|
Zanist,Teknolojî
Hejmara Malperên Înternetê Gihêþte 100 Mîlyonê
02
Sermawez,
2006 weþandin:02:09:12 (GDK)
Hejmara
malperên ser înternetê gihêþte 100 mîlyonî.Li gor lêkolîneke dawî înternet
ku êdî di gellek warên jiyanê de di ragihandin û medyayê de cihekî pirr
girîng digre êdî xwedîyê 100 mîlyon malperê ye.
Tê ragihandin ku di nava vê hemarê de gelek malperên amator ku nehatine
tespît kirin nîne.
Înternet di sala 1995'an de bi avayekî giþtî kete jiyana mirovan.
Di tîrmeha 1995'an ser webê 15 hezar malper hebû.
Li ser înternetê niha herî zêde 5 netew xwedî malperan e.
1. Dewletên Yekbûyî: 54,641,322
2. Elmenya: 15,029,978
3. Brîtanya: 6,189,578
4. Kanada: 2,812,669
5. Franse: 2,550,717
Çavkanî: Netcraft
Li gor wan hejmaran ji zêdetirê ji %80yê malperên înternetê di wan 5 welatan
de ye.Bi hêz bûna wan di înternetê de bi avayekÎ xwezÎ bi hêz bûna wan a
giþtî û medyaya wan jî nîþan dide.
Înternet tîraja rojnameyan jî kêm kir
Bikaranîna înternetê roj bi roj berfireh dibe û dikeve her malê,rojname
tîraja xwe winda dikin. Bi ketina tîraja rojnameyan hatina reklama jî
dadikeve û ev jî astengiyeke din derdixe holê.
Rojname jibo ku misrefê xwe kêm bikin xebatkarên xwe ji kar derdixin û bi vî
awayî rojnamevaniya bê peyamnêr dest pê dike.Li gorî nûçeya NewYork Timesê
li Amerîkayê rojnameya Philadelphia Inquirer 75 xebatkarên xwe ji kar avêt
ku ev reqem ji sedî 15ê hemû personelê rojnamê ye.
Jiber înternetê hatina reklamên rojnameyan kêm dibe û þîrketên otomobîlan û
firmeyên seyahetê ku jibo reklaman butçeyekmezin vediqetînin berê xwe didin
înternetê.Þîrketa Ford eþkere kiribû ku ji sedî 80ê firotinên wan bi riya
înternetê dibe..
Medyaya
înternetê ya Kurdan
Ji ber ku înternet cihêkî azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi
hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê baþ.Em rewþa Cihanê jî bidin ber
çavan ku edî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya
pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve holê.Ger înternet hin
zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra medyaya Kurdî cûdatir be him jî
têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de û pêþetina rewþa politik a
Kurdistanê jî zêdetirîn be.
Zimanê Kurdî li gor delfetan cihê xwe hêdî hêdî di teknolojî de digre.Ji
xeynî sedan(heta hezaran) malperên Kurdî, îro sistemên kompîterê jî bo
zimanê Kurdî tên wegerandin. Eksplorera(explorer) bi navê OPERA ku li cîhanê
de pir tê bikaranîn jî bi kurdî hate amade kirin û malpera fermî ya Operayê
de hat weþandin.Ji xeynî opera bernameyên malpersazî,eksplorerê,sohbetê(wek
skype),ferhengên elektronîk,girafik-wênesazî û bernameyên ofîsê tên
wergerandin.(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Zanist
|