|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Terora
leþkerî, çandî û civakî ya Dewleta Tirk
Serhad B.RÊNAS/Hawar Dengûbas
Tirk
piþtî ku di sala 1923’ê de komara xwe avakirin, peyvên “Kurd” û “Kurdistan”
qedexe kirin. Li þuna wan dest bi bikaranîna navên “Tirkên Çiyayî” û “Þark-Rojhilat”
kirin. Ji destpêke de Komara Tirkan li ser vê esasê hate avakirin.
Di maweya
80 salê de gelê Kurd beramberî hemû hewlên zordarî û çewsandinê re rûbirû
ma. Di destpêka salên 80an de li Kurdistana bakur û Tirkîyê cunteya leþkerî
hat ser hukm. Bi hezaran Kurd hatin girtin û kuþtin. Zilm û zordarîyên
nedîtî li ser gel pêk anîn. Gelê Kurd bi her avahî ji cunteya leþkerîya 12
Îlon 1980an jî para xwe girt û qedexe û zordestiyên nû bi yasayan hat garantîkirin.
Li
Tirkiyê her çiqas partiyên curbecur dibin hikumet jî desthilatdarî hertim
di destê generalan de ye. Dijminê doza netewa kurd jî yê herî xedar jî
generalên kemalîst yên faþîst in.
Bi
taybetî arteþa Tirk bi her avayî bo "têkoþîna bi milletê Kurd re"
tê mezin kirin. Wekî mînak tenê di navbera salên 1980 û 1999 de 12 milyar
dolar tenê bo kirîna çek hatiye xerckirin.
Li Bakurê
Kurdistanê 80 sal bi taybetî piþtî salên 80î bi avayekî stratejîk ji gelek
hêlan ve teroreke bênavber hat
cêbecekirin. Terora dewleta Tirk bi taybetî bi qenalên Artêþa Tirk
,milên dewleta kûr -wek mafya û rêxistinên veþartî-,hin eþîrên esl-Kurd,
hin rexistinên ku bi navê "Kurdistanê" hatine avakirin û bi
rêbazên cûrbecûr tên meþandin.
Teror ne
tenê bi wateya xwe yê ferhengê "tirsandina bi karên xirab û
kuþtinê" nîne. Teror tenê bi bombe û êrîþan pêk nayê. Serobin kirin û
zirar dayîna hemû nirxên neteweyî, civakî, çandî, dîrokî, sîyasî, ehleqî û
hiquqî jî cûreyên terorê ne.
Di dîroka
hemû welatan de teror û zordarî bi avayekê tê bikaranîn. Her dewlet û herêm
ji serdemên cûda derbas dibin. Heta hin dewlet rexistinên xwe yên terorist
jî, bo kontrol kirina gel û hin rexistinên din avadikin. Gelek caran di vê
rewþê de berjewendîyên hêzên kûr heye. Lê dawî dawîyê di vê dewletê de
pergaleke nûjen û demokratîk tê avakirin.
Bes têkîlîya teror û berjewendî her tim bi þiklekî berdewam dike û
wê bike jî. Îroroj terora ku dewleta Tirk dimeþîne ne terorekî ji pewîstîya
bûyerên serdemî derketiye holê. Bingeha Dewleta Tirk ser "xeletî"
û "tirsînê" hatiye avakirin. Xeletî ewe ku hebûna neteweya Kurd
ji destpêkê ve hatiye redkirin.Tirs jî eþkere bûyîna vê xeletîyê ye.
Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe vê çewtiya xwe diparêze.Di vê navberê de
gelek hêz û grup jî di bin navê "parastina yekîtîya Tirkîye" de
bo berjewendîya xwe qaþo
neteweperestî dikin û gelê Tirk dixwapînin û heta ku dikarin vê nabeynê de
kîsên xwe tije dikin.
Encama
terora leþkerî, çandî û civakî ser Neteweya Kurd gelek giran e
Em van
encaman di çend xalan de pêþkêþ bikin.
• Li
bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî bi temamî hate qedexekirin. Bi vê politikayê
xwestin hiþê (bireweriya) Kurdeyatî ji holê rakin. Bi vê armancê mirovê li
Kurdistana Bakur ji kesayetîya xwe dûr dixin. Vêca mirovekî bê keseyatî
nikare bifikire, rastîyan bibîne û jiyaneke bi rûmet û pêþketî bixwaze.
• Li
bakurê Kurdistanê ji zêdetirê 4500 hezar gund û mezra hatine rûxandin û
þewitandin. Bi sedhezaran Kurd hatine koçber kirin. Bi hezaran Kurd hatine
kuþtin, sirgun kirin. Gelek malbat hatine perçekirin. Rewþa aborî ji her
demê xirabtir bûye. Bi vê kaosê jî armanca mezin têkbirina xwebawarîya
Kurdan e.
• Bi
giþtî li bakurê Kurdistanê bi taybetî li Amedê di salên dawî de bi
teþfiqkirina Dewleta Tirk û bi bêhistyarîya hinek Kurdan bêehleqî, fuhûþ,
dejenerasyon û gelek cûre bêtehemmulîya civakî gihîþt astekê pirr bilind.
Hêz û sazîyên ku bo mijarên biçuk û negirîng qiyametan radikin, mixabin bo
vê meseleyê bêdengin. Li Amedê beredayîtî di nav ciwan û zarokan de gelek
belav bûye. Kes tehemulî kesekî nake. Keç bi rihetî nikarin derkevin
kolanan ,dizî asta herî bilind de ye. Cahilî û çanda ku televizyonên Tirkan
ku wek çanda “televole” tê binavkirin ciwanên Kurdan dîl girtîye. Ji ber vê
dejenere bûyînê bi taybetî ciwan ji eslên xwe jî dûr dibin û Kurd bûnên xwe
û ziman û çanda Kurdî ji bîr dikin. Kesên ku xwe Kurd dihesîbînin jî bi
îdolojîyên vikûvala jiyana xwe diqedînin û wek çepgirên Tirk rastîya
Kurdistanê nabînin. Serbaz û leþkerên Tirk ku li Kurdistanê hatine wezîfedar
kirin bi rûmeta hin keç û jinên Kurd dilîzin. Bêgûman kiryarên serbaz û
leþkerên Tirk jî perçeyeke ji plana Dewleta Tirk. Jin di nava Kurdan de
sembola namûsê ye. Tirk jî rastîyên civaka Kurd baþ dizanin û bi
qîrejkirina rûmeta Kurdan brînek pirr kûr di jiyana civakîya gelê Kurd de
hatiye vekirin. Tirkîye baþ hesibandi bû ku "civakekê ku rûmeta wî
hatibe þikandin ,nikare xwedî li nirxên xwe yên netewî derkeve" an jî “ger milletek rûmeta xwe wenda
bike, eslê xwe jî wenda dike”. Encamên vê demê hin jî bi întîxarên jinên
Kurd xwe nîþan dide. Wek tê zanîn ku li Amedê bi dehan malên fuhuþê heye.
Her wiha esrarkêþî û tînerkêþî heta di nav zarokên 9-10 salî de jî tê
dîtin. Li Amedê bê tehemuliya civakî jî pirr pêþ de ye. Wek mînak þofor
tehemmulî rêwîyan nake, esnaf jî xwendekar jî memûr jî bi heman rengî
tevdigerin û bêhemmulîyek pir tund di nav civakê derketîye holê. Rêz bo jin
û kêçan naye girtin. Du heval wek keç û xort nikarin bi rihetî bigerin.
Rewþ hatiyê vê astê ku bo keçikekê li cem bavê xwe an jî hevalê xwe be jî
ne tenê be jî tê tacizkirin. Ji ber sedemên wisa jî hema her roj pevçûn û
lêdan li nav Amedê kêm nabe. Ev xerabûne û tehlîkeyek mezin e, cûreyek
terorê ye ku civaka Kurd rûberû bûye.
• Bi saya medyaya Tirkî ciwanên Kurd têne
bêmejî û bêfikr û bê hizr û bê çand kirin. Bi taybetî bi futbolê bal û
enerjîya ciwanên Kurd tê xerckirin. Wekî mînak piþtî maçên tîmên Tirkan li
tevahîya Amedê û bakurê Kurdistanî pîrozbahî tê li dar xistin û bo taximên
Tirkan bi coþ û pêroþî çepik tê lêxistin û piþtgirî têne dayîn ku wek tê
zanîn Tirkîye futbolê(pêgogê) bi taybetî bo pêþxistina nijadperestiya Tirk
û bêhiþkirina civakê bi kar tîne.
|