|
Zimanê
Kurdî, Zimanê Çivîkan, Zimanê Zêrîn
Sîyamed Sîpan Ugurlu
29
Nîsan(Avrêl), 2007
Her civak rengê xwe bi dewlemendîya çand û zimanê xwe yî ku bi çerxa dîrokê
xwe pêþde xistiye û li ber bayê dîrokê ketiye, nîþanî hebûnên li ser rûyê
cîhanê dide. Ziman mirov dikare wek „Amûrê“ xwe lêvkirina civak û gelan bi
nav bike. Ziman þaxê herî mezin yê çandê ye, ku rehên xwe bera dilê hemû
mirovan dide û dibe perçeyek ji jîyana civakekê, perçeyek ji jîyana gelekî.
Li gor vê di dîroka her gelan de zimanzanan li ser zimanê welatêkî û gelekî
lêkolînan pêk aniye û pêk tîne, lê bi rûsarî dibêjim, ku zêde zimanzanên ku
lêkolînek baþebaþ li ser zimanê Kurdî li dar nexistiye tuneye. Ji bo vê
zimanê kurdî, zimanê çivîkan, zimanê zêrîn pêþketinên ber çav bi dest
nexistiye.
Niha bi hezaran gotinên ji zimanê kurdî, gotar û stranên kurdan di devên
biyanîyande govenda bêzarîya dikþîne. Nivîskarê navdar Michaelville dibêje:
Ku tu bixwaze gelekî û civakekê bixe bin kontrola xwe, bêdeng û asîmle bike,
dibê tu dest bavêje çanda wî, bi taybetî zimanê wî. Wusa xûyayê ku
dagirkerên çavbirçîyê axa zêrîn axa welatê agir û rojê, þîreta Michaelville
ne tenê wek guhar, mîna ristika bi kar anîye. Ji ber ku niha ji destê wan
were, wek mînak mirov dikere dewlata tirk bi lêv bike, ewê mûçe (maaþ) bide
Kurdan ji bo bi Kurdî neaxivin. Li beranberî rewþek mijara gotinê ecêbmayî û
matmayîbûn ne di destê mirova deye.
Bê þerm û bê fedî jî dibêjin, li welatê me demokrasî û pirçandî di asta
prensîbên herî bilind deye. Bilindbûna bahs dikin jî, di bin pêlavên leþkerî
yî xwînî û pêçkê tanqên wan deye. Bilindibûna bahs dikin di devê çekê û li
sînorê tinekirinê de ye.
Ka werin em xwe bera nav newalên dewlemendîya zimanê çivîkan, zimanê zêrîn,
zimanê kurdî bidin. Em biçin ser zinarên vê newalê û bi hesretiyek mezin li
berrî û zozanên bedewiya Çand û Zimanê Kurdan binere. Em sînga xwe ji rist û
gotarên helbestvan û nivîskarên mîna Baba Tahîrê Ûryan, Ehmedê Xanî, Melayê
Cizirî û Cigerxwîn re vekin û em hewl bidin dîroka zingargartî ji xewa bi
sedan salan hiþyar bike û li nihirandina wî dengê bêzar guhdarî bikin.
Zimanê Kurdî dikeve nav Malbata Zimanê Hînt û Ewrupî, di vê malbatê de
zimanên xwedî dîrok yên wek farsî û yûnanî jî cîhê xwe li kêleka Kurdî
digrin.
Ji avakirina nêrîna zimanên cîhanê zimanê kurdî dikeve nav damezraka Zimanên
tewangirî, ku tê wate ya xwedî bingehek saxlem û dolmend.
Ji ber ku li Kurdîstanê bi sedan salan Dewletek Netewî ya Kurdan saz ne bûye
û Kurd tenê di bin banê Mîr û Eþîretîyê de dikarî xwe û zimanê xwe bi qelsî
biparêze, di bin çandê de ziman û wêje jî zêde pêþde neketiye.
Yekem mirovên li ser Zimanê Kurdî serê xwe êþandiye Mamosteyê mezin Þeref
Xan ê, bi pirtuka xwe Þerefname û Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Herwiha gelek
nivîskarên biyanî jî di nîvîs û pirtukên xwe de bahsa dewlemendiya Ziman û
Zarava yên Kurdî kiriye. Mamosteyê mezin Þeref Xan ne tenê li ser Zimanê
Kurdî herwiha li ser Çanda Kurdan û Erdnîgarîya Kurdîstanê de jî lêkolîn û
nivîsên hêja nivîsandiye. Lewra agahiyên heyî ji bilî agahîyên ji Þerefname
bi sînor, gelek kêm û yên heyî jî tijî nakokî ye.
Çend zarava ji zimanê Kurdî yên herî zêde tên axaftin wusa ye:
1. Kurmancî li Kurdistana Bakur û Kurdîstana Baþûr-Rojava tê axaftin.
2. Soranî an jî Bahdînî an jî Kelhûrî li Kurdîstana Baþûr û Lûrî bi hindikî
li Kurdîstana Rojhilat û Baþûr tê axaftin.
3. Zazakî an jî Dimilkî an jî Kurmanckî û Þikakî li Kurdîstana Bakur tê
axaftin.
4. Hewramanî an jî Goranî an jî Hewramî li Kurdîstana Rojhilat û bi hindikî
li Kurdîstana Baþûr tê axaftin.
Bi dehan nav ji bo zaravayên Kurdî hene, bi dehan þax-zimanên din jî hene.
Ez dikarim wek mînak bêjim ku em du gundê cîranê hev zimanê em diaxivîn
baþebaþ ser hevdu nedigirt û ne wek hevdû bû. Mînakek din di zimanên biyanî
de ji bo hebûnekê gotinek heye, lê belê di zimanê kurdî de ji bo hebûnekê bi
dehan gotin hene. Bi sedan hezar gotin û gotarên bi zimanê Kurdî heye, ev jî
dewlemendî û zenginîya zimanê kurdî nîþan dide, lewra ewê ne fiþal kirîbe û
nepixandî be ku ez bêjim zimanê Kurdî Zimanê Cîhanê yê herî dewlemend û
xwedî dîroke.
Lê belê elaqedarbûyîna Kurdan li hemberî Zimanê Kurdî xemgîniyek mezin bi
xwe re tîne bê gûman, ji ber ku nivîs, gotar û pirtukên bi Kurdî gelek
kêmin, lewra dibê em yên heyî baþ bi kar bîne. Li vir gotinek Rêberê Gelê
Kurd û Rêberê KKK birêz Abdullah Öcalan tê bîra min ku dibêje: Kurdan di
demên herî zor û zahmet de jî li ber xwe dane, di demên þûr hatiye ser qirka
wan jî asîmle bûn qebûl nekiriye û li ber xwe daye, lê belê dema hinekî
dikeve nav dilfirehiyê Kurd xwe bi xwe li ber bayê asîmlebûnê dixe.
Sazî û rêxistinên me yên wek mîna Kongreya Netewî ya Kurdîstanê (KNK) û
TZP-Kurdî ji bo parastin û lêkolîn kirina Zimanê Kurdî di nav liv û tevgerek
mezin deye û heta niha xebatên hêja jî pêk aniye. Lê dibê gelê Kurd li
zimanê xwe xwedî derkevin, dibê gelê Kurd wate ye Ziman bîne asta wate ya
Dayik ê. Dibê kurd di bin dirûþma „Zimanê me hebûn û nasnama me ye“ li
zimanê xwe xwedî derkeve û nehêle zimanê zêrîn, zimanê çivîkan bêzar bimîne.
Lewra ez jî dibêjim:
Bi Kurdî bifikire, bixwîne, binivîsîne û biaxive
Bi Kurdkî bifikiri, bixwîni, binivîsini û biaxivi
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|