|
Dosyeya Taybet
Beþa Pêþî ya Gotarê < Paþ
1 | 2
Pêþ >
Panoramaya Giþtî
ya 2006'ê
a Kurdistanê
AMADEKAR;SERHAD
B.RÊNAS
01
Rêbendan,2007 weþandin:12:27:29 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS
--Wekî 2 salên dawî îsal wek panorama rûdan û pêþketinên li Kurdistanê bo
helsengandina bûyerên rabirdû,ders girtinê ji pêþketinan û dîtin û hewl
dayîna dadana kêmasîyan û xebitîna bo di pêþketina ziman, weþangerî, sînema,
medya,çand û hunera Kurdî raxin berçavan.Ji 2 salên cûdatir emê pêþketinên
li Kurdistanê meh bi meh raxin ber çavan.
(Rûpela 2)
REWÞA MÛZÎKA KURDÎ DI
2006’AN DE
|

Albûma dawîn a Ciwan
Haco bi navê "Off" demekê ku hezkirîyên wî xistibû bendewarîyê
24’ê Adarê de li Kurdistana Bakur û li Tirkîye de hate weþandin.
|
2006 an de gellek albûmên nû tevlî
arþîwa mûzîka Kurdî bûn.bi taybetî albÛma Ciwan Haco ya bi navê "off" bazara
mûzîka Kurdî geþ kir.Her wiha dawîya vê salê de jî ser mûzîka Kurdî
konferansek berfireh hate li dar xistin..Em dikarin bêjin ku li 2005'an 2006
bo mûzîka Kurdî hinek baþtir bû.
Rebendan
•
Li Zaxoyê di navbera rojên 8-10ê Rêbendana 2006ê de pêk hat û bi xelat
dayîna klîban mîhrîcan bi dawî bû.Hêjayî gotinê ye ku 50 vîdyo kilîpên Kurdî
di vê festîvalê de beþdar bûn û nêzîêê 400 mêvan bo festîvalê beþdar bûn, ji
wan 15 hunermend.
•
Weqfa muzîsyenê kurd yê navdar Þivan Perwerî 20–21-ê vê mehê li Elmanyayê du
rojan semîneran li ser muzîka kurdî bi temaya “di nêvbera rojhilat û
rojavayê” de çêkir û Dilþad Seîd, Husên Hejar Zehawî û Ganî Mîrzo dê bi
perspektîvên cida behsa muzîka kurdî kirin.
Adar
•
Albûma dawîn a Ciwan Haco bi navê "Off" demekê ku hezkirîyên wî xistibû
bendewarîyê 24’ê Adarê de li Kurdistana Bakur û li Tirkîye de hate
weþandin.Ciwan Haco herî dawî di 2004ê de bi navê “Na Na” singleyek(sîngil)
derxisti bû.Çavê bazara mûzîka Kurdî ku demekê dirêj bêdengîyê de bû jî di
albûma nû ya Ciwan Haco de bû.
Nîsan
•
Dengbêjê mezin Reþîdê Bazo ku çend roj berê koça dawî kirroja sêþemê li
Elmanya li bajarê Bielefelê, li goristana êzîdiyan hat veþartin.
Gulan
•
2 Albûmên ji mûzîka modern a Kurdî bi þêwaya rockê yên Koma Rewþen bi navê
"Pola Nû" û Rojhan Beken "Evîna Azadî" tevlî arþîva mûzîk Kurdî bû.
Tîrmeh
•
Albûma hunermendê navdar Tara Caf bi navê "Diley Dêwanêm" li bakûrê
Kurdistanê ji alîyê Kom Mûzîkê ve hate belav kirin.Wekî tê zanîn Tara Caf
emrazê xwe yê Harp(çeng) bala guhdarvanan dikþîne û bi sêweyekî cûda derîyek
nû vekirîye bo mûzîka Kurdî.
Sermawez
•
4 albûmên nû tevlî arþîva mûzîka Kurdî bûn.Albûma Rojda ya bi navê "Sebra
Min",albûma Destan ya bi navê "Yek Yek" û albûma Jêhat ya bi navê "Kom
Bibin" û albûma Bekîr Elî "Tobe".
|

Rojda ku karîyera xwe
ya mûzîkê bi salan nava koma Gûlên Xerzan meþand û herî dawî bi
komê re albûma "Rûkena Min"(2005) derxistin û bi yekem albûma
xwe ya solo bi navê "Sebra min" pêþberî hezkirîyên xwe ye.
|
•
Hunermendê bi navê deng ya mûzîka hemdem a Kurdî Ciwan Haco ku ji bo
pêþkêþkirina 2 konseran çû bû Kurdistana azad doh yekem konserta xwe li
paytexta Kurdistana azad Hewlêrê li dar xist.
Berfanbar
•
Navenda Çanda Mezopotamyayê, di dîroka gelê kurd de cara yekem e
konferanseke muzîkê ku ji her çar aliyên Kurdistanê, Qafkasya û Ewropayê
kesên bi muzîkê re eleqedar e tîne cem hev û bi dirûþma ‘Ji paþerojê heta
îro ve û ji îro ber bi pêþerojê ve Konferansa Muzîka Kurdî’ di nava 23 û
24’ê berfanbarê de li Amedê dê li dar bixe.
•
Albûma nû ya Rotînda bi navê "Jan-ar" piþtî Ewrûpa li bakûrê Kurdistanê jî
derket.Janar albûma 6.emîn ya Rotîndayê.
Her wiha albûmên wek Aydin,Hekîm Sefkan “Stranên Qedexe”,Kawa “Ez
û Tu”,Þener Yildiz “Eman”,Bawer can “Gulbîn”,Bulent Turan
“Amedê”,Koma Mizgîn" Hesret",Zozan "Memedo" ,Genco
"Pîroz Dikim",Destan"Yek Yek" ,Delîl Dîlanar"Serayê"
,Azad Bîlen "Welat",Dîyar "Oxir be Oxir",Stranên gel"Mîr Mûzîk",K. Agirê Jiyan"De
Were",Tara Caf"Dilêy Dêwanim",Mikael ,Ednan Kerîm,Mala dengbêjan
I-II,Hisên -Narîna min- û bi dehan albûmên nû yên Kurdî li bakûrê
Kurdistanê,Kurdistana azad,li Ewrûpa û ji perçeyên din tevlî arþîva mûzîka
Kurdî bûn
REWÞA ÇAND,ZIMAN Û
REWÞENBIRÎYA KURDÎ DI 2006’AN DE
Di qada çand,ziman,rewþenbirî û
hunera Kurdî de îsal gelek festîval,pêþveçûn,pêþengeh,çalakîyên cûr be cûr
pêk hat.
•
Ji alîyê Hevgirtina Rewþenbîrên Kurdên Rojava li Derve ve kampanyaya zimanê
Kurdî danê destpêkirin.
•
Le jêr çawdêrî berêz temer remezan parêzgarî dhok u be amadebûnî nuwênerî
wezaretî roþnbîrî, emro fstîvalî rêzlênan le her dû hunermendî þehîd Eyad
Zaxoyî û Erdewan Zaxoyî destî pêkird.
•
Roja sêþemê li katijmêr 5ê êvarê li Hewlêrê û li jêr çavdêrîya Serokwezîrê
Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kombenda Kawa yê çanda Kurdî konfiransa salane
yê hefteyî rewþenbîrî li jêr dirûþma (Berve bi hêzkirina çanda netewî li
rojava) despêkir.
•
Di rojên 17 û 18ê nîsanê de li Amêdiyê festîvala folklora kurdî hate
lidarxistin. Di vê festîvalê de gelek denbêj û grûbên govendê amade bûn û
her weha yariyên (lîstikên) kurdî hatin lîstin.
•
Li Hewlêrê wezaerta Çandê ya hikûmeta Kurdistanê tevî hejmareka kurdnas û
dîrokzanên rûsî û kurdên Yekîtiya Sovyetistana berê û mamosteyên zanîngehên
Kurdistanê dest bi karên konfransa kurdulojiyê li Rûsîya kir.
•
Li bajarê Toulousa Fransayê di navbera 27 û 28ê gulanê de dê Foruma Zimanan
hate li dar xistin. Di forumê de li gel zimanê kurdî, zêdeyî 120 ziman dê
hate temsîlkirin.
•
5emîn Festîvala Çandî, Hunerî û Geþtûguzariyê ya Bazîdê dest pê kir.
Festîvala ji aliyê Þaredariya Bazîdê ve hate amadekirin.
•
Sêyemîn festîvala huneriya perwerdeyên Duhokê pêk hat ku tê de çendîn
çalakiyên cor bi cor yên hunerî ji bal perwerdeyên parêzgeha Duhokê ve hatin
pêkanîn.
•
Li jêr dûriþma "Laliþ herdem kanyeka zelale di horte rûbare rewþenbirîya
Kurdi de" di rojen 13-14-15 ya tîrmha 2006 de festîvala laliþ ya rewþenbirî
li hola Mihemed Arif Cizirî hate li dar xisitin.
•
Bakûrê Kurdistanê Þaredariya Sûrê ya Amedê, bi feraseta pirçandîtî û
pirzimaniyê, 4 hezar pirtûkên Kurdî li zarokên Amedî belav kirin. Þaredarê
Sûrê Abdullah Demîrbaþ, diyar kir ku dê li ser daxwaza zêde pirtûkan dîsa
çap bikin û li zarokan belav bikin.
•
Navendî çalakî gencanî raniye ke ser berêkxirawî minalparêzî Kurdistane
çendîn çalakî curbicurr le nawçe ciyaciyakan encam dedat betaybet tîme
gerokekanî keçendîn çalakiyan berêwebirduwe le çwarqurnew haciyawaw sekepkan
û gundekanî celkan û memkan.
•
Li bajarê Dihokê li avahîya Yekîtîya Nivîskarên Kurd de semînera standartîze
kirina zimanê Kurdî û rewþa zaravaya kurmancî li baþûrê Kurdistanê hate
nirxaindin.
•
Serlebeyanî rojî 14/9 beamadebûnî lêpirsrawî melbendî þarezûrî î.n.k u
nuwênerî heval mam celal u qaymqamî qezay Helebce u nuwêneranî hzbî u hkumî
u jimareyek leroþnbîran u nûseranî nawçeke, lejêr druþmî (pencerekanî
dahênan leþarezûr u hewraman walatir debin) duwemîn Fêstîvalî nawendî
rûnakbîrî helebce leholî Ehmed Muxtar caf destîpêkird.
•
Bi alîkariya Hukûmeta Kurdistan û Wezarta Derve ya Ferensayê ji 6 rêzberê de
ta 4 rojan li Hewlêra paytex kongireke cîhanî di der û barên hîn kirina
zimanê kurdî de hate li darxistin.
•
Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê di roja 30.09.2006-an de li Stokholmê li ser
ziman û edebiyata kurdî konferansek amade kir. Di konferansê de,
orientalist, kurdolog, xanim Dr. Christine Allison, lêkolîner, nivîskar û
zimanzanên kurd mamoste M. Emîn Bozarslan, Reþo Zîlan û Malmîsanij li ser
pirsên cuda-cuda gotaran pêþkêþ kirin
•
Di bin slogana " Dihok pira rewþenbiriya kurdî ye", Yekitiya Nivîskarên
Kurdisyanê ya þaxa Dihokê dê festîvala xwe ya duyem ya rewþenbiriyê ji li
hola serokatiya zanîngeha Dihokê de dest pê kir û hejmareke mezin ji
rewþênbirên kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji Ewrûpa hatine beþdarî
vê festîvalê bûn.
•
Xulî fîstîvalî çîrokî bane be amadebûnî ziyatir le 150 çîroknûs le 26
parêzgay corawcorî wilatî iêran le holî komelgey ferhengî u hunerî
berِêweberayetî ferheng u îrþadî þarî bane destîpêkird.
•
Bi amadebûna Felekidîn Kakayî wezîrê rewþenbîriyê û nûnerê serokê hikumeta
Kurdistanê û xanima yekmîn Hîro Îbrahîm Ehmed û Dr.Kemal Fuad û Milla
Bextiyar endamê nivîsgeha siyasî ya YNK e û bi amadebûna Cewher Kurmanc
nûnerê serok komar û Selam Ebdulla nûnerê serokê Kurdistanê û nûnerên
partiyên Kurdistanê û hejmarek ji parlementerên Kurdistanê û hejmarek ji
rewþenbîr û helbestvan û nivîskarên Ereb û Firis û yên Kurd, navenda Gelawêj
ya rewþenbîrî û hunerî li hola Raperîn li zanînîgeha Silêmaniyê festîvalê
xwe yê dehemîn di bin diruþma aþtî û azadî sîwanê dahênanê ne.
•
”4. Konferansa Parastina Zimanê Kurdî û Perwerdeya Kurdî” bi beþdarbûna nêzî
150 rewþenbîr û nivîskarî, destpêkir.
Konferans, îsal jî ji aliyê Þaredariya Mezin a Amedê ve li Salona Konferansê
ya Þaredariya Rezan (Baglar) tê li dar xistin.
•
4'emîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê dest pê kir.Rojên wêjeyê bi bernameyên
dengbêjî,bi xwendina helbestan,konferans, panel û bi çaklakîyên cur bi cur
wê were pêk anîn.
•
Þaredariya Navçeya Erxenê ya Amedê, bi armanca danasîna çand û hunera Erxenê
1'emîn Konferansa Çand û Hunerê ya Erxenê, li dar xist.
•
Konferansa Wêjeya Kurdî ya li Berlinê hat lidarxistin. Di konferansê de, li
ser wêjeya kurdî niqaþên berfireh pêk hatin û ji bo pâþerojê jî hin xalên
bingehîn hatin destnîþankirin
•
Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KNK'ê bi armanca pêþîlêgirtina asîmîlasyon
û otoasîmîlosyonê, biryarên nû girtin û bang li kurdan kir ku xwedî li
zimanê xwe derkevin. Di civîna komîsyonê de hate destnîþankirin ku kurdî di
jiyana kurdan de di astek pir kêm de tê bikaranîn û ev yek jî talûkeya ji
holêrabûna kurdî bi xwe re tîne. Her wiha di civînê de '14'yê gulanê' wekî
roja 'Cejna Zimanê Kurdî' hate qebûlkirin.
REWÞA MEDYAYA KURDÎ DI
2006’AN DE
2006 di warê medyaya Kurdî de bi
qasê sala par nebe jî salekê feyîzdar bû.
Medyaya Dîtbarî-Bîhswarî ya Kurdî
•
Medya Kurdî pêþketina xwe bi vebûna 2 televîzyonên nû domand.
Tiþk TV li Parîsê kenalek kurdî nû vedibe. Li gor daxûyanîya berpiryarên
Tiþk TV bi alavên teknolojîk ên herî modern hatiye bi rêkûpêkkirin. TISHK-TV
dê bi zaravayên Kurdî kurmancî û soranî(kurmancîya jêr) weþanên xwe bike.
Frekansên TIÞK TV-Satalayt: Hotbird-4, Frequency: 12692 MHz, Polarization:
Horizontal, Symbol Rate: 27500, FEC: 3/4
Frekansên KOMAL TV-Satalayt: Hotbird-4, Frequency: 11534 MHz, Polarization:
Horizontal, Symbol Rate: 27500, FEC: 3/4
Bi vê avahî televîzyonên Kurdî ku ser satalaytê weþan dikin (Kurdistan
TV,Zagros TV,KurdSat TV,Rojhilat TV,Tîþk TV,Komal TV,Roj TV,MMC[Qenala
Mûzîka Kurdî],Me TV,Rojava TV) têvî Seher TV(Beþa Kurdî) gihêþte 11.Her wiha
li Kurdistana Azad jî nêzî 20 tv bi avaheyî bejayî weþan dikin.
•
Televîzyoneke nû ya Kurdî bi navê Gelî Kurdistan TV ser satalaytê dest bi
weþanê dike.Hate ragihandin ku Gelî Kurdistan TV heta meha dahatû dest bi
weþanê xwe bike.
Tê zanîn ku dezgeha Gelî Kurdistan dezgheke nêzî Yekîtî Niþtimanî Kurdistanê
ye û di banê dezgehê medya ya Gelî Kurdistanê de Radio Dengî Gelî Kurdistan
jî cîh digre.Ev radyo yek ji kevintirîn radyoyê li baþûrê Kurdistanê ye.
Frekansên Gelî Kurdistan TV wiha ye;Satalayt:
HotBird-6,Frequency:11.013,Polarization: Horizontal,Symbol Rate: 27500,FEC:
3/4
•
Li Kurdistana azad Serokê hikûmeta Kurdistanê di biryar girt ku demên bên dê
komîteyeka pêk hatî ji 4 kesan damezrîne ku projeya Bajarê Kurdistana Mediya
bi cih bihîne.Têzanîn Bajarê Kurdistan Mediya karê berhemanîna medyayî
sazdike û stidyoyên çendîn kenalên satalaytî û navendên nûçeyan û holên
konferansan li xwe digre.
Medyaya nivîskî-înteraktîf ya Kurdî
•
Rojnameya Azadiya Welat, ku roja 15ê Tebaxê dest bi weþana rojane kir.A.
Welat ku 12 sale weþanê dike û bû yekem rojnameya rojane ya li bakûrê
Kurdistanê.
•
Li Kurdistana azad rojnameyek bi navê KurdistanReport dest bi weþana rojane
kir.
•
Li Kurdistana azad rojnameyeke îngîlîzî bi navê "Kurdish Globe" dest bi
weþanê kir.
•
Le mêjû roname gerî deverekeda u bo yekem car dû rojname le Germiyan bûn be
heftane.Navê rojnamakan Zeng û Xornewezan e.
•
2006 li bakûre Kurdistanê di warê kovergerîyê de salekî qels bû.Salên berê
li bakûrê Kurdistanê kovarên wek Kevan,Kulîlka
Ciwan,Zembîlfiroþ,Reþwen-name,Tîroj û çend kovarên din bi hev re derdiketin
û kovarên han jî "ne têre dihat" dîtin lê 2006'an de hejmar hin zêdetir
daket.Li beramberî pêþketina cur bi cur di warên ziman,medya û di warên din
de sedema daketina hejmara kovaran divê berÎ hemû kesan wêjevan û weþangerên
Kurd bifikirin.
•
HAWARDENGÛBAS.com û projeya Hawar Kurdistan Media Group bi çend malperên xwe
di 29 Kewçêra 2005'an de dest bi weþanê kiribûn salke li dû xwe hiþtin.HAWAR
DENGÛBAS di salekî bi hezaran nûçe û gotarên cur bi cur gihand
xwendewanan.Her wiha wekî di bûyera Þemzînanê,nexweþîya þewba çûkan de,di
qeyrana karîkatûrê de,bûyerên li Amedê de ,Newroza 2005'an de ji gellek
weþanênên kurdistan û Cîhanê zûtir xwendewanên xwe agahdar kir û derbarê
gellek kêþeyên civakî û sÎyasÎya neteweya kurd de xwendewanên xwe agahdar
kir.
Di mehên dawî de bi vebûna çend weþanên din, HKMG ji konaxa proje bûnê
derbasî konaxa pêkanînê bû.
Weþaneke din ya HKMG bi navê KURDISTAN-NETEW (www.kurdistannetew.net) di
Medyaya înternetê ya Kurdî de cîhê xwe girt.Piþtî ecibandina weþana
HAWARDENGÛBAS,niha em weþaneke bi navê KURDISTAN NETEW wek girêdayî Hawar
Kurdistan Media Groupê vedikin.
Di KURDISTAN NETEW de ji HAWARDENGÛBASê cûdatir wê hin zêdetir mijarên
neteweyî wek serxwebûna Kurdistan,kêþeyên civakî û hûrnêrînên çandî derkevin
pêþ û nûçeyên rojaneyî wê bêne weþandin.KURDISTANNETEW weþanekî fikrî û
ramanîye.KURDISTANNETEW ji HAWARDENGÛBAS cûdatir bi giranî ser meseleyên di
çerçoveya Kurdistanî de disekine û nûçeyên girîng û bibandor tê
ragihandin.Di KURDISTANNETEWê ji nûçeyan zêdetir lêkolîn,þîrove û hûrnêrînan
tê weþandin.KURDISTANNETEW di xêza parastina Kurdeyatî û
Kurdistanîyetî,pêþketin û serxwebûnê de weþan dike.
•
Her wiha malpera nasandina Albûmên Kurdî.Þîroveyên Ser Mûzika Kurdî.Mejûya
Mûzika Kurdî MÛZÎK KURD.com
www.muzikkurd.com
Weþana wêjeya Kurdî ye.Nûçeyên pirtûkên nû yên Kurdî û pêþketinên nû ji
wêjeya Kurdî WÊJEÛZIMAN.com
www.wejeuziman.com
Malpereke ser medyaya Kurdî ye.MEDYAYAKURD.com yekem portala medyaya Kurdî
ye.Naveroka MEDYAYAKURDI.com Dîroka Medyaya Kurdî,pêþveçûnên dawîn û
navnîþanên hemû dezgehên medyaya Kurdî heye.
www.medyayakurdi.com
Yekemîn Portala nûçe,agahî û nivîsên Zanist û Teknolojî ya
Kurdî.ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com
www.zanistuteknoloji.com
Nûçeyên nû ji cîhana sînemaya Kurdî.Dîroka Sinemaya Kurdî.Antolojîya Filmên
Kurd SÎNEMA KURD.com
www.sinemakurd.com
Yekemîn weþana aborîyê bi zimanê Kurdî ye.Nûçeyên derbarê aborîya Kurdistanê
ABORÎKURDISTAN.com
www.aboriyakurdistan.com
Zanyarîyên di derbarê dirok,Hikumet,Parlemen,Wezatet û hwd. ên Dewleta
Federa ya Kurdistan de DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN
www.dewletakurdistan.com
Hemû Navnîþanên Sazî,Organên Medya,Rêxistin,Dezgeh,Malperên Fermî û hwd…ên
Kurdistan KURDISTAN MALPER.com
www.kurdistanmalper.com
weþanên din ya HKMG ye ku dest bi weþanê kirin.
•
2006'an de di medyaya online a Kurdî de weþanên wek
RojaKurdistan,Kurdistan
Daily News,Kurdistanwebb,
PressKurd,
Kurdistan4News,Gelavej.com,4Rojhilat,Serwext
û çend malper,blog weþanên nûçeyan ya online cihê xwe girtin.
Medyaya Kurdî di salên dawî ne tenê warê televizyonvanîyê de di hemû beþên
medyayayê pêþdikeve.Niha bi dehan tv û radyo,weþanên înteraktîf ya nûçe û
agahîyan(malper),bidehan rojname û bi dehan kovar li Kurdistana Azad,li hemû
beþên Kurdistanê û li Ewrûpa weþanê dikin.
REWÞA
WÊJEYA KURDÎ Û WEÞANGERÎYA PIRTÛKÊN KURDÎ DI 2006’AN DE
2006'an de jî Gelek pirtuk û weþan
2005an de tevlî pirtuxaneya Kurdî bû.Li bakûrê Kurdistanê wekî sAlên berê
pirr kêm pirtukên Kurdî hat weþandin lê li gor hin weþangeran li gor çend
salên berê kêm be jî hejmara pirtûkên kurdî zêde bûye.
•
5 pirtûkên giranbûha di meha adarê de bi navên "Ferhenga Biwêjan","Ferhenga
Gotinên Pêþîyan","Çavxezal","Kodnav Vîyan" û “Nexweþê Nexweþiyê” ya Molier
li bakûrê Kurdistanê gihêþt destê xwendewanan.
•
Li Amedê Pirtûkxaneya bi navê Navenda Pirtûk û Çanda Zarokan ya Astrîd
Lîndgren ku ji aliyê Kooperatîfa Jinan ya Umutiþigi û Weqfa Çanda Kurd ya
Stockholmê ve hate avakirin, bi merasimek hate vekirin.
•
Bo cara pêþî li Kurdistanê pêþangeheke navneteweyî ji bo pirtukan bi navê
pîþangeha Hewlêr ji bo pirtuk û kel û pelên pirtukxaneyan bi serperþtiya
wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanstî yên Kurdistanê û bi amadebûna
hejmareke mezna mamosteyên zanîngeh û xwendevan û qutabiyan hate vekirn.
•
Tenekeya nivîskarê cîhanî Yaþar Kemal ku hem weke roman û hem weke lîstika
þanoyê hatiye nivîsandin ji aliyê þanoger Aydin Orak ve hate wergerandin.
•
Li Dihokê Weþanên Spîrêzê werger û þiroveya Mem û Zînê bi erebî ji nû ve
derxist. Pirtûka ku bi navê erebî "el Durr el semîn, fî þerhi Mem we zîn"
çapa wê ya nû hate kirin, ji alî nivîskarê kurd Jan Dost ve hatiye
wergerandin, bi þiroveyeke berfireh bîr û bawerî û naveroka Mem û Zînê
hatiye xemilandin.
•
Di bin navê (Çengên te … Ez bi firê… xistim ) helbestvan Abdulkadir Musa
berhema xwe ya yekemîn derxist Pêþberî xwendevanan û niha li Almanîya û
Dubey û Herêma Kurdistanê tê belavkirin .
•
Pirtûka helbestvana kurd Dilþa Yûsif “Bakurê dil” derket
•
Serkan Birûsk heta niha bi helbest û nivîsên xwe yên din, bi berhemên xwe
derketibû pêþberî xwendevanan.Romana wî gihîþt ber destên xwendevanan.
Romana ku navê "Sê Terîþ" lê kiriye li ser têkoþîna kurdan a li Bakur hatiye
rêstin.
•
Pirtûka Alî Yuzen " Dengê FELSEFÊ" bi kurdî felsefê dide nasandin
derket.Pirtûk ji alî weþanên DOZ ve hatiye weþandin.
•
Yekemîn “Ferhenga Destî” ya kurdî bi kurdî ku ji hêla Umîd Demîrhan ve
hatiye amadekirin ji Weþanên Nûbiharê derket. Ferhenga ku ji “8500 peyvên
herî pêwîst” pêk tê, li Bakur di qada xwe de tekane ferheng e.
•
Wezareta Tendurustî ya Fransayê û Komîteya Tendurustî ya Penaberan (Comede),
bi xebatek hevbeþ ji bo haydarkirina penaberan ya di derbarê tendurustiyê
de, bi navê ‘Kitêba Tendurêstî bi du Zimana’ kitêbek amade kirin û di nav
van zimanan de Zimanê Kurdî jî, heye.
•
Romana Nivîskarê Kurd Orhan Çelîk ya bi navê orjînal “Büyük Dagda Kücük Köy”
ku di 2001 an de li Stenbolê ji hêla “Belge Yayinlari” ve bi zimanê tirkî
hatibû çapkirin, ji hêla “Weþanxaneya Elma” yê ve, bi navê “Li Çiyayê Mezin
Gundê Biçûk” li zimanê kurdî hate wergerandin û çapkirin.
•
Romana bi navê "Tofan" a Hesenê Metê ku berê li Stockholmê hatibû çapkirin,
vê carê li Stenbolê ji aliyê Weþanên Avestayê ve hate çapkirin.Hesenê Metê
bi çîrok û romanên xwe bi þêwaza xwe ya cihêreng balê dikiþînin. Di romana
""Tofan" jî ev þêwe xwe nîþan dide.
2006an de wek sala par li
Kurdistana Azad ango li baþûrê Kurdistanê bi piranî pirtukên ji zimanên cuda
bo Kurdî hatine wergerandin derket.Her wiha bi sedan pirtukên
lêkolînî,siyasî,ramanî,roman,helbest û hwd. jî hatin weþandin.
REWÞA
SÎNEMA Û ÞANOYA KURDÎ 2006’AN DE
|

Di 54'emîn festîvala
fîlman a navneteweyî ya San Sebastianê de derhenerê navdar yê
Kurd Behman Qûbadî bi Nîve Hevyê xelata zêrîn girt
|
Di sinemeya Kurdî de 2006'an de jî
mohra Behman Qûbadî û Hiner Salim hebû.Sînemaya KurdÎ bi fîlm û pêþketinên
nÛ hineke din nêzî rabûna ser lingan bû.Sêyemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya
Frankfûrtê di nabêna 2-5-ê adarê de hate li dar xistin.
•
Di mîhrîcanê de ewê 13 fîlmên kurdî pêþkêþî sînemahizan tê kirin.
•
Fîlmê derhênerê kurd Behmen Qubadî yê bi navê "Nîvê Heyvê" di nêzîk de wê
derkeve pêþberî temaþevanan.
•
Filma bi kurdî ya bi navê 'Navê Xwe Binivîse' ku ji aliyê komek xwendekarên
Zanîngeha Çûkûkovayê ve li vê zanîngehê hatibû kiþandin li Rihayê piþtî
qedandina montaja wê, amadeye ku ji temaþevanan re bê pêþkêþkirin.
•
Kurte filmê bi navê Merzewan ku ji derhênana Keywan Mecîdî ye di nav bêtirî
3 hezar filmên hilbijartî de di festîvala nêvdewletîya filmên dîkomêntên
Parno beþdar bû.
•
Li Amedê lîstika bi navê “Mala Dînan” ku di salona þanoya þaredarîyê de hate
lîstin bi eleqeyeke mezin ya temaþevanan dît.
•
Kompanyaya Kurdî- Holendî SKG yekem fîlma Kurdî bo zarokan bi navêî
Perînewe(KlaarOver) berhemhêna ku le 6 beþ pêk hatîyeu her beþ bahsê rûdawêk
dike.
•
Li Montrealê bi navê Odysesa Sînema Kurdî, di navbera 28 rezber û 10ê
Kewçêrê de festîvala fîlmên kurdî pêk hat. Festîval bi hevkariya
Cinémathèque Québécoise û Înstîtûya Kurdî ya li Montrealê çê dibe. Hukumeta
Kurdistan a Federe û Înstîtûya Kurd a li Parîsê jî di nav kar û barên vê
festîvalê de bû. Di festîvalê de dê 20 fîlmên dirêj û kurt hatin nîþandan.
•
Konferansa þanoya Kurdî li jêr dirûþma "Rabirdû,ayînde û rewþa niha ya
þanoya Kurdî û erka Þanogeran" di rojên 27 û 28 ê kewçerê de ji alîyê
þanokarên Kurd ve li Ewrûpa hate li dar xistin.
•
Di 54'emîn festîvala fîlman a navneteweyî ya San Sebastianê de derhenerê
navdar yê Kurd Behman Qûbadî bi Nîve Hevyê xelata zêrîn girt.Qûbadî di sala
2004'an de jî bi filmê xwe 'Kûsî jî dikarin bifirin' xelata fîlmê baþtirîn
standi bû.
•
Di festîvalê de 17 fîlman hebû. Fîlmê derhênerê Kurd Bahman Qubadî 'Nîvê
Heyvê' û fîlmê derhênerê Fransî Martial Fougron 'Kurê min bi xwe' xelata
fîlmê baþtirîn parvekirin.
•
Derhênerê Kurd a bi navûdeng Hiner Salim fîlmeke bi navê "Dahol" li
Kurdistana azad kiþand.Aktorên wê kurdên hemû beþan in. Ji bakur Nazmi
Kirik, aktirîsa pir bidihat Belçîm Bilgin, Ciwan Haco, Rojîn, Abdullah
Keskin, Omar Çavþîn, Behmen Hacî û hunermendeka tirk Ayten Soykök û pir
kesên din tê de rol girtine. Meha yekê a 2007 ew dê li Ewropayê be.
TEKNOLOJÎ,ÎNTERNET Û KOMPÎTERGERÎYA BI ZIMANÊ KURDÎ DI 2006’AN DE
2006'an de hin gavên dîrokî bo
kompîtergerîya bi zimanê Kurdî hatin avêtin.
•
Hikumeta Kurdistanê bo pêþxistina teknolojîya Kurdî û nivîsbarîya bi zimanê
Kurdî,bi taybetî çêkirina Wîndowsa Kurdî rêkevtinek bi kompanyaya navdar ya
Microsoft re imze kir
•
Hate ragihandin ku Cara yekem bizin li Kurdistanê hatiye kedîkirin ,Ji berê
ve arkeolog û dîrokzanan qebûl kiribûn ku 10.000-10.500 berî niha cara yekem
bizin, beraz û mîh li çiyayên Kurdistanê li Zagrosan hatine kedî û
xwedîkirin.
•
Bi amadebûna nunerê Serok Mesûd Barzanî, D.r Idrîs Hadî wezîrê xwendina bala
û lêkolîna sanistî, hijmarek ji endamên perlementoya Herêma Kurdistanê û
þandeyeke Zanîngeha Kerkûkê, li Hewlêrê yekemîn konfiransa zanistî di
bin silogana (berve sîstemekî nûjen modêrn, ji bo fêrkirinê) dest bi karên
xwe kir, konferans di hola navenda Çand û Civakiyê ya Zanîngeha Selahedînê
de, ji aliyê wezareta xwandina bala ve, hat li darxistin.
•
Ji bo zimanê Kurdî gaveke dîrokî;"Pergela Xebitandinê ya kompîterê Lînux êdî
bi Kurdî ye".Bi hevkariya Komeleya Pêþxistin û Lêkolîna Çand û Ziman û
Þaredariya Sûrê ya Diyarbekirê û , Pergala Xebitandina Ubuntuyê ya Kurdî ya
yekem hat amadekirin û resepsiyona danasîna wê hat lidarxistin. Serokê
Þaredariya Bajarê Mezin Osman Baydemîr di resepsiyonê de axivî û Pergala
Xebitandina Kurdî wek gaveke dîrokî nîrxand û got; ji bo pêþeroja tevahiya
çand û zimanan divê wek pêþketineke mezin bê nirxandin.
Zimanê Kurdî li gor delfetan cihê xwe hêdî hêdî di teknolojî de digre.Ji
xeynî sedan(heta hezaran) malperên Kurdî, îro sistemên kompîterê jî bo
zimanê Kurdî tên wegerandin.
Eksplorera(explorer) bi navê OPERA ku li cîhanê de pir tê bikaranîn jî bi
kurdî hate amade kirin û malpera fermî ya Operayê de hat weþandin.Ji xeynî
opera bernameyên malpersazî,eksplorerê,sohbetê(wek skype),ferhengên
elektronîk,girafik-wênesazî û bernameyên ofîsê tên wergerandin.
Her wiha ser înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper
heye ku di medyaya Kurdî ya Înteraktif-Online de cih digrin.Ji ber ku
înternet cihêkî azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe
înternetê de gihandin astekê baþ.
DI WARÊ ABORÎ Û DE SALA 2006 LI
KURDISTAN
|

Li Kurdistanê cigehên
neftê yên girîng hatin vedîtin
|
Li Kurdistana Azad di qada aborî
de jî hin pêþketinên girîng pêkhatin.Di warê aborîyê de li gor salên parê
zêdetir pêþveçûn û çalakî pêk hatin.
•
Di hengavekî de ji hengavên Hukûmeta Kurdistanê ji bo kêmkirina
arîþeya niþtecîbûnê di herêma Kurdistan de, Kompaniya Berêz û Kompaniya
Englo Kurdistan a Birîtanî girêbesta avakirina (25000) xanî îmze kirin.
•
Bankeyeke Emerîkî bi navê "World Bank" li Kurdistana azad þaxan vedike.Ji bo
pêkanîna hevdîtinên derbarê vekiribna vê bankayê de þandek ji DYE hate
Kurdistana azad.
•
21 Rezber-5'emîn Fuara Pîþesazî ya Rojhilata Navîn a Navneteweyî ku 103
fîrma beþdar bûn, li Qada Fuarê bi merasimekê vebû. Di fuarê de li gel
Cîgirê Serokê Yekîtiya Borsayên Tirkiyeyê Huseyîn Uzulmez, Waliyê Amedê
Efkan Ala, Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Prz. Osman Baydemîr, þaredarên
jêrîn ên Amedê, Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê Azîz Îbrahîm Azîz, Serokê Odeya
Pîþesazî û Bazirganiya Hewlêrê Dara Celîl Hayat û gelek karsaz amade bûn.
Her
wiha jiKurdistana azad j 110 kes jê ji protokolê nêzî 1000 kes beþdarî fuarê
bûn.Berpirsên wezareta hundurîn û yên wezareta kulturê û serokê þarederiya
Hewlêrê, Odeyên bazirganiyê yên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê, rojnamevan,
hunermend jî hatibûn. Tiþtê balkeþ ev bû ku di axaftinan de peyva
"Kurdistan" diahte sasûr kirin.Hemû axaftinên ku dihate wergerindin li þûna
Kurdistan an jî herêma Kurdistan "bakûrê Iraq" dihate gotin.
•
28 Rezber(Îlon)-Wezîrê çavkanîyên sirûþtî li hikûmeta Kurdistanê ragihand ku
hikûmeta Kurdistanê mijûlî
amadekirina projeya yasayeke taybete bi firoþtina neftê ku di encamê de
Kurdistan bikaribe yekser li gel
kompaniyan danûstandinê bike.
•
13 Sermawez-bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokê civata wezîrên Kurdistanê
Umer Fetah cîgirê serokê civata wezîran û hejmareke berpirsyarên hukûmeta
Kurdistanê û her weha hukûmeta Îraqa fedral jî û bi beþdariya 301 kompaniyên
Kurdistanî û herêmî û Erebî û Emerîkî û Ewropî û Japonî û nûnerên 30 welatên
cida yên cîhanê , du yemîn pêþangeha navnetewî li bajêrê Suleymaniyê ji bo
hate vekirin.
•
04 Sermawez,- le holî baregay abûrînasan u jmêriyaranî kurdistan le þarî
slêmanî, sekoy abûrînasanî balay kurdistan rageyendra, beþdarbûan pêkhatbûn
le psporan u mamostayanî ew biware u endamanî kertî taybet u jûrî bazrganî u
pîþesazî yekêtî abûrînasan.
•
1 Adar-Serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê temelê
komplekseka bi nave “Empire World” avêt. Proje ya wezareta þaristaniyê û
geþtûguzariyê ya Kurdistanê ye.
•
23 Tebax-Bi çavdêrî û amadebûna Mihemed Rewûf wezîrê bazirganiyê di hikûmeta
Kurdistanê de û jimarek ji maldar, bazirgan û mêvanan duh êvarî li bajarê
Inkawe yê bajarê Hewlêr di rêweresmên taybet de þaxê Kurdistanê yê
Kompanyaya Iraqê bo eqarat û diravan hat vekirin.
•
01 Tebax-Zagona veberhênanê li Kurdistana azad ragihandin.Piþtî perlemana
Kurdistanê projeya zagona weberhênanê imza kir, li dîwana serokatiya wezîran
li Hewlêra paytexta Kurdistanê bi rêweresmên fermî bi axaftina serokwezîrê
Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate ragihandin.ragehandin.
•
Li Kurdistanê cigehên neftê yên girîng hatin vedîtin
(çavkanîya giþtî; arþîwa HAWAR DENGÛBAS )
Here
Beþa Pêþî ya Gotarê < Paþ
1 | 2
Pêþ >
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWAR DENGÛBAS e. Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Gotaran
|