|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Hûrnêrînek Giþtî Ser Kurtedîroka Dewleta Federe ya Kurdistanê
SERHAD
B.RÊNAS / HAWAR-DENGÛBAS
BERÎYA
AVABÛNA DEWLETA FEDERE YA KURDISTANÊ
NÊRÎNEK GIÞTÎ LI DÎROKA
KURDISTANÊ
Neteweya Kurd ji B.Z.(beriya zayinî-îsa) salên 10 hezaran ve wekî qevmîyet
li ser vî Cihanê wek ji nav gelên herî kevintir de cihê xwe girtîye û
bêgûman heta bedawîyê her bimîne. Diroka gelê Kurd qedîm û dewlemend
e.Þaristanîya Kurdî ji nav kurahîya dîrokê bi serkeftinên girîng hatiye roja
me û mora xwe li dîroka Cîhanê xistîye.Dirokê de yekem padiþahê Kurdan
“Tosa”(Diyakos) ye.Gelê Kurd di dîrokê xwe de bi navê Medya imparatorîyek
herî xurt avakiriye û piþtî Medan gelê Kurd nikarî buye carekî din dewletek
wisa bihêz û berfireh avabike. Medan bi sedsalan desthilatdarîya xwe parast
û hemû êþîrên Kurdan û êþîrên ku piþtre bingeha Persan pêk anîne di banê
Imparatorîya MEDAN de di nava aþitî de jiyan.Piþtî rûxandina dewleta Medan
gelê Kurd bi wekî Kardûkan derketin dîka mejûyê.Di vê demê de ji azerbaycana
îro heta kendava basrayê di bin destê Kurdan de bu.
Li Kurdistanê piþtî salên B.Z 200’an dagirkerî dest pê kirîye û yek bi yek
Makedonya,Roma,Part,Sasanî, Ereban,Selçuqiyan,Akqoyunli û
Safevîyan,Osmanîyan istîla pêk anînê.Ji ber istilayan bi avayekî xwezayî
dewletek yekbûyî ne hatîye damezirandin jî gelek dewletên Kurdan a bihêz
hatine avakirin.Wekî Dewleta Deylem(923-1055),Dostkî(957),Rewadî(900),Zend,
Hesenwey(1107),Hemdanî(833-991),Eyyûbî(1100-1300),Þeddadî,Lor,Merwanî(985-1085)
û bi dehan dewlet û prenstîyên din hatine avakirin.Piþtî sedsala 16an jî bi
dehan mirektî û hikumetên Kurdî hatine avakirin û saya wan dewletan
þaristanîya Kurdî xwe gihandîye dema îro.Piþtî dagirkerîya Osmanîyan wekî
gelek milletên din gelê Kurd jî bo serxwebûnê welatê xwe hewl daye. Netewên
wekî Greekan ku di dîrokê de Cihêkî mezin girtine û piþtî dagirkerîya
Osmanîyan jî gihîþtine otorîte yên xwe ya sîyasî.Hinek netewên din jî ji
holê rabune.Bêþit hêvî ev bû ku Netewa Kurd jî wekî Greekan carekî din
vegere hêza xwe ya berê.
Belam ji ber asûna xwe ya jeo-politik a Kurdistan,paþdemayîna civaka Kurd,di
nav civaka Kurd de nebûyîna çîna rewþenbîrî,ziyana ku ku bi sedsalan li
Kurdistan hatine kirin,bêzar bûn û tirsa dewletên Cîhanê ji diroka Kurdan û
nexwestina wan a Serbixwebûna Kurdan,kêþeya olî û gelek sedem û arîþeyên din
gelê Kurd serxwebûna xwe dest nexistîye.Piþtî þerê cihanê yekem Kurd di
peymanê sewrê de firsendek bi dest xistine.Di peymana Sevr de serbixwebuna
Kurdistan hatiye pejirandin.Lê Sevr de gelek xalên ku Kurdan eciz kiriye jî
bune û Kurd û hêç hêzêkî din xwedî li peymana sevrê derneketine.Kurd wê demê
de nizanîbûn ku peymaneke ji sevrê hezar hezar carî girantir peymanek bo
kurdan bêne morkirin.Lê wisa bû ji ber dek û dolabên Kemalistan û birexistin
ne buyîna Kurdan carekî din Kurdistan di nav dagirkeran
(Tirkîye,Iraq,Surîye,Iran) de hat parvekirin.
Di sedsala
20’an de jî wekî Serhildana Þêx Saîd,Dersim,Çiyayê Agirî,Serhildana,Þêx
Mehmûd,Bedîxanîyan,Mistefa Barzanî û gelek serhildanên Kurdan bo azadîya
Kurdistan çêbû.Lê yek ji wan jî bi tememî negihiþt encamê.Di sala 1946an li
Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê Mahabê hat îlan kirin.Lê ev komara
yekemîn a Kurdan ku di nava hemû gelê Kurd hêvîyekî mezin afirand, di nav
salekî de hat rûxandin.Û di dawîya dawî de jî wekî encama têkoþîna dûr û
dirêj ya gelê Kurd. jî 1992’an de Dewleta Federe ya Kurdistanê hat îlan
kirin.Ev dewleta federe hin jî girêdeyê Iraqêye û çavên hemû Kurdan li vê
beþa azad a Kurdistanê de ye û her roj berew serxwebûnê diçe.
Bo nivîsandina kitekita ev dîroka dûr û dirêj bi hezaran rûpel jî têr
nake.Mijara me Dewleta Federe ya Kurdistane û emê ji wan kitekitan
zêdetir,bi kurtasî salên dawîyên berîya avabûna Kurdistana Azad binêrin.
Piþtî perçebûna xaka Kurdistan bi peymana Lozanê re gelek serhildanên Kurdî
çêbû û tu serhildan jî negihîþt encama nîhayî.Bi Peymana Lozenê re Îngilizan
bûbûn deshilatdarên Iraqê.Di dema desthilatdarîya Ingîlizan de politikayeke
dûalî hat meþandin. 1922 de Þêx Mehmud hikumata Kurdistanê avadikir û xwe
weke Melikê Kurdistanê radigîhand.Lê ev Hikumat zêde berdewam nake û tê
rûxandin.Piþtî vê demê (1931-1932) Serhildana Þêx Ehmed Barzanî li baþurê
Kurdistanê destpêkir û demekê þûn de jî têk çû.Heman demê de serhildana
duyemîn û têkçûna Þêx Mehmud Berzencî jî li hemberî Îngilîzan de pêkhat. Di
salên 1940’an de Mistefa Barzanî dibe pêþengê Tevgera Rizgarîya
Kurdistan.Sala 1945’an de Mistefa Barzanî bi navê Azadî rêxistinek
avadike.Bi avabûna Komara Kurdistanê(Mahabad) Barzanî dibe Generalê arteþa
Komara Kurdistanê. 16 Gelawêj-Tebaxê sala 1946 de Partîya Demokrata
Kurdistanê(Baþûr-Iraq) PDK tê damezirandin.Piþtî rûxandina Komara Kurdistanê
ya Mahabadê Mistefa Barzanî û Pêþmergeyên Kurd dest bi meþa mezin dikin û
diçin Rûsyayê.Sala 1958, 7ê Cotmehê de Mistefa Barzanî ji Sovyetê vedigere
bo Kurdistan. 11 Îlona sala 1961’an de li baþurê Kurdistanê dijî rejima
Iraqê þerê çekdarî ji nû ve destpêdike.
11 Adarê 1974’an de li baþurê Kurdistanê qanuna otonomîya Kurdistan de tê
ragihandin lê derdikeve holê ku rejima Iraqê ne aligirê berdewamîya vê
otonomîye.Demekê kin de Kurd vê listikê fêm dikin û ji nû ve dijî rejîmê
serî hildidin.8 Adarê 1975’an de Iraq û Îran bi peymana Cezayîrê
lihevkirin.Îran piþtgirîya ku dida tevgera baþurê Kurdistanê kiþand û Kurd
dîsa hatin xapandin.Piþtî þikestina tevgera Mistefa Barzanî ji PDK’yê gelek
kom veqetiyan û beþek mezin ji wan koman di pêþengiya Celal Talabanî de
Hezîrana sala 1975 damezirandina Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan(YNK) îlan
kirin.Be guman di navbera 1920-1980ê li baþurê Kurdistanê gelek bûyer û
pêþketin heye lê ev hemû rûdanan mijarerê pirtûkane.Em li vir de tenê li
bûyaren banegehî dinêrin.
1976’an de dîsa li baþurê Kurdistanê di bin rêberîya Partîya Demokratê
Kurdistanê de serhildenek mezin destpêkir.Lê ev serhildan jî zêde najot.Di
salên 1976-1984an de þerê birakujî di navbera hêzên Kurdî de destpêkir.Þerê
birakujî derbeyeke mezin xist morala gel û tevgerê.1ê Adarê 1979an de Serokê
Netewîya gelê Kurd Nemir Mistefa Barzanî li DYE çû ser dilovanîya xwe.
Têkoþîna dehan salîya Serokê Nemir Mele Mistefa BARZANÎ bi serkeftin,êþ û bi
serpêhatîyên destanî tijeye.
Pêþmergeyên Kurd bi dehsalan li zivistanê û havînê,li germ û sermayê de di
bin mercên herî giran de her tim bo Kurdistan xebat kirin,ser çiyayan ji
malbatên xwe dûr welatên xwe parastin.Beramberî hemû bêimkanîyan weþanên
radio,rojname pêkanîn.Îro Kurdistana azad bi saya wan fedakarikan hat vê
merhaleyê.
Îlona 1980an de bi destpêkirina þera Iraq û Îranê de Kurdistan gelek zîyan
dît.Her wiha zext,iþkence,zilm û terora rejîma Iraqê roj bi roj zêdetir dibû
û bi hezaran Kurdên bêgune dihat qetl kirin.Zordarîyeke ji bawerîyê der
dihat meþandin.Wekî mînak tenê ji eþîra Barzanî 8 hezar kes hatin
qetlkirin.Di operasyona wehþî ya Enfalê de li Kurdistanê ji sedhezarî
zêdetir Kurd canê xwe wenda kirin.Gundên Kurdan hat þewitandin,her tiþtê ku
aidê Kurdan bû dihat tune kirin.Kurd li baþurê Kurdistanê têkoþîna mayîn û
nemanê dikirin. Di sala 1988 an þerê birakujî qedîya û bi beþdar bûna 8
partîyên Kurdistanî “Enîya Netewîya Kurdistanê” hate damezirandin.
(Bo agahî standina rewþa çapamenî û weþangerîya vê demê binêrin
li.-Diroka Rojnamegerîya Kurdî û Rewþa Niha ya Medyaya Kurdî-Serhad B.RÊNAS)
AVABÛNA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN(1992)
16 Adara sala 1988an de rejîma Iraqê bombeyên kîmtewî avêt ser
Helebçeyê.Encamê de 5000 Kurd hate kuþtin.Lê raya giþtîyê Cihanê vê bûyare
mezin netîdin.Heta di Medyaya Cihanê de piþtî 3-4 rojan ev nûçe derket.Ji
ber ku Sedam Hiseyîn bi saya wan hêzan gihîþtibû vê merheleyê.Piþtî vê êrîþê
bi sedhezaran Kurd ji tirsa çekên kimyewî ji baþurê Kurdistanê rewiyan.Bi
hezeran Kurd ber bi bakurê Kurdistanê û bi hezeran Kurd jî ber bi rojhilatê
Kurdistanê ve çûn.Vê demêde jî, piþtî vê demê jî Neteweyên Yekbûyî meseleya
Kurdistan neanî rojeve.Ji ber ku patronên NY Emerîka,Britanya û Rûsya
tiþtekî wisa nedixwestin.
Piþtî dagirikirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve Emerika êrîþ bir ser Iraqê û
Kurd jî vê demê de piþtgirî dan Emerîkayê lê piþtî vekiþîna Emerîkaye li
Iraqê Kurd û Sedam disa hember hew man.Kurd vê navberê de bi serhildaneke
mezin rêz bi rêz 5’ê Adarê de bajarê Silêmanî,11 Adarê de Hewlêr û Xaneqîn,
14 Adarê de jî Dihok û Amêdî bi delfetên xwe ji destê rejima Iraqê rizgar
kirin..Lê belê Emerîka xiyanetî kir li Kurdan kir û alîkarîya Kurdan
nekir.Lê bi xêra hin qenalên Medyaya Cihanê raya giþtîya Cihanê li hemberê
hovîtîyên Seddam û bêbextiya Dewleta Emerîkayê rabûn ser lingan.Li ser vê
yekê jî hin dewletên Ewrûpa –di serî de Britanya- mecbûr man ku bo parastina
Gelê Kurd hin çareyan gerîyan.Heta 15 Nîsanê hejmara Kurdên ku reviyabûn
Îranê ji milyonekê zêdetir bû.
Pirsa
Kurdistanê bi hefteyan ji rojeva Cihanê derneket.Dawîyê de George Bush
mecbur ma ku Iraqê hiþyar bike.Disa jî Kurd bawerîya xwe bi gotinên Emerîka
nedianîn.Her çiqas George Bush hewl dida ku zextên Ewrûpa,çapamenî û raya
giþtîya Cihanê rizgar bibe jî li hemberê rexne û bêbextiya ku Kurdan kiribû
neçar man ku ji bo bi Britanya,Elmanya,Îtalya,Frensa di 16yê Nîsanê 1991’an
de xeta 36ê û jor de bo gelê Kurd herêma azad îlan kirin.Lê bajarên wek
Kerkûkê ku neft lê hebû nedan Kurdan.Kurd bi demekî kin de vegerîn ser axên
xwe û demekî kurt de hêzên xwe ji nû ve qezenc kirin û êdî bênavber
dixebitîn...
Piþtî demekê Kurd dest bi xebatên avakirina Kurdistanê kirin da ku vê
delfeta dîrokî û bêhempa bikarbînin û 19 Gulana 1992an de Li baþurê
Kurdistanê yekem hilbirtinên giþtî yên Parlementoya Kurdistanê pêk hat.Ji bo
parlemena Kurdistan 6 lîste beþdarî hilbijartinê bûn:
1-Partiya Demokrata Kurdistanê, 2-Yekîtîya Niþtimanê Kurdistan-Partiya
Zehmetkêþên Kurdistan,3-Partî Sosyalistî Kurdistan-Partî Demokratî
Serxwebûnî Kurdistan,4-Partiya Demokratik a Gelê Kurdistan,5-Partiya
Kominîs,6-Tevgera Islamîya Kurdistanê.
Ji ber ku hilbijartinan de %7 beraj hebû tenê du liste;listeya PDK û listeya
YNK-PZK ketin parlementoya Kurdistanê.Listeya PDK ji%45.26,listeya YNK jî ji
%43.82 dengan girtibûn.PDK û YNK li hev kirin ku 100 kursiyan di navbera xwe
de 50-50 parve bikin navê vê sistemê re fiftî-fiftî dihat gotin.Lê ev sistem
di pêþerojê de bû sedema linhevnatinên mezin.
Hilbijartin tevî hemû kêmasîyên xwe him hêvîya gelê Kurd zêde kir,him jî
nîþanî hemû Cîhanê dan ku ji bo pêþveçunê zemîneke baþ heye.4ê Hezîranê de
Parlementoya Kurdistanê vebû û parlementaran sond xwarin.Parlemento û
Hikumeta Kurdistanê bi tempoyeke baþ dest bi karên xwe kirin.Pêþveçûnên ku
li baþurê Kurdistanê dibû ne tenê bo Kurdistanîyên Baþûr, bo hemû
Kurdistanîyan dibûn tovên hêvîyên nû.Di 4ê Cotmeha 1992an de Parlemena
Neteweyîya Kurdistan biryerekê dîrokî vergirt û “Dewleta Federe ya
Kurdistan” îlan kir.Yekem serokê parlemena Kurdistanê Cewher Namiq bû.
JI SALA 1992 Û VIR VE REWÞA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN
Li pêy îlan kirina Dewleta Federe ya Kurdistan bingehê dewletê,wezaretên
Hikumeta Kurdistan,desthilatîya rêvebirî û dadî,artêþa neteweyî,hêzên
ewlehîyê,dezgehên çandî-civakî,dezgehên perwerdehî û ragihandinê hêdî hêdî
hat demezirandin.Piþtî demekê kin PKK êrîþê bir ser Dewleta Federe ya
Kurdistanê.Bi îlan kirina Dewleta Federe ya Kurdistan dewletên dagirker
Tirkîye,Iran,Iraq û Sûriye pirr eciz bûbûn.Lewma jî dixwastin hundirê
Kurdistana Azad tevlihev bikin û Tirkîye jî bi vê avahî bi bahaneya PKK
êrîþî ser Kurdistana Azad dikir.
Hin Dewleta Federe ya Kurdistan baþ rûneþtibû gel birînên xwe baþ nepêça bû
sala 1994an de YNK û PDK bo desthilatîya sîyasî êrîþê hev kirin.Partîyên
Kurdistanê bo berjewendîyên xwe Kurdistan dîsa perçekirin û disa þerê
birakujî destpêkiribû.Þerê PDK û YNK kêrî PKK û Dewleta Tirk dihat.PKK li
baþurê Kurdistanê bi cîh bû Kurdên Baþur di nav xwe de bi rêxistin kir û wan
dijî PDK û YNK bikaranî. Dewleta Tirk jî PKK dikir mane û êrîþî ser
Kurdistana Baþur dikir.Þerê birakujî heta destpêka 1995an xurtir bû û kêyfa
dijminan pirr dihat ji vê rewþê. Ji ber ku tiþtên ku dixwastin bikin jixwe
xwe bi xwe li Kurdistana baþur pêk dihat Di þerê birakujî de bi sedan Kurd
hevûdin kuþtin.Her wiha bisedan sivil jî dest ji jiyanê xwe dan..
Du caran di navbera PDK û YNKê de lihevtin hat pêkanîn.Yek li Dublînê(11
Tebaxa 1995) yek jî li Washingtonê.Her wiha di vê demêde Hêzekê ewlehîyê bi
navê INC li baþûrê Kurdistanê hat bi cih kirin ku Hêzên Tirk jî nava vê hêzê
hebû,bû belayê serê gelê Kurd û bi salan Dewleta Tirk bo tevlihev kirina
baþûrê Kurdistanê tevî Tirkmenan vê hêzê bikaranî.
PKK destpêka sala 1995 ê de di weþanên xwe de êrîþê ser malbata Barzanî
dikir.PKK li pey kampanyayê xwe êrîþî ser PDK kir.PKK û YNK dixwestin ku bi
alîkariya dagirkeran, partiya 50 salî PDK ku 50 sal li dijî dagirkerîya
dijminên Kurd têdikoþe, ji holê rakin.Tirkîye jî 19 ê Adara 1995an de bi
hêzekî pirr mezin êrîþê baþûrê Kurdistanê kir.PDK vê navberê de hinek bêhna
xwe girt û ji tûne bûnê rizgar bû.Þerê PDK,PKK û YNK heta sala 1998ê li
baþurê Kurdistanê dom kir.Beramberî hertiþtî pêþketin di Kurdistana Federe
de çêdibû.PDK û YNK hikumetên cûda avakiribûn lê her 2 hikumet jî kêm be jî
bo avadanîya Kurdistanî dixebitîn.Heta sala 2001ê rewþ aram derbas bû
pêþketina Kurdistanê bilêz bûbû.Di sala 2001ê de dîsa navbera PKK û YNK de
þer derket.PKK vê carê jî YNK xayîn îlan kir.Lê êdî ji ber konjoktura Cihanê
hêza PKK wek berê nedihat bikaranîn bû kes xwedî dernediket û PKK xwe bi xwe
aþitî îlan dikir ,herêmên parastina îlan dikir,þer îlan dikir.Bi vê avahî
girseya ku li pêy wê bû dixepand.Bê guman di helwesta PKK de tawanbar ne gel
û Gerîlayên dilsoz bûn.Çend kesên sereke ya rêvebira ya PKK berbirsyarî vê
pêvajoyê bûn.
PKK her tim baþurê Kurdistanê û hêzên siyasî û gelê baþurê Kurdistanê bi
feodal bûn û paþdamenê sûcdar dikir. PKK ku tu tiþt bo Gelê Kurd pêkneanîbû
û pêþketinên li baþurê Kurdistanê hezm nedikir û dixwast li çavê Kurdan de
jî biçuk bixîne.Bêgûman hêzên li baþûr jî ne xwedî sicîleke baþ bûn.Lê
helwesta PKK jî ne helwestekê avaker bû.
Kurdistaneke Azad li dijî berjewendiyên PKK bû.Li wan fiþardeyan re jî hinek
Kurdên Bakurê Kurdistanê jî bandor de ma bû.Lê kesên wisa nedîtin, ku PKK
wekî nijatperestên Tirk diaxife.Nijatperestên Tirk jî bo Parlementoya
Kurdistanê digot parlementoya êþîran an jî “dewleta kukla” heman tiþt PKK jî
digot.Çawa dibe ku hêzêkî Kurdî pêþketine ewqas mezin ku Kurd bi sedsalên li
hêvîya vê yekê bûn da ku pêþaroja Kurdistan rizgar be.Bila vê meseleyê jî
xwendewan bifikire.
Li baþûr Hikumet cûda bin jî hêdî hêdî Dewleta Federe ya Kurdistan rûdiniþt
û gelê Kurdistan Azad tama azadîyê girtibûn.Nifþekî nû li Kurdistana Azad
mezin bû bû.Ev nifþ edî zimanê erebî baþ nizanî bû.Zimanê vê nifþê zimanê
Kurdî,çanda vê nifþê çanda Kurdî,ala ve nifþê ala Kurdistanê,marþa vê nifþê
“Ey Reqip” û xaka vê nifþê jî bi fermî Kurdistan bû.Lewma êdî pêvajoyeke ku
vegera wî nîne dest pêkiribû.Rastî de Dewleta Federe ya Kurdistan ji aliyê
fermî de Federe be jî pratîkê hin zêdetir nêzî dewleteke serbixwe ye.
Bûyera di 11ê Îlona 2001 de li Emerîkayê çêbûn di rewþa Cihanê ya
aborî,leþkerî, sîyasî de gelek guhertinan çêkir.Wekî encameke vê bûyerê
Emerîka midexaleyê Iraqê kir û 9ê Nîsanê 2003an de rejîma Iraqê ji alîye DYE
ve hat rûxandin.Raste ku Gelê Kurd li baþurê Kurdistanê hevkarî kirin û
dikin.Raste Emerîka li pêy bejewendiyên xwe ye.Lê divê Kurd jî êdî li gorî
rastîyên Cihanê tevbigere.Ger bi vê hevkarîyê pêþaroja Kurdistan xelas dibe
û bi hevkarî nekirinê ihtimala têkbirina Emerîka niha nîne vê çaxe di vê
hevkarîyê de tiþtekî þaþ nîne.Kurd ji ixaneta yekema Emerikayê ders girtin û
lewma êdî Kurd jî bi avayekî bergirî tevdigerin. Êdî gelê Kurd encax bi
siyasetekê reel û gorî konjoktora Cihanê tevbigere qezenc bike ne bi
idolojî,gotin,qalibên teng bi ramanên kevnbûyî.
Di 4ê Cotmehê 2002'an de Parlemena Kurdistanê ji nû ve bû yek û hat
vekirin.Bi vê avahî rêvebirîya Dewleta Federe ya Kurdistan ji nû ve yek
bû.Êdî meseleyên Kerkûk û yekxsitina hikumetan ma bû.Di nava gelê Kurdistana
Baþur de jî hiþyarîyek mezin peyda dibû herkes bo jiyanek azad û baþ
serxwebûna Kurdistan dixwest
Li pêþ destpêbûna þerê Iraqê Tirkîye xwest ku alîkarî Emerîka bike û peþî li
azadîya Kurdistana Baþur bigre.Li ser vê yekê 3ê Adarê 2003an de Li
Kurdistana Federal bajarê Hewlêr û bajarên din de bo þermezaran kirina
helwesta Tirkîye ku dixwest Kurdistana baþur dagir bike bi milyonan kes
daketin kolanan.Tirkîye jî dawîyê de negihîþt daxwazên xwe yên qirêj.
Dewletên dagirker vala nesikinîn û bi destên Kurdên xayîn û paþverû 1 Sibata
2004ê de Li Kurdistana Federe bajarê Hewlêrê terorîstan êriþên xwekuj birin
ser barehagê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî ya
Kurdistanê .Di van êriþan de berpirsên bilind yên PDK-ê û YNK-ê dor 140
kesan hatine kuþtin.Piþtî vê buyerê li hemû Kurdistan û Cihanê xwepeþandanên
sermazarkirinê û piþtgirî dayînê bo Kurdistana Baþur pêk hat.Dijminên gelê
Kurd hesabên xwe baþ nekiribûn.Çinkî gelê Kurd di vê konaxê de ji her êrîþî
bihêztir derket.Gelê Kurdistan hin zêdetir nêzî hev bû hiþmendiya neteweyî
derket holê.
Di Sibata 2005ê de,Li Kurdistana Azad û Iraqê hilbijartinên giþtî pêk hat.Di
vê hilbijardinê de Neteweya Kurd encamekî dîrokî bi destxist.Listeya
Hevpeymanîya Kurdistan ku gelek partîyên Kurdistanê tê de cih digirt li
seranserî Iraqê de %30 deng vergirt û 70 parlementer xist parlemane
Iraqê.Her wiha bi vê hilbijartinê hilbijartinên Parlemena Kurdistan jî hat
kirin.Parlemena Kurdistanê de jî listeya ku PDK,YNK û hin partiyên din têde
cih digirtin ji dengan bi qasê %90 deng vergirtin.Bi vê avahî Hikumetên
Kurdistan bi temamî bû yek.Di vê hilbijartinan de Kurdan serkeftinek mezin
di Kerkûkê de jî bi destxistin.Kerkûk, carekî din eþkere bû ku bajarekî
Kurdistanîye.Her wiha di hilbijartinên Iraqê de li ber hemû Cihanê eþekere
bû ku angaþtên Tirkan vikûvalaye,Enîya Tirkmenan ku bo bêistiqrar kirina
Kurdistan bi destê Tirkîyê hatibû damezirandin tenê li dora %1 deng girt.Di
kombûna yekem a Parlemena Kurdistanê de bi yek dengî, Mesûd Barzanî wekî
Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê hat hilbijartin.Her wiha Celal Talabanî
jî bû serokkmarê Iraqê.
Piþtî hilbijartinê li Hikumet û Parlemena Kurdistanê hat pêkanîn.Li Dewleta
Federe ya Kurdistanê di her waren de pêþveçûn û pêþketinên nû çêdibe.
Dewleta Federal a Kurdistan bingeha Dewleta Kurdistanê ye.
Bêgûman her çiqas dawî li brakûjî hatibe jî hin hizbeyatî û sîyasetên teng
tê meþandin û bi bandora konjoktura herêmê jî li Kurdistana Azad rêvberîyek
tam profesyonel nehatîye afirandin.Divê Kurd ji niqas kirin û rexne kirina
wan rastîyan nerevin.Kurdistana azad ya hemû Kurdan e.Ji bo pêþketina vî
xaka azad divê kêmasî û pêþnîyar bêne rave kirin.Ger wisa nebe tu cûdahîya
rêveberîya Kurdistana Azad ji hêzên ku bakûrê Kurdistanê ber bi mirinê dibin
namîne.Armanc ne biçûk xistina destkeftîyên Kurdistana azad e.Ger
pirsgirêkên han werin çareser kirin Li Kurdistana Azad bingeha azadî û
peþketinekî mayînde dê dirûst be û neteweya Kurd xwedî bikaribe þaristanîya
xwe biparêze û pêþ bixe di ser zemîna Kurdeyatî û modernîzmê.Lêbelê nabe ku
li wan pêþketinan Kurd qîmpêbînin.Bo Kurdistaneke serbixwe,pêþketî,
demokratîk,modern û mayîn de ser hîmên Kurdeyatî divê hemû pirsgirêk demek
zûtir de werin çareser bikin.
Beþên
Rêveberîya DFK
Parlemena Netewîya Kurdistan
Parlemena Neteweyîya Kurdistanê otoriteya zagonsazîyê ye.Bi dengê eþkere an
jî weþartiyê gel nûnerên gel tê hilbijartin. Parlemena Kurdistan li Hewlêrê
ye.Ji 105 kursîyan pêk tê.Dewra Parlemena Kurdistanê ji rûniþtinê yekem pêve
5 sale.Serokê Parlemena Kurdistanê.
Hikumeta Kurdistan
Serokwezîrê hikumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.
Wezaretên Hikumeta Kurdistan
Li Dewleta Federe ya Kurdistanê Hikumeta Kurdistan ji wezaretên Wezareta
Nawxo,Wezareta Perwerdeyê,Wezareta Tenduristî,Wezatera Eþxal û
Iskanê,Wezareta Alikarîya Mirovî,Wezareta Dawerîyê,Wezareta Pêþmerge û
Leþkerîyê,Wezareta Bajarvanî û Turizmê,Wezareta Rewþenbirî û Çandê,Wezareta
Karûbarê Îslamê,Wezareta,Gihandinê,Wezareta Avakirin û Pêþvebirinê,Wezareta
Piþesazî û Enerjîyê,Wezareta Darayî û Aborîyê pêk tê.
Wezîrên Hikumeta Kurdistan ji aliye Parlemena Kurdistanê hilbijartin.
Hêzên Leþkerîya Kurdistan
Ji sedhezarî zêdetir hêza Pêþmergeya Kurdistanê heye.Her wiha sala 1997an de
Arteþa Taybet a Kurdistan(Arteþa Taybet a Zawite) hat avakirin.Lêþkerên
Arteþa Taybet a Kurdistan bi rêbazên nûjên tên perwerde kirin.Sistema bipere
tê bikaranîn.Ev tiþt jî dibe sedema profesyonel bûyîna vê arteþê. Arteþa
Taybet a Zawite li hemû Dinyayê daye îspat kirin ku gelê Kurd jî dikare
xwedî arteþekî modern û pêþketi be.
Di Hêza Leþkerîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de kêþeya herî mezin nebûyîna
çekên girane.Ger hemû hêza leþkerîya Kurdistanê bi çekên giran,modern û
bihêz were arastin vê hêz, tevger,bandor,hêza biryar dayîna Kurdistan jî
zêdetir be.Her wiha ger gelê Kurd bixwaze di Cihanê de bibin hêzekî mezin
divê Hêza Lêþkerîya Kurdistan bi her avahî xwe modernîze bike û pêþxe.
Aborîya Kurdistana Azad
Aborîya Kurdistanê de giranîya mezin a çandinîyê heye.
Ger mesleya Kerkûkê çareser be û Kurdistan bikare be dewlemendîyên xwe
bikarbîne vê demê aborîtya Kurdistan bi hêzekî mezin pêþkeve û Kurdistan
bibe hêzekî mezin û welatekî pêþketî û BERDEWAMÎ.
Niha hatinîya Aborîya Kurdistana Azad çandinî,ajeldarî,bêþ(vergi),hatinên
derîya sînorê,alikarîyên welatan, û pêþketinên din sektorên
avadanî,avahîsazî,muhendisî û bêþen ku ji þirketên biyane têngirtin pêk
tîne.
Divê ihracat zêde be û sistema bazara vekirî ser hîmen netewî were
avakirin.Divê pêþarojê de dewlet destê xwe ji sektora xizmetê vekiþîne.Lê bi
yasayan hîmên neteweyî ser bingeha babetên nûjen werin parastin.
Li Kurdistana Azad divê giranîya pîþesazî û serktorên xizmetê pêþkevin da ku
Kurdistan xwedî aborîyeke baþ be.
Bandora Benqeya Nevendiya Kurdistan di pêþketina aborîya Kurdistanê de zêde
dibe.
Medyaya Kurdî
Îro li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname weþanê dikin.Ji vana 3
rojname ku li Kurdistana Azad weþan dikin rojnameyên rojana ne.Li Kurdistana
Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li Kurdistana Azad
ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon bi navê
Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi avayekî satalaytî weþanên xwe
didomînin yên din jî bi þêweyekî cigayî-hêremî weþan dikin.Her wiha demên
dawî de qenleke erebî bi navê El-Tahiki TV bo enformasyon û diplomasîya
Kurdî ser satalaytê frekansa Zagros TV de dest bi weþanê kir.Biqasî wan jî
radyo li Kurdistana Azad weþanên xwe berdewam dikin.Her wiha li Kurdistana
Azad bi navê Pêyamnêr Ajansa Dengûbasên Kurdî sala 2005an de bi avayekî
fermî dest bi weþanê xwe kir.
Rewþa Rojane û Bajarvanî
Piþtî vabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê bi sedan gund ji nû ve hat
avakirin.Bo dewlemntir bûyîna rewþa rojaneya gel gavên hat pêwîst
avêtin.Cihên seyrangê hat vekirin.Þeqam û paûran hat nûjen kirin,park û
bexçeyên cûrbecûr hat vekirin ,navendenên nûjen ya danûsatndinê hat
vekirin.Di jiyana çandî de gelek pêþveçûn pêk hat.Pêþengehên pirtûk û
wêneyan bi avayekî periyodik tê sazkirin.Pirtûkxaneyên Kurdî hat vekirin.Ji
ber ku Aborîya Kurdistan ne zêde pêþdeye hin jî dîmena bajarên Kurd ne zêde
pêþketiye.Hê jî pisgirêkên avahîya bingehîn nehatiye çareser kÝrin.Dîsa jî
pêþketina ku li Kurdistana Azad pêk hatiye pêþketinên wek derhoze ye.Rewþa
bajarvanîya li Kurdistana Azad hin pêþneketîye û þêweyeke mîmarîya Kurdî
nehatîya afirandin û projeyên bîyanî wekî ku li gor Kurdistanê werin
sererast kirin têne cêbecekirin.Þîrketên bîyanî bi taybetî yê Tirkan dibe
asteng ku mîmarîya xweser ya Kurdistanê were afirandin.Hikumeta kurdistanê
jî rê li ber vî tiþtî nagre.
Perwerdeya li Kurdistana Azad
Li Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî heta zaningehê,li dezgehên
fermî,di ji hev nivîsînên fermî de,hemû sazîyên Dewleta Federal a Kurdistanê
de zimanê Kurdî tê bikaranîn.Gelên din jî dikarin li gel zimanê Kurdî bi
zimanê xwe jî perwerde bibin.
Li Kurdistana Azad Zankoya Selahhaddîn-Hewlêr,Zankoya Silêmanî,Zankoya
Duhok,Zankoya Koyê û Zankoya Kerkûk bi giþtî 5 zaningeh(zanko) heye ku bi
giranî zimanî Kurdî perdewerde tê dayîn.Li Kurditana Rojhilat jî Zankoya
Kermanþah û Zankoya Kurdistan de zimanê Kurdî bi fermî tê bikaranîn.Hewlên
Hikumeta Kurdistan her roj bo pêþketina perwerdeyê ser hîmên neteweyî û
nûjen zêdetir dibe û dezgeh û rexistinên di vê qadê de zêdetir dibin.Li
Kurdistana Azad dezgeheke girîng bi navê Korî Zanyarî Kurdistan ku bo
pêþketina zanist,ziman,çanda kurdî hatiye damezirandin,akademî û gelek
rexistin,yêkîtî û dezgeheên akademîk hene û gav bi gav zêdetir jî dibin.
Niha Li Kurdistanê gundê ku dibistan tunebe nîne.Li gorî biryara Hikumeta
Kurdistanê di cihêkî de 15 xwendekar be jî li vê cihê dibistan tê
vekirin.Her sal bi dehan dibistanên nû tê vekirin.
Sîstema perwerdehîya Kurdistana azad hin rûneniþtîye.Ev tiþtekî xwezayî ye.
Di sîsteme perwedeya Kurdistana azad de bi avayekî ecêb zimanê Îngîlîzî
cihekî zêde digre.Mînaka li Kurdistana azad ku ji xeynî zimanê fermî
bikaranîna zimanekî din di avayekî ewqas zêde tenê li Dewleta Tirk de
heye.Li Kurdistana azad jî wekî li Tirkîye perwerdeya bi îngîlîzî ji
dibistana sereteyî destpêdike.Ev xeterek pirr mezin e.Zarok hin zimanê Kurdî
baþ hîn nabin û hema pêþberî wan zimanekî din tê derxistin.Piranîya zanyaran
dibêjin ku bo perwerde û zanistî berrî her tiþtê zimanê dayikê divê were
pêþxistin.Raste ku Îngîlîzî li cîhanê sedest e.Lê îro Îngîlîzî sibê zimanekî
din.Lê Wek gelek zimanan zimanê Kurdî jî dikare bibe zimanê zanistê.Ev nayê
vê maneyê ku” bila kes Îngîlîzî hîn nebe”.Divê Îngîlîzî jî were fêr bûn lê
di dema zaningehê de ev guncaw e.Divê Îngîlîzî wek pêwîstîyek demî were
qebûl kirin.Her netew encax ser ziman û çanda xwe dikare pêþ keve.
Weþangerî û Wêjeya Kurdî
Li Kurdistana Azad û perçeyên din de bi dehan weþanxaneyên Kurdî heye.Rêjeya
çapkirina pirtûkên Kurdî li gor zimanên Cihanî re muqayese bikin hêjmar
gelek kêm e.
Bi giþti di 4 perçeyêde –ji %60-70 li Kurdistana Azad de ye- her sal derdora
1500 pirtûk tê çapkirin.Ger ev hejmar ser 30.000an derkeve encax dikarin
bibêjin ku xeter rabûye.Kêmasîyek girîng jî kêmbûna an jî nebûna wergerên
berhemên zanistî,teknolojî,akademîk,perwerdehî ye.
Çand,Mûzik û Hunera Kurdî
Li Kurdistana Azad li gorî Kurdistana Bakûr û perçeyên din hilberîna mûzika
Kurdî gelek zêdeye lê piranîya wan berheman sed mixabin ne hêjayî
guhdarkirinê ne.Heman bêwespî di klibên ku Kurdistan Azad de tê kiþandin de
jî heye.Tiþtê ku mirov pirr eciz dike ewe him bi taybetî li Kurdistana
Azad,him jî li Kurdistan Bakûr û li Ewrûpa mercên afirandinê hemû imkanan
heye lê gelek hûnermend diçin li Stenbolê albûmên xwe tomar dikin.Ev yek bo
Kurdan cihê þermezarîek mezin e.Ev rewþ nîþanî dûrbûna ji nirxên sincî û
netewî a hin hûnermên û produktorên Kurd nîþan dide.Îro ev navend diviya bû
ne Stenbol Hewlêr û Amed bûya.Mûzika Kurdî ku çerxa berjewendî û dêkûdolaban
a Unkapanî de were afirandin bila tu kes pêþketin ji mûzika Kurdî hêvî neke.
Li baþurê Kurdistanê festival û xebatên ku bi piþgirîya ku Hikumeta
Kurdistanê tên kirin hejmara filmên ku tên kiþandin jî zêde kir.Piraniya wan
filman ne di asta Cihanî de be jî ji nav van derhênerên wek Bahman
Qubadî,Hinêr Salim ispat kirin ku sinemaya Kurdî dikare ciranên Kurdan ku
dîroka sinemaya wan 70 saliye jî derbas bike.
Zimanê Kurdî
Îro Zimanê Kurdî Iraqa Federal de duyemîn zimanê fermî û Kurdistana
Azad(baþûr) de jî yekemîn zimanê fermîye.Li Kurdistana Azad de ji dibistana
seretayî heta zaningehê,li dezgehên fermî,di ji hev nivîsînên fermî de,hemû
sazîyên Dewleta Federal a Kurdistanê de zimanê Kurdî tê bikaranîn.Bi sedan
kovar,bi dehan rojname,bi sedan pirtûk,albûm û hwd. bi Kurdî derdikeve.Di
alavên ragihandinê pêþketi û qadên fermî,dadî hwd. de Kurdî li Dewleta
Federal a Kurdistanê giranîya xwe roj bi roj zêdetir dike.Nifþê nû tenê
zimanê Kurdî dizanin.
Rewþa Çandinî û Ajaldarî
Di aborîya Kurdistanê de girenîyeke mezin a çandinîyê heye.Kurdistan di hêla
genim,nok,nîsk û mêwîyan de gelek dewlemende.Di berên heywanî de kêmasîyek
nîne.Hilberîna goþt,þîr,rûn û pênir zêdeye.Febrikaya mirîþkan ku li Dihokêye
him pêwistiya Kurdistana baþûr pêk tînin him jî bo dervey Kurdistanê tê
ihraç kirin.Potansyele ihraç kirinê di hemû qadên çandiniyê de heye lê ev
potansiyel niha bi temamî nayê bikaranîn.
Tenduristî
Li Baþurê Kurdistanê nexweþxenya Rizgarîya Hewlêrê di qada tenduristî de pêþ
de tê.Li Kurdistana Azad êdî delfeta pêkanîna emeliyatên hercurêyî peyda
bûye.Xebatên modernîze kirine li vê warê de berdewam dike.Hêrî zêde ji ber
sedemên aborî kêþeya derman û cihazên tibbî tê kiþandin.Wezareta
Tenduristîyê di hin waran de lewaz dixwebite.Divê ku Hikumeta Kurdistanê û
dewlemend û karsazên Kurd bo sektora tenduristîya Kurdistanê hin zêdetir
remnadinin.
Werziþ(spor)
Li Kurdistanê bo sporê eleqeya gel zêde dibe.Kolejên sporê heye.Sendîka
Topîpê Kurdistan û Olimpiya Kurdistan hin dezgehên ku bo pêþxistina werziþa
Kurdî ne.Li Kurdistan Azad liga neteweyî heye û tîmên Kurdistanî bo
serketina ligan de têdikoþin.Di xebatên sporêde giranîya keçan jî cihê
þanazîyêye.
Rewþa Siyasî û Partiyên Kurdî
Li Kurdistan Azad de deshilatîya PDK û YNK pirr zêde ye lê dîsa jî her
rexistin ku ne dijî berjewendiyên neteweya Kurd be dikare li Kurdistanê
xebatên xwe bimeþîne.Hema hema partiyan xwedî tv,radyo û rojnameyê ne.Ji 30
yê zêdetir partî heye li Kurdistan Azad de.
Nav ên Hin Partiyên Kurdî wiha ne;
PDK Partîya Demokrata Kurdistanê
YNK Yekîtî Niþtimanî Kurdistan
PZK Partî Zehmetkeþanî Kurdistan
PKSK Partî Karî Serxwebunî Kurdistan
KCP Partîya Kominîsta Kurdistan
RK Partî Rizgarî Kurdistan
BMK Bizutnewey Millî Kurdistan
PSK-BAÞUR Partîya Sosyalîsta Kurdistan-Baþur
Yekgirtu Îslamî Kurdistan
Ol
Piraniya xalkê Kurdistana Baþîr misilimanê.Olên wek
Êzideyatî,Xiristîyanî,Cihûyî û hwd. jî heye.Herkes dikare ola xwe bi
serbestî bijî.Naveda Kurdên Êzidî Lalêþ jî li baþûrê Kurdistanê.Di demên
dawî de hin hêzên paþverû bi navê ol li Kurdistanê Ciwanan dixapînin û
bûyerên þiddetê li dar dixin.
Tevgera Referandûmê
Li Kurdistana Azad Tevgera Referandûmê bo diyarkirina çarenûna gelê
Kurdistana xebatan dike.2004an de nêzî 2 milyon îmze komkirin û pêþkeþî
neteweyên yekbûyî kirin.Di hilbijartinên Iraq û Kurdistanê Sibata 2005ê de
Tevgera Referandûmê Kurdistanê li gel sendoqên hilbijartinê sondoqên bo
referendûmê dan.Ev referandûm referandûmekê fermî lê bi vê referandûmê tevî
bajarê Kerkûkê ji %98ê gelê Kurd bo serxwebûnê gotin “erê”.Þaxên Tevgera
Referandûmê li Ewrûpayê jî heye.Girîngîya xebatên Tevgera Referandûmê gelek
zêdeye.Kurdistana Federal dê ayînde de bi referandûmekê serbixwe be.Bo
nêziktir kirina divê xebatên Tevgera Referandûmê Kurdistanê berdewam bike.
Yêkîtî,Sendika û Rexistinên Civaka Sivîl
Li Kurdistana Azad rexistinên civaka sivîl gelek be di pratîkê de ne zêde
bibandorin divê rêxistinên sivîl rolên xwe yên di çareserkirina pirsgirêkên
gelê Kurd de hin zêdetir bileyzin.
Yekîtya Rojnamevanî Kurdistan
Sendikaya Dadî(edelet) Kurdistan
Sendîkaya Parêzgaranî Kurdistan
Navendî Rewþenbirî Parêzgeran
Yekitiya Jinên(Afretakanî) Kurdistan
Yekîtiya Ciwanên Kurdistan
Yekîtiya Ciwanên Kurdistan
Yekîtiya Qutabîyên Kurdistan
Navenda Tendirustîya Kurdistan
Yekîtîya Nivîskarên Kurdistan
Yekîtî Mamostayanî Kurdistan
Sendîkay Kîmyageranî Kurdistan
Sendîkaya Endezyarên Kurdistan
Sendîkaya Biziþkanî Kurdistan
Sendîkaya Karkeranî Kurdistan
Sendîka Topîpê(Fitbol) Kurdistan
Riyên Hewayê ya Kurdistanê
Li Kurdistana Azad li bajarên Hewlêr û Silêmanî dû firokxaneya navneteweyî
hat avakirin.Niha bo welatên Rojhilata Navîn sefer tê dayîn.Þirketekê
girêdayê Hikumata Kurdistan bi navê Kurdistan Airlines heye û di nava
firokeyande zimanê Kurdî tê bikaranîn di ayîndeyê de pasapotên Kurdistanê jî
wê bikewin rewacê.
Saziya Postayê Kurdistan
Ji sala 1991’an vir ve li Dewleta Federal a Kurdistanê de Postayê Kurdistan
heye û bi salana pûlên Kurdistanê ser nameyan dixe.
GIRÎNGÎ Û PÊWÎSTEYA DEWLETEKÊ SERBIXWE BO NETEWEYA KURD
Berdawamîya û pêþketina þaristanîya Kurd,Bo gelê Kurd jiyanek baþ û
biewle,Bo parastina dîrok,nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminên wek Tirkan,Bo
pêþketina Kurdan di warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî û hwd.
de,Bo pêþketina çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind bûna
standartên jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurd encax bi "Kurdistaneke
Serbixwe" dikar çêbibe.
DAHATÛYA DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN Û ERKÊN KURDISTANÎYAN
Li Kurdistana Baþur ne serbixwe be jî dewletek heye,bi dehan organên
media,Hikumeta Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi
dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî)
heye.Gelê Kurd di hemû perçeyan de bo serxwebuna Kurdistanê þehîd daye,xwîna
vî hatiye rijandin,xwîn rijandîye,xebat kirîye,berxwedaye lê Serxwebuna xwe
ji ber sedemên curbecur destnexistîye lê îro çareserîya tenê ya hemû keþêyên
Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêþketina
çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî KURDISTANA AZAD
heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêþketin ya hemû gelê Kurd
e.Beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.Parastina
Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û
neteweyî ye.
Wekî ku tê dîtîn bo bê Kurd kirina Kerkûkê hewlên ji bawerîyê der hatine
kirin.Hin jî ji %50yê wan tehriban nehatiye paþve vegerandin.Li gel vê yekê
jî di hilbijartina 2005an de Kurdan li Kerkûkê ji %80 dengan vergirtin.Dibe
ku ew jî behîta Neteweya Kurd e.Kerkûk ya Kurdistanê ye.Divê em vê rastîyê
bizanibin û li gorî vê yekê hereket bikin.Divê em aram ûxwebawer bin.Bi hêla
çandî,dîrokî,sirûþtî,erdnigarî ve ango bi her þêweyî eþkereye ku Kerkûk
bajarekî Kurdîye û vê rastîye jî divê ji herkesî re bidin
pejirandin.Meseleya Kerkûkê ne tenê meseleya Kurdên Baþûre.Bi qasê Kurdên
Baþûr e,ji wan bêtir meseleya Kurdên Kurdistana Bakûr,Rojhilat û Rojavayê.Bo
xeletîyên nû bexta me û wexta me hêç nînê, çavê Mejûyê li ser Gelê Kurd e.
Bo gihîþtina dahatûyekê þad,azad û bihêz divê bizava rizgarîya Kurdî xwe bi
rêbazên reel ji nû ve bihelsengîne û bernameyekê Netewîya Kurdistanê dîyar
bike.
Erebandina Kerkûk û sedemên Kurdbûna Kerkûkê zêdetir eþkêre bikim.Wekî ku
min berê jî diyar kiribûm ku daxwaza Serxwebûna Kurdistan an jî hewl dayîna
pêþketina ziman,çand,huner,muzîk,aborî,wêje –û hwd.- Kurdî,xwedî derketina
Kerkûkê,xwesteka çaktir kirina wûçanîya gelê Kurd li Cîhanê û ji ber gelek
mijarên din helwest û daxwazên Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav
kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa dixwaze,mafê tu kesê binpê nake,bi
sed salan ji nava zilm û zordarîyên bi her rengî de derbas dibe,hemû mafên
wî ji destê wî tên girtin, her cûre riyên çareserîya mirovî ku li ber vê
gelê hatina girtin çawa daxwazên vê gelê dibe netewperestî. Her wiha
netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî,ji faþizmê dûr be û
bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd jî heye ku netewa xwe biparêze..
Her wiha em gotibûn ku Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê
Kerkûk ne bi angaþtên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê
Kerkûkê diyar e.Dixwazim careke din diyar bikim ku derdê neteweya Kurd ne
petrole.Petrol di hemû Kurdistana Baþur de heye.Her wiha le baþurê
Kurdistanê madenên din jî heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin rêveberîya
Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di
rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê
çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye
Bila mirovê Kurd ji bîr neke ku hêzên ku angaþata "Êdî ne dema dewletên
serbixwe ye,cihan global buye û ji ber wê jî pêdivî dewletekê re nîne" dikin
herî pir girêdayê ramana dewletên neteweyî ne.Kî dew ji Dewleta xwe ya
serbixwe û netewî berda-berdide,herin ji Fransiyan bipirsin,ji Elmanan,ji
Emerîkîyan ku li her derê ziman û ala wan heye,ji Îtalîyan,ji Ereban,ji
Japonan,ji Îspanîyan,ji Ingîlîzan,ji Tirkan,ji Farisan,ji Rûsan bipirsin
bêgûman bi tûndî,devên bi peroþ û xozî bersiva NA bidin.Çima 50 milyon bêjin
erê.
Tirkên ku li Enqere li dijî kurdan çalakî çêdikirin ji devên wan dirûþma
"Emê dibe ku þevekî de werin(Ango îhtîmla darbeya leþkerî tuwanc dikirin)"
diqîrîyan.Edî dem hatiye ku Kurd jî bibên "Emê dibe ku þevekî de SERXWEBÛNê
îlan bikin".
Pêk anîna hiþa neteweyî ya Kurdî,modernîze kirina civaka Kurdî,pêk anîna
hiþmendîya dîrokî ya Kurdî heta çareserkirina kêþeyên civaka Kurd dikeve ser
milê rêvebir,rewþenbir,nivîskar,berpirsên medya,pisporên siyasî,kesên
hizirdar,bîrewer ku pergala cihanê têgihîþtine û inteluktuelên Kurd.Bê
serbixwe bûyîna Kurdistan ne mimkune ku hin kêþeyên girîng were çareserkirin
û peþxistina zimanê Kurdî,wêjeya Kurdî,medyaya Kurdî bi wan re girêdayîye.Bo
rizgar kirina Kurdistan divê bizûtneweya rizgarîya Kurd xwedî sîyasetek
Kurdistanî be.Bergehek eqilane divê bo helsengandin û nirxandina xeterên ber
siberoj(dahatû) û berdewamîya heyîna Kurd.An ew hiþmendî di gelê Kurd de pêk
were an jî pêþberî milletê Kurd rojên reþbînane ewê derkeve peþberî dahatûya
Kurd.
Divê hedef
-Rizgarkirina Kerkûk
-Pêþxistina aborî,hêza leþkerîye û Medyaya Kurdî
-Di her perçeyê de pêkhatina yekîtîya Neteweyî û piþtgirîya girseyî ya
Kurdistana bakur bo Kurdistana Azad
-Bi diplomasî û xebatekê xurt vergirtina piþtgirîya Cihanê
-Pêkanîna referandumekê fermî bo diyar kirina çarenûsa Neteweya Kurd
-Û îlan kirina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û pêþxistina vê dewletê be!
Çavkanîyên Giþtî
Dîroka Kurdistanê - Etem XEMGÎN
Barzanî û Tevgera Neteweyîya Azadîyê ya Kurd -Mesûd BARZANÎ(Weþanên Doz)
Kurdistana Bi fiftî Fiftî - Osman AYTAR(Weþanên Jîna Nû)
Nêrînêk Li Dîroka Kurdistanê -Zekî BOZARSLAN (Weþanên Doz)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn. |