|
Zanist,Teknolojî
Kronolojîya pêkhatina kareseta "Germbûna Giloverî" ku nêzîk dibe
28
Rebendan
2007 weþandin:10:29:35 (GDK)
HAWAR-DENGÛBAS,(Beþa
Zanist û Teknolojî) -- Pirsgirêka herî mezin ya pêþaroja Cîhanê
"germbûna giloverî" ji niha ve jiyana mirovan tehdît dike.
Wek tê zanîn ji ber zirarên gaz û sûtemenî û madeyên kîmyewî ku li Cîhanê
bandora serayê pêk tîne û helîna qeþayîyan parsenga demsalan û germahîyê
xera dibe.
Ev xera bûn dibe sedema zêdebûna germahîyan.Çend sal berê pisporan wisa
texmîn dikirin ku derketina encamên xeter ya germbûna giloverî hîn di demên
bê de pêk were.
Lê guherînên demsalî wisa nîþan dide ku xeter ji texmînan nêzîktire.
Kareset gav bi gav nêzîk bû
Nîþaneyên pêþî ya germbûna giloverî ku pêþaroja nêzîk ya Cîhanê xiste
xetereke mezin di sala 1827'an derket holê.
1970'î de bi gotina "Divê tiþtekî bê kirin" xeter dihat anîn zimên.Lê hin jî
gaveke girîng di vî warî de nehatîye avêtin.
Pêvajoya taspît kirina guherîna demsalan(werz) û pêk hatina bandora
serayê bi giþtî wisa pêþket;
1827: Zanyar Jean-Baptiste Fourier bû yekem mirovê ku behsa bandora serayê
kir
1896:Kimyagerê Swêdî Svante Arrhenius, derxist holê ku neft,gaz û
komir(rêjî) di dema þewtitandinê de karbondioksit (CO2) belav dikin.
1958: Charles David Keeling, bondora emisyona CO2'yê ya ser atmosferê
derxist holê.
1970: Pisporên Ewrûpî û Emerîkî ,gazên din(kloroflorokarbon, metan, azot
protoksît) ku dibin sedema pêkhatina bandora seryêyê vedîtin.
1979: Di rapora Akademîya Zanistan ya Emerîkayê de bal hate kiþandin ku
navbera guhûrîna demsalan û bandora serayê de têkÎlîyek heye û divê pêþî li
vî tiþtî bê girtin
1988: NY cara yekem komîsyonek bo kar kirina ser guhûrîna demsalan û
tedbîrên bo vê yekê ava kir.
1992: Di civîna NY ku di Rio de hate li dar xsitin Peymana Demsalan ya NY
hate amadekirin û banga kêmkirina gazên ku dibin sedema bandora serayê hate
kirin.
1997: Bo kêmkirina gazên serayê peymana Kyoto hate îmze kirin.
2000:Salên 90î wek salên herî germ ya sedsala dawî hate nirxandin.
2001: BM raporeke din ser vê mijarê weþand.Di raporê de hate dîyar kirin ku
heta 2100ê wê germahî di navbera 1.4 û 5.8 bilintir be û berzî ya behran jî
nêzî navbera 9 û 88 cm bilinditir be. DYE ku herî zêde gazên serayê diafrîne
Peymana Kyoto pesend nekir.
2004:Rusya Peymana Kyoto pesend kir.
2005: Peymana Kyoto keye meriyetê (16 Sibat).
2006:Lêkolînên nû,delîlên nû yên guhûrîna demsalan raxist berçavan:Li
Ewrûpayê qeþayîyên ser Alpan dihêle;QeþayÎyên Gröland û sibirya di xeterê de
ne.
2007: Pisporên Îngilîz di 4ê Rêbendanê de daxûya kirin ku 2007 dê bibe sala
herî germ yê heta niha..(HAWAR-DENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Zanist
|