|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Dewleta Tirk û Bajêrê Kerkukê
R.RODARO
03
Rezber(Îlon), 2006
Ev çendîn
salin, bi taybetî jî pêþ û dem û dawîya ruxana rejîma Saddamî li sala 2003,
dewleta Tirk hemû hewil û xebatê xwe ji bo parastina statukoya Bajêrê
Kerkukê terxan kir...
Pêþ þerê Amerîkayê li dijî Saddamî Kerkûk „hêla Sor“ a Tirkan bû.. Ji bo vê
yekê jî wan di hemû danûstandinê xwe ligel Amerîkayê de pirsa Kerkûkê û
destkeftên Kurdistanê li Bajûrê welet anî rojevê..
Dewlet Tirk çawa hebûna xwe li ser nebûna Kurdan avakiriye, hemû peywendîyen
xwe ên sîyasî û aborî jî li ser vê yekê avakiriye.... Wê dema Amerika hewil
dida li dijî rejîma Beh’sî hevpeymantîyek leþkerî û sîyasî pêkbîne, þertên
serekî ên Tirkan ji bo beþdarîbûna þerî, lawazkirin û sînordarkirina
desthilatê Kurdên Baþûr bû...
Lê Tirk di vî armanca xwe de serneketin.. Ji ber ku, Kurdên Baþûr ji hemû
alîyan ve beþa serekî a rêkeberîya rejîma Bexdayê bûn..
Di þerî de jî li gel Amerika wekî hêza duyemîn beþdarbûn û dewrek serekî di
wî þerî de lîstin. Wê dema hêzên Peþmergên Kurdistanê Kerkûk ji hêzên
dagirker ên Iraqê rizgarkir, „hêlên sor“ ên Tirkan nehîþtin.. Sed mixabin
nakokîyên di navbera partîyên sîyasî ên Kurdistanê de rêdan, Kerkûk bi
awayekî emîr waqî bête li nav Kurdistana azad.. Hêzên Peþmergan di bin
fiþara Amerîkayê de bajêrê Kerkûkê berdan..
Dewleta Tirk dîsan ranewestîya, destpêkir gellek ji sîxwerên xwe ji bo
tekdana rewþa Kerkûkê þand li wir.. Dewleta Tirk beþek ji Turkomanên
Kurdistanê ji bo dujminkarîya Kurdan û desthilatê Kurdistanê di nav rêzên
Cepheya Turkmanî de rêkxist...
Ev çendîn
salin karekî vê Cepheya xwefiroþ heye, ew jî dujminkarîya deshilatê
Kurdistanê û destkeftên Kurdan e. Dewlet Tirk bi hemû hêzên xwe ya rasterast
yan jî bi Cepheya xwefiroþ hewil da hemû neyarên Kurd û Kurdistan li ser
mijara Kerkûkê rêkbixe... Lê ew di vî karê xwe de jî serneketin..
Nûnerên Kurdistanê li Bexdayê ligel Ereban ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê
li gor madeya 58 a Zagona wextî a îdareya dewletê hevhatin... Lê sed mixabin
du hukumetên Iraqê, a Allawî û Caferî ji bo vê madeya navbirî qet tiþtek
nekirin... Piþtî vê yekê madeya 58 wekî xwe li jêr navê madeya 140 di
Destura Daimî a Iraqê de cihgirt...
Tirk qet ranewestîyan... Wan di hemû danûstandin û gotûbêjên xwe ên fermî û
ne fermî de neyartîya Kurdistanîya Kerkûkê kir. Wê dema wan Caferî davetkir
ji bo Tirkîyê û li ser çareserîya Kerkûk axift, Kurdên Baþûr helwestekî
niþtîmanî wergirt û dawî bi Serwezîrtîya Caferî anîn.
Wê dema Kurdên Baþûr li Bexdayê ji bo damêzrandina hukumeta nû kardikirin,
merca serekî a Kurdan çareserkirina pirsa Kerkûkê bû... Çawa jî wisa nebe..
ji bo Kurdistanîyetîya Kerkûkê þoreþên Kurdan þikestin xwarin, 4000 gundên
Kurdan hatin wêrankirin û 182.000 Kurd hatin enfal kirin.... Çawa Kurd
dikarin waz ji Kerkûkê bînin.Kurd û Þîa û hêzên din li ser vê yekê hevhatin
û çareserkirina meseleya Kerkûkê di bernameya hukumeta Nurî El Malîkî de
cihgirt... Li gor Destura Iraqê pêwîste heta dawîya sala 2007 pirsa Kerkûkê
çareserbibe û referandum bête kirin.. Hukumeta Nurî El Malîkî li gor biryara
hukumeta Allawî lijneyek ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê avakir û ji bo
karên pêwîst jî 200 mîlyon dolar terxankir..
Dewleta Tirk dîsa ranewestîya, dîsan berdewamî êrîþên xwe bû li ser Kurdan û
Kerkûkê..
Kurd û Ereb pêk hatin û Desturek amade kirin.. Ew destur ji bi rêya
referandumê ji alîyê Kurdan û Ereban ve hate pesindkirin..
Dewleta Tirk vê destûrê jî qebulnake û hertim hewl dide destê xwe li nav
karûbarên Iraqê ên navxweyî werdide..
Piranîya Serokên Kurd û Ereb dibêjin „Pirsa Kerkûkê, a navxweyîye û tu
peywendî ligel Tirkîyê û hêzek derekî nîne“... Lê dîsan Tirk ji van gotinan
tiþtekî fêmnakin û Parlamenterên Turkoman ji Parlamentoya Irakê dawetî
Tirkîyê dikin.. Ew hewl didin çawa ew parlamenterên Tirkman dikarin dijîtîya
Kurdan bikin û Kerkûkê teh’rîbkirî bihêlin..
Dewleta Tirk di vê dawîyê de li ser þandina leþkerê xwe ji bo Libnanê
qisedike... Wekî dema þerê Iraqê û Amerîkayê, vê carê jî dîsan destpêkirine
ligel Amerîka û Neteweyên Yekbûyî li ser meseleya Kerkûkê bazarîyê dikin..
Bi rastî jî Tirk dikarin xwe bifroþin ji bo ku Kurd wekî berê bindest
bimînin..
Li pêncê vê mehê serokê Neteweyê Yekbûyî Kofî Annan diçe Tirkîyê. Ligor
ragêyandina Tirkan karbidestan wan bi keleka meseleya Qibrisê, dixwazin
daxwaza ji Annan bikin ku statûkoya Kerkûkê teh’rîbkirî bimîne.. Ji bo vê
yekê jî alîkarîya Annan dixwazin..
Tirkan sed hezar leþkerên xwe li ser tixûbên destkirî ên di navbera Bakur û
Baþûrê Kurdistanê komkirîye û wekî þûrê Demokles li ser serê Kurdistana azad
de badike...
Rewþa deverê û cîhanê derfet nade ku, ew biçin li nav Kurdistana azad.... Lê
wekî seyên har li der û dora destkeftên Kurdan tê û diçin...
Bahaneya wan jî ew çekdarên PKK li Baþûrê Kurdistanê ye..
Niha Amerîka, ji bo ku Irak, Tirkîye û Amerîka li sê qolî li ser meseleya
çekdarên partîya navbirî rawestin û guftûgo bikin Koordînatorêk tespît
kir...
Her çýqas bi fermî navekî din jî tê nasîn ew „Koordînatorê Kurd“e û dê bi
karûbarê Kurdan ve mijûlbe..
Wekî Felakedîn Kakayî dibêje „belkî ew jî dewrekê di çareserîya pirsa
Kerkûkê de dibîne “..
Kurt û kurmancî, Tirk car û bar PKKê, carna Tirkmanan û carna jî Kerkûkê
wekî bahane nîþandidin, Lê armanca wan a serekî Kurd li ku dibin bila bibin,
lê pewîste bê desthilat, bê destkeft, bê azadî û bê dewlet bin.. Ji ber ku,
azadîya Kurdan wekî nemana Tirkan û dewleta xwînrêj a Tirkan dibînin...
Serkomarê Tirk Sezer çend roj pêþ niha li pêþ çavên hemû rojnamevanan eþkere
kir ku ji bo çi Mam Celal dawetî Tirkiyê nake... Çawa bike „Serokê eþîrekê,
wekî serokê dewletê dawet bike“ deriwên wan ên sed salan derdikeve holê..
Tirkan di van salên dawîyê de gellek hewl dan ji bo pûçkirina dewleta
federal a baþûrê Kurdistanê... Lê qet carekê ser neketin... Ew di meseleya
Kerkûkê de jî sernakevin... Ji ber ku, di van sê salên dawîyê de sê
hilbijartin hatin lidarxistin. Di her sê hilbijartinan de jî Kurd piranî
derçûn.. Heke sibe ew kolonên Ereb biçin, bajarokên Kerkûkê bizivirin li ser
Kerkûkê hejmara Kurdan digîhijê wekî Þemsedin Samî digot „ 3/4ê
Kerkûkîyan“..
Di dawîyê de pêwîst e çavên hemû Kurdên dilsoz li ser Kerkûkê be.. Ji ber
ku, li Kerkûkê çarenivîsa 40 mîlyon Kurdan tê lêyîstin.r.rodaro@arcor.de
çavkanîya
gotarê:newroz.com
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn. |