamoste û nivîskarê
rêzdar Receb Dildar di ber çavan de derbaskir.
Min jî fahmkir ku hinek kêmasî di vî „qewlê meha“n de hene. Lewma jî ez di
22.03.07 de çume cem qewlbêjê me yê rêzdar Merwan Xelîl Xidir. Qewlbêjê me
birêz Merwan Xelîl Xidir jî gote min, “erê raste, gelek sebeqên vî qewlî
kêmin. Hinek ji wanên kêm, va di singa min de hene û ezê wan ji te re
bibêjim.“
Dûre min ev sebeqên 7 b), 8 a,b,c) û 12 a ji ber gotinên birêz Merwan Xelîl
Xidir û hinek bersivên rûspiyên Êzdiyan(ji nav zargotina me) nivîsandin.
Gava min ev tev dane berhevûdinê, mîn dît ku va navên mehan di qewl û
zargotina me Êzdiyan de gelekî zelal hatine þîrovekirin.
Vêca , ezê niha vê lêkolîna xwe jî pêþkêþî we zimanzan, berpirsyarên mal,
komel, rêxistin, çapemenî û mediya Kurdî (Êzdiyatiyê ) bikim û hêvîdarim ku
ev pirsgirêka navên mehan jî êdî di navbera me Kurdan de zelal bive.
Keremkin, em binêren li „ Qewlê Mehan
„ Ewî hewr heft roj çêkirin bijimar e
dê werin em padþayî bidin medeh e
Çar îna û sê sê deha
Padþayê min lêkbirastin kirne meh e
Her duwzdeh meh î binav in
þeþî zuhane þeþî bixunav in
Her dduwzdeh meh bi hizreta melik þêxsin bibav in
Ji qewlê Fexrê Zergûn e
Here bin herfe, Here bi nasîn e
Binyata her duwzdeh mehan,
roja dinya ava bûye ev roj kanûn e
Li goriya hejmara rojava yê meha 1 -
Kanûn( a tex* anjî paþîn) ji xwe xeber da
Ez im seqa erda
Ez mafim li ser çi qas dera
Seqa erda ez im
Saya xwe bi tevz im
Bi ferwara mîrê xwe bi lez im
Kanûnê te mal nebe wêran
Tû dom bikî seyane,befran û bangêran
Tê li pêþiya zebûniyan bikî þeran
Li goriya hejmara rojava yê meha 2 -
Ey kanûna ji berî
Sibata reþû reþbenî
Ti mexlûq tê de nadebirî
Tew nizane tu nedostî, ne dijmin î
Sibat dibê sibat im, sibat binav im
Meheke bi ser û çav im
Geh dibarim, geh bitav im
Li goriya hejmara rojava yê meha 3 -
Adar dibê ez adar im
Kilîla çendî behar im
Razgela zebûniyê bijar im
Li goriya hejmara rojava yê meha 4 -
Nîsan dibê adarê xwehê
Min yarek divê ji bedîle
Adar çi kilîl e, ye bi sexî ye,ye bi bexîle
Bexîlê bexîl binave
Eger dom bike seyan û baban ê li goman
çik bike av e
Nîsanê deng dikir e
Bihara xwe dixemlîne bi kesk û sipî, sor û zere
Ti hedê mehan tune ji min bide xeber e
Li goriya hejmara rojava yê meha 5 -
Gulan dibêje nîsanê xwehêtu meheke pirbêjî
tu ye bi zengî bi qirêjî
Çi ji wê çêlê bikim, xwedan faf bidoþ e
Doman lingê xwe lêxe birêj e
Gulan dibêje ez gulana bi gul im
Ez a bi þalûl û bilbil im
Ez melhema birînên bi kul im
Ez im sexya bi sexyan
Bihar im li çiyan
Li deþtan têr dikim birçiyan
Li goriya hejmara rojava yê meha 6 -
Hezîran dibêje gulanê xweh ê
Tu meheke bi extîber ê
Eger padþayî li serê te sist bike hefsarî
Tê kevir û kuçikan bibarî
Gulan dibêje xwehê nesîbî,
ne bidestê min e
Bi destê mîrê mezin e
Teyr jî bi emrir û ferwara wî difir e
Hezîranê deng dihilîl e
Ji mehan navê min havîn e
Ez dibiriqim ser çendî bendê miskîn e
Li goriya hejmara rojava yê meha 7 –
Tîrmeh dibê tîrmeha germ im
Helîmeke nerm im
Bi cexwûn û bi bênder im
Xêreke bê þer im
7 b) Tîrmehê dibê Tebaxê,
te gotineke xweþ gigot e
û te qanasê buha difrot e
te gelek pezê meskîn,
li deþtê ji german disot e
Li goriya hejmara rojava yê meha 8 –
„ a) Tabax wa deng hiltîne
Ez mehekim nav Havîne
Ez berdutim ser çiqas pezê miskîne
b ) Tebax wa deng hiltî ne,
ez mehekim nav Havîne
çiqas fêhkî bikelînim
hemû di payîzê re gehînim
c) Dê ji payîzê dim wesfe
Ye tijiye ji xêr, bêr û nahmete
Jê tê bîhna cinête
Jê tê bîhna buhuþte
Goþtê belek bitahmê xweþtê
Hem li zozana û hem li deþtê“
Li goriya hejmara rojava yê meha 9 –
Êlûn dibê ez çendiya mehan im
Ez a bi meclis û reþrihan im
Ez a dayîm ji þems û Fexrê mîra re eyan im
Li goriya hejmara rojava yê meha 10 –
Çirî(ya pêþîn*) dibê em dû meh in nav bi çirî
Padþayî em xelat dikirî
Li ser me hene naz û namet û tirî
Li goriya hejmara rojava yê meha 11 -
Çirî(ya paþîn*) dû mehên kamil temam
Li ser me xweþbûne çiqas tam
Payîz mîr e, her dûzdeh meh jê re dibine xulam
Li goriya hejmara rojava yê meha 12 –
„a) Kanun(a qedîm* anjî pêþîn) dibêje,
em dû mehên Padþayî em kirin xelat
Li me dikevit çile arba ênat
Ji hedê meha dikeleme sibat “
Bila þaþ neyê fahmkirin, ev ne temamiya „qewlê meha“ne. Ji xwe ez jî timî
dibêjim, gelek ji qewlên me hatine tûnekirin , hinek jî hîna ne hatine
þîrovekirin û gelekjî li goriya qewlbêjan(ji ber tirsa zilmê ) hatine
guhastin.
Têbinî:
1 -*= Ev di nav zargotina me ya vêga de hêjî weha tê ye gotin”Raste me dû
mehên Kanûnê hene navên wan jî evin: „ Kanûna qedîm û Kanûna tex“
2 - Min li goriya Êzdînasîna xwe ev hevoka „Li goriya hejmara rojava yê meha
…“ û peyva „Tex û Qedîm*“ li goriya zargotina Êzdiyan ya vêga bi ser ve
zêdekirine .
Dîsa , li goriya Êzdînasîna xwe dibêjim, gava hinek Êzdî-Kurd van peyvên
„pêþîn û paþîn*“ bikarbînin ew jî durûstin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên Kemal TOLAN
|