|
Zanist,Teknolojî
Ji bo zimanê Kurdî gaveke dîrokî;"Pergela Xebitandinê ya kompîterê Lînux êdî
bi Kurdî ye"
23
Sermawez,
2006 weþandin:12:55:46 (GDK)
Bi
hevkariya Komeleya Pêþxistin û Lêkolîna Çand û Ziman û Þaredariya Sûrê ya
Diyarbekirê û , Pergala Xebitandina Ubuntuyê ya Kurdî ya yekem hat
amadekirin û resepsiyona danasîna wê hat lidarxistin.
Serokê Þaredariya Bajarê Mezin Osman Baydemîr di resepsiyonê de axivî û
Pergala Xebitandina Kurdî wek gaveke dîrokî nîrxand û got; ji bo pêþeroja
tevahiya çand û zimanan divê wek pêþketineke mezin bê nirxandin.
Resepsiyona danasîna Pergala Xebitandina Kurdî Linux ya yekem bi navê
‘Ubuntu’ ku bi hevkariya Þaredariya Sûrê û Komeleya Pêþxistin û Lêkolîna
Çand û Ziman hatibû amadekirin li Class Otêlê hat lidarxistin. Li gel
Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun, Osman Ozçelîk, , Serokê Þaredariya Bajarê Mezin
a Diyarbekirê Osman Baydemîr, Serokê Þaredariya Sûrê Abdullah Demîrtaþ û
nivîskar û rewþenbirên ku ji bo Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê bûn nêzî 300
kesî beþdar bûn. Li resepsiyonê di destpêkê de Serokê Þaredariya Sûrê
Abdullah Demîrbaþ mafê axaftinê stend û da xuyakirin ku ji rojeke wiha
dîrokî re þahidîkirin û di destpêka wê de ked-dayîn ji bo wan rûmeteke mezin
e.
Demîrbaþ da xuyakirin ku ziman ji bo gelekî pêwîstiya hebûnê ye û got;
“Ku hûn li qadeke xizmetê dixebitin, ji bo ku hûn bikaribin ji wan mirovan
texdîrê bistînin divê ku hûn giramiyê bidin ziman û çanda mirovên wê
herêmê.” Demîrbaþ da zanîn; “Ku li Diyarbekirê pirçandîbûn hebûya wê aþtiya
wan çandan jî hebûya” û got; çi wexta ku tenê yekzimanî û piþaftinê dest pê
kir wê demê li vî welatî þer jî dest pê kir. Demîrbaþ gotinên xwe wiha
domand: “Ev gava me bi armanca xebateke pirzimanî û bi hev re jiyînê ye.
Heger me bi vê xebatê pîþtgirî dabe çanda kurd her bijî ji me re.”
Rojeke Dilþadiyê
Nivîskarê
kurd Mehmed Uzun ku demeke li Diyarbekirê tedawiya ‘penceþêrê’ dibîne jî da
xuyakirin ku ev pergala xebitandinê ya kurdî ku hatiye amadekirin cihê
dilþadiyê ye û got; “Îro rojeke dilþadiyê ye. Ji îro û pêve zimanê kurdî
gaveke mezin davêje û di qada ragihandinê de derbasî kompîturê dibe. Zimanê
kurdî ku roj bi roj belav dibe bi pêþ dikeve, derbasbûna wê ya ragihandinê
ku qadeke kêm bû serkeftin û kedeke mezin e. Zimanê kurdî li baþûr ji vir
çêtir bi pêþ ketiye. Hevî dikim û dixwazim ku bi van xebatan wê li Tirkiyeyê
jî girîngiya kurdî bê fêmkirin û bi pêþ bikeve.”
Osman Ozçelîk jî da xuyakirin ku sektora ragihandinê êdî sînor ji holê
rakirine û sînor êdî li ber tunebûnê ne û got kurdiya ku ketiye nêvenga
kompîturê li her kesî/ê pîroz be.
Baydemîr got: “Pergala Xebitandinê ya Kurdî gaveke dîrokî ye”
Serokê Þaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr pergala
Xebitandinê ya Kurdî ku ji aliyê Þaredariya Sûrê û Komeleya Pêþxistin û
Lêkolîna Çand û Ziman (Karger) ve hatiye amadekirin ji bo zimanê kurdî wek
gaveke mezin nirxand û got; divê ku ev pêþketina dîrokî li hember zimanên
din wek dijîtiyekê neyê nirxandin. Baydemîr ji bo kesên ku di projeyê de
keda wan derbas bûye spasiyên xwe pêþkêþ kir. Piþtî axaftinan Pergala
Xebitandinê ya Kurdî ya bi navê ‘Ubuntu’yê bi sînevîzyonekê hate danasîn û
pasta hate belavkirin.
Di sala 2005’ê de dest pê kir
Xebatên amadekirina Pergala Xebitandinê ya Kurdî ya bi navê ‘Ubuntu’yê di
sala 2005’e dest pê kir. Ji bo kurdîkirina kompîturê xebatên ku hatin
meþandin bi Koma PCkurd a ji aliyê Amed Çeko Jiyan, Elîxan Loran, Erdal
Ronahî, Rêzan Tovjîn, Ridvan Bozkurt, Rizoyê Xerzî û Serhat Ronahî ve hatibû
damezirandin hat destpêkirin. Piþtî biryargirtina pergala xebitandinê bi
navê ‘UBUNTU GNU/LÝNUX’ê ji bo kurdî hate wergerandin, Ubuntuya kurdî ya
yekem 5.04 hate belavkirin. Piþtî wê Ubuntu 6.06 hîn zêdetir bi kurdîbûyî
hate belavkirin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Zanist
|