BI GIÞTÎ HILBERÎNA BI ZIMANÊ KURDÎ
▪Bi avayekî giþtî Rewþa Zimanê Kurdî Binêrin da ku kêmasî û tiþtên divê
were kirin de fikrekî giþtî bidest bixin.Di hêla
Medya,muzîk,sînema,wêje,çand, hûner û hwd. Rewþ û hilberîna bi Zimanê
Kurdî çi astê de ye bibînin.
Wêje û Weþangerîya Kurdî
Milletekî wekî Milleta Kurd ku wêjeya wî ya nivîskî bi sedan sal berê
destpêdike,xebatên ku di her warê hunerê de hatine kirin zêde gotin
nahêle.Sedsalên berê de kesên wek Mani(Derdora 250 P.Z ) û
Anu Þîrvan (Derdora 400 P.Z) jî berhemên nivîskî bi zimanê Kurdî
hatibe dayîn jî kesê ku ji herî zêde nasnakirin û wekî destpêk tê
pejirandin Baba Tahirê Hamadanî(938-1010)
ye.
Hin
navên ku di navbera salên 800 û 1800an de Edebiyata Klasik a Kurdî de
berhem dane wiha dikarin rêz bikin;
Bassamî Kurdî(800),Behlûlê Mahî(800?..),Pîr
Þarîar(900?..),Gilanî(900?..),,Baba Qeyserê Hewramî,Baba Sirincê
Kelatî,Baba Gecekê Hewramî(942-1006), Dayê Tewrêza Hewramî(950?) ,Fatme
Xanim,,Þaxweþîn(923-1055) ,Alî Teremokî(1000-1056) ,Ibn Wehþiye(1000),Elî
Herirî(1010-1077),Þêx Adî (1073-1162?),Nizamî Ganjewî(1176),Þêx Îsa
Berzencî(1353),Melaya Cizirî (Sedsala 12an An jî 1407-1481?),Feqîye
Teyran(1302-1375? An jî 1564-1562),Melayê Batê1414-1490?),Ehmedê
Xanî(1651-1707),Îsamîlê Beyazidî(Xamil) (1660),Siyah Pûþ,Þêxê Babeþîr,
(1737-1785), Wedayî(1790-1850) ,Evdirrehmanê Axtepî(Derdora 1800),
Nalî(1800-1856)
Ji
vana belkî ser Kurdan herî zêde bibandor bûye Ehmedê Xanî (1651-1707)
ku berhema wî yê bi navûndeng û giranbuha Mem û Zîn ve tê nasîn.Ehmedê
Xanî 350 sal berê xwedî hiþmendiye neteweyî bûye hin Kurdên ku îro jî
nikarin vê hêstiyarî nîþan bidin.Li gel Ehmedê Xanî navên wek
Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî,Pirêmerd,Nizamî,Melayê Batê û hin navên din
jî morên xwe li Edebiyata klasik a Kurdî xistine.
Edebiyata Modern a Kurdî li Kurdistana Baþur her çiqas ji salên 1900an de
berhem dida jî pêþketin û zêde bûna berheman piþtî 1970an pêk tê.Piþtî
1991ê azad bûna Kurdistana Baþûr û di perçeyên din de jî bilindbûna hiþa
neteweyî bi xwe re zêdebûna lêzahîya pêþketina Wêjeya Kurdî jî anî.
Di
rojame de hin navên helbestan û nivîskarên ji Kurdistana Azad,perçeyên din
ên Kurdistan û Ewrûpa wiha dikarin rêz bikin.
Mehmed Uzun,HelîmYusiv,Þêko Bêkes, Ereb Þamilov,Hesenê Metê ,Mahmut
Baksi,Cegerxwin,Mahmud Lewendî,Xelil Duhokî,Elî Mahmûd,Xebat Arêf,Murad
Ciwan,Sîrwa Ezîz,Hecî Cefer,Mamo Jemo,Zinarê Xemo,Zekî Seyda,Musa
Anter,Rojen Barnas,Dilawer Zeraq,Firat Cewerî,Arjen Arî,Siraç Bilgin,Dîary
Qeredaxî,Sebrî Silê,Hesen Qizilci,Mem Bawer,vanî,Abdullah
Nureddîn,Celalî,Salah Hussin Hama,Qedrîcan,Nureddîn Zaza,CanKurd,Aram
Raþid,Xalid Faraj,Kakþar Oremar,Mehmet Bayrak,Osman Sebrî,Qenatê
Kurdo,Cemþid Bender,Torî,Evdila Pêþew,Celilê Celîl,Perwîz Cihanî…Navên ku
li vir de hatine rêz kirin tenê hin mînakin gelek nivîkar,lêkolînvan û
helbestavên giranbûha hene ku navê wan nehatiya nivîsandin.
Li
Kurdistana Azad û perçeyên din de bi dehan weþanxaneyên Kurdî heye.Rêjeya
çapkirina pirtûkên Kurdî li gor zimanên Cihanî re muqayese bikin hêjmar
gelek kêm e.
Bi
giþti di 4 perçeyêde –ji %60-70 li Kurdistana Azad de ye- her sal derdora
1500 pirtûk tê çapkirin.Ger ev hejmar ser 30.000an derkeve encax dikarin
bibêjin ku xeter rabûye.Kêmasîyek girîng jî kêmbûna an jî nebûna
wergerên berhemên zanistî,teknolojî,akademîk,perwerdehî ye.
Li
Kurdistana Bakûr heta salên 1980î kêm pirtûk hatine çap kirin.Piþtî salên
1990î hilberîn û xerîdarî ya pirtûkên Kurdî de zêdebûneke giþtî pêk
hatiye.
Weþangerîya li Kurdistana Bakûr ji ber sedemên wek;
-Rewþa Siyasiya Kurdistana Bakûr
-Nebûna perwedeya bi zimanê Kurdî
-Xwedî derneketina Zimanê Kurdî ji bal Kurdan ve
-Nebûn û neafirandina Hiþmendîya Neteweyî
çapkirin û kirîna pirtûkên Kurdî pirr hindek e.Her wiha gelemperî
Weþanxaneyên Kurdî xwedî stratejîya frotinê nînin.Bo pêkanîna bazarêk
neteweyî rêveberîya navendî pêwstê ev yek li Kurdan de astengeg din e.
Ji Çar Perçeya Kurdistanê Navên Hin Weþanxaneyên Kurdî
Avesta, Belge, Pêri, Fýrat, Doz, Çýma, Koral, Beybûn, Melsa,
Bajar,Çarçýra,Weþanên Welat, Weþanên Jiyana Rewþen, Deng, Scala, Weþanên
Enstitüya Kurdi, Komal, Nûbihar, Berfin-Kora, Pelê Sor,Metis-Akyüz,Bajar,
Belge,Sara,Dengê Kurdýstan, Mem,Weþanên M,Weþanên Apec
Elfebeya Kurdî
Di mejûyê
de zimanê Kurdî elfebeyên cûda hatiye nûsîn.
Elfebeyên sereke ku di zimanê Kurdî de de hatine bikaranîn û hê jî tê
bikaranîn.
-Elfebeya
Dewra Medan(Nivîsa bizmar): Ji aliyê Medan ve hatiye bikaranîn.
-Elfebeya
Aramî: Hin belgeyên ku bi vê elfebeyê di sala 88 B.Z de hatinê
nivîsandin.
-Elfebeya
Avesta: Pirtûka pîroz ya ola Zerduþî de vê elfebe jatiye bikaranîn.
-Elfebeya
Pelewîya Kevn: Bi vê elfebeyê pirtûka Sorani Dinkard hatiye
nivîsandin.
-Elfebeya
Masi: Li agahîka ku Ibn Wehþiye di pirtûka xwe ya sala 855 de
nivîsandiye diyar dike ku bi vê elfebeye 3 pirtûkê Kurdî dîtiye.
-Elfebeya
Kurdên Êzidî: Pirtûkên piroz yên Ezidîyan Kitêbê Cilwe,Misfeha Reþ bi
vê elfebeye hatiye nivîsandin.
-Elfebeya
Kurdî ku ji tîpên Kîrîlî pêk hatiyê: Kurdên ku li xakên Sovyeta berê
de dijîn bikartînin(Salên dawîn de êdî wekî berê nayê bikaranîn).
-Elfebeya
Kurdî ku ji tîpên Erebî pêk hatiyê: Kurdên Kurdistana Azad û
Kurdistana Rojhilat bikartînin.
-Elfebeya
Kurdî ya Latinî: Elfebeya ku Kurdên Kurdistana Bakur,Kurdistana
Rojava,Ewrûpa û Rûsaya bikartînin û elfebeya hevbeþ a pêþarojê ye.
Bo
nimûne elefebeya ku di çapekî pirtûkê pîroz yê Ezîdîyan Kitêbê Cilwe de
hatiye bikaranîn wekî elfebeya Ereb nivîsandina wî ji rast ber bi çep lê
cûda û cihêreng bû.
Disa
hin gelên cûda wekî Sûryanî û Ermaniyan di rabirdû de bi elfebeyên xwe yên
neteweyî gelek pirtûkên Kurdî nivîsandin e.Piþtî ku ola Îsalam bi darê
zorê Kurdan re hat pejirandin,wek civakên din yê Misiliman Kurd jî
elfebeya Erebî bi bi mecbûrî derbasî elfebeya Erebî bûn.Ev rewþ ku egera
bêsiûdî û dabeþbûna ziman bû heta salên 1930’î berdewam kir.
Xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî ji ber helwestên zorbarî û bi yasayên
ji mirovahîyê der hatibû qedexe kirin ketibû asta herî kêm.Tenê "feqî" û
"mela" yên ku di medreseyan de perwerdeya olî bi zimanê Kurdî girtibûn
istisnaya vê yekê bûn.Berhemên Kurdî yên kevn ku bi vê elfebeyê hatibû
nivîsandin feqî û melayan ve ji ber ku elfebeya Erebî dizanî bûn hat
parastin.Lê ji ber perçe bûna Kurdistanê,nebûna elfebeyekî standart û
nabûna delfeta perwerdeya Kurdî û ji ber ku Komara Tirk xwendin û
nivîsandina Kurdî qedexe kiribû nifþên Kurd ji delfeta xwendina qezenca
bi sedal salan; berhemên nivîskî yên Kurdî bêpar man.Di vê çerçoveyê de
pira di navbera nifþên û nifþên berê de hat rûxandin. Ji nifþên nû
lêkolînvanên wêrek jî ji ber ku elfebeya Erebî nizanîbûn berhemên Melayê
Cizirî,Ehmedê Xanî,Elî Heriri,Feqiya Teyran ku hemû dewlemendiya zimanê
Kurdî diparêzin nikarîbûn bixwînin.
Zimanzanên Kurd bo ji
holê rakirina kêþeya elfebe cara yekem 1918’an de dest bi xebatê kirin ku
hin vê demêde Komara Tirk ne hatibû damezirandin û Tirk derbasî elfebeya
latinî ne bûbûn.Lê temam kirin û bikaranîna elfebeya latinîya Kurdî sala
1932’ê de pêk tê.Cara yekem di sala 1918’de ji aliyê elfebeya latini
pirtûka bi navê Elîfba Kurdî ku aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan(1893-1951)
ve hatibû nivîsandin de hat bikaranîn.Di wan salan de li Baþurê Kurdistanê
hewldanên Xelîl Xeyalî û Tewfiq Wehbi hêvîyên Bedirxan mezin kiribû.Kovara
Jîn ku di vê demê de li Kurdistana Bakur dihat weþandin ji yekem hejmara
xwe û pêve li beramberî rexneyên tund dihat.Çinkî gelek tîp ji dervey
wateya xwe ya rastîn dihat bikaranîn û ji derdorên zimên û xwendevanan
rexneyên tund dihat.Rêveberên kovarê jî wiha bersiv dida ”Ka em çi
bikin,zimanekî arî encax bi elfebeyekê samî wiha tê nûsîn”(*). Piþtre jî
elfebeya latini di kovara ku ji aliye Celaled Elî Bedirxan ve hat derxisin
de-ev kovar kovara Hawar(1932-1944) bû- jî hat bikaranîn.Bi vê avahî
zimanê Kurdî bi taybetî Kurmancî derbasî elfebeya latinî kiribû.Kurdistana
Baþur û Rojhilat ji ber ku dewletên ku wan perçeyên Kurdistanê dagirkirine
elfebeya wan a fermî elfebeya Erebîye,elfebeya latinî re entegre nebûn.
Di
dema me de di Kurdistana Bakur,Kurdistana Baþur-Rojava,Ewrûpa û Rûsya(li
gel elfebeya Kirîlî) elefebeya Latinî,li Kurdistana Baþur û Kurdistana
Rojhilat de elfebeya Erebî tê bikaranîn.Kurdistana Baþur de televizyonan û
hin kovarên Kurdî,hin malperên înternetê û hin pirtûkên Kurdî ku tên çap
kirin de elfebeya Latinî tê bikaranîn û xebatên bi vî rengî jî zêde
dibin.Lê zimanê ku,zimanê 40-45 mîlyon mirovan be elfebeyek yekgirtî yê vî
zimanê nebe.Ev jî malkambaxîya me ya Kurdane.
Bo pêkhatina yêkîtîyê dizimanê Kurdî de hewceye ku Kurdistana Azad bi
temamî derbasî elfebeya latinî be.Bo vê yekê jî divê Hikumeta
Kurdistanê,Parlemena Kurdistanê û hemû dezgehên têkîldar dest bi xebatê
bikin.Di Konferanseke mezin û girseyî a zimanê Kurdî ku ji layê Dewleta
Federal a Kurdistan û akademîyên li Kurdistana Azad were çêkirinde biryara
derbas bûna elfebeya latinî were girtin.Divê ev konferans bi tevlîbûna ji
her perçeyên Kurdistanê hemû kes û sazîyên pêwen were li dar xistin.Her
wiha bo zaravayên Kurdî jî çareserîya herî baþ yekxistina rêzimana
pêþketiya Kurmancîya Jor û Kurmancîya Jêr di gelek waran de standatize
bûye ye.Bi vî avahî him zimanekê standart pêk were him jî ji qezenc û
rabirdûya xwe qut nebe.
Medyaya Kurdî û Teknolojî
Wekî
tê zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala
1898 an de derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi weþanê
kirîye.22 ya Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz
kirin û li Kurdistana Baþûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja
“Rojnamegerîya Kurdî” tê qebûl kirin.Ev rojname di sirgunê de derket holê
ango mejûya rojnamegerîya Kurdî di sirgunê de derdikeve holê.Rojnameya
Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin.
Piþtî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi
weþandina wê kir.Rojnameya Kurdistan piþtî Qahîre li Swîsre û Londonê jî
hatîye derxistin.Hejmarê dawîya Rojname Kurdistan (no: 30-31) 14 adar di
sala 1902 yê derket.Destpêbûna rojnamegerîya Kurdî li gorî ciranên me -wek
Tirkan- pirr dereng nîne.Belam Medyaya Kurdî ji ber astengî û berbestîyên
bêdawî bi qasê cîranên me bilêz pêþneketîye.
Ji
vê demê pêve bi sedan kovar û rojname li grî delfetan rolên xwe
belavkirina bîrûbawerîyên peþketinxwaz û çandî û neteweyî de
lîstin.Kovarên wek Gelawêj û Hawar jî mînakên herî ya vê yekê bû.Di sala
1932'an de li þamê kovara bi navûdeng Hawar dest bi weþanê
kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka
Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi
weþanê kiribû.Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat
cêbecekirin.Kovara Gêlawêj jî di demê xwe de bi rastî jî stêra geþa
rojnamegerîya kurdî bû.
Bi
dûv dehan sal XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û
hin jî bi navê K.TV-DUHOK weþan dike, televîzyona yekemîn a bi
Kurdî di nava Kurdistan da bû.MED
TV ku li derwey Kurdistanê hatibû damezirandin yekemîn televîzyona
Kurdî bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî weþan dikir
Rewþa mediyaya Kurdîya îroyîn astekî baþde ye.Lê hin jî pirsgirîkên wekî
dezgeh bun,profesyonelî,kêm buyîna reklam û rewþa aborîya dijwar,meseleya
elfeba,ji xeynî Kurdistana baþur astengên dewletên dagirkerên
Kurdistanê,keþeya partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî û hwd...
berdewamin.Keþêyek din jî meselaya sîyasîye.organên mediyaya Kurdî
girêdayê partîyane.Li cîhanê jî %100 media ne sebixweye.Helbet ev tiþteke
xwezayîye.Lê dive rojnamegerîya Kurdî xwe nêzî serxwebunê re bikþîne.Divê
çapamenîya Kurdî Kurdperwerî,niþtimanperwerî,demokratîk,modern,profesyonel
bûn,rast bûn,sirûþthezî,rizgarî û pêþketina Kurdistan û berjewendîya gelê
Kurd wekî esas bipejirîne.
Îro
piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname weþanê dikin.Ji
vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad weþan dikin rojnameyên rojana ne.Li
Kurdistana Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li
Kurdistana Azad ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3
televizyon bi navê Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi
avayekî satalaytî weþanên xwe didomînin yên din jî bi þêweyekî
cigayî-hêremî weþan dikin.Biqasî wan jî radyo li Kurdistana Azad weþanên
xwe berdewam dikin.Her wiha li Kurdistana Azad bi navê Pêyamnêr
Ajansa Dengûbasên Kurdî sala 2005an de bi avayekî fermî dest bi weþanê xwe
kir.Her wiha li Ewrûpayê jî 3 televizyonê satalaytî heye.Her wiha ser
înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper heye ku di
medyaya Kurdî ya Înteraktif-Online de cih digrin.
Ji
ber ku înternet cihêkî azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi
hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê baþ.Em rewþa Cihanê jî bidin ber
çavan ku edî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike
pêwistîya pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve holê.Ger
înternet hin zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra medyaya Kurdî cûdatir
be him jî têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de û pêþetina rewþa
politik a Kurdistanê jî zêdetirîn be.
Zimanê Kurdî li gor delfetan cihê xwe hêdî hêdî di teknolojî de digre.Ji
xeynî sedan(heta hezaran) malperên Kurdî, îro sistemên kompîterê jî bo
zimanê Kurdî tên wegerandin. Eksplorera(explorer) bi navê OPERA ku li
cîhanê de pir tê bikaranîn jî bi kurdî hate amade kirin û malpera fermî ya
Operayê de hat weþandin.Ji xeynî opera bernameyên
malpersazî,eksplorerê,sohbetê(wek skype),ferhengên
elektronîk,girafik-wênesazî û bernameyên ofîsê tên wergerandin.
Televizyonên Kurdî ku ser
Satalayt û Internetê weþan dikin.
Kurdistan
TV
www.kurdistan.tv
KURDsat
TV
www.kurdsat.tv
ZAGROS TV
www.zagros.tv
TÎÞK
TV
www.tishktv.net
Rojhilat TV
www.rojhilat.tv
Komala Tv
www.komalah.org
MMC
TV
Me
TV
www.metv.com
Roj
TV
www.roj.tv
Seher
TV
www.sehertv.com
ROJAVA
TV
www.rojava.com
Hin Televizyonên Kurdî ku
ser dayendeyên bejayî wean dikin.
GULAN TV,XAK TV,PERWERDE TV,TELEVÝZYONÎ GELÎ KURDÝSTAN,PUK TV,S TV,U
TV,KCP TV,KTV,KTV-DUHOK...
Hin Radyoyên Kurdî ku Ser
Satalayt, weþan dikin.
Dengi Geli Kurdistan,Kurdistan Radio,Dengi Kurdistan 2,Newa Kurd
Radio,Dengê Mezopotamya,Radyo Kurdistana Rojava
Hin Radyoyên Kurdî ser
Internet û bi þêweya bejayî weþan dikin.
Radyo Dengê Aþitî,Radio VOA[Beþa Kurdî],Radyo Gulan,Xak FM,Radyo
Azadî,Radyo Aþitî,Radyo Nûjen,Radyo ERF[Beþa Kurdî],Hawar Radyo,Dengî
Kurdistanî Rojhilat,Radyo Komaleh,Radyo Zeyale,Radyo SBS[Beþa
Kurdî],Radyoya ÎRAN[Beþa Kurdî],Radyo MULTÎ-KULTÎ [Beþa Kurdî],Radyo
Rêbir,Kurd Hits Radio