|
Bang
! Bang ! Bann, Kurdno destê xwe bidin Serokê xwe Bavê Mesrûr!
Y.SABRÎ QAMIÞLOKÎ
13
Nîsan(Avrêl), 2007
Ez bi gûmanim,
go îro kelkela hinavê 50 milyon Kurdi ya, her yek ji me dixwazê wa gotinên
zêrîn, giranbiha, welatparêzî û netewî yê Mêrxas û serokê netewa Kurd bi rêz
kak Mesud dûbare bike, her kurdek dixwazê bibê Zervan û Qurbanî bo rêzan û
welatê xwe.
Belê ev rastiya wî hejayî ya, ev hestê wîna, ev daxwaz û hêviyê wîna, ev
xewin û armencê wîna.Wî ti rojan gelê xwe yê li her carparca ne xapandiya, wî ti caran soz û
peyiman bi valahî nedana, wî hîc cûdabûn ne xistiya nav kurdên cîhanê, wî
xwe qurbanî kiriya di ber doza welat û gelê xwe de.
Bêgûman yê kû bi baþ li axeftinên wî guhdar kiribê, dikarê pir tiþtên balkêþ
û giring jê veqetînê, ew li ser her xalekê rawesta, wî xwe ji rastiya kû îro
em têdene nede baþ, wî da xwiyakirin, kû em miletekin, mafê me yê serbixwe
mîna her netewekî li cihan heya, û ev roj wê bê, serok got kû bazar li ser
Kerkûk nayê kirin, û heke Fidiralizm li Iraqê pêk newê, wê demê siyasete me
ji, wê werê guhertin, ji aliyê dîve ji, li ser pirsa Kerkûkê, Rêzdar Berzanî
bi nerînên Teyirê Baza gotî: heke tirk mudaxelyî Kerkukê bikin ji bo cend
Hezar Turkmana, emê ji Mudaxeleyî Diyarbekir bikibin ji bo 30 mil. Kurdi û
ji ber van gotinan ji, îro Tirkên Faþist ji Rayedarên wan bilind bigre heta
Capemeniya wa ya derew û pîs, go bi gefê bê Exlaq û bê edebî êrîþî gelê kurd
û Rêberê wê dikin.Di virde rastiya wa ya qirêj hate xwiyakirin, bê Tirko ci
di heqê me difikirê, û ci kîna me di dilê wadeya, ti dibêjê kû me Welatê wa
dagir kiriya û emin kû bi her êrîþên qirêj û hovana davêjin ser wan.
Bera em hemû bizanibin, kû gefên go îro ev Dewleta xwînmij li me dike , ne
ji bo gotinên bi rêz Serokê Kurdistanê tenê ne, tenê ev jêre mîna Bihane ne,
ji mêj ve dixwazê vê serkeftina gelê me kû dehên salana di bin zilm û
zordarya wan dene û bi sedên hazaran mêrxasan xwîna xwe ya paqij di ber
azadî , serxwebûn û dîmokrasiyê de dana bi celmisînê.
Gelê mino, îro roja namûs û þerefê ya, roja yekîtî û biratiyê ya, roja
piþtgiriya Rêber û Serokê xweya, roja parastina Xaka xweya, roja welatparêzî
û netewperestiyê ya.
Kanî ew gefên PKK yê kû her tim li Tirka dikir, kanî gerilayên canfîda kû li
hemû Bajaran belabûyî, kanî 3 Milion Kurd li Europa, kanî Rêxistin, Partî, û
Komeleyên me cima win na lepitin, win li benda cina.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|