|
Dosyeya Taybet
Berdewama Gotarê
< Paþ
1 | 2
Pêþ >
Panoramaya Giþtî
ya 2006'ê
a Kurdistanê
AMADEKAR;SERHAD
B.RÊNAS
01
Rêbendan,2007 weþandin:12:27:29 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS
--Wekî 2 salên dawî îsal wek panorama rûdan û pêþketinên li Kurdistanê bo
helsengandina bûyerên rabirdû,ders girtinê ji pêþketinan û dîtin û hewl
dayîna dadana kêmasîyan û xebitîna bo di pêþketina ziman, weþangerî, sînema,
medya,çand û hunera Kurdî raxin berçavan.Ji 2 salên cûdatir emê pêþketinên
li Kurdistanê meh bi meh raxin ber çavan.
(Rûpela
1)
PÊÞKETINÊN LI DEWLETA FEDERE YA KURDISTANÊ
|

Dayikê Kurd ku
zarokê wî ji ber Þewba Çûkan jiyana xwe ji dest da
|
Rêbendan 2006;
•
Yekem car
xeteke Otobûsê di navbera Hewlêra baþûrê Kurdistanê û Ameda bakurê
Kurdistanê de vebû.
• Bo doza Seddamê dadgerek
din ya Kurd ji Helebceya Þehîd bi navê Reûf Reþîd Ebdula(61 salî) hate
wezîfedar kirin.Dadgerê nû berovajî dageha berê bi helwestên xwe yên
desthilat balê kiþand.
• Ji ber Þewba Çûkan Li
Kurdistana Azad mirina pêþî pêk hat.
• Piþtî vergirtina biryara
yekxistina Hikumetên Kurdistanê salek derbas bû û dawî li rewþa ku hemû
Kurdistanîyan eciz dikir û rê li hemû pêþketinan digirt hat û her du
îdareyên Hikumeta Dewleta Federe ya Kurdistanê hate yekxistin
• Dadgeha Bilind a Temyîzê
ya Kurdistanê li Hewlêrê biryara sezadana Dr. Kemel Seyyid Qadir ji binî ve
xerakir.
Sibat 2006;
• Li hemberî karîkaturên ku
li ser Hz. Muhhemed rojnameya Danîmarkî Iyllands-Posten weþandibû nerizabûn
û protestoli hemû Cîhanê berdewam dikir li Hewlêrê jî protesto hate li dar
xistin.
• Parlemena Neteweyîya Kurdistanê di
danîþîneke awerete de Neçîrvan Barzanî wekî Serokwezîrê Kurdistanê û Omer
Fettah jî wekî cigîrê wî destnîþan kir.
• Serokê Kurdistanê di
hevpeyvîne xwe ya di rojnameya Erebî bi navê "El-Sebah" de eþkere kir ku li
gor destûra Îraqî ji mafên Kurdistanê ye ku neft bo xwe derxîne û ev maf
mafê neteweyî ya gelê Kurd e.Her wiha Serokê D.F ya Kurdistanê derbarê
Kerkûkê de got ku "mijara Kerkûkê ne tiþtekî hêsane û em bi tu avahî dest jê
bernadin".
Adar 2006;
|

Serokomara Iraqê
Celal Talabanî bi tundî serdena Caferî bo dewleta Tirk rexne kir
û vê serdanê wekî serdaneke ne qanûnî nirxand.
|
• Ibrahîm Caferî behî ku
destura Hikumeta Iraqê bistîne çû Tirkîye.Serkomarê Iraqê û serokê YNKê Celal
Talabanî bi tundî serdena Caferî rexne kir û vê serdanê wekî serdaneke ne
qanûnî nirxand. Tirkîye li pêy bêbandor kirina hêzên Kurdistanî û Caferî jî
pêy bidestxistina berjewendîyên þexsî ye.Kurd ji vê serdanê nerazîne û êdî
li bereamberî kiryarên Caferî dengê xwe bilin dikin.Daxûyanîya Talabanî di
raya giþtî de gelek deng veda.
• Di dema meþq kirina
polîsên gumrika Kurdistanê, polîsekî Kurd bi navê Fazil Necman ji ber
teqeyên serbazên Tirkîyeyê jîyana xwe ji dest da.
• Li Kurdistan Azad li
Helebceya Þehîd û li hin welatên Ewrûpa de wê çalakî hatin li dar
xistin.Parlemena Kurdistanê jî bo rêzgirtina Þehîdên Helebceyê civîya.
Nîsan(Avrêl)
2006;
• Ji
bo bîranîna rêberê serhildanê salên 1922'an Þêx Mehmûd Berzencî doh ji alîyê
wezareta rewþenbîrî yê hikumeta Kurdistanê ve bi navê “Þêx Mehmûd Hefîd,
hikûmet û Þoreþên wî” li Hewlêrê festîvalek hate li dar xistin.Serokê
Kurdistanê jî yek ji axaftvanê vê festîvalê bû.Serokê Kurdistanê wekî her
carê bi eþkereyî ser hin xalan de axifî û got ; Wekî her neteweyeke din, ji
mafên Kurdane jî dewletek wan hebe û hevdu bigrin.Her çiqas dijmin û nehezên
gel nehêþtin ku dewletên Kurdan temen indirêj be û zû ji navbirin, lê ev bû
rastîyeke ku di mêjka her Kurdekî de maye û ta dunya maye her dimîne.
• Serokê Yekîtîya Niþtimanê
Kurdistanê Celal Talabanî di hikumeta daîmîya Iraqê de bo 4 salan wek
serokkomar hate pejirandin.
|

Arteþa Tirk ya
dagirker bo çavtirsana Kurdan sewqîyatek mezin ya leþkerî ber
sînora Kurdistana azad kir
|
Gulan 2006;
• Di
dawîya gulanê de nûçeya Arteþa Tirk li gel hin cerdevan(cehþ) an re bi
hincêta pêgirtina sed çekdarên PKK’yê bi dizî xaka Kurdistana azad bûne kete
rojevê.Arteþa Tirk dest bi eþqîtaîye kir û daxwaza vala kirina gûndên ser
sînor ya Kurdistana azad kir.
• 30
Gulanê li Silêmanî Civîna Enternasyonala Sosyalîst di derbarê rewþa giþtî yê
Kurd û Kurdistanê de pêk hat .
• Li
Iraqê þer berdewame û Iraq her roj paþ ket. 2006'an de Kurdistana azad her
roj hinek din ji Iraqê dûr bû.
•
7ê Gulanê bi danîþin û merasîmeke
taybet bi beþdarîyê mêvanên ji her 4 perçeyên Kurdistan û ji Cîhanê
yekxistina Hikumeta Kurdistan û kabîneya yekgirtî hate ragihandin.
•
23 gulanê êvara roja sêþemê li
bazarê Duhokê nêzî xwaringeha Dunya agir bi firingeheke nan ket û di encamê
de du hevwelatî ketin ber êrîþa agir û 40% ji bedena wan þewitî.
Pûþper(Hezîran)
2006;
•
Serokê Kurdistanê di civînê de
got; "Divê bo parastina destkeftî û mafên rewa ya neteweya Kurd pêwîstiya me
bi ava kirina arteþekî Kurdistanê ya pêþketî heye.
|

Serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî 2006'an bi eþkereyî bi dehan car anî
zimên ku;"Mafê gelê Kurde xwedî dewlet be belê di demekê gûncaw
de."
|
•
Serok wezîrê Kurdistanê; "Kerkûk
sembola xebata gelê Kurd tu carî Kurd dev ji Kerkûkê bernadin, mesele ne
meseleya neftê ye, neft li her cihekî Kurdistanê heye li Zaxo, li Hewlêrê û
li Silêmanîyê heye".
Tîrmeh 2006;
•
Serokê hukûmeta Kurdistanê û wezîrê dewletê yê kar û barên rojhilata navîn
li wezareta derveya hukûmeta Brîtanya, konferenseka rojnamevanî ya hevbeþ
saz kirin.
• Dr.
Nûrî Malikî serokê wezîrên Iraqa federal di serdana xwe ya di Kurdistanê de
hevdîtin û civînÊn cur bi cur bi rêvebirên Kurdistana azad re pêk anî.
• 18ê
tîrmehê de di çarçove ya serdana xwe bo bajêrê Silêmanîyê,Mesûd Barzanî
serokê Kurdistanê bi newþêrwan Mistefa cîgirê sikirtêrê giþtî yê Yekîtîya
Nîþtimanîya Kurdistanê û Kosret Resûl cîgirê serokê Kurdistanê û Îmad Ehmed
endamê polîtborîya sîyasî di gel yeke û fermangehên îdarî yên bajêrê
Silêmanî li hola þehîd þihab li Qelaçiwalan civîyan.Serokê Kurdistanê Mesûd
Barzanî got;"Mafê Kurdane xwedî dewlet be belê di demekê weha û gûncaw
de.Kurdistan di rojên pêþ de ê bibe xwediyê arteþek yekgirtî û modern û tu
kes ê nikaribe vê li hember hev bi kar bîne."
•
Mesud Barzanî di daxûyanîke xwe de
got;"Dema welatek êrîþê Kurdistanê bike jî em ê xwe biparêzin" .Hatibû
ragihandin ku NATO jî li dije ku artêþa Tirk li baþûrê Kurdistanê operasyon
pêk bîne.Wek tê zanîn bi zêde bûna kuþtina serbazên Tirkan dîsa pêla
nijadperestîyê bilind bû. Wekî meha nîsanê bi hinceta PKK tê xwestin ku
derbasî ser axa Kurdistana azad bê kirin.Dewleta Tirk di her firsen dê de bo
pêk anîna armanca xwe ya qirêj hewl dide.
•
12 tîrmehê serok wezîrê Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî tevlî torena destûrnameyên Pêþmergeyên Zêrevanî bû.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser rolên Pêþmergeyan axifî û got: Gelê me di
dîrokekî pir zehmetî de derbasbûye.
Tebax 2006;
•
Li gorî nûçeya Kurdistan TV'ê
balafirên artêþa Tirk herêmên ser sînor bombekirine.
|

Dewleta Tirk û
dijberên Kurd dixwazin rê li ber vê referrandûmê bigrin.Ji
ber ku ev dizanin ku bi vê referandûmê hemû derew û dêk û
dolabên wan derkevin holê û Kerkûk wê bikeve sînora Kurdistana
azad.
|
•
Dîwana Seroktiya Kurdistanê nûçeyeke di derbarê operasyonekê de, li dijî
serokê Kurdistanê bi tundî þermezar kir.di daxûyanîyê de hate gotin ku "ev
dereweke ewqas mezin e ku pêwîstî bi derew derxistinê nîne.Tu carê ne
komandoyên tirk û ne jî kesekî din nikare bavêje ser nivîsîngeha serok
Barzanî.Em nikarin bibêjin ev nûçe derew e.Ji ber ku ji derewê mezintire
encax xeyalên xwe de dikarin tiþtekî wisa bibînin."
• 10
tebax-Bi giþtî li navçeyên Silêmanî Derbendixan û Çemçemalê, ji ber
pirsgirêka av, elektrîk û sotemeniyê ev 3 rojin xwepêþandan tên lidarxistin
û di êriþên li hemberî xwepêþandêran de zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin û
gelek kes jî birîndar bûn.
Rezber(Îlon)
2006;
• 12
rezber-Mesûd Barzanî
serokê Kurdsitanê roja yekþemê pêþewazî li Ednan Muftî serokê parlemena
Kurdistanê û Dr. Kemal Kerkûkî cîgirê serok û Ferset Ehmed sekreterê
parlemento û serokê tîma nivîsandina destûra Kurdistanê kir.
•
Dadwer Ebdullah el-Amirî ku Sedam
re goti bû; "Tu ne dîkator î" ji wezîfeyê hate girtin.10'emîn danîþîna Doza
Enfalê bi serokatiya dadwerê nû Mihemed Ureybî Mecîd de berdewam kir.Ser
gotinên dozgerê Kurd nerazîbûn nîþanda bûn û ser vê yekêê dozger hate
guhertin.
•
Li ser biryara daliqandina alaya
Kurdî û rakirina alaya Basê li seranserê Kurdistana azad bi fermana Serokê
kurdistanê Mesûd Barzanî dijberên Kurdan xiste tengasîyê.Di serî de medyaya
Tirkî,medyaya bîyanî cihekî girîng veqetand ser biryara alaya
Kurdistanê.Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî jî piþtgirî da biryaya alaya
Kurdistanê û da zanîn ku "alaya niha alaya baasê te û divê bo Iraqê alayeke
nû bê çêkirin".Ciwanên endamên Yekitiya Xwendevanên Kurd ji bo ku alaya nûh
ya Îraqê bê dîyarkirin li ber parlamentoya Kurdistanê xwepêþedanek li
darxist.Heyetek leþkerî ya dewleta Emerîkayê, serdanî bajarê Duhokê kir û da
xuyakirin ku ew, li herêma Kurdistanê bi tenê alaya Kurdî nas dikin û jê re
rêz nîþan didin.Erebên Iraqê Dîsa dan Îspat Kirin ku Dijî rastîya Kurdistana
Azad in.
|

Xuyaye ku gelê Kurd di
hemû perçeyên Kurdistanê de li gel berdewambûna hin çewtîyên xwe
dîsa jî ne wek berîya 15-20 salanin.Gelê Kurd bi amûrên xwe yên
dîplomatîk,bi hêzên xwe yên medya û bi dezgehî bûna fermî û bi
vebûna xwe ya neteweyî-çandî êdî nehêlin ku çarenivîsa
Kurdistanê di destê çend kesan de bê tayîn kirin
|
•
Di 2006an de li Kurdistana azad
meseleya herî girîng mijara Kerkûkê bû.Li bajarê Kerkûkê Tirkmenên girêdayî
enîya Tirkmenan ku di bin kontrola dewleta Tirk de ne li pêy alozî û tevdanê
dûrneketin.Wek tê zanîn di sala 2007ê de bo çareserkirina meselya Kerkûkê dê
referandûmeke bêne çêkirin.Dewleta Tirk û Tirkmenan dixwazn rê li ber vê
referrandûmê bigrin.Ji ber ku ev dizanin ku bi vê referandûmê hemû derew û
dêk û dolabên wan derkevin holê û Kerkûk wê bikeve sînora Kurdistana
azad.Kerkûk bajareke girîng ya Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan
ditirsin ku kerkûk bikeve destê Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir
be.Her wiha girêdana bajara Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî
pengavekî dawîn ya serxwebûna Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê
Kurdistan welateke pirr pêþketî be.
•
Parlemena Tirk Çomez li Kerkûkê li
meclîsa þaredarîyê beyî ku fedî bike li dervey Tirkîye midexeleyî nexþeya
Kurdistanê kir.
Kewçêr 2006;
• 28
kewçêr- Ji ber barîna barana zêde ya li hin deverên Kurdistana azad li
bajarê Hewlêrê lehî rabû.
Sermawez 2006;
•
19 sermawez-Hikumeta Kurdistanê bi
daxûyanîyeke dîyar kir ku meseleya Kerkûkê meseleye hundurîn ya kurdane û
her wiha mafê tirkan nîne ku dest dirêjî wan mijaran bike.
•
29 Sermawez-Kurdistan Airways
rêvingîya xwe ya yekem pêk anî.
•
06 Sermawez-Kujdara bi sedhezaran
Kurd û dîktatora berê ya Iraqê Seddam Hûseyîn di mehkema ya li Bexdayê de bi
cezayê îdamê hat cezakirin.Kurdên bajêrê Kerkukê ser þeqama bo derbirîna
xweþhalîya xwe derketin kolanan.
Berfanbar 2006;
08
Berfanbar-Rapora Koma Xebata Iraqê ku hate eþkere kirin ji alîyê
desthilatdarîya kurdistanê ve bi tundî hate rexne kirin.Derbarê raporê de
Serokê Kurdistanê daxûyanîyeke tund weþand.Daxûyanîya serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî serî de BCC,CNN,The New York Times û bi giþtî di medyaya
Cîhanê de jî gelek deng veda.Serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtîya Niþtamanî
Kurdistan Celal Talabanî jî piþtgirîyê da helwesta Serokê Kurdistana
azad.Doh jî Serokwezîrê Kurdistanê raporê rexne kiribû.Di raporê de hin
îddayên vikûvala yên wek Tirkan heye.Di raporê de tê pêþnîyar kirin ku dema
çareser kirina mijara Kerkûkê paþve were xistin.Jixwe Kurdan 3 sal berê dema
çareser kirina kêþeya kerkûkê bo sala 2007an paþvexistibûn.Dewleta Tirk di
nava 3 salê de planên xwe yên qirêj de serneketin û ji bo bi dest xistina
zemaneke nû li dû pêþî lê girtin anjî paþvexistina referandûma li Kerkûkê
ne..Kurd li Ewrûpa û Kurdistanê bi xwepêþandan û kampanyayan raporê þermezar
dikin.Her wiha deshilatdarîya sîyasîya Kurdistanê û rexistinên Kurdan dest
bi xebatên dîplomatîk kirin.Her çiqas rapora Baker nehatibe çespandin û
George Bush bi pêywendîyeke telefonê ji serokê Kurdistanê
Mesûd
Barzanî re di derbarê rewþa Kurdistanê de pêbawerî dayî be jî Kurd vê carê
wê li gor îxtîmalan tevnegerin.Xuyaye ku gelê Kurd di hemû perçeyên
Kurdistanê de li gel
|

Kujdara bi sedhezaran
Kurd û dîktatora berê ya Iraqê Seddam Hûseyîn hate darve kirin
|
berdewambûna hin çewtîyên xwe dîsa jî ne wek berîya 15-20 salanin.Gelê Kurd
bi amûrên xwe yên dîplomatîk,bi hêzên xwe yên medya û bi dezgehî bûna fermî
û bi vebûna xwe ya neteweyî-çandî êdî nehêlin ku çarenivîsa Kurdistanê di
destê çend kesan de bê tayîn kirin û peymanên wek Cezayîr û xapandinên kûr
bê ferz kirin.• 04
Berfanbar-Li Kurdistana azad dîsa hewldanên ecêb û derî mentiq dijî
yekgirtana neteweyî hate rojevê.Hate ragihandin ku muduriyeta dezgeha
saziyên perwerdeyê ku di bin wezareta perwerdeyê de kar dike, daxwazek
nivîskî daye hukumeta Kurdistanê da ku sirûda netewî " Ey Reqîb" bê guhertin
û ji dêvla wê yeka nû bê bikaranîn.
•
27 Berfanbar-Parlamena Kurdistanê civîneke awarte lidarxist.Civînbi axaftina
Ednan Miftî serokê parlamentoyê vebû û ji bo raya giþtî û ragihandinê vekirî
bû."Serokê Kurdistanê di parlemenê de axaftinek pêþkeþ kir.Barzanî gazin li
welatên cîran ên Iraqê kir û got:" Dewletên cîran ên Iraqê, nelicih tevlî
karûbarê navxweyî ya Iraqê dibin û ne raste j ji ber ku ger dixwazin û
biperoþ in bo baþkirina rewþa Iraqê, baþtirîn yarmetî bo xelkê Iraqê ew e ku
bila bi tu awayek dest nexine karûbarê navxweyî ya Iraqê."Barzanî got:"Ger
destûra Iraqê neye bicîh anîn wê Kurd Iraqê veqetin.Serokê Kurdistanê Mesûd
Barzanî parlamena Kurdistanê de ragihand ku haya wî bixwe ji guherandina
alaya Kurdistanê û sirûda Ey Reqîb tuneye.
•
Alîkarê Sekreterê
Giþtî yê YNK'ê Noþîrwan Mustafa, ji wezîfeya xwe îstîfa kir.
•
30 Berfanbar-2006 bo gelê kurd bi bûyereke dîrokî qedîya.Kujdara bi
sedhezaran Kurd û dîktatora berê ya Iraqê Seddam Hûseyîn hate darve
kirin.Darvekirina Seddam di medyaya Cîhanê de cihêkî mezin girt ûgelek deng
veda.
PÊÞVEÇÛNÊN GIÞTÎ Û POLÎTÎK DI GELEMPERÎYA KURDISTANÊ DE
Rêbendan 2006;
• Di bûyerên Þemzînanê de
Çawiþê Tirk bi navê Tanju ku de ji erebeyê derketibû û gûle weþandi bû ser
gelê Þemzînanê û bû bû mirîna Kurdekê bi navê Alî Yilmaz di encama dadgehê
de serbest hate berdan.
• Skandala Serhekîmê Yozgatî
Dr. Fetin Rüþtü Yildiz ku, ji dema ku li nexweþxaneya Amedê dest bi kar
kiriye û bi helwest û biryarên xwe tovên nijadperestiyê diçîne û
dixwaze doktor û xebatkarên Kurd ji erkên payebilind dûr dixîne bi nûçeyên
Peyama KURD û HAWAR DENGÛBASê ve hate rojevê.
• Rûniþtina yekem a endamên
JÎTEM'ê û îtîrafkar Mahmut Yildirim, Abdulkadir Aygan, Muhsîn Gul, Fethî
Çetîn, Kemal Emluk, Saniye Emluk, Yuksel Ugur û Abdulkerîm Kirca ku wekî
berpirsiyarên 8 kuþtinên kiryarên wan nediyar in, li Dadgeha Ceza ya Leþkerî
de têne darizandin, roja 27'ê rêbendanê destpê kir.
|

Kanî Yilmaz(Faysal
Dunlayýcý) di Suîkastekê de hate kuþtin
|
Sibat 2006
• 12 Sibatê li bajarê
Silêmanî Endamê PWDK Kanî Yilmaz(Faysal Dunlayýcý) di Suîkastekê de hate kuþtin.Di heman
êrîþê de endemeke din ya PWDK’yê bi navê Sabrî Torîn jiyana xwe ji dest
da.Gor îddayan wek hin endamên din ya PWDK Kanî Yilmaz jî alîyê PKK ve
hatiye hatiye kuþtin.
• Bi lidar xistina sempozyûma ku bi navê
“Parastina Hesenkeyfê” rojên 18-20 Sibata 2006’an de kêþeya xetera ji holê
rakirina Hesenkeyfê careke din hate rojevê.
Adar 2006;
• Generalê Tirk Yaþar
Buyukanit ji ber berpirsyarîya xwe yê ji bûyerên Þemzînanê Ger Fermandarîya
Giþtîya Tirk destur bide wê ji alîyê dadgeha leþkerîya Tirk ve wê were
darizandin. Lê welatek wek Tirkîye de îxtimala darizandina Buyukanitê naye
dîtin.
• Li Kurdistanê û Cîhanê bi
panel,meþ û çalakîyan roja jinan hate pîroz kirin.
• Li Kurdistana Bakur de bi
sînor be jî televizyonên taybet de weþanên bi Kurdî destpêkir.li Amedê
televizyona Gun û ya Sozê, û Li Rihayê radyoa Medya FM li gora destura
Konseya Bilind ya Televîzyon û Radyoya Tirk (RUTKê) weþana Kurdî ya bisînor
kirin.
• Li Washingtonê Ser
Pirgirêka Kurdî ya Li Sûrîye Konferansek Hate Li Dar Xistin û Federalîzm
Wekî Çareserîya Pirsgirêkê Hate Pejirandin.
• Li Stenbolê bi berþdar
bûna gelek nivîskar, rewþenbîr, siyasetmedar û hunermandan “Konferansek ser
Çareserkirina Kêþeya Kurd” konferansek tê li dar xistin.Konferans.
• Lijneya Teftîþê ya
Wezareta Dadê ji ber îdîanameya amadekirî de, derbarê Dozgerê Komarê yê Wanê
Ferhat Sarikaya de bi zexten Artþeta Tirk û wezirê dadê ya Tirkan Cemîl
Çîçek de lêkolîn da dest pêkirin.Bi avayekî zelal eþkere bûyîna Têkîlîya
Arteþa Tirk terorkirina gelê Kurd de di çapamenîya Biyanî û Tirkan de cîheke
mezin girt.
|

Newroza 2006 li
Kurdistanê û Cîhanê bi coþeke mezin hate pîroz kirin.
|
• Newroz li Kurdistanê û
Cîhanê bi coþeke mezin hate pîroz kirin.Li Kurdistana Azad bi hêvîyên xurt
bûna yêkîtîye û bi kêfxweþîya yekbûna Hikumetên Kurdistan gelê Kurd bi azadî
Newroza 2006’an pîroz kirin û seranserî Kurdistana Azad bi Alên Kurdistanê
xemilandin.Li Kurdistana Bakur ji ber ku ahengên Newrozê ji alîyê DTP ve
hatibû organîze kirin beyî Ala Kurdistanê û daxwazên neteweyî kotayî li
pîrozbahîyan hat.Li Kurdistana Bakur PKK û DTP her çiqas pîrozbahîyên
Newrozê bo berjewendîyên xwe bikarbînin jî gel bipiranî bo tevlî bûna coþa
Newrozê tevlî pîrozbahîyan bûn.
• Li Amedê meha adarê de
serhildanek mezinê dîrokî ya gelê Kurd mezin rû da .
28 Adar
Li Amedê
Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyê di hat li
dar xistin êrîþ kir.
Cenazeyên
4 gerîllayên PKKê ku di operesyoneke de jiyana xwe ji dest da bûn serê
sibê li Amedê ji alîyê girseyeke
mezin ve hate pêþvazî kirin.Piþtî veþartina cenazeyan li goristana Yenikoy,
girse dest bi meþê kirin.Piþtî demeþê navbera polîs û xwepêþanderan de
pevçûn derket.Ciwanan bombeyen molotolf avêtin polîsan. Polîs jî bi tundî
êrîþî ser girse kir. Piþtre jî alozî li seranserî Amedê belav bû.Dema êrîþên
polîsan de gelek kes brîndar bûn.Polîs gule barand ser gel.
29 Adar
|




Li Amedê meha adarê de
serhildanek mezinê dîrokî ya gelê Kurd li dijî dewleta Tirk û
dijî terora Tirkan pêk hat
|
150
zêdetir brîndar bû û 3 kes jî jiyana xwe ji dest da.Seranserê Amedê ji aliyê
polîsan, hêzên çevîk, tîmên taybet û leþkeran ve hatin e dagirkirin.Dikkan
û kargehan jî îro nehate vekirin.Li gelek deverên bajêr jî tanq hatin
bicihkirin.Ji ber ku hêzên polîsan têrî pêþî girtina çalakiyan nekir, ji
bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Meletiyê ekîbên girêdayî
miduriyetên ewlehiyê þandin Amedê. Hate hînbûn ku ji 16'emîn Tugaya Bizirx
a li navçeya Erxena Amedê gelek personel û tanqên bi zirx, di demên serê
sibehê de li 7'emîn Fermandariya Kolorduyê hatine bicihkirin.
30 Adar
Li
Amedê hemû dikkan hatin girtî û
xwendekarên zankoya Dîcleyê jî neçûn dersan û zanko boykot kirin.Li
dersxaneyan de jî ders nehate kirin. 3 kesên di encama gulebarana polîsan
de jiyana xwe ji dest dan a li Goristana Yenîkoy de bi merasîmeke mezin
hatin veþartin.Hejmara girseya ku cenazeyê gihîþt 100 hezarî. Piþtî
merasîmê nêzî 100 kesên beþdarî merasîmê bûn, ber bi mala taziyeyê ve dest
bi meþê kir. merasîmê jî alozîyên mezin derket û hêzên dewletên Tirk
ciwanek din jî kuþt.Li Batmanê li gelek cihên bajêr leþker hatin
bicihkirin. Hate ragihandin ku polîsan çalakvanek ji qata 4'an a avahiyekê
avêtiye xwarê.Çalakvanên ku polîsan avêt xwarê û lingê wî þikest, hate
binçavkirin.Birîndarên din jî rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya Êlihê.Avahiya
MHP'ê,avahiya Finans Bankê û gelek
sazîyên dewletê jî hate þewitandin.Li Wan,Riha,Sêrt,Mêrsîn,Mêrdîn, Qoser û
Stenbolê jî zextên dewleta Tirk bi xwepêþandanan hate þermezar kirin.
31 Adar
bi sedan tîmên taybet li Amed,Sêrt û li hin bajarên din
avêtinser malan û bi sedan kes bilêdan û heqeretan girtin bin çavan.Bi
taybetî li Amedê taciz û êrîþên ser berdewam dike.Polîs zextê ser gel dikin.Tê
dîyar kirin ku ser kesên binçav kirî êþkence tê kirin.Hersa gel ji ber
bikaranîna çekên rast û kuþtina mirovên sivîl û bê tawan zêde dibe.Kurd bi
fikarin ku êrîþên hovane zêdetir bibin. Wezîrê nevxwe ya Dewleta Tirk
Abdulkadîr Aksu hate Amedê.Wekî tê
zanîn Abdulkadî Aksu yek ji dijmînê gelê Kurd e û ligor wî pirsgirêka
Kurdistan nîne û divê çareserkirina bûyerên li Amedê jî zêdekirina hêzên
lêþkerî pêwîst e.li Batmanî alozî berdewam kir.
1-2 Nîsan
Li Qoserê di encama êrîþan de kesek hate kuþtin..Li Gever,
Wan,Sêrt,Riha,Þirnex, Mêrdîn, Dêrsîm, Stenbol,Îzmîr û di hin bajarên din de
jî alozî çêbû.Li Amedê 2 kesên din yên brîndar jiyana xweji dest dan.
3 Nîsan
Li Qoserê polêsan êrîþî ser protestoya Kurdan kirin û di encamê
de 2 Kurd hate kuþtin.Serokê þaxê Batmanê ya partîya Civaka Demokratîk hate
girtin.Hejmara gitîyan gihêþ ser 400ê.
Di
çalakiyê de zarokên biçûk rastî lêdanê hatin, jin jî bi copan hatin
tehdîtkirin.Medyaya
Cîhanê weþanên wek Le Monde,Abc News,BBC, I.Herald Tribune bi berfirehî
bûyerên li bakurê Kurdistanê re cîh vediqetînin.Tiþtê balkeþ ewe ku hin
weþanên bîyanî bo Kurdistanê li þûna “rojhilatê Tirkîyê” peyva Kurdistanê
bikartînîn.(Mînak:Binêrin nûçeya Le Monde).
Di vê navberê de daxûyanîyên hin
rexistinên Kurd jî bû sedema nerazîbûnan.Nerazîbûnên Kurd di ser forûmên ser
înternetê de jî mînakake vê yekê ye.Wan rexistinan þûna ku terora dewletê
þermezar bikin nasîhan dan gel.Bi avayekî çewt banga aqlê selîm hate
kirin.Helwestên wan rexistin an û fam nekirina helwesta gel û bi tundî
þermezar nekirina terora dewleta Tirk wek berê îro jî dibe sedema bi hêz
bûna pêvajoya îmralî û berfireh bûna lîstik û planên arteþa Tirk û
berjewendî xwazan.
Nîsan(Avrêl)
2006;
• Dewleta Tirk dawîya nîsanê
de sewqîyata leþkerî ber bi sînorên Kurdistana azad û rojhilatê Kurdistanê
kir û bi alîkarîka medyaya Tirkî ev amadekarîyan bênavber nîþanî ray giþtî
da.Bi taybetî di medyaya Tirkan de ev pêþketin hate mezin kirin.Îran jî bi
heman armancan kete nava hewldanan.Armanca herî sereke ya Dewleta Tirk
þikandina xwebawerî û hiþmendîya Kurdan bû.
• Di daniþîna 9'emîn a doza
girtina Kurd-Der'ê ku li 2'yemîn Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Amedê dihat dîtin
de, biryar hate dayîn ku komele bê girtin. Nîþandayîna zimanê kurdî yê wekî
zamanê faaliyêtê, armanca damezirandina mûze û pirtûkxaneya arþîvê ya kurdî
ku di rêziknameya komeleyê de cih digire, wekî hinceta girtinê hate nîþan
dan.
• Parlementerê berê DEPê
Leyla Zana bi vexwandina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî çû bajarê
Hewlerê.Leyla Zana dê bi rayedarên Kurdistana Azad re ser pêþketinan û li
ser pêvajoya dawî hevdîtinan çêkir.
• Komîsyona Þemzînanê ya
Parlemena Tirkan bi hewlên arteþa Tirk û dewleta kûr ve bûyerên Þemzînên de
Dewleta Tirk wekî "bêtawan" hate îlan kirin û sîyaseta qirêj ya 80 salî a
Dewleta Tirk berdewam kir,dîsa di bin navê PKK de gelê Kurd hate sûcdar
kirin.Her wiha bi yasaya nû ya dijî terorê jî qedexeyên nû hat û hemû
pêngavên erênî paþve hat standin.Bi yaseya nû ya "têkoþîna dijî terorê" re
jî zextên giran hat ser gelê bakûrê Kurdistanê.Ji hemû lîstikên kûr dîsa
gelê Kurd zirarê dît.
• Dewleta Tirk tehemmulî
eþkere kirina rastîyan nekir bi beralîkirina arteþa Tirk û herî dawîyê de jî
Ferhat Sarîkaya ji wezîfeya xwe hate dûr xistin.Hin di destpêka bûyerên
Þemzînanê de dîybar bû bû ku Dewleta Tirk harî dawîyê vê mijarê bi
dêkûdolaban veþêre.Ji ber ku ev sîyaset li Tirkîyeyê 80 sale neguherî ye.
|

Dewleta Tirk tehemmulî
eþkere kirina rastîyan nekir bi beralîkirina arteþa Tirk û herî
dawîyê de jî dozgera doza Þemzînan Ferhat Sarîkaya ji wezîfeya
xwe hate dûr xistin
|
Gulan 2006;
• 6ê
Gulanê Doza Þemzînanê bi skandalên li gor Dewleta Tirk destpêkir.Doznamê
nîvçe hate xwendin û cihê General Yaþar Buyukanitê ji dozname hate
derxistin.
Pûþper(Hezîran)
2006;
• 22
nîsan bi biryara dadgeha Wanê sûcdarên bûyera Þemzînanê re 39 sal siza hate
dayîn.Her wiha piþtî vê biryara girîng xwedîyê pirtûk xaneya Umut Seferî
Yilmaz jî hate girtin.
•
Derket holê ku li Lîseya Navçeya Hênê ya Amedê ji ber ku daketin û derketina
dibistanê ji hêla leþkeran ve tê kontrolkirin û her wiha leþker di nav hewþa
lîseyê de digerin, li aliyekê perwerdehiya xwendekaran kêmas dibe û li aliyê
din jî xwendekarên keç nikarin derkevin hewþê. Tê ragihandin ku leþkerên
tirk kifirîyan li keçan dikin.
•
Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur li roja çarþembê (14.6.2006), birek
hevdîtinên bilind li avahiya meclisa Yekitiya Ewropa li Strasbourgê digel
rayedarên payebilind yên Parlementa Ewropa pêkanîn.
• 9ê
hezîranê li Qoserê,
bûyereke din a wek Ugur Kaymaz, hate rojevê.Li ser qetilkirina Selahatttin
Aksu û keça wî ya 7 salî de, agahiyên nû derketin holê. Hate tespîtkirin, ku
bav û keç bi tam 31 gulleyan hatine kuþtin.
|

Di Kupaya fotbolê ya
cîhanê ya 2006ê Elmanyayê de di maça navbera Tinûs û
S.Erebîstanê de di çend cîhan ber hemû kamerayên cîhanê de ala
Kurdistanê hate vekirin..
|
Tîrmeh 2006;
• Li
ser hev di hefteya 3'emîn ya Tîrmehê de 17 serbaz,3 polîsên Tirk û 2
cerdevan mirin.Di mersaîma cenzayên wan serbazen de dîsa pêla nijadperestîyê
bilind bû û di medya û raya giþtî yê Tirkan de li dijî PKK nerazîbûnên tund
hate nîþan dan.Wekî meha nîsanê bi hinceta PKK tê xwestin ku derbasî ser axa
Kurdistana azad bê kirin.Dewleta Tirk di her firesendê de bo pêk anîna
armanca xwe ya qirêj hewl dide.Tirkîye li pêy têkdana Dewleta Federe ya
Kurdistanêye. Tirkîye wek 15 salên dawî dixwaze Dewleta Federe ya
Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo pêkanîna vê armancê jî bi taybetî arteþa
Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û wek berê jî lîstikên klasîk
amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê dixwazin êrîþî Kurdistana Azad
bikin.Ji bo pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê jî zexta ser gel tê
zêde kirin.
•
Generalê leþkerî yê teqawid Altay
Tokat, di hevpeyvînekê xwe yê nû di kovara tirkî de got ku wî jî, di wextê
xwe de bi destê hin kesan, çend bombeyan daye teqandin.Piþtî daxûyanîyên
skandanl yê wî generalî wekî her carê Dewleta Tirk -sîyaset û dawerî- bê
denge û li hemberî zêdetir eþkere bûyîna terorên xwe ser neteweya Kurd di
nav bêdengîyeke kûr de ne.Heta niha bo daxûyanîyên wî hikumet an jî dadgeha
sivîl lêpirsîn nedane destpêkirin.
•
Konseya Ewrûpa ser rewþa gelê Kurd
raporek amade kir.Rapor ji alîyê Lord Russell-Johnston ya Îskoçî ve hate
amade kirin.Di raporê dhate dîyar kirin ku dewleta Tirk bi PKKyê re bi
avayekî þaþ têkoþîye û ji ber helwest û pêkanînên vedekirin û zordestîyê
Kurd jî Tirk jî gelek berdel dane.Di raporê de ser dîroka Kurd û Kurdistanê
û ser ziman,çand û wêjeya Kurdî jî agahîyên berfireh hatîye dayîn.Hatîye
xuya kirin ku dîroka Kurdan ji zêdetirê 4 hezar salîyê.
•
Kupaya fotbolê ya cîhanê ya
2006ê Elmanyayê destpêkir.Bo Kurdan jî dîmenek balkeþ derket holê.Di maça
navbera Tinûs û S.Erebîstanê de di çend cîhan ber hemû kamerayên cîhanê de
ala Kurdistanê hate vekirin.Ev ne cara yekê ye ku kurd ala kurdî di maçên
mezin de dihildin da ku ala wan doza kurdî di helkeftinên navnetewî bide
nasîn. bakûrî Kurdistanê bûn.
|

Germahîyên zêde wekî
hemû Cîhanê li Kurdistanê jî bi bandor bû
|
Tebax 2006;
•
Piþtî derketina "yasaya dijî
terorê" di demên dawî de di hejmara girtin,êþkence,zextên ser zimanê Kurdî
girtina weþanan avêtina ser malan de zêdebûnek giring çêbû.
• Berî
Civîna bilind a Þûraya Leþkerî ya Dewleta Tirk, Yaþar Buyukanitê ku navê wî
di terora Þemzînanê de hatibû rojevê û wî bo tawanbarê bûyerên Þemzînanê Alî
Kaya gotibû ez wî nas dikim,ew kurekî beþ e", li dewsa orgeneral Hilmi Ozkok
bû bû serokê nû yê fermandariya giþtî ya artêþa Tirk.
•
PDK-BAKUR, PSK, PWD bi daxûyanîyeke hevbeþ îlan kirin ku Li bakurê
Kurdistanê jibo pêkanîna yekîtîya netewîya Kurd, di çarçova “mafê çarenûsîya
azad a netewî” de jibo ku bi riyên demokratîk û siyasî doza netewa Kurd bê
bidestxistin, di her bergeh û di her warî de xebat û tekoþînek hevbeþ bê
kirin
• Germahîyên zêde wekî hemû Cîhanê li Kurdistanê bû sedema dijwarîyan
•
Hîmê bendava Ilisû ya wê Heskîfê
di bin avê de bihêle, li gundê Ilisû'yê ji aliyê serokwezîrê dewleta Tirk
Tayyîp Erdogan ve hate danîn.Bo pêþî lê girtina çêkirina bendavê, hewldanên
rêveberiyên herêmî, rêxistinên civakî yên sivîl didomin.Hewldana
Jîndarkirina Heskîfê ku çalakiyeke mezin organîze kirin û nêzî 6 hezar kes
tevlî bû.
•
06 tebax-Di encama êrîþa Îsraîlê
de bo ser deþta Bîqaê li bakurî Lubnanê 26 karkerên Kurdên baþurrojavayê
Kurdistanê hatin kuþtin û 30 din jî birîndarbûn.
•
27 tebax-Pirtûkên nivîskara Swêdî
Arstrid Lindgren ku ji bo Kurdî hatibûn wergerandin û dê li pirtûkxaneyên
bajarên Kurdistanê bihata belav kirin li Stenbolê polîs dest danî ser wan.
•
Hêzên Sûriyê li baþûrê rojavayê
Kurdistanê, li zext û girtinên li hemberî kurdan dom kirin. Li bajarên
Qamiþlo û Efrînê 6 kes bê sedem hatin binçavkirin, li paytexta Suriyeyê Þamê
jî xwendekarê bi navê Enver Mahmud ê 15 salî hate wenda kirin.
Rezber(Îlon)
2006;
•
Dewleta Tirk endamên çeteyên xwe
yê "Atabagler" ku berî demekê hatibûn girtin bi sedema "bêtawan" bûna
wan serbest hatin berdan.
•
Parlemena Ewropayê rapora derbarê
Tirkiyê deerê kir.Di raporê de xalên derbarê komkujîya Ermenî û Sûryanîyan
de hatibe derxistin jî,Dewleta Tirk di gellek waran de hate rexne kirin.Di
derbarê pirsgirêka kurd de jî ji Tirkiyê tê xwestin, ku li çareyên
çareseriya demokratîk bigere. Di raporê de kiryarên PKKê bi awayek tund tê
þermezarkirin û axaftina Erdogan ya par li Diyarbekirê jî wek gavên bi
cesaret tê nirxandin û ji dewleta Tirk hate xwestin ku rêyeke çareseriyê ji
bo kêþeya Kurd bibîne.
|

Li bakûrê Kurdistanê
bajarê Diyarbekirê li teniþt parka koþuyolû teqînek mezin çêbû û
di encamê de herî kêm 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî
brîndar bûn.Peywedîyê vê êrîþa terorîstî ser gelê Kurd bê gûman
bi arteþ û dewleta Tirk jî hebû
|
•
Li Dewleta Tirk ji ber daxûyanîyên
serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtîya Niþtimanê Kurdistanê Celala Talabanî
qiyamet rabûye.Celal Talabanî li Emerîkayê tevlî bernameyeke radyoya bi navê
National Publîc Radio bû û ji bûyerên þîdetê yên Iraqê Tirkiye, Îran û
Suriye berpirsyar girtini bû. Talabanî goti bû ku, rêveberiyên Tirk, Îran û
Suriyê tevlî karên hundurîn yên Iraqê dibin û ji bo alozî dewam bikin jî,
piþtgiriyê didin derdorên mûxalîf.
• 13
rezber-Li bakûrê
Kurdistanê bajarê Diyarbekirê li teniþt parka koþuyolû teqînek mezin çêbû û
di encamê de herî kêm 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî brîndar
bûn.Bi hezaran kesî teqîna ku duh êvarê li Parka Koþuyoluyê pêk hat,
þermezar kir û qurnefîl danîn cihê bûyerê.Li Dîyarbekirê ser êrîþên hovenae
û þehîd bûna 11 Kurd þîneke 3 rojî hate îlan kirin.Grûbekî bi navê
TÎT(Tugayên Tolhildanê Tirk-Türk Ýntikam Tugaylarý) di malberên xwe de
"http://www.turkintikamtugayi.8m.com" bûyer girtine ser xwe û daxûyanîya di
malperê de hatîye gotin ku;"Bo standinê tolê "þêhîdên xwe li Dîyarbekîrê 10
Kurd kuþtin,Kurdên herî baþ Kurdê mirî ye".Ger ev daxûyanîya ev grûbê hov ku
îxtîmaleke mezin di kontrola dewleta Tirk dene divê gelê Kurd hesabê vê
bûyerê bibirsin".TÎT berê jî hin sazîyên Kurdan bi nameyan tehdît kiribû.TÎT
grûbeke nezî nijadperestê Tirkan û MHPyê ye.Peywedîyên wan bê gûman bi arteþ
û dewleta Tirk jî heye.Bûyerên Þemzînanê,konsepta dawî û daxûyanîyên dawî ya
serfermandarê nû ya arteþa Tirk jî texmînên Kurdan bihêztir dike.Tirtê
balkeþ jî ewe ku teqîn di salvegera 26'emîn ya darbeya leþkerîya dewleta
Tirk ku bûbû sedema mirin,weda bûn û eþkence kirina bi sedhezaran Kurdên
bakûrê Kurdistanê de pêk hat.Li Amedê di çalakîyên protesto kirina êrîþê de
navbera gel û hêzên Tirk de pevçûn derket.Li hemberî êrîþa hovane ya tirkan,
hemû gelê Kurd ser pîyan e.Amediyên li cihê teqînê li hev kom bûn bi
siloganên ‘wê Dewleta kujer hesabê bide’ êrîþa hovane þermezar kirin.
|

PKK agirbest îlan kir
|
Kewçêr 2006;
•
Serokê HAK-PARê nevîyê Þêx Seîd
dawî li jiyana xwe ya siyasî ya 49 salan tîne û dev ji siyasetê berda.
•
2 kewçêr-PKK agirbest îlan kir.
•
Kampanyaya "Bavo min biþîne
dibistinê" ku ji alîyê gruba medyayê ya Dogan(ku xwedîyê wê Aydin Dogan e)
di serkeþîya rojnameya MillÎyet û bi piþtgirîya gelek rexistinên sivîl û
dezgehên fermî ve piþtgirî tê dayîn ji nû ve tê çalaktir kirin.Armanca
veþartî ya Tirkan helandina zimanê Kurdî û asîmîle kirina zarokên Kurd
•
Murad Karayilan serokê Konseya PKK
bo mêhvanê progirama siyasî ya televizyona Kurdistan TV bû.
•
Li Parlemena Ewrûpa Konferansa
3'emîn a Kurd hate li dar xistin.
•
2006'an de nûçeya nexweþîya Mehmed
Uzun Kurdan û hemû dostên wî xiste xemgînîyekî mezin.Gelek kes piþtî vê
nûçeyê diçin nexweþxaneya Karlonîskayê serdena Mehmed Uzun.Wezîre Ciwanan û
Sporê(Werzîþ) e Hikumeta Kurdistanê Taha Berwarî, li gel þandeke hikumetê
Kurdistan serdana Mehmet Uzun kir û hêvîya baþ bûna wî kirin.Mehmet uzun
piþtî nexweþxaneya Karlonîskayê çû emerîka û ji wir jî hate Amedê. Uzun, li
balefirgehê wiha axivî: "Ez hatime ser axa xwe. Ez ne ji bo mirinê hatim, ez
ji bo jiyanê hatim.".Li bakûrê Kurdistanê li Amedê Þarederîya Mezin ji bo
Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun Þahîyek amede kir. Mehmed Uzun nivîskarê Kurd ê
binavûdeng ku ev demek e ji ber nexweþiya xwe ya kanserê têkoþîn dide
meþandin. Yaþar Kemal, Zulfî Livaneli, Akin Birdal û Ferhat Tunç li
nexweþxaneya Venî Vîdî çûn serdana Mehmed Uzun hat.Nivîskar Mehmet Uzun ku 3
meh e li Amedê, ji ber qansêrê li nexweþxanê dihate dermankirin îro ji
nexweþxanê derket.Ûzûn, ji bo kesên wî tenê nehiþtine û piþtgirî danê, bi
civîneke çapemeniyê, sipasî wan kir. Nivîskarê kurd Mihemed Ûzûn ku li
Sêwêdê bi qansêra mîdê ketibû û 95 roje li nexweþxaneya Venî Vîdî ya Amedê
dihat dermankirin, di meha Kewçêrê de ji nexweþxanê derket.
Sermawez 2006;
|

Li tevahîya Kurdistanê
ji ber barîna barana zêde û rabûna lehîyên rojên dawî nêzî 30
kes jiyana xwe ji dest dan
|
• Li
tevahîya Kurdistanê ji ber barîna barana zêde û rabûna lehîyên rojên dawî
nêzî 30 kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan xanî di bin avê de man û bi
dehan xanî jî hilweþîyan.Her pêþî li Kurdistana azad li Hewlêrê bandora
barana zêde rûda û gellek xanÎn di bin avê de man û piþtre jî li bakûrê
Kurdistanê bajarê Riha û navçeya wê Vêranþar ji ber lehîyê zirarek mezin
dît.Bi taybetî navçeyên bajarê Amedê Bismîl û Çinar ûdibin bandora barana
zêde de man û nêzî 18 kes jiyana xwe ji dest dan.Barana dijwar li navenda
Batmanê jî bû sedema lehiyan û li gorî agahiyan, li navenda bajêr herî kêm
100 mal di bin avê de mane.Di encama lehîya li Êlîhê 11 kes jiyana xwe ji
dest dan.Li Bismilê hejmara miriyan gihîþt 20'an,Li Qilabanê jî çûyîn û
hatin pêk nayê û kesek ku bi avê de çû, jiyana xwe ji dest da.Dewleta Tirk û
medyaya Tirkan beyî ku berbiryarîyên xwe yên encama giran ya lehîya li
Kurdistanê bibînin û alîkarîya pêwîst li cihên afetê bibin tenê peyaman
diweþînin û rêvebirîyên herêmî tawanbar kirin.Dewleta Tirk wekî her bûyer û
karesatên li bakûrê Kurdistanê dîsa ne di nava livûtevgerê de ye.Karesatên
wisa dema ku li stanbol an jî bajarekî din ya Tirkîye pêk tên medyaya Tirkî
û dezgehên Dewleta tirk bi lezî radibin serpîyan û qiyematê radikin û bi
rojan di medyayê de bê navber nûçeyên karesatê didin,her tim dibêjin "cewazî
di navbera tu herêmên Tirkîye nîne û ew jî ji me ne" lê helwesta wan bo
Kurdistanê ku ne wek beþa Tirkîyeyê ye.
•
Meha sermawezê de bajarê dawî ku
bûye hedefa qirêj ya Fettulahçîyan e bajarê Mêrdîn e.Li Merdînê bi koleja
Atak û dersxaneya Sur de zarokên Kurd di çerçoveya fikra Tirkperwerî-Îslamî
tên perwerde kirin.Dîsa li Mêrdînê bi mêrîyên xwe di qada aborî,perwerde û
gelek warên cûda de propgandaya tirkperwerîyê tê kirin û dijberîya
daxwaz,hebûn û mafên Kurdan tê kirin.
•
12 sermawez-Kongreya HAK-PARê de daxwaza federasyonê hate pejirandin û
serokê nû Sertaç BUCAK e.
•
25 sermawez-Li Enqereyê Konferansa li ser çareserkirina pirsa Kurdî hate li
dar xistin. Konferansa ku ji aliyê Forûma Demokrasiya Kurdî ve hatibû
amadekirin.
|

Serokwezîrê Tirk Recep
Tayîp Erdogan li New Yorkê, civîneke çapemeniyê lidarxist û
peyama siyaseta înkarê da.Erdogan li ser pirseke wekî ‘Mafên hûn
ji bo tirkên Kibrisê dixwazin, gelo heman mafan didin kurdan’
hêrs bû û îdîa kir ku, li Tirkiyê pirsgirêka kurd nîne.
|
Berfanbar 2006;
•
07 Berfanbar-Ji PDK-Î
komek veqetîya û bi navê PDK-Ararat damezirandin.Wek tê zanîn demeke dirêje
ku di nava PDKÎ de nîqaþên veqetinê di navbera hin koman de didomîya.
• 17
Berfanbar-Leþkerên Qereqola Cendirmeyan a Gundê Pîrînçlîk a Amedê, zarokên
li meydana gund dilîstin, gulebaran kirin.
•
20
Berfanbar-Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan li New Yorkê, civîneke
çapemeniyê lidarxist û peyama siyaseta înkarê da.Erdogan li ser pirseke wekî
‘Mafên hûn ji bo tirkên Kibrisê dixwazin, gelo heman mafan didin kurdan’
hêrs bû û îdîa kir ku, li Tirkiyê pirsgirêka kurd nîne.
•
26 Berfanbar-Li Amedê yekem berfa salê barîya. Ji, berfê hemû seferên
firokeyan ji Amedê jî hatin betal kirin.
•
Li Tirkîye êrîþên
dijberên Kurdan ser gelê Kurd dîsa gurtir bû. Dijberên Kurdan li Îzmîr û
Enqerê, bi kêr û satoran êrîþê xwendekarên kurd kirin.
•
21 Berfanbar-“Partiya Demokrasiya Hevbeþ”(KADEP) bi awayekî resmî hate
damezirandin.Partî ji alîye Gruba kurdên Azad ve ku ew demekê bû bo
avakirina vê partîyê civînên cur bi cur li dar dixistin.Serokê KADEP
Þereafettin Elçî piþtî daxwaznameyê diyar kir ku Partiya wan " partiyeka
siyasî, demokratîk û sekularîst, beþdar, pirdengî, azadîxwaz, bi hiqûqê û
azadî û mafê mirovan ve girêdayî ye."
(çavkanîya giþtî; arþîwa HAWAR DENGÛBAS )
Here
Berdewama Gotarê <
Paþ 1 | Rûpela
2
Pêþ >
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWAR DENGÛBAS e. Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Gotaran
|