|
Nexweþiya þekirê çawa
derdikeve holê?
20 Gulan
2007, weþandin:17:32:22 (GDK)

Nexweþiya þekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf ê Pankreas‘ê çêdibe. Ev lûf
hinek maddeyên ku, erkên cûrbecûr dibînin,tînin holê. Ev jî du þikil in.
Lûfên ku sererast maddeyên çêkirî bera nav xwînê didin. Ji van re Lûf ‘ên
hormonê jî tê gotin. Ev hormon di laþ de erkên girîng dibînin. Wek: Lûf ‘ên
stû, lûf ‘ên ser Gurçik‘an û.w.d.Pankreas, maddeyek taybet û tevlihev e. Ji
aliyekî heyvên çêdike û valadike roviyan û ji aliyekî din de jî hormonê
çêdike û dide xwînê. Ji vê hormonê re „Însulîn“ tê gotin.
Nexweþiya þekir ji ber ku, Pankreas însulînê têr çênake, tê holê.Erka
hormona Însulînê ev e ku, þekir û maddeyên bi Karbonhîdrat (wek: xwarinên ji
hevîr, nan, petat, þîr) li bêjingê xe, wan di laþ de biþewitîne û kaloriyê
bîne holê. Gava ev pêk neyê,þewta maddeyan çênabe û ev dibe sedema pêkhatina
nexweþiya þekir. Di xirabûna pêkhatina hormona însulînê de, bandora hinek
nexweþiyên lûf ‘ên hormon û damaran jî heye. Wek:Lûfên hormon û damarên dil,
aþik,kezeba reþ û.w.d. Gava têkilî, rê û rêbaza nava ahenga van lebatan
xirab dibe, nexweþiya þekir peyde dibe. Di nexweþiya þekir de ji xeynî
Pankreas‘ê,hinek lûf ‘ên din jî xirab dibin. Ji ber vê jî, þekir baþ
naþewite û di laþ de hinek nexweþiyên din jî dest pê dikin.Ji aliyê din, di
peydebûna nexweþiya þekir de, hinek tiþtên din jî giraniyê dilîzin. Di serî
de xwarina zêde tê. Sedemên giyanî (rûhî) jî girîng in. þekir û niþadir wek
benzîna motora jiyana mirov in. Ev madde, di bazên meriv de diþewitin û
dibin sedema tevger û bikarhatina wan. Di vê þewatê de, þekir bi temamî
diþewite û dibe av û asîtkarbonîk. Asîtkarbonîk bi riya bêhnê û av jî bi
riya mîzê tên avêtin. Bi vî awayî di laþ de maddeyên bi zirar namînin.
Nexweþiya bingehîn a þekirê xwînê ye.Hinek mirov nexweþên þekir’in lê di
mîza wan de þekir nayê dîtin. Ji bo vê jî nexweþiya þekir nexweþiyek
tevlihev e. Kifþbûn û ewlekariya vê nexweþiyê bi tehlîl û lêkolîna xwînê ve
girêdayiye. Di 100 gram xwîn de 120-130 mîlîgram þekir peyde dibe. Ango; di
nav lîtreyek xwîn de 1,2- 1,3 gram þekir peyde dibe. Lê di nexweþên þekir de
ev ne wilo ye. Di wan de Pankreas baþ Însulînê nade. Di van nexweþan de bi
zikê birçî,di xwîna wan de 0,15 – 0,30 þekir peyde dibe. Carna jî zêdetir e.
Gava xwarn dixwin ev hîn jî zêdetir dibe. Ji ber ku ne têr Însulîn’in þekir
baþ naþewite û
nakeve rewþa xwe a normal.
Gava di wextê xwe de çareserî lê neyê kirin laþ tije þekir dibe û jehriya
þekir destpêdike.Însulîn dihêle ku þekir di laþ de biþewite. Erka wê a
duwemîn jî ev e ku,Însulîn þekirê zêde di laþ de depo dike.Ev þekir di
kezeba reþ û di bazû’yan de tê depo kirin. Ev þekir di rewþa xwe a Glîkojenê
deye. Gava Însulîn baþ naxebite,laþê mirov nikare þekirên cîgir jî
biafirîne.
Girîngiya vî tiþtî mezin e. Ji ber kêmasiya Însulînê þekir naþewite û
afirandina yên cîgir jî xirab dibin. Ji ber vê jî rûn û tewaþên ku, bi
xwarinê re dikevin nav lêþ, baþ bi kar nayên. Rûn û tewaþ jî iþewitin û
kaloriyê didin. Bi wê þewatê re asîtkarbonîk û av tê holê. Gava þekir
neþewite û çêkirina Glîkojenê raweste,ev rûn û tewaþ jî tam naþewitin û
nahilin. Ji nîvþewata van rûn’an hinek madde çêdibin, di laþ de dicivin û
kom dibin. Ji vê jî bandora jehrê çêdibe. Ev madde, Aseton, asît’a Aset’ê
(sîrke) û
asît’a beta oksîbutrîk’ê ne. Divê di dema xwe de rê li ber van bên dirtin û
çareser bibin, yan, di laþ de jehrî û bêhiþketina koma’yê destpêdike û dibe
sedema mirinê.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Zanist
|