|
Teklîfa Microsoftê bo Yahoo cîhana înternet û aborîyê tevlîhev kir
06 Sibat (Reþemî), 2008 weþandin:03:23:21 (GDK)
TeklÎfa
Microsoft bi kirîna Yahoo li hemû cîhanê gelek deng veda. Nîqaþ,
bandor û spekulasyonên ser pêþniyara Microsoftê hê jî dewam
dike. Bi taybetî piþtî pêþniyara Microfstê borsaya Emerîka
demekÎ dirêj bû dadiket ber bi bilind bûnê ve çû her wiha
hîsseyên Googelê jî daket.
Hefteyeke berê
Microsoft pêþniyara kirîna Yahoo.com bi 44 milyar û 600 milyon
dolarî kir. Tê diyar kirin ku ev nirx ji nirxa esasî ya Yahoo yê
2 qatî zêdetir e.
Bi qasî 18 mehan e ku Microsoft dixwaze Yahoo.com bikire. Roja
înê ya borî Microsoftê pêþniyara xwe ji Yahoo re kir; 44 milyar
û 600 milyon dolar teklîf kir.
Lê Yahoo bi Google re kete têkiliyê ji bo hevkariya hev bikin,
da ku teklîfa Microsoftê vala bimîne. Çavkaniyeke ku hay ji
stratejiya Yahoo heye, da zanîn ku Yahoo ji bo bikaribe teklîfa
Microsoftê paþve bide û qebûl neke, difikire ku bi Google
rehevkariyê bike. Çavkanî dibêje ku Yahoo berî niha bi demeke
dirêj bi Google re hevdîtin dabû destpêkirin, niha jî dikare wan
hevdîtinan bidomîne.
Li gor du çavkaniyê cuda, Microsoftê serê para borsayê 31 dolar
teklîfî Yahoo kiriye. Ev pêþniyar ji nirxê þîrketê kêmtir e.
Microsoft bi armanca ku bikeve pêþiya Google, dixwaze raqîba xwe
ya Yahoo bikire. Google li ser vê yekê kete rewþeke xerab. Parên
borsayê yên þîrketa Google li ser vê yekê %9 qîmetê xwe winda
kiri.
Wek tê zanîn ku
Microsoft dixwaze desthilatiya Googlê di warê lêgerînê Înternetê
de biþkîne.
(HAWAR DENGÛBAS / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Teknolojî-Zanist

|