|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Çewtîya herî mezin rast ne
helsengandina helwesta gelê Kurd û terora Dewleta Tirk e!
Serhad B.RÊNAS
Li Bakûrê
Kurdistanê dewlet biçek û gûleyên rastî êrîþî ser Kurdan kir.14 Kurd þehîd
bû.Ez bikar anîna peyva "þehîd" xwe dûr naxim.Þehîd bûn ne malê
tu rexistinê ye.
Li
bakûrê Kurdistanê di serî de li Amedê û li Batman,Wan,Qoser,Sêrt,Þirnex û
hin bajarên din de jî dewleta Tirk êrîþî ser Kurdin kir 11 Kurd bi avahekî
hovane hate kuþtin. Seranserê Amedê ji aliyê polîsan, hêzên çevîk, tîmên
taybet û leþkeran ve hatin e dagirkirin.Dikkan û kargehan jî îro nehate
vekirin.Li gelek deverên bajêr jî tanq hatin bicihkirin.Ji 16'emîn Tugaya
Bizirx a li navçeya Erxenîya Amedê gelek leþker û tanqên bi zirx, li 7'emîn
Fermandariya Kolorduyê hatine bicihkirin.Her polîs jî wan bûyeran firsend
dibîne û êrîþî ser gel dike.Hêzên dewleta Tirk ku daketin kolanan û êrîþî
gel û mal û dikanên kirin. Her wiha bi sedan tîmên taybet li Amed,Sêrt û li
hin bajarên din avêtinser malan û bi sedan kes bilêdan û heqeretan girtin
bin çavan.Ser kesên binçav kirî êþkence tê kirin.Hersa gel ji ber
bikaranîna çekên rast û kuþtina mirovên sivîl û bê tawan zêde dibe.Kurd bi
fikarin ku êrîþên hovane zêdetir bi bin.
Medyaya
Tirkan û rayedarên Dewleta Tirk jî
bûyeran wekî provakasyon bi nav dikin û wekî her caran sedema bûyeran bi
rastî ranagihînin û kêþa Kurd û Kurdistanê nabînin.
Bûyer
raya giþtî yê Cîhanê de jî deng veda.Heta li Kurdistana Azad jî terora
dewleta Tirk hate þermezar kirin.
-Divê 3 xalê binirxînin û werin
daxûyanîyên hin rexistinên Kurd ser bûyerên bakûr.
• Bi
avayekî eþkere xuya ye ku di nav arteþa tirk jî,çeteyan jî,girêdanên veþartî
jî sîyaseta îmralî jî bo berjewendîyên xwe yên piralî wan bûyeran tê berbi
alî kirin.Niha rastîyekî vekirî ewe ku gûman ji pêvajoya îmralî û bawerî pê
anîna rêveberên vê pêvajoyê bo kemalîzm û dewleta unîter.
• Xaleke
din jî ewe ku ne mimkune ku hemû gelê Kurdistanê rastîya vê pêvajoyê
têbigehêjin û bawerîya gelek Kurd jî ewe ku sîyaseta wan sîyesetekê
stratejîk e.Tu kes nikare ku Kurdan ji ber vî bawerîyê tawanbar
bike.Bingeha têgihîþtinê ji alîyê ragihandinî,civakî,sosyal,polîtîk û ji
ber bandorên cur bi cur nîne.
Niha ne mikune ku dayikeke
65 salî re rastîya îmralî û lîstikên navneteweyî û herêmî eþkere bikî.Em
nikarin bi mîlyonan Kurdên wisa sûcdar bikin.
• Li
Amedê taybetî li bakurê Kurdistanê bi giþtî bi teþfiq kirina Dewleta Tirk
bêehleqî, fuhuþ, dejenerasyon,û bêtehemmulîya civakî gihîþt astekê pirr
bilind.Gel birçî ye.Tu mafên neteweyî ya gelê Kurd nayê pejirandin.Her roj
di medyaya Tirkan heqeretan tê kirin û tên biçûk xistin.Bi avayekî
stratejîk hin "sembolan" ber çavê gelê Kurd tê mezin kirin û
piþtre jî ev "sembol" tê rûxandin û bi vê avahî xwe bawerîya
civaka Kurd tê rûxandin.Li baþûrê welêt ango li Kurdistana Azad ber bi
dewletek serbixwe ku riya rizgarîya tenê ya neteweya Kurd e tê çûyîn.Lê
belê li bakûr þêweyekî pêkenînî û bi bêperdaqî mafên ku bidin Kurdan ji
alîyê kesên qaþo rewþenbîran we tê nîqaþkirin.Bandora nêyenî û dejenerî
amedya Tirkan di asta herî bilind de ye.Bi giþtî kêþeya Kurd û Kurdistanê
bi hemû helên xwe di ortê de ye.
Daxûyanîyên
ku hin rêxistinên me yên Kurdistanî ku piþtî terora dewleta Tirk weþandin
rexneyên mezin ji Kurdan girtin.Ji ber ku Kurd Þehîd dan û biçi avayî bibe
bile be sedemên ku li jor de hatibû dîyar kirin û ji ber terora dewleta
Tirk daxûyanîyên wan rêxistinan ne rewa ye.
Divîya
bû ku terora dewleta Tirk bi tundî bihata rexne kirin û li þûna ku peyva
"provakasyonê" wek medyaya Tirkî bikartîne gel bi avayekî din
bihata hiþyar kirin û piþtgirî bihata ba dayîn.
Ango li
bakurê Kurdistanê kêþeyên neteweyî û civakî gihîþtîye asta herîbilind û
hêrsa gel bilind bûye,her çiqas alozî wek girêdayî PKK dibê jî gel bi giþtî
ji zextên dewleta Tirk ne razîn e.PKK pesna xwe ji wan xwepêþandan bidin jî
bûyerên li bakurê Kurdistanê ber raya giþtîyê Cîhanê de kêþeya neteweyîya bakurê Kurdistanê
eþkere dibe.Gel êdî tiþtên ku li jor de dîyar kiribûm eciz e.
Tu
rexistin nikare ku bi daxûyanîyêkî sedem û encamên bûyeran ji holê rake.Hûn
çiqas bi vî avahî tevbigerin ewqas nêzîk bûna we ya gel dijwartir dibe,gel beyî xebatê rast bin jî, ji
rexneyan bi avayekî xwezayî eciz dibe û divê hestên gel bê fam kirin û hêdî
hêdî li gel bernameyeke hin rastîyan werin eþkere kirin.
Ji ber vê
yekê jî divê rexistinên Kurd ji ber PKK, li þûna ku ber wan bûyeran çavên
xwe bigrin divê xwe nêzîkî gel bikin û sîyeseteke neteweyî û reel bimeþînin
ev potansyel û hêza gelê Kurd di xêzekê Kurdeyatî de bi avayekê konjokturel
bihelsengînin.Divê beramberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng neyê mayîn.Divê
li Ewrûpayê bi çalakî û xwepêþandanan terora dewleta Tirk were þermezar
kirin.Bi qasê ku lîstikên hezên tarî bê eþkere kirin divê ewqas jî terora
dewleta Trik were mehkim kirin.
Kesên 30
salin rewþa civakîya Kurdistan nedîtine nikarin bi daxûyanî û çend nivîsan
tiþtan halbikin.Niha ji ciwanên Kurd banga re tevlî bûna li xebatên
demokratîk tê kirin.Ji xeynî di bûyerên wisa de bangkirinê di demên din de
hema hema tu tiþt nayê kirin.
Gelo
çend partî pêkanînên Fettulahçîyan li salên dawî li bakurê Kurdistanê anîne
rojevê?
Gelo
çend partî bo pêþî girtina dejenerasyon,rewþa ciwanên Kurd,bêtehemmulîya
civakî û bêehleqîyê li bakurê Kurdistanê xebatan(wek
semîner,komîsyon,dîplomasî,meþ,daxûyanî û hwd..)
Gelo
çend partî bo parastina zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê hewl daye
kampanya lidar xistîye?
Gelo
çend partî rojnameyek an jî kovarek xwerû Kurdî li bakûr -kêm be firotin
jî- derxistîye an jî bo pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîkbi zimanê
Kurdî hewl daye.Gelo bo vekirina malperên xwerû Kurdî pirr pereyên mezin
hewceye! An jî malpereke dîplomasîyê xwerû Îngîlîzî.
Gelo
çend partî bo pêkanîna arþîveke Kurdî hewl daye.Ger pere tune be tu dikarî
ser înternetê arþîveke neteweyî ya Kurdî(nivîskî,dîtbarî,bîhswarî,wêneyî,belgewarî)
ya elektronîk avabikî ku hemû kesên Kurd û ne Kurd sûd jê bigrin. Gelo û
gelo.....
Ger tu
qet xebat nekirîye her hefte nivîs nivîsandin an jî daxûyanî dayîn jî kerî
tiþtek nayê.Ger helên te yên tarî jî hebe tu nikarî rexneyan li yên din jî
bikî.Ger 40 salan nikarîbûye weþanekekî modern,rojnameyekî rojane an jî
dilibe rojnameyekê an jî weþeneke elektronîk ku diþibe weþenakî elektronîk
jî pêþkeþî neteweya Kurd bikî, bi
avayekî xwezayî gel ber didî hembeza wan hezên ku hêza Kurdan bikartînin.
Ji bo ku hêzên ku Kurdan
bikartînin wisa xurtir nebin li þûna ku nasîhat li gel bê dayîn divê terora
dewleta Tirk were þermezar kirin û daxwaz û xebata neteweyî wek di qadên
dîplomasî,çandî,çapamenîya bê bilind
kirin da ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê were çaresêr kirin û neteweya Kurd
pêþkeve û bigêhêje asta ku layiq dike.
Xebat
divê,ne destnîþan kirina xebatan,amadekirina bernameyan û weþandina
daxûyanîyan!
- Divê
bi tevlî bûna hemû partî û rexistinên Kurdî enîyek neteweyî were damezirandin.Serxwebûna
Kurdistan divê bingeha polîtîkayên wan hêzan.
- Divê
ji xeynî rojname,welanên elektronîk û televizyonên Kurdî (bi taybetî televîzyonek
satalaytî) li gel wan weþanên bo dîplomasî jî bi zimanên din taybetî
îngîlîzî bêne vekirin û divê weþanên medyaya Kurd pêþketî,modern û ligor
hêmanên navneteweyî ya rojnamgerîyê bin.Bi taybetî hêza înternetê divê were
bikaranîn.divê medyaya Kurdî ya dervey partîyan pêþkeve.
- Divê
li Ewrûpa û li DYE navêndên dîplomasî yên hevbeþ werinavakirin û her roj bi
maîl,desye,name û daxûyanîyan raya giþtîyê Cîhanê were agahdar kirin.
- Divê
zimanê Kurdî were parastin,kampayayên bi cur bicur bala gelê Kurd were
kiþandin.Bo pêþketina mûzîk,sînema,medya,kompîtergerîya bi zimanê Kurdî
piþgirî were dayîn û pêþketinên ku çêdibin di medyaya Kurdî de bi berfirehî
were dayîn.
- Divê
neteweperestîya Kurdî wekî tiþtekî xeter neyê dîtin.Netewperestîyek maqul û
ku dest navêje mafê tu gelekî û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd e
- Divê
berambarî kêþeyên civaka Kurdî rexistinên Kurdan hestîyar bin.Wek kêþeyên
ehleqî,çandî,aborî,fuhuþ û yên din.
- Divê
dev ji berjewendîyên hizbî were berdan.Divê partîyên Kurdî þeffaf
tevbigerin û çavkîyên maddî ji gel neyê veþartin.
- Bo Kurdistana Azad jî divê piþtgirî li
xebatên rizgarkirina Kerkûkê,pêþxistina aborî,hêza leþkerîye û medyaya
Kurdî,pêkanîna referandumekê fermî bo diyar kirina çarenûsa Neteweya
Kurd,îlan kirina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û pêþxistina vê dewletê bê
dayîn.
3 Avrêl
2006
|