|
AIDS dibe
sedema mirina bi milyonana kesan
01 Berfanbar, 2007
weþandin:07:18:07 (GDK)
1ê
berfanbar roja AIDSê ye.
Sedema wê
veyrûsek bi navê HIV (human immunodeficiency) ye. Ev virrûs xeliyeyên taybet
ên sîstema parastinê dikuje.
AIDS cara
yekem 20 sal berê hat kifþ kirin.Asta xeter bûna vê nexweþîyê her sal hin
bilindir bû.Lê di salên dawî de di îstatîstîkan de "rawestandineke" tê
dîtin.
Bi qasê ku tê
zanîn vîrusa HIV ji Efrîqayê derketiye holê ji wir bi koçberên reþik derbasê
DYE bûye û piþtre jî li hemû Cîhanê.
Li gor
zanyaran vîrûs ji þempazeyan derbasî mirovan bûye.
Peyva AIDS
(acquired immunodeficiency syndrome = Wêneyê nexwesiya qelskirina sîstema
parastinê) ji bo pêvajoyeke dereng a vê HIV-înfeksyonê tê bikaranîn.
HIV di xwîn, avika mêran an jî ava ziyê ya mirovên bi vê nexwesiyê ketî de
peyda dibe. Eger ev avên ku veyrûs di wan de pir peyda dibin, bikevin xwîna
mirovekî din, virûs jî dikarin pê re biçin.
HIV bi piranî caran bi têkiliyên cinsî-zayendî (seks) bi kesê/a ku ev virrus
pê re hebe, belav dibe. Herweha HIV dikare di rêya xwîna nexwes an jî di
rêya derziyên ku berî bikaranîna wan ketibin canê mirovekî bi HIV ketî,
bikeve xwîna mirovî. Jinên avis ên ku veyrûsa HI bi wan re hebe, dikarin di
dema avisbûnê û jidayikkirinê de yan jî dema dayina sîr di rêya pêsêran re,
vê veyrûsê bigihînin zaroka xwe.
Kesên ku sêks bi gelek kesan re dikin, divê kondoman(prezerfatîf) bi
kar bînin. Heta niha, parastina herî baþ bikaranîna kondoman e.
Kondom pir
tenik in û mirov hema bi tu cudahiyê hest nake, ger mirov wan berdewam bi
kar bîne.
Her weha divê
mirov derziyên ku kesine din bi kar anîbin, bi kar neyne û ji xwe re
derziyeke nû peyda bike.
Ji sala 1988an vir ve, 01.12 li seranserê cîhanê roja AIDSê ye. Di vê rojê
de di derbarê nexweþîya AIDSê de kampanyayên agahdariyê, konferansên
zanistvan tên lidarxsitin û bal tê kiþandin ser vê nexweþîyê.
2006an de vîrûs bi 5 milyon kesan ket
Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî di derbarê belavbûna AIDS û HIV de raporek berfireh weþand
û diyar kir ku di sala 2005an de vîrûs bi 4 milyon kesan ket. Di heman demê
de jiber nexweþiya AIDS û nexweþiyên bi AIDS ve girêdayî 2 milyon û 800 kes
mirin.
Rapor eþkere
dike ku ligel van reqemên bilind jî di 25 salên dawî de cara yekem grafîka
nexweþiyên AIDSê bilind nebûye û sabit maye.Ligel hemû hewldanan jî herêmên
ku bêtirîn di bin bandora AIDSê de ne wek berê Afrîkaya navîn û baþûr in. Li
cîhanê ji 3ya 2 kesên ku bi vîrûsa HIVê ne ji Afrîkayê ne.
Li gora
nifûsa xwe Afrîkaya baþûr welatê ku bêtirîn kes bi vîrûsa HIVê ye. Di warê
têkoþîna li dijî vê nexweþiyê Zîmbabve û Kenya du welatên bêtirîn serkeftî
ne.
Li Amerîkayê
ev 25 sale ku nexweþiya AIDSê peyda bûye. Îro li vî welatî 38 milyon û 600
kes bi vîrûsa HIV in ku nêvî ji wan jin in. Di sala 2005an de li Amerikayê
ji 4 milyonî bêtir kes bi vîrûsê ketin û di hema salê de 2 milyon û 800 kes
jiber nexweþiya AIDS û nexweþiyên bi AIDSê ve girêdayî jiyana xwe ji dest
dane.Li cîhanê nîsbeta nexweþiyên HIVê herî zêde li Hindistanê ye.Li
parzemîna Asyayê ji 3ya 2 nexweþiyên AIDSê li Hindistanê ye. Lê gava ku bi
nifûsa xwe re bê miqayesekirin Hindistan hîn jî gelekî dûrî Afrîkayê ye.
Rapor bal
dikþîne ku li Rûsya û komarên kevn yên Sovyetê di 10 salên dawî de hejmara
nexweþên bi vîrûsa HIVê 20 carî zêde bûye. Belorûs û Ukrayna jî serê van
komaran dikþînin.Pispor diyar dikin ku bi milyonan kes jî jê ne agahdarin ku
bi vê vîrûsê ketine. YN di rapora xwe de diyar dike ku jibo têkoþîna li dijî
vê nexweþiyê divê di sala 2008an de 20 milyar dolar bê veqitandin. Di sala
2005an de 8 milyar û 300 milyon dolar hatibû veqitandin.
Rapor derxist
holê ku her roj 11 hezar kes bi vîrûsa HIV’ê dikeve û ev jî salê dibe 4,3
milyon kes.
Her wiha li
gorî rapora UNAIDS amade kirîye herî zedê jin bi vê nexweþiyê ketine û
vîrûsa HIV/AIDS’ê bondarek neyînî li ser jinan dihêle û ev nexweþî jî li
cîhanê her diçe zêde dibe. Li dijî belavbûyîna AIDS’ê pêþveçûyînek heye lê
dîsa li gorî zêdebûyînê têrê nake.
Mînaka herî balkêþ jî li Baþûrê Afrîkayê, ev vîrûs ji sedî 59 bi jinan re
peyda dibe. Li gorî zanyaran li dijî belavbûyîna nexweþiyê pêwîst e ku gav
bê avêtin. Tiþta ku herî girîng jî ji bo vê nexweþiyê perwerdehiyên berfireh
bê kirin û bi taybetî li ser ciwanan. Li dijî vê nexweþiyê divê kampanyayên
cuda bê lidarxistin.
Tê gotin, li Hîndîstanê 5.7 mîlyon mirov bi vîrûsa HÎV/AIDS'ê ne.
Bi vê hejmarê re Hîndîstan, di warê vê nexweþiyê de li gelemperiya Cîhanê di
asta herî jorîn de ye.
Li Kurdistanê AIDS
Li agahîyên di dest de li Kurdistanê kesên ku nexweþê AIDSê ne li gor ji
asta gellek welatan kêmtir e.Lê heta ku vê nexweþîya ser Cîhanê neye rakirin
her kes bi xetera AIDSê rû bi rû ne.Wek tê zanîn dewleta Tirk di hemû
problemên li bakûre Kurdistanê de xemsare.Ji ber vê yekê divê mirovê kurd
xwe bi xwe ji AIDSê xwe biparêze.(Wikipedia,Zanistuteknoloji.com,Dîha,HAWAR-DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007. Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Zanist
|