|
NY:"Germbûna Cîhanî Wê Ji Texmînan Zêdetir
Zirarê Bide"
07 Nîsan
2007, weþandin:13:41:50 (GDK)
HAWAR DENGÛBAS,
(Beþa Zanist)-- Li dijî germbûna giloverî divê enejîya paqij bê pêþxistin.
Panela Guhirîna Demasalan ya Navneteweyî(IPCC) ya NY(Neteweyên Yekbûyî),li
ser rapora bandorên germbûna cîhanî
li hev hatinek çê bû.Di raporê de hate ragihandin ku "wê germbûna giloverî
ji texmînan zêdetir bilêz û berfirehtir bibe
sedema zirar û zîyanê"
Panela Guhirîna Demasalan ya Navneteweyî(IPCC) ya NY de ku li paytexta
Belçîka li Brukselê bi tevlî bûna ji zêdetirê 100 welatan pêk hat.
Rapora ku di encama niqaþên dûr û dirêj de hate qebûl kirin xwedî naveroka
nêrînên pisporên herî gihaþtî ye.
Di rapora "Guhirîna Demsalan 2007" ku têde bandorên gerbûna giloverî ser
giyanweran(zindîyan) cîh digre û di encama xebatên 6 salÎ de hatiye amade
kirin xwedî îmzayên 2 hezar û 500 zanyaran e.
Di nîqaþên ku ji destpêka hefteyê didomîya welatên wek
DYE,Çîn,RusyaErebîstana siûdî ku herî zêde berpirsyarên berdana gazên ku
dibin sedema germbûnê derbarê naveroka raporê nerazîbûn nîþan dan û xwestin
ku di hin îfadeyên mîsoger bêne "nermtir" kirin.
Rapor wê bo serokên welatên endustrîbûyî ku civîna G-8'an di meha hezîranê
de bê li dar xistin were pêþkeþ kirin.
Rapor dê bo bicîhkirina protokola Kyoto ku pêþdîtina kêmtir kirina gazên
sera û di "polîtîkayên germbûnê" bo dewletan rêberîyê bike.
Di raporê de çi heye?
Rapor derbarê rewþa îro û pêþaroja Cîhanê de tabloyeke reþbinî derdixe holê.
Li gor raporê;
Li gor çavderîya zanyaran ,di serî de germ bûn, bi giþtî bandora guhurîna
demsalan sîstemên sirûþtî yên di parzemîn û okyanusan nerênî ye.
Ger germahîya kêmzêde ya cihanî di navbera 1.5 û 2.5 santigrat derce zêde be
wê ji %20-30 yê nebat û heywanan tune bin.
Pêlên hewaya germ,lehî,bahoz,þewat û hiþkîya ku ji ber germbûna giloverî pêk
be bi taybetî feqîr û hêjaran neçar bihêle.
Giravên biçûk wê ji alÎyê deryayan we ji holê bê rakirin,bahoz û bageran wê
zêde bin.
Koma pisporan ya Guhirîna Demasalan ya Navneteweyî(IPCC) ya NY cara pêþî
hûnêrîna zanyarîya belgeyî di sala 2001'an de pêk anî bû.
Kom dest nîþan kir ku sedema gerbûnê mirovin û ev yek êdî hin baþtir li ber
çavan e.
Germbûna giloverî çiye?
Ji ber zirarên gaz û sûtemenî û madeyên kîmyewî ku li Cîhanê bandora serayê
pêk tîne û helîna qeþayîyan parsenga demsalan û germahîyê xera dibe.
Ev xera bûn dibe sedema zêdebûna germahîyan.Çend sal berê pisporan wisa
texmîn dikirin ku derketina encamên xeter ya germbûna giloverî hîn di demên
bê de pêk were.
Pirsgirêka herî mezin ya pêþaroja Cîhanê "germbûna giloverî" ji niha ve
jiyana mirovan tehdît dike.
Lê guherînên demsalî wisa nîþan dide ku xeter ji texmînan nêzîktire.
Rewþa Li Kurdistanê
Wek tê zanîn li Tirkîye û Ewrûpa ji ber germbûna giloverî zivistana herî
germ û bê baran derbas be jî li Kurdistanê li gor herêmên din zêdetir
zivistanek baþtir derbas û baran û berf barî.
Ji ber ku Kurdistan ne welateke enduturî bûyî ye ji ber vê yekê jî gazên ku
dibin sedema germbûnê kêmin.Lê pispor dîyar dikin ku di welatên ku kêmtir
bûne sedema gerbûnê dikarin bi qasê welatên ku bûne sedem jî zirarê bibînin
heta zêdetir jî.
Ji ber vê yekê jî divê Kurdan jî di meseleyên parastina sirûþt û bi kar
anÎna enerjîyê de zêdetir hestiyar bibin. (HAWAR DENGÛBAS / AP / ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Zanist
|