|
Ji
nû ve pêþxistina zîhnîyeta kesên wek A.Haydar Kaytan wê zirarê bigihînê hemû
Kurdan
SERHAD
B.RÊNAS
09
Nîsan(Avrêl), 2007
PKK ku di
destpêkê de bi daxwaza serxwebûna Kurdistan derket holê. û piþtre bi her
avahî bo kontrol kirina Kurdan,pasîfîze kirina hêzên sîyasî li Kurdistanê û
ji holê rakirina nifþekê hate bikaranîn.Niha girseyekî mezin ji Kurdan li
pêy polîtîkayên dijeyatî kirina Serxwebûna Kurdistan,pêþketinên li
Kurdistana Azad,dubendî xistina di nav hiþ ramanên gel û yekîtî û hiþmendiya
Netewîya Kurdî,heqeret kirina serok û rêveberên Kurd ,xapandin û veþartina
rastîyên dîrokî ji gel û xelet agahdar kirin û ewiqandina bi tiþtên
vikûvala(Bi vê avahî lawaz kirina têkoþîna serxwebûn û pêþketina Milletê
Kurd) û þaþ qenalize kirina Gelê Kurd de dimeþin.Bi taybetî grubekî sereke
ne hemû kadroyên PKK...Tê xwestin ku Kurdên bakûrê Kurdistanê ber bi
“tirkbuneke demokratîk” û “hemwelatîbûneke ekolojîk” re bi bêdengî
bimeþin.Mixabin piranî jî wisa bû.
Di 2 salên dawîn
de gelek tiþt hatin guhertin
Di têkoþîna
rizgariya bakûrê Kurdistanê de pirsgirêka herî mezin nebûna yekîtîya
neteweyî û kêm xîtabîya tevgerên sîyasî yên kurd bo hemû çîn û astên gelê
Kurd e.Di nava 2-3 salê de navbera hemû alîyên Kurdan de nêzîk bûneke baþ
derket holê.Di nava derdorên PKK de jî girseya nêzî xeteke Kurdistanî û
dervey konsepta Imralî -ku Kurdistanî bûn,dewlet bûn red dike û Kemalîzmê
pêþ dixe- berfirehtir dibe.
Di salên dawî
de wekî hemû karesat û êrîþên mezin Kurdan nêzî hevûdin kir.Di vê pêvajoyê
de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û hiþmendîya Kurdeyatî bilind bikin.
Kurd li derdora
nirx û mijarên wek xwedî desketina destkeftîyên Kurdistana azad,xwedî
derketina Kerkûkê,xwedî derketina zimanê Kurdî,al û sirûda Kurdistanê ser
bingeha Kurdistanî bûyînê tên cem hev.
Dewleta Tirk ditirse ku gelê Kurd nêzî hev bibe û naxwaze ku gelê bakûrê
Kurdistanê jî piþtgirîya Kurdistana Azad û meseleya Kerkûkê bikin û bi vê
avahî hêza Kurdan zêdetir be û polîtîkayên dewleta Tirk bi her avahî têk
biçe û Kurd li bakûr jî serkevin.
Ali Haydar
Kaytan gihêþt hawar û tengasîya ku dewleta Tirk ketîye
Ev demekê bû ku
ji nav PKK asta gotin û peyvên tirþ û tal û derî mentiq(ji xeynî yên Ocalan)
kêmtir dibû.
Birêvebirê PKK
Ali Haydar Kaytan gihêþt hawar û tengasîya ku dewleta Tirk ketîye û di
gotara xwe hefteyeke berê ya di rojnameya Ozgur Politikayê de bi zimaneke
tund beramberî ala neteweyî ya Kurdistanê,pêþketina yekîtîya neteweyî û
nirxên netweyî ya Kurdan êrîþ kir.(nivîsa
Kaytan)
Êrîþên bi vî
rengî eceb.Ger nav Alî Haydar Kaytan be qet ne eceb e.Êdî gotar û
daxûyanîyên bi vî rengî ne hêjayî bersiv dayînê ne.Lê divê ev grubên
têbigêhen ku ewê sernekevin.Divê Kurdên ku ji lîstikê haydarin jî
hiþar bin hê listik neqedîyaye û lîstika statuko parêzîya ser esasê tune
kirina heyîna Kurdan hê li ser dîkê ye.
Nivîsa Kaytan ne ji ber cahîltîyê ye, armanc eþkereye û listika kûr ser gelê
Kurd bê navber didome.Lê balkeþe ku di pêvajoyeke hêzên Kurd nêzî hev dibin,
Kaytan û wekî wan bi talîmatên ji cihên melûm dixwazin ji nû ve statuko
perestîyê bikin desthilatdar.Gotinên Kaytan yên ji rastîyan bi tevahî dûre û
dikare hin nezanên nû wê gurmetep bavêje deryaya cahîltîyê.
Li gel ku derdor û alîgirên PKK jî ev demekê ye ji wan lîstikan haydarin û
dengê kurdeyatî û yekîtîyê bilind dikin û emû hewldan û zextên parêzvanê
lîstikê di nava PKK de jî hiþyar bûn didome.
Lê ev
pêvajoyeke dijwar e.Parêzvanê lîstikê han heta hatine vê merhelyê ku kesên
ku qeyîlê vê listikê nebin ev kes þaredareke wan be jî ji bo serneketina vê
kesê xizmetkirinê wî jî asteng dikin û dawiyê de jî gel ji rewþê zirarê
dibîne.Gel jî kêm zêde ji vê rewþê jî agahdare.Ango ji tehdîtan heta kuþtinê
tu sînorê wan listikvanên vê lîstikê nîne.
Hedefa Kaytan
çima Ala Kurdistanê ye?
Di gotara ali haydar kaytan de hedef ala Kurdistanê bû.Kaydan îdda dikir ku
ala Kurdistanê ala PDK ye û
Ala Kurdistanê
86 sale tê bikaranîn û ala Kurdistanê ya ku niha tê bi karanîn di 1920-an de
ji alî Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin..Hemû
Kurdên cîhanê piranî vê alayê nasdikin.Êdî li bakûrê Kurdistanê jî di rojên
taybet yên Kurdan de ev ala tê bikaranîn.Ala Kurdistanê ya niha hema hema
hemû weþanên Kurdî de hatine bikaranîn.Hemû malper û weþanên Kurdî bi vê
alayê nûçeyên xwe belav kirine.
Bi sedan mêþ,xwepêþandan,þahî,konser,Newroz,þîn,protesto, dawet û gelek
rojên taybet yên Kurdan de ala tengîn hatiye bikaranîn.Li Ewrûpa Kurd bi vê
alayê xwe îfade kirina û Kurd di nav 100 salê de vê alayê ecibandine.Di
weþanên bîyanî de di medyaya Tirkan de Kurd bi vê alayê hatîye nasandin.
Tirkîye ji ber vê alayê gefan li Kurdistana azad xwarîye.Kurd di dîrokên xwe
yên nêz de yekem car semboloke hevbeþ pejirandine.
Dagirkerên Kurdistan her tim Kurdan re dibêjin hûn ne netewein ji ber vê
yekê dewleta we tuneye.Ji ber ku hûn nikarin pêwîstîyên netew bûna bi cîh
bînin.
Niha neteweya
Kurd derdora nirx û sembolên netweyî û stratejî û armancên hevbeþ de hêdî
hêdî yekîtîya xwe saz dike.Li alîyekî dewleta federe ya baþûrê Kurdistanê li
gel kêmasîyên di gelek waran de pêþdikeve,rayedarên Kurdistana azad hê
zêdetir xwedî li heyîna Kurdan a li bakûrê Kurdistanê derdikevin û Kurdên
bakûr jî zêdetir Kurdistana azad nas dike û xwedîtîyê dike,medyaya Kurdî ya
bakûrê Kurdistanê ji hegemonyaya PKK derdikeve û ser webê jî be bi dehan
weþanên nû tê vekirin,Kurd zêdetir rojên taybet yên neteweyî pîroz dikin û
bibîr tînin.
Xwedî derketina
Kurdên bakûr li nirxên neteweyî dagirkerên Kurdistanê hin bêtir ditirsîne.Ji
ber ku ev rewþ dibe sedema hilweþîne dîwarên psîkolojîk yên di navbera
Kurdan. Kurdên xwedî nêrîn û îdolojîyên cûda êdî dikarin bêne cem hev û her
çîn û nêrîn jî êdî ser esasê nirxên neteweyî xwe birexstin dikin Û hêzên xwe
diafrînin.Yanî êdî Kurd xwedîtîyê yek al û sirûdê dikin,heman rojên taybet
de tên cem hev,xwe birexistin dikin,li alîyeke bingeha dewletê pêþdikeve li
alîyekî din derîyên nû yên ragihandinê tê vekirin.Di hemû waran de hilberîn
tê çêkirin. Kêmasîyên dawî yên sîstema netewe bûn û xwe birêve birinê tê
teman kirin.Pêþketin û serxwebûna milletekî jî jixwe wisa derdikeve holê.Li
Kurdistana azad ber serxwebûnê kêmasîyên aborî û meseleya Kerkûkê û rewþa
konjokturel maye.Kêmasîyên din dikare piþtî serxwebûnê jî bêne çareser
kirin.Li bakûrê Kurdistanê jî bingeha hilberîn û ragihandina netweyî pêþ
dikeve û kêmasîya herî mezin bi rexistin bûna sîyasî û baþ ne bi kar anîna
hêza heyî bi taybetî ji alîyê DTP ve ye.Ger Kurdên bakûr di warê sîyasî de
tenê potansyela heyî baþ bikarbînin wê mesleya perwerdeya Kurdî jÎ çareser
be,wê xetera ser zimanê kurdî jî ra be,wê (bi tevî sînerjîya Kurdistana
azad) Kurd xwerêveberîyê jî bi dest bixin û hê zêdetir jî.
Niha ji bo ku
ev heman tiþt pêk neyên û bê asteng kirin derîyên vê riyê tê girtin.Yek ji
wan derîyan jî sembol û nirxên netwweyî ye.Tirsa û hêrsa Kaytan jî
eve.Vebûna derîyeke din jî.Lewma jî ev grubên teng yê di nava PKK de
dixwazin ji nû ve hemû PKK yê bixin heman rê.
Ger xwedî derketina nirx û sembolên neteweyî "ilkel
milliyetçilik"(neteweperestîya paþverû) be,belê bila hemû gelê Kurd "ilkel
milliyetçi" bin. Ger bo pêþketin,bi hêztir bûn û bûyîna aktoreke bingehîn di
cîhanê de û bo avakirina pêþarojê û çareser kirina hemû kêþeyan daxwaza
avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê "paþverû"tî be bila hemû Kurd
"paþverû" bin.Kesê ku ji ber zêdetir ecibandina sembolekî (bi çi avahî be
bila be) ji layê Kurdan ve li þûna kêfxweþ bûnê eciz bibe bi zimanê dijberên
kurdan biaxife,çi ferq ji dijminê heye!
Divê Kurd
hiþyar bin, zihniyete bi vî rengî dibe ku di pêjarojê de bi zêdetir
strandartîze bûna zimanê Kurdî li hemberî bikaranîna zimanê kurdî jî
derkeve.
Êdî bingeha xapandina gelê Kurd ne wek berê ye.Gelê Kurd wê êdî prîmê nedin
wan zîhniyetê jî.Belkî di rabirdû de hin argûmanan Kurdan neçarî
"bawerkirinê" dikir.Lê divê ew hêz bo tu tiþtî nebe jî bo berdewwemÎyên
neçarin ji dev ji vê zîhnîyeta derî mentiq û rastîyan berdin.Erka
Kurdên ku li pêy wan politikayan de nameþin û rastiyan têdigêhêjin hiþyar û
îqna kirina Kurdên din in.
Grubên nava PKK
bi vê helwestê encax dikarin bo dema nêzîk serkevin.Lê serketina di dema
dirêj de bi serketina hemû Kurdistanê re girêdayîye.Bi serketin û pêþketina
Kurdistan û dewlet bûna Kurdistanê di nêzîk de nebe jî di dema dirêj de wê
hemû gelê Kurd û hemû hêz,çîn,nêrîn,îdolojî û rexistinên Kurd qezenc bikin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|