|
Welatên ku înternetê qedexe dikin
29 Adar
2007, weþandin:08:14:23 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS,(Beþa
Zanist û Teknolojî) -- Di welatên wek Dewleta Tirk,Çîn, Vîetnam, Îran, Kuba
û Erebîstan ku piranî malprên sîyasî qedexe dikin û di wan welatan de cezayê
zîndanê jî tê dayîn.
DEWLETA TIRK
Dewleta tirk yek ji
wan welatan ye ku înternet tê asteng kirin.Hedefa pêþîn ya dewleta Tirk
malperên Kurdan e.Heta niha ji layê dewleta Tirk gelek weþanên medyaya Kurdî
ya ser înternetê hatine qedexe kirin.Her wiha tê zanîn ku hin xwedîyên
malperên kurdî ku ser serverên tirkan de weþan kirine û hatine tespît kirin
ji layê dewleta Tirk ve hatine girtin.Li tirkîye ji xeynî dewletê grubên
faþîst yên Tirkan jî bênavber êrîþî weþanên Kurdan dikin.Lê êdî dewleta Tirk
nikare ser cîhana înternetê bi Kurdan re hêsanî têbikoþe.
ÎRAN
Li Îranê malperên ku dewletê rexne dikin,malperên gay û lezbiyenan,malperên
derbarê mafên jinan,malperên Kurdan tê qedexe kirin.Îran jî weke Tirkîye
herî dawî malpera bi navûdeng Youtubeê qedexe kiribû.
ÇÎN
Çîn heta niha serxwebûna Tibet û Taiwan,þîddeta polîsan,azadîya
îfadeyê,demokrasî,hin weþanên navnetweyî,blogan û ensiklopediya înternetê
Wikipedia qedexe kir
VÎETNAM
Li Vîetnamê taybetî malperên ku dewletê rexne dikin tên qedexe kirin.Her
wiha gihêþtina rexistin û sazîyên navneteweyî û gelek weþanên bi navûdeng jî
têne asteng kirin.
OZBEKÝSTAN
Li Ozbekistanê malperên derbarê hereketên îslamî,medyaya serbixwe,rexistinên
sivî têne sansûr kirin.
TUNUS
Tunus gelek kes ji ber înternetê ceza xwarine.Bi teybetî e-name,pornografi,malperên
lêgerînê û dosyayên elektronîk têne asteng kirin.
KUBA
Li Kubayê devlet malperan her tim dikare kontrol bike.Bo ketina înternetê jî
Kuba sînor danîye.Zêdebûna asta bikaranîna înternetê bi destê dewletê nayê
zêde kirin.
EREBÎSTAN
Li Erebistanê herî zêde malperên xwedî naveroka sîyasî û pornpgrafî tên
qedexe kirin.
Ji xeynî wan welatan dewletên wek Surîye, Myanmar,Giravên Maldiv û Koreya
bakûr jî ser malperên sîyasî sansur tînin.(HAWAR DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Zanist
|