Dengûbas/Agahî        

 

 

Mal

 

Kurdistan/Rojev

 

Ji Cîhanê

f

Çand û Huner

k

Kurdistana Azad

 

Medyaya Kurdî

k

Zanist/Teknolojî

 

Jiyan/Civak/Aktuel

  

Aborî/Fînans

 

Nivîs/Lêkolîn  

 

Dosyayên Taybet

 

Arþîw/Lêgerîn

þ

Kunye/Rêvebirîth a young team

  Zimanê Kurdî | HAWARDENGÛBAS.com

 

 Lêkolîn Rewþa Geþedan û Hilberîna  Bi Zimanê Kurdî

 Hûrnêrîn Zimanê Kurdî

 ferheng.org

 dibistanakurdi.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Beþa Zimanê Kurdî

 

Zimanê Kurdî / Em zimanê Kurdî Binasin

 

Destpêk
Li Rojhilata Navîn kurd di bin serweriya çar dewletan de dijîn, ev dewlet jî Tirkiye, Îran, Irak û Sûriye ne. Zimanê fermî yê van dewletan tirkî, erebî û farisî ye.Zimanê tirkî ji malbata zimanê ural-altay, erebî ji ya Semîtîk û farisî jî, ji ya îndoewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne. Lê belê li vir tiþtekî seyr heye. Hem rêveberiya ereb û hem jî ya fars hebûna kurdan wek kurd û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dipejirînin. Lê nêrîna fermî ya rêveberiya Tirkiyeyê, vê yekê red dike û dibêje ku kurd bi binyada xwe ve tirk in.
Ev raman bi taybetî piþtî damezîrana komarê serdest bûye û wek bîrdoza fermî hatiye parastin.

 

Em dizanin ku, beriya komarê, kurd wek qewmekî cihê û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dihate dîtin. Ji bo nimûne, Evliya Çelebi di berhema xwe ya navdar ‘Seyahatname’yê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike. Evliya Çelebi, dide xuyakirin ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye.


Her wiha, Þemsettin Sami, di Kamus’ül Alâm’a xwe de û Ziya Gokalp jî di gotar,daxuyanî û berhema xwe ya bi navê ‘Kürt Aþiretleri Hakkýnda Sosyolojik Tetkikler’ê de, amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naþibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye.

 
Lê piþtî avakirina komarê, nemaze bi qanûna bingehîn a sala 1924’an, hebûna kurdan tê redkirin, her kesê li Tirkiyeyê dijî mîna tirk tê pejirandin. Peyvên mîna kurd, kurdî û Kurdîstan, ku di gelek belgeyên fermî yên Osmanî û Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn, têne qedexekirin.


Hemû zanyarên ku li ser zimanê kurdî lêkolînên zanistî kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkilî û pêwendiya wê ne bi tirkî û ne jî bi erebî re heye. Li hêla din, kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye.Ji mêj ve kurdan bi zimanê xwe perwerde û hîndekariyê dikirin. Li medreseyan li ser mijarên wekî matematîk, mantik, gramer, fiqih û hwd. perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû. Ev medrese piþtî avakirina komarê hatin qedexekirin. Her wiha ligel vê yekê, weþan û nivîsandina bi kurdî jî hatin qedexekirin.


Îro, rewþ piçek guheriye, Wekî berê bi tundî înkara kurdan û zimanê kurdî nayê kirin.Hejmara kesên ku vê yekê dikin, hindik e. Kesên statukoparêz, hebûna zimanê kurdî qebûl dikin, ancax zimanê kurdî wek zimanekî paþvemayî û cîgehî (mehelî) bi nav dikin û hebûna zarava û devokên di zimanê kurdî de jî wek asteng li pêþiya perwerde, hîndekarî û weþanê didine nîþandan.

Rast e, di kurdî de zarava û devok hene. Ev rewþ, ne tenê xweserî zimanê kurdî ye. Di hemû zimanan de zarava û devok hene. Standardbûn tenê di zimanê nivîskî de heye, ne di yê devkî de. Kîjan gel an netewe dikare biangiþtîne (îdea bike) ku hem zimanê wan ê devkî û hem jî yê nivîskî zimanekî hevgirtî û standard e!...
Rewþa zimanê standard bi rewþa dewlet-netewe, dewleta modern ve têkildar e.Dibêjin zimanê kurdî, zimanekî têkilhev û col e.

 

Tu kes bi awayekî zanistî nikare bibêjeku filan ziman xwerû û sade ye. Di hemû zimanan de peyvên biyanî hene. Ji bo vê rewþê em nimûneyeke balkêþ li vir bidin. Di zimanê hemû gel û neteweyên misilman de serdestî û bandora zimanê erebî berbiçav e. Her wiha di zimanê gelên îsewî de jî mirov rastî hîkarî û bandora zimanê latînî tê. Ev rewþa hanê ji ber ol û dîn e. Ji ber ku zimanê mizgeftê û Quranê
erebî û yê dêrê jî latînî ye. Ji bilî vê yekê, hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine.


Îro em bi awayekî zelal di zimanê tirkî, kurdî û farisî de rastî peyvên erebî tên, her wiha van her çar zimanan ji hev û din peyv standine û dane hev. Ji ber ku wêjeya farisî demekê gelên wekî kurd, ereb û tirk ji xwe re hijmetkar hiþtiye lewma jî peyvên wî zimanî ketine nav zimanê van gelan. Ev jî tiþtekî asayî û siruþtî ye.
Kurd, gelekî dêrin ên vê herêmê (Mezopotamyayê) ne û xwedî þaristaniyeke zengîn in.Ji pêþiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne.

 

Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne.Belê, ev kitêbok ne li dû aþkerakirin û peyitandina wan tiþtan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeþî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeþiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lew re me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin.

 

Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev kitêbok dê bi kêr bê da ku gengeþî û nîqaþ li ser zemîneke rast bên kirin.Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne Palpiþt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêþîn kîjan alfabe bi kar aniye û  kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan xetên
aramî, suryanî û grekî jî bi kar anîne.

 

 

Organên Sereke ya HKMG

Malpera Dezgehî-Sereke a HKMG:

hkmg.net

 

Medyaya Kurdî:

medyayakurdi.com   

 

AborîyaKurdistan:

aboriyakurdistan.com

 

PirtûkûWêje:

pirtukuweje.com

 

MûzîkKurd:

muzikkurd.com  

 

ZanistûTeknolojî:

zanistuteknoloji.com

g

SînemaKurd:

sinemakurd.com

 

Kurdistan World:

kurdistan-world.com

 

Dîrok û Dewletên

Kurdî:

dirokudewletenkurdi.com

 

Kurdistan Malper:

Hemû Malperên înterneta Kurdî :

kurdistanmalper.com

 

I Reklam;

interactivereklam.net

 

Bo Navnîþanên 40  Malperên Din ya HKMG: hkmg.net

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:
1) Nivîsa mixî: Medan þeþ (6) tîpên din jî bi ser ve kirine û hejmara tîpên vê alfabeyê ji sî û þeþan (36) derxisitine çil û duduyan (42). Ev alfabe ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsandin.

 

2) Alfabeya Avesta: Ev alfabe ji çil û çar (44) tîpan pêk tê û ji hêla rastê ber bi hêla çepê ve tê nivîsandin. Hin çavkanî destnîþan dikin ku, çil û heþt (48) tîpên alfabeya Avesta
hene.


3) Alfabeya Aramî: Belgeyên herî kevn ên kurdî bi vê alfabeyê hatine nivîsandin, ev belge li þikeftên herêma Hewremanê hatine dîtin. Her wiha tê gotin ku nivîsarên Kurdî bêhtir bi vê alfabeyê ne. Belgeyên hatine dîtin, ku nivîs li ser çermê xezalan e, ji nav wan ên herî kevn ji salên 88-87 ên beriya zayînê ne.

4) Alfabeya Berê ya Pehlewî. Bi vê alfabeyê, bi navê ‘Dînkerd’ pirtûkek bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin.


5) Alfabeya Masî Soratî: Dîrokzanê Ereb Ibn Wehþiye, di pirtûka xwe ya ku di sala 855’ê zayînî de qedandiye, dibêje kurdan ev alfabe (Masî Soratî) bi kar aniye û sê (3) berhemên ku bi vê alfabeyê hatine nivîsandin jî dîtine. Ev alfabe sî û þeþ (36) tîp bûne, lê kurdan þeþ (6) tîpên din jî lê zêde kirine.


6) Alfabeya ku Kurdên êzîdî bi kar tînin: Bi sedan sal e ev alfabe ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn û ji sî û yek (31) tîpan pêk tê. Ji milê rastê ber bi milê çepê ve tê nivîsandin. Hinek kes ji vê alfabeyê re ‘Alfabeya Sirê’ (ango Huruful el Sýr) jî dibêjin. Pirtûka olî ya pîroz a êzîdiyan Mushefa Reþ û Cîlwe bi vê alfabeyê hatine nivîsandin.


7) Alfabeya Erebî ya Kurdî
8) Alfabeya Latînî ya Kurdî
9) Alfabeya Kirîlî ya Kurdî


Ji bilî van alfabeyan, li Hêrêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji beriya zayînê (beriya mîladê) ji sedsala 8’an maye û ev nivîs aîdê medan e. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.Di nav zimanê cîhanê de zimanê kurdî Zimanê kurdî, her wekî ku gelek zimanzan û kurdzanan jî destnîþan kiriye, ji malbata
zimanê îndo-ewropî ye. Di nav vê malbatê de kurdî, ji koma zimanê Îranî ye. Ji nav koma zimanê îranî jî, li milê bakurê rojava dikeve.

 

Niha em navên hin zimanên ku di koma zimanê Îranî de cih digirin bidin:
Farisî, kurdî, belûcî, osetî, yexnûbî, peþtoyî, pamirî û hwd.
 

Ji bo ku cihê zimanê kurdî xweþ diyar û zelal bibe, em bala xwe berdin ser senifandina zimanan. Zimanzan, wek adet zimanan ji du aliyan ve disenifînin û vê yekê li gorî þêwe û binyadê dikin.


a) Ji aliyê þêweyê ve ziman
Zimanzan ji aliyê þêweyê (morfolojiyê) ve zimanan li sê koman parve dikin:
1) Zimanên yek-kîteyî: Zimanên çîn û tîbetê giþt bi vî rengî ne.
2) Zimanên pêvekî: Tirkî û macarî pêvekî ne.
3) Zimanên tewangbar: Zimanên îndo-ewropî û samiyî tewangbar in.
Ji ber ku zimanê kurdî jî, zimanekî tewangbar e3 divê em li ser tewangbariyê çend tiþtan
bibêjin. Zimanzan tewangbariyê wiha rave dikin: “Tewang di dema kiþandinê de guherîna
rayekê (qurm, kok), bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêkerê ye.”


Ji bo agahiya berfireh binêrin Varlý, Abdullah; Dîroka Dugelên Kurdan, Derpêç 1, Weþanên Sîpan, Stenbol
1997 & Çeliker, Celadet; Kurtedîroka Alfabên ku Kurdan Bikaranîne, Kovara Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Zend, hejmar 2, sal 1994.
2 Aksan, Doðan; Her yönüyle Dil 1 (Ana Çizgileriyle Dilbilim), Türk Dil Kurum Yayýnlarý, Ankara 1987
3 Bedirxan, Emir Celadet & Lescot, Roger; Kürtçe Dilbilgisi, Weþanên Doz , Çapa pêncemîn Stenbol 2000.
4 Aksan, Doðan; berhema navborî.



Ji bo zimanên tewangbar mînaka herî navdar erebî ye. Di erebî de dengdar (konsenant,bêdeng) wekî xwe dimînin û bi dengdêrên (vokal, bideng) ku têne serî û dikevine nava peyvê,bêje pêk tên. Mînak, ktp sê dengdar in û bêjeyên kîtap, mektep, katîp, hwd. bi guherîna dengdêran pêk tê. Dîsa chl sê dengdar in, her wiha bi guherîna dengdêran peyvên mîna, cahîl, cehele, çêdibin.Di kurdî de cureyên peyvê yên guherbar ditewin ango li gorî peywira ku digirin ser xwe diguherin. Ev yek heta bigihe rayeka lêkerê jî diguhere. Ji bo nimûne lêkera kirin, di dema niha de dibe /di-k-im/, li vê derê ji lêkerê tenê tîpa /k/yê dimîne. Em nimûneyeke din jî bidin,
lêkera parastin. Em vê lêkerê bi dorê, li gorî deman bikiþînin.

 

Pêþî li gorî dema niha.ez di-parêz-im
ez, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên netewandî, xwerû)
 

di, qertafa dema niha
parêz, qurmê lêkerê (ya fermanî)
im, jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar


Niha jî em li gor dema borî bikiþînin:
min parast
min, cînavka kesê yekemîn ê yekejimar (ji desteya cînavkên tewandî)
parast, qurmê lêkerê (ya dema borî)
 

Wek ku ji mînakan jî xuya dibe, di kurdî de ne tenê dengdêr her wisa dengdar jî diguhere. Çawa ji lêkera ‘parastin’ê xuya dibe, di çaxê kêþana dema niha de, de qurmê lêkerê (parêz) de, /a/ bûye /ê/ û /s/ jî bûye /z/.


Li aliyê din, di tirkî de tu car di dema kêþanê de rayeka lêkerê naguhere, her tim wekî xwe dimîne. Çawa ku rayek naguhere her wisa dengdar û dengdêrên wê jî li dengê din naguherin. Mînak, lêkera çûn ‘gitmek’ e, koka wê /git/ e, mirov dikare gelek qertafên kiþandinê û dariþtinê bîne dawiya wê, wekî gittim, gidildi, gidecet, gitmiþlerdi û hw.
 

b) Ji aliyê binyadê ve ziman
Ji aliyê binyadê ve zimanan li pênc komên sereke lêkve dikin:
1) Îndo-Ewropî (îngilîzî, fransizî, kurdî, farisî)
2) Semîtîk (erebî, îbranî, akadî)
3) Bantû (zimanên baþûr û naverasta Afrîkayê)
4) Zimanên Çînî (zimanên çîn û tîbetê)
5) Ural-Altay (fînî, macarî, ûygûrî, tirkî, moxolî)


Çawa ku me li jorê jî dabû xuyakirin, zimanê kurdî zimanekî îndo-ewropî ye. Dema mirov bala xwe dide zimanên îndo-ewropî mirov rastî gelek peyvên nêzî hev tê. Ew rewþa hanê ji bo hemû zimanê ku di heman malbat û komê de ne, wisan e. Niha jî ji bo vê yekê em tabloya jêrîn derpêþ bikin.



Kurdî       Îngilîzî            Almanî           Fransizî           Farisî       Grekî
Stêr         star                 stern              astre                sitare       astron
kurt          short              kurz                court                  -                 -
lêv            lip                   lippe              levre                  leb             -
jenû         -                      -                      geneou             -                 -
dilop       drop                tropfen            -                         -                 -
nav          name             name             nom                 name         -
no/na      no                   nein                non                   -                  -
tu            -                       du                   tu/te                    -                 -
nû/niwe new                 neu                 neu                    -                 -
neh         nine               neun                neuf                    -                -
dot          douther           -                       -                          -                -
bira         brother           -                       -                       brader           -


Li ser vê mijarê Minorsky wiha dibêje: “Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye. Her wekî Andreas, Salamann, O. Mann, Meillet, Lent, T. Tedesco jî gotiye, zimanê rojavayê Îranê dibin du bir, bakur û baþûr, ew her du bir tevî hev bûne. Digel vê yekê jî, di zimanên îroyîn de gelek tiþtên ji hev re biyanî hene, kurdî û farisî ji gelek aliyan ve xwediyên taybetiyên serbixwe ne. Ango zimanê kurdî dikeve birê bakurê rojavayê zimanê îranî.”
Gelek kes, ji ber ku zimanê kurdî û farisî xwediyê gelek peyvên hevpar in, zimanê kurdî wekî zaravayekî farisî bi nav dikin, lê zimanzanên ku li ser kurdî xebat kirine vê yekê red dikin. Ligel vê yekê em dîsan dixwazin cudahiyên di navbera kurdî û farisî de bidine xuyakirin.
 

Cudahiyên di navbera kurdî û farisî de Zimanê Kurdî û faris ji ber ku di heman komê de ne, ji hin aliyan ve nêzî hev in. Ji ber vê yekê, hin dewletên ku li ser kurdan serwer in, hebûna kurdan napejirînin û zimanê wan wek zimanekî col (têkilhev) û xerabûyî yê farisî bi nav dikin. Pê namînin û vê yekê ji baweriyên xwe yên siyasî û perspektîfên xwe yên paqijkirina etnîkî re dikin kerese (malzeme). Ev îstismara hanê, ji awira zanistî gelekî dûr e. Lewma em pêwist dibînin ku cudahiyên van her du zimanan bi awayekî serkî be jî, li ber çavan raxin. Çendî ku ev her du ziman nêzî hev bin, ew qas jî, ji hev cihê ne û her yek ji wan zimanekî serbixwe ye. Kurdî zimanekî zayendî ye, ango nêr û mêtî tê de heye, lê ev yek di farisî de tune. Di kurdî de (di kurmancî û kirmanckî/zazakî de) du kom cînavk hene, lê di farisî de em rastî tiþtekî wiha nayên. Ev her du komên cînavkên di kurdî de, di lêkerên gerguhêz de ji hev cuda têne bikaranîn, ango zimanê kurdî zimanekî ergatîv e.

 

Mînak ji bo zaravayê kurmancî:


Min nan xwar.
Ez nên (nanî) dixwim.


Mînak ji bo zaravayê kirmanckî:


Min nan werd
Ez nanî wena


Her wiha di zimanê kurdî de nêr û mêtî di cînavkên kesîn û nîþandanê de jî heye, lê belê di farisî de tiþtekî wiha nîn e. Ji bilî vê yekê, di kurdî de du kom cînavkên nîþandanê hene, farisî ne xwedî taybetiyeke wiha ye. Em dikarin gelek cihêtiyên van her du zimanan destnîþan û amaje bikin. Lê belê ya baþ ew e ku em gotinê bidin Vladimir Minorsky bê ka ew der barê van her du zimanan de çi dibêje. Kurdnas V. Minorsky dide xuyakirin ku, zimanê kurdî û farisî ji hev cihê ne û yer yek ji wan, zimanekî serbixwe ye.

 

Mînorsky aþkera dike ku di navbera kurdî û farisî de pênc cudahiyên girîng hene:
1) Denganî: Denganiya (fonetîka) kurdî ji ya farisî cihê ye.
2) Guherîna dengan: Peyvên ku ji heman kokê tên jî, ji aliyê deng ve guherîneke
mezin di wan de çêbûye.
3) Cudahiya þeklan: Ji cînavkan bigire heta bi kêþan û çevana lêkeran, ji qertafên
cînavkên xwedaniyê bigire heta bi qedaneka navdêran û hwd cudahî heye.
4) Cudahiya peyvsaziyê.
5) Cudahiya peyvan.
 

 

Zaravayên kurdî
Li ser mijara zaravayên kurdî gelek nêrînên ji hev cihê hene. Nemaze hin kesên ku naxwazin hebûna kurdan û zimanê wan bipejirînin, hemû devokên kurdî wekî zarava nîþan didin û hin caran zarava jî wekî ziman didine xuyakirin. Lê ev kêþe û arîþeya hanê, ji mêj ve ji hêla zimanzan û kurdnasan ve hatiye ronîkirin.

 

􀂙 Hê di sedsala 16’an de Þerefxanê Bedlîsî di berhema xwe ya navdar Þerefnameyê
de zaravayên kurdî wiha rêz dike:
1) Kurmanc
2) Lor
3) Kelhûr
4) Goran.
 

􀂙 Li gorî G. Girvinli ku di salên 1836-37’an de li ser etnografiya kurdî hinek lêkolîn
kirine, zimanê kurdî dibe du beþ: kurdiya jêrîn û kurdiya jorîn.
 

􀂙 Peter Lerch (1857-58) kurdî li pênc zaravayan dabeþ dike: zaza, kurmancî, kelhûrî,
gûranî û lûrî...
Minorsky, Vladimir; berhema navborî.
Þerefxanê Bidlîsî, Þerefname, Hasat Yayýnlarý, Çapa Duyemîn, Stenbol 1998.
Em Zimanê Kurdî Binasin

 

􀂙 Oscar Mann, kurdî wekî kurdiya rojava, rojhilat û baþûr dike sê beþ. Mann, goranî û
zazakî wekî kurdî napejirîne.
 

􀂙 E. B. Soane, di berhema xwe ya bi navê Grammar of Kurmanji or Kurdish
Langauge (1913) de, kurdî li sê beþan parve dike: kurmanciya jorîn, kurmanciya jêrîn, lorîzaza
(hewramî û goranî).8
 

􀂙 Ziya Gökalp, di xebata xwe ya bi navê Kürt Aþiretleri Hakkýnda Sosyolojik
Tetkikler de9, kurdî wek pênc zarava hildaye dest: kurmanc, zaza, soran, goran û lor. Gökalp
daye zanîn ku, ev giþt zarava ji kurdiya qedîm derçûne.
 

􀂙 Dr. Mac Kenzie, kurdî dike sê kom: koma bakur, koma navîn û koma baþûr.
 

􀂙 Cemal Nebez jî kurdî dike çar beþ: kurdiya bakur, kurdiya navîn, kurdiya baþûr,
goranî-zazayî.
􀂙 Alaedîn Secadî, di berhema xwe ya bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî
û Farisî de, zimanê kurdî dike du beþ: kurmanciya behdînî û soranî.
 

􀂙 Li gorî Dr. Kemal Fuad zimanê kurdî çar zarava ne: 1) kurdiya rojava (jorîn) 2)
kurdiya rojhilat (jêrîn) 3) kurdiya baþûr 4) kurdiya zazakî-goranî.
 

􀂙 Fuat Heme Xurþîd, di berhema xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeþbûnî
Cografyayî Dîyalêktekanîy de, zimanê kurdî wiha dabeþ dike: 1) kurmanciya bakur 2)
kurmanciya navîn 3) kurmanciya baþûr 4) goranî.
 

􀂙 Emîr Hesenpûr, di xebata xwe ya bi navê National and Language In Kurdistan
(1918-1985) zimanê kurdî dike dike çar zarava: kurmancî, koranî, hewramî, kîrmanþanî.
Ji xebatên van zimanzan jî diyar dibe ku, bi piranî ew xwediyê wê raman û hizrê ne, ku
di kurdî de çar zarava hene:
1) kurmancî (kirdaskî)
2) kurmanciyanaverast (soranî)
3) kirmanckî (kirdkî, zazakî-goranî)
4) loranî.


Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya baþûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje. Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Li Tirkiyeyê bi tenê Kurmancî û zazakî hene. Ji bilî çend deverên mîna Anatoliya Navîn û Qerejdaxê, ku þêxbizinî lê dijîn. Ev jî devoka soranî ye.
Tevliheviya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Wek nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li baþûr behdînî û li rojhilat jî þikakî tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmanciya jêrîn jî, kurmanciya xwarû, soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikiþîne. Navên wekî kirdkî, kirmanckî, dimilî, dêrsimkî, sobê hwd. têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê goranî tê bikaranîn.Wekî ji mînakên jorîn jî xuya dibe, navên ku hemû lêkolîner li ser li hev dikin, navên mîna kurdî, kurmancî, kirmanckî û kirdkî ne. Navên din tev navên herêm û êl û eþîran in.Devokên zaravayên kurdî Kesên ku naxwazin zimanê kurdî wek zimanekî serbixwe bipejirînin, axaftina her bajarî, heta ya her gundî wekî devok, heta hin caran jî wekî zarava bi nav dikin. Çawa ku di hemû zimanan de zarava û devok hene, wisa di zimanê kurdî de jî hene. Em ji bîr nekin ku standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de. Bêyî mudaxele û statûya siyasî, zimanê standard pêk nayê.Ehmedê Xanî (sedsala 17’an), di berhema xwe ya navdar Mem û Zînê de11 zaravayê kurmancî li ser sê devokên bingehîn pareve kiriye.

 

Em vê peyt û tespîta wî bi malikeke ji þahesera wî nîþan bidin:
Bohtî û mehmedî û silîvî
Hin la’l û hinik ji zêr û zîvî.
 

Mirov dikare vê gotina Ehmedê Xanî ji bo devokê kurmancî wekî bingeh bigire. Bi awayekî giþtî lêkolîner, devokên zaravayên din jî wiha rêz dikin:
Kurmanciya naverast (soranî): silêmanî, mukrî, sineyî.
Kirmanckî (zazakî): devoka Dêrsimê û devoka Siwêregê.
 

Hevoksazî
Hevoksazî, bi me dide zanîn bê cureyê peyvan di kîjan devera hevokê de cih digirin û çawa bi hev ve têne girêdan. Ango hevoksazî, rewþa peyvan û celebê peyvan a li hemberî hev û din e. Di kurdî de, di navbera peyvan de pêwendî û girêdan wiha pêk tê: Di kurdî de peyv, bi alîkariya veqetandekan (harfî tarîf) bi hev ve têne girêdayîn. Veqetandekên di kurdî de du çeþîd in; diyar û nediyar.

 

Pêþî em ji bo veqetandekên diyar mînakan bidin.
mala mezin (navdêr-rengdêr)
mastê we (navdêr-cînavk)
keçên bedew (navdêr-rengdêr)


Ji bo veqetandekên nediyar jî mirov dikare van wekokan bide.
maleke mezin
mastekî tirþ
keçine bedew


Her wekî ji mînakan jî xuya dike, pevgirêdana peyvan di kurdî de dijberî ya tirkî ye.
 

Mînak:
mala min


Heke em vê terkîbê bi tirkî binivîsin, dê wiha be:
Benim evim


Di vê mînakê de aþkera dibe ku hem veqetandekên her zimanan û hem jî cihê hêmanan ji hev cihê ne. Di kurdî de veqetandek bi navdêrê ve dibe lê bi cînavkê ve nabe. Di tirkî de îcar veqetandek bi cînavkê ve dibe, lê bi navdêrê ve nabe.Hevoksaziya kurdî, her wiha ji gelek aliyan ve ji hevoksaziya farisî jî vediqete. Derbarê vê yekê de em guh bidin peyitandinên V. Minorsky: “Sentaksa kurdî ji aliyê peyvên hevedudanî û lêkerên gerguhêz ve her du (kurdî û farisî) ziman ji hev cuda dibin.”Di zimanê kurdî de rêza hêmanên hevokê ji yên tirkî û farisî cuda ye. Di hevokên tirkî yên sererast de pêveber tim li dawiya hevokê ye. Mînak:
 

Ben Dün Ankara’ya gittim. (kirde + têrker + pêveber.)
 

Em vê hevokê bi kurdî saz bikin:
Ez duh çûm Enqereyê. (kirde + têrker + pêveber + têrker.)
 

Ji bo ku hevokek bê sazkirin, du hêmanên bingehîn divên. Ew hêman, kirde û pêveber in. Em bi nimûneyan ji sivikiyê ber bi giraniyê hevokan tevî hêmanan bidin:
 

ez çûm
kirde pêveber
 

Bi tenê pêveber jî dikare hevokekê pêk bîne. Her wekî ji mînaka li jor jî diyar dibe, ku mirov cînavka kesê yekemîn a yekejimar /(ez/ biavêje, /çûm/ bi serê xwe jî hevokekê pêk tîne. Di hevokên sanahî de, kirde tê serî û pêveber tê dawiyê. Hevoksaziya lêkerên gerguhêz û negerguhêz ji hev cuda ye. Bi kurtasî, li gorî kompleksbûna hevokê, cihê hêmanên wê diguhere.


Hêmanên hevokê wiha li dû hev rêz dibin.
1) Kirde + têrker + pêveber
Tu li serê çiyayê Sîpanê dijî.
kirde têrker pêveber
2) kirde+bireser+têrker+pêveber
Þivên nanê xwe dereng xwar.
kirde bireser têrker pêveber
3) Kirde+têrker+pêveber+têrker
Hûn dê tu caran neçin Geverê
kirde têrker pêveber têrker
Di kurdî kirpandina kîjan hêmanê bê xwestin, ew hêman nêzîkî pêveberê dibe. Mînak:
 


Ez ê kevirekî bi tevþo biþikînim.
(3) (2) (1)
Ez ê bi tevþo kevirekî biþikînim.
(3) (2) (1)
Kevirekî bi tevþo ez ê biþikînim.
(3) (2) (1)
Bi tevþo kevirekî ez ê biþikînim.
(3) (2) (1)
 

Mirov di kurdî de rastî hevokên þikestî jî tê. Ev hevok bêhtir di helbest, axaftin û gotaran de têne dîtin. Piþtî ku roja me bû [pêveber] tarî, mirin xweþtir e [kirde] ji amberê (Ehmedê Xanî).Taybetiyeke balkêþ a zimanê kurdî, ergatîvbûna wê ye. Hevokên ku bi lêkerên gerguhêz têne sazkirin, ji yên negerguhêz cuda ne. Ji ber vê yekê jî di kurdî du kom cînavk hene, her wiha lêker jî hin caran li gorî kirdeyê, hin caran jî li gorî bireserê têne kiþandin.
 

Mînak:
Ez te dibînim.
Min tu dîtî.


Di hevoka yekemîn de lêker li gorî kirdeyê (ez), di ya duyem de jî li gorî bireserê (tu) hatiye kiþandin. Ligel vê taybetiya ku me li jor dabaþ kir, di lêkerên gerguhêz de mêjera navdêrê di demên borî de, di lêkerê de diyar dibe.

 

Mînak:
Min sêv xwar.
Min sêv xwarin.
Di mînaka yekem de /sêv/ yekejimar e û di hevoka duyem de jî /sêv/ pirejimar e.
Di demên bê û niha de, pirejimarî ji bireserê diyar dibe. Nimûne:
Ez sêvê dixwim.
Ez sêvan dixwim.
Zayend
Kurdî zimanekî zayendî ye û hemû peyv an nêr in, an jî mê ne. Ji bilî heyberên candar,
heyberên necandar jî xwediyê zayendê ne, lê ev zayendîbûn tiþtekî rêzimanî ye. Zayenda
peyvan bi du awayan, bi veqetandek û qertafên tewangê diyar dibe. Peyv bi serê xwe nêtar in.
Mînak:
kevçî, çav, pênûs, giyan...
Zayenda bi veqetandekê:
Çavê þîn
pênûsa zirîçî
Em Zimanê Kurdî Binasin
11
Di vir de veqetandeka /a/yê mêtiyê û veqetandeka /ê/yê nêrîtiya peyvê nîþan dide.
Zayenda bi tewangê:
siya darê
nikulê dikî
Li vê derê jî, qertafa /ê/yê zayenda mê, qertafa /î/yê jî zayenda nêr nîþan dide.
Veqetandek
Di zimanê kurdî de, terkîb bi veqetandekan tên çêkirin. Ev veqetandek jî nêr û mê ne.
Her wiha veqetandekên di kurdî de du cure ne; diyar û ne diyar. Ji ber ku di zimanê kurdî de
rewþa navdêran nîn e, bi veqetandek û qertafên tewangê terkîb tên sazkirin.
-ê : yekejimar, nêr û diyar
-a : yekejimar, mê û diyar
-ên : pirejimar, diyar (ji bo her du zayendan)
-ekî : yekejimar, nêr û nediyar
-eke : yekejimar, nêr û nediyar
-ine : pirejimar, nediyar (ji bo her du zayendan)
 

Tewang
Yek ji taybetiya zimanê kurdî jî tewangbarî ye. Di zimanê kurdî de, hinek beþên hevokê li gorî erka ku digirin ser xwe diguherin, hinek qertafan digirin; ji vê yekê re tewang tê gotin. Di kurdî de beþên hevokê yên guherbar (lêker, navdêr, cînavk, veqetandek, jimarnav) ditewin. Di kurmancî de, pirjmariya navdêr û cînavkên xwerû bi alîkariya veqetandek û lêkerê diyar dibin, lê di kirmanckî (dimilkî) de pirejimariya navdêrên xwerû bi alîkariya
qertafa /-î/yê diyar dibe. Wekî mînak:
 

Kurmancî:
Min pênûs bir (yekejimar û binavkirî)
Min pênûs birin (pirejimar û binavkirî)
Min pênûsek bir (yekejimar û nebinavkirî)
Min pênûsin birin (pirejimar û nebinavkirî)
Kirmanckî:
Min say werd
Min sayî werdî
 

Tewanga navdêrên nêr:

Di kurmancî de tewanga navdêrên nêr bi du awayan pêk tê.
a) Qertafa /î/yê tê dawiya peyvê.
b) Heke tê de dengê /a/ an jî /e/ hebe, ew deng dibe /ê/. Mînak:
Xwerû Tewandî
þivan gopalê þivanî/þivên
nan nên/nanî bîne
bajar Zîlan Ronahî ji aþî/êþ tê.
 

nîvîskar Nivîskêr/nivîskarî xweþ nivîsiye
 

gotîn gotinê ez êþandim
 

Tewanga navdêrên mê:
 

Dengdêra /ê/yê tê dawiya peyvê û tewanga wê ya mêtiyê pêk tê; mînak:
meha biharê
porê jinikê
Ji ber ku kurdî zimanekî tewangbar e, cînavkên kesîn du cure ne. Yek jê tewandî ye, yê
din xwerû ye.
ên xwerû ên tewandî
ez min
tu te
ew wî/wê
em me
hûn we
ew wan
Nîþe: Dema ku daçekek bikeve ber cure peyvên guherbar wan ditewîne.
 

Peyvsazî
Kurdî, zimanekî wisa ye ku ji pêþ, paþ û navê ve qertafan digire. Ev qertafên çêkirinê jî di nav xwe de dibin du bir. Yek jê ew qertaf in ku tenê bi wan ji lêkeran, lêkerên çêkirî tên bidestxistin. Qertafên din jî, tenê bi wan navdêr û rengdêr tên çêkirin. Her wiha carinan di bastûra (bunyeya) peyvê de guherînek tê pêkanîn û jê navdêr tê peydekirin. Nemaze ev rewþ, di raweya lêkera fermanî de çêdibe (ji bo halê negerguhêz ê lêkerê). Nimûne bi+þewit+e, /bi/ raweya fermanî, /þewit/ qurmê lêkera fermanî, /e/ jî qertafa kesê duyemîn a yekejimariyê ye.
Em tenê qurmê lêkera fermanî hildidin dest û /i/ya di kîteya duduyan de dikine /a/ û navdêrê bi dest dixin: þewit, þewat /i/ bû /a/ û bi vî awayî þewit bû þewat.


Ji bilî vê yekê, ji qurmê lêkera fermanî jî qertafên kirdenavan bi dest tê xistin, nimûne:
Ji lêkera kuþtinê bi-kuj-e, /bi/ û /e/ bê avêtin dimîne |kuj/, em wê bînin deynin ber peyva
/agir/ wê peyveke wiha bê himatê: agirkuj.


Em bi berfirehî behs ji qertafan nekin, hema ji bo ku mijar zelal bibe û da baþ bê fêmkirin em dê li ser wan rawestin. Pêþî ji bo lêkeran em qertafan bidin.


a) Qertafên lêkerçêker
ber+dan = berdan
da+dan = dadan
der+anîn = deranîn
hil+kirin = hilkirin
ra+ kirin = rakirin
ro+ kirin = rokirin
ve+xwarin = vexwarin
vê+xistin = vêxistin
wer+girtin = wergirtin
tê+koþîn = têkoþîn


Niha jî em çend qertafên ku tên paþiya navdêr û rengdêran û bi wan lêkerên sade tên
çêkirin bidin:
andin, isandin, ijandin:


Bi van qertafan li jorê lêkerên gerguhêz tên bidestxistin. Nimûne:
saz+andin = sazandin
nerm+ijandin = nermijandin
rep+isandin = repisandin
în, isîn, ijîn:


Bi van qertafê hanê jî, lêkerên negerguhêz tên çêkirin.
rep+isîn = repisîn
saz+în = sazîn
nerm+ijîn = nermijîn


b) Qertafên ji bo daraþtina navdêr û rengdêran
Piþtî van, îcar em bên ser qertafên ku bi wan navdêr û rengdêr tên çêkirin. Ev navdêr jî dibin du bir; kirdenav (ismî fail) û tiþtenav (ismî meful). Ev qertaf hem tên pêþiya peyvê û  hem jî tên paþiya peyvê. Ji bo wan jî em çend nimûneyan bidin: Pêþî parkît (paþgir), di pey re pêrkît (pêþgir) û dawiyê jî em navkîtan (navgiran) bi nimûneyan derpêþ bikin.


Bi parkîtan daraþtina peyvan:
kar+ker = karker
ber+ek = berek
dar+ik = darik
ser+ok = serok
aþ+van = aþvan
rim+baz = rimbaz
guh+ar = guhar
mal+dar = maldar
teng+asî = tengasî
kirîv+ atî = kirîvatî
xwîn+î = xwînî
þer+oyî = þeroyî
yekt+îtî = yekîtî
Bi pêrkîtan daraþtina peyvan:
a+þûjin = aþûjin
ber+av = berav
ser+dest = serdest
ne+yar = neyar
tele+bext = telebext
hem+pa = hempa
hev+kar = hevkar
kele+girî = kelegirî
zir+keç = zirkeç
bi+kuj = bikuj
bele+guh = beleguh
gû+sterk = gûstêrk

Bi navkîtan daraþtina peyvan:
ser+an+ser = seranser
dest+e+bira = destebira
þad+û+man = þadûman
rû+bi+rû = rûbirû
 

 

Encam
Her ziman xwedî rê û rêzikan e û taybetî û qalibên wî hene. Ligel vê yekê, hin rêzikên ku ji bo zimanan piþkdar in, jî hene. Ev rêzikên hevpiþk (muþterek), bi giþtî di navbera zimanên ku ji heman malbatî ne de, têne dîtin. Ji lew re, pir tiþtekî asayî û siruþtî ye ku hin ziman ji hin aliyan ve biþibin hev û hêlên wan ê hevpar hebin.Digel vî qasî, ji van mijarên ku em li jorê yeko yeko li serê rawestiyan, xuya dibe ku zimanê kurdî ji gelek aliyan ve hem ji erebî, hem ji farisî hem jî, ji tirkî cuda ye. Bi taybetî em dixwazin balê bikiþînin ser cihêtiyên di navbera kurdî û tirkî de. Ji ber ku, hin zimanzan,siyasetmedar û kesên ji pîþeyên cuda yên tirk îdia dikin da ku zimanê kurdî ne tu ziman e û kurd bi eslê xwe jî tirk in. Ji bo ku der barê zimanê kurdî û tirkî de hizr û ramaneke zelal ji kesê meraqdar re çêbe, em dê bi çend xalên berbiçav cihêtiya van her du zimanan bidin xuyakirin.


Kurdî ji malbata zimanê îndo-ewropî, tirkî ji ya ural-altayî ye.
Kurdî zimanekî tewangbar e, tirkî zimanekî pêvekî ye.
Kurdî zimanekî zayendî ye, tirkî ne wisan e.
Di kurdî de du kom cînavkên kesîn û nîþandanê hene, di tirkî de ev yek nîn e.
Di kurdî û tirkî de awayên çêkirina terkîban dijberî hev in.
Zimanê kurdî, ji pêþ, paþ û navê ve qertafan digire, lê di tirkî de qertaf tenê tên
paþiya peyvê.
Di kurdî de peyv bi du û sê dengdaran jî dest pê dike, lê dî tirkî de peyv tenê bi
dengdarekê dest pê dike.
Bi kurtî, rêzimana kurdî û ya tirkî qet naþibe hev, denganiya wan, hevoksaziya wan
û peyvsaziya wan gelek dûrî hev in.
 

Em bên ser angaþtên der barê zarava û devokên zimanê kurdî de. Çawa ku di zimanên din de jî tê dîtin, di zimanê kurdî de jî devok û zarava hene. Ev zarava ev in:
1) kurmancî (kirdaskî)
2) kurmanciya naverast (soranî)
3) kirmanckî (kirdkî, dimilî, zazakî)
4) loranî.
 

Ji van zaravayan tenê li bakûrê Kurdistanê  kurmancî û kirmanckî hene.Li baþûr û rojhilatê Kurdistanê zêdetir soranî(kurmancîya naverast) û piþtre jî zêdeitr kurmancî tê axaftin.Li baþûrrojavayê Kurdistanê jî zaravayÊ Kurmancî tê bi kar anîn.

Di zaravayê kurmancî de sê devokên bingehîn hene: botî, silîvî û mehmedî. ji van,devoka botî ji bo zimanê nivîskî yê kurmancî wekî bingeh hatiye pejirandin. Rêziman, vekît û ferheng li gor vê yekê hatine amadekirin.
Du devokên himî yên zaravayê kirmanckî hene: dêrsimî û sêwregî. Zimanê kurdî ji mêj ve wek zimanê perwerde û hîndekariyê hatiye bikaranîn. Medreseyên kurdan palpiþt û delîlên vê yekê ne. Di van medreseyan de ji bilî kurdî zimanê erebî jî hatiye bikaranîn.

 

Gotina dawî: Zimanê kurdî têra xwe heye, ji bo ku kurd bi zimanê xwe karibin perwerde bibin û hîndekariyê pêk bînin, ji hêla zimên ve asteng pir kêm in. Ji bo hemû zimanan çi astengên zimanî hebin pir hindik ew ji bo zimanê kurdî jî hene. Ji bo ku perwerde û hîndekarî bi kurdî bê kirin astengên herî girîng astengên qanûnî yên Tirkiyeyê ne.

 

Çavkanî:
1) Ji bo agahiya berfireh binêrin Varlý, Abdullah; Dîroka Dugelên Kurdan, Derpêç 1,
Weþanên Sîpan, Stenbol 1997 & Çeliker, Celadet; Kurtedîroka Alfabên ku Kurdan
Bikaranîne, Kovara Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend, hejmar 2, sal 1994.
2) Aksan, Doðan; Her Yönüyle Dil 1 (Ana Çizgileriyle Dilbilim), Türk Dil Kurum
Yayýnlarý, Ankara 1987.
3) Bedirxan, Emir Celadet & Lescot, Roger; Kürtçe Dilbilgisi, Weþanên Doz , Çapa
pêncemîn Stenbol 2000.
4) Minorsky, Vladimir; Kürtler, Koral Yayýnlarý, Çapa Duyemîn, Stenbol 1992.
5) Þerefxanê Bidlîsî, Þerefname, Hasat Yayýnlarý, Çapa Duyemîn, Stenbol 1998.
6) Ciwan, Mûrad; Türkçe Açýklamalý Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanc Lehçesi), Weþanên
Jîna Nû, Çapa Yekemîn, Swêd 1992.
7) Gökalp, Ziya; Kürt Aþiretleri Hakkýnda Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayýnlar, Çapa
Yekemîn, Stenbol 1992.
8) Hesenpûr, Emîr; Nationalism and Language In Kurdistan, Mellen Research
University Press, Kanada1992.
9) Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Hasat Yayýnlarý, Çapa Sêyemîn, Stenbol 1990.

 

 

 

Çavkanî; "Em zimanê Kurdî Binasin" / "Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê"

 

 

 

 

 

 

 

Host veb   notebokk  services engi

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

neering media language  company    free

 

Hemû Mafên vê weþanê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved  | Pêywendî | Derbarê HD | About U

©Ev Weþana Hawar Kurdistan Media Group e.| Web Development by HKMG.Hawar Kurdistan Soft | agahi@hawardengubas.com

hawardengubas.com | Kunye-Navdank | Arþîw-Lêgerîn | Reklam  

 

 

Ev Xizmeteke    

 e. D