|
Gelo nexweþiya þewba çûkan ji nû ve vedigere?
13
Rêbendan (Çile), 2008 weþandin:16:57:13 (GDK)
Nexweþiya
Þewba çûkan 2006'an de ku pêþî li welatên asyayê de derketibû
holê û bi lez belavbûna vîrusa þewba çûka li seranserê Ewrûpayê
bû bû sebebê tirseka mezin. Þewba Çûkan li Kurdistanê jî bû bû
sedema mirina 4 Kurdan ji nû ve nîþaneyên xeterê belav bûnê
dide.
Neteweyên Yekbûyî welatên cîhanê ji belavbûna nexweþiya Þewba
Çûkan hiþyar kir. Rêvebirê beþa rasthatina nexweþiya Þewba Çûkan
yê Neteweyên Yekbûyî David Nabro, welatênên cîhanê ji belavbûna
nexweþiya Þewba Çûkan (Amfulanzaya çivîkan) hiþyar kir.
Li aliyekê din ajnasa nûçeyan a Reuters ji zarê Nabro aþkere kir
ku beþa rasthatina nexweþiya Þewba Çûkan a NY di van dawiyan de
li 150 welatên cîhanê zanyariyeke zêde kom kiriye bo ku
lêkolînerên vî warî fêrî rasthatina wê nexweþiyê bike.
Nexweþiya Þewba Çûkan
Nîþaneyên þewba çûkan,
diþebe zekemê (grip). Kesê nexweþ bi serêþiyeke giran re rû bi
rû dimîne, her wisa hin nîþaneyên din jî ev in; kuxika hiþk,
tengasiya nefesê, av ji poz tê, eþa movikan ku di hemû bedena
mirovan de xwe dide der, çav sor dibin.
Ev nexweþî bi taybetî ji bo kesên ku berê nexweþên diyabet û dil
bin talûkeyeke mezin e û dibe sedema mirina wan. Kesên ku
nexweþên dil û þekir bin divê pir bi baldarî tevbigerin, û biçin
derziya zekemê (grîb) li xwe bixin".
Vîrûsa þewba çûkan dema ku di 70 dereceyî de were kelandinê
dimir e. Ji ber vê yekê goþtê sewalên bi bask divê herî kêm di
ava ku 70 santîgrat-dereceyî de were kelandin (pijandin) dûre
were xwarin. Dema ku baþ bê kelandin tu metirsî navê, mirov
dikare goþtê mirîþk û elokan bixwe.
Heman tiþt ji bo hêkan jî pêwîst e. Divê hêk ewil bê þuþtin dûre
jî di nava avê de baþ bê pijandin..
( HAWAR DENGÛBAS / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Zanist

|